Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê Tîrmehê di navbera saet 21.00-23.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Alaniş, Begla, Girê Lawikê Xerib, Gundê Êlê û Ava Gûzê ku bi ser Heftenînê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Di 30’ê Tîrmehê di navbera saet 07.00-08.00’ande li Herêmên Parastina Medya li Heftenîn li dijî herêmên Derarê û Orê ku bi ser Qaşûra ne ji hêla helîkopterên kobra yên artêşa TC hatiye bombebarankirin.
3. Di 29’ê Tîrmehê saet di 18.00’ande li Tokat navçe ya Reşadiye li nêzî Qerekola Sazak li dijî yekîneyeke dijmin a bi tevger ji hêla tîma çalakiya ya Şehît Ayhan ji bo bîranîna hevalê Fuat, Pale û yên li Gumuşhane yê şehît ketine bi armanca tolhildanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerekî dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, 1 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
31 Tîrmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG