Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Milîtana hêja ya Têkoşîna Azadiyê ya Jinê hevrêya me Hêvîdar 12'ê Tebaxa 2024'an li herêma Garê şehîd bû.
Milîtana fedaî ya xeta jin a azad hevrêya me Hêvîdar weke milîtaneke Apoyî ya dilsozê nirxên azadiyê bandoreke xurt li dîroka me ya têkoşînê kir ku şopa wê ti carî jê naçe. Weke ferda malbateke Koçer a ku cewhera xwe parastî li nava refên têkoşînê bi rewşa xwe ya xwezayî, sade û têgihiştina xwe ya kûr di her karî de barê hevrêyên xwe sivik kir û bi sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.
Şehadeta hevrêya me bandoreke giran li me kir ku milîtaneke YJA Starê ya serketî û xwedî têkoşîneke destanî bû. Em soz didin ku em ê pêkanîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad ku xewn û xeyala hevrêya me Hêvîdar bû, em ê têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me ya nemir em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Hêvîdar Berxwedan Koçer, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Hêvîdar Berxwedan Koçer Nav û Paşnav: Hasîne Tekîn Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik – Bav: Husra - Alî Cih û Dîroka Şehadetê: 12'ê Tebaxa 2024 / Garê |
Hêvîdar Berxwedan Koçer – Hasîne Tekîn
Hevrêya me Hêvîdar weke ferda malbateke bi eslê xwe ji Sêrtê li navçeya Farqîn a Amedê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me ku ewlada malbateke koçer bû, li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku kevneşopiya xwe ya welatparêziyê xurt bû. Ji ber ku ji derdora nêz a malbata wê tevlîbûn li nava tevgera me çêbû bû, hevrêya me zû partiya me nas kir û jê hez kir. Malbata hevrêya me xwedî çanda xurt a koçeriyê bû û ji ber zextên dewletê koçî Edeneyê kir. Lewma hevrêya me timî bi hesreta çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêya me ku bala wê li ser jiyana gerîla bû û dixwest bibe gerîla, ji şehadeta gerîlayan gelekî bi bandor bû. Demekê çû dibistanên sîstemê ku hêlînên asîmîlekirin û qutkirina ji cewherê ye. Bi taybetî di dema xwendina li dibistanê de nakokiyên xwe zêde bû. Li pêşberî şerê li Kurdistanê û zilma ku dewleta Tirk dike, weke her ciwanên Kurd ên bi rûmet kete nava lêpirsîna wijdanî. Haya xwe jê hebû ku sîstem jinê dike meta, li koletiyê mehkûm dike û bû heyranê gerîlayên jin ên pêşengiyê ji têkoşîna me re dikin. Ji têkoşîna gerîlayên YJA Starê gelekî bi bandor bû ku li ser xeta jin a azad şer dikin û derbê li dijmin dixin. Her ku dît, bê jin a azadbûyî dikare çi bike, eleqeya wê ya ji bo jiayna gerîla jî zêde bû. Hevrêya me ku nêzîkatiyên paşverû û kevneşop ên sîstemê qebûl nekir û sekneke serhildêr nîşan da, di dema xwendina li lîseyê de lêgerînên xwe zêde kir. Di demekê de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê belav dibû, derfetên modernîteya kapîtalîst danî aliyekî û ji bo tevlî nava refên azadiyê bibe lêgerînên xwe hîn xurt kir. Li hemberî nêzîkatiyên bêîradekirin û kolekirinê yên sîstemê her tim bû xwedî refleks û zanîbû ku têkoşîneke bi wate li nava refên gerîla dibe. Gihîşt wê wbaweriyê ku bersiva nakokî û lêpirsînên xwe bi wergirtina biryarên radîkal ên li hemberî sîstemê dikare peyda bike û biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe.
Hevrêya me Hêvîdar ku sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû, demeke kurt li qada Bakur ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji têkiliyên hevrêyê yên germ ên gerîla bi bandor bû. Hevrêya me beşdarî perwerdeya şervanên nû bû û di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi rêya perwerdeyê guhertinên xurt di kesayetiya xwe de pêk anî û hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeoojîk ve hewl da xwe bi pêş ve bibe. Li ser dîroka partiyê û dîroka jinê kûr bû û hewl da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hîn baştir fêhm bike. Di dersên leşkerî de bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê û lêdana derbê ya li dijmin, di demeke kurt de bû şareza bû. Piştî ku weke gerîlayeke serketî û şareza perwerde qedand, derbasî qadên pratîkê bû û tecrûbeya xwe ya destpêkê wergirt. Hevrêya me ku şens dît ku li çiyayên bi hesreta wê bû gerîlatiyê bike, bi moral tevlî her karî bû. Hevrêya me her kêliya xwe bi perwerdeyê derbas kir, hewl da ji hevrêyên xwe re bibe alîkar û di dilê hverêyên xwe de cih girt. Di demeke ku çeteyên DAÎŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî hemû gelê bindest û bi taybetî gelê me yê mezlûm kir û gelê me di bin tehdîda qirkirinê de bû de hevrêya me Hêvîdar ji bo pêdiviyên ruhê seferberiyê yê ji aliyê Tevgera me ve hatiye destpêkirin pêk bîne derbasî Rojava bû. Hevrêya me ku ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe kêliyekê jî teredût nekir, bi rengekî çalak tevlî berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû û tevî ku birîndar bû jî ji çeperên herî pêş derneket. Li dijî operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina Tevgera me daye destpêkirin, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji bo ku di warê leşkerî û bîrdozî de kûr bibe, li akademiyên xweser a jinan beşdarî perwerdeyê bû. Di vê pêvajoyê de hevrêya me ya ku pêvajoyên şer ên ku tê de cih girt nirxand û xwest bersivê bide êrîşa dagirkeran, lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêya me ku di xeta PKK-PAJK'ê de gavên bi biryar û bawer avêt, di temamkirina perwerdeya xwe de israr kir û çû qadên ku şer lê dijwar bû. Hevrêya me ku hem bi jêhatîbûna xwe ya leşkerî û hem jî bi danehevbûna xwe ya îdeolojîk milîtaneke mînak a YJA Starê ye, bi hesasiyeteke mezin nêzî wezîfeyên ku ketiye ser milên xwe bû.
Hevrêya me Hêvîdar, heta ku gihîşt şehadetê her kêliya xwe bi biryardariya têkoşîna azadiyê ya gelê me cihê xwe di dîroka bi rûmet a gelê me de girt û mîrateyeke hevrêtiyê ya nayê jibîrkirin li dû xwe hişt. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêya xwe ya ku di 12'yê Tebaxa 2024'an de li herêma Garê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, her tim bidin jiyîn.
2’ê Gulana 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG