Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 31’ê Tîrmehê ji saet 23.00 heta 1’ê Tebaxê saet 01.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şeşdara, Geliyê Pisaqa, Dola Alaniş û Warê Kemal ku bi ser Heftenînê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
2. Ji 31’ê Tîrmehê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Ertuş, Kinyaniş, Çiyareş, Mahîr Mîrzo û gundên Reşmê, Bêrcelan, Bêtkarê û Sipîndarê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de agirê li gundê Reşmê û Bêtkarê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
1 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG