Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
- 19'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
- 20'ê Nîsanê qada Sipîndarê ya Garê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
- 20, 21 û 22'ê Nîsanê li Herêma Xakurkê qada Lolanê 3 caran, li Herêma Garê qadên Sipîndarê û Mijê 86 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê û Bêşîlî 159 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Baharê 618 caran; bi giştî 866 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
- 19'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
- Sibeha 19'ê Nîsanê li Herêma Xakurkê li Qada Şehîd Kamûran sîstemeke sabotajê ya berê hatibû bicihkirin bi leşkerên Tirk ên dagirker teqiya û herî kêm 3 dagirker birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe bi helîkpoteran ji qadê dûr xist.
- 19'ê Nîsanê saet di 12:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Sergelê hedefên êrîşkar bûn hedefa droneya kamîkaze ya Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş.
- 20'ê Nîsanê saet di 10:20'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Sergelê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi droneya kamîkaze li hedefên êrîşkar xist.
- 20'ê Nîsanê saet di 10:40'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi droneya kamîkaze li hedefên êrîşkar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xist.
- 20'ê Nîsanê saet di 12:10'an de li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyeke bombebarkirî ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.
22’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê