HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:

 Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;

- 26'ê Nîsanê saet di 23:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

 - 27'ê Nîsanê saet di 21:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

 Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;

- 26, 27 û 28'ê Nîsanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolanê 8 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun û Mijê 43 caran, li Herêma Metînayê Bêşîlî, Şêlazê, Serê Metîna 490 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 205 caran; bi giştî 746 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

 Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;

- 26'ê Nîsanê saet di 17:30'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Biharê hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan ku dixwestin êrîşî tunel û çeperên me bikin.

- 27'ê Nîsanê saet di 16:36'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, wesayiteke zirxî ya dagirkeran a ku di pozîsyona êrîşê de bû ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneyeke kamîkaze hate îmhakirin.

 

29’ê Avrêlê 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê