Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê Tîrmehê (îroj) di navbera saet 09.00-10.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Keşanê, Geliyê Şehit Berîvan, Şeşdara û Dola Bêtalma ku bi ser Heftenînê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Di 29’ê Tîrmehê di navbera saet 12.00-15.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Keşanê, Geliyê Şehit Berîvan, Şeşdara û Dola Bêtalma ku bi ser Heftenînê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 29’ê Tîrmehê di navbera saet 13.00-19.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Mambenê, Dola Bîra û Hertîs ku bi ser Zagrosê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de li herêmê agir destpê kiriye û gundê Mambenê û Hertîs bi giştî şewitiye.
4. Di 27’ê Tîrmehê di derdora saet 20.30’ande li Colemerg di navbera navçeyên Gever û Şemzînan li dijî qereqola Harûna ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 9 leşkerê dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, 7 leşker û 3 cerdewan jî birindar bûne. Piştî çalakiyê fermandarê qereqolê tevî yekîneyekê dema xwestiye bireve, ji hêla yekîneyeke din ya dijmin ku ketiye panîkê li dijî yekîneya direvê gulebaran dike. Di encama gulebarana wan de hejmara kuştî û birîndaran ji hêla me nehatiye zelal kirin. Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC li dijî herêma çalakiyê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di 29’ê Tîrmehê bê encam paşde vekişiye ye.
5. Di 26’ê Tîrmehê li Colemerg li dijî Geliyê Bêmbo ku bi ser Şemzînanê ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Beriya operasyonê di navbera du yekîneyên dijmin ku faaliyetên keşif û kemîn ê dikirin pevçûn qewimiye. Di encama pevçûna di navbera her dû yekineyan hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. Operasyon di 28’ê Tîrmehê bê encam paşde vekişiya ye.
6. Di 26’ê Tîrmehê li Sêrtê li dijî herêma Şehrîban ku bi ser Besta ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Di 28’ê Tîrmehê saetdi 18.00’ande ji hêla Tîma çalakiyê ya Şehît Silav ku girêdayî YJA-STAR’ê ye çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 4 hêmanên kontra ku tevlî operasyonê bibûn ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji hêla helîkopterên kobra yê artêşa TC li dijî herêmê bomberan hatiye kirin. Di encama bombebaranê agirê ku dest pêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyon di 29’ê Tîrmehê paşde vekişiya ye.
7. Di 26’ê Tîrmehê piştî çalakiya ku ji hêla gerîla yê me ku li dijî maşîna polîsan hatibû lidarxistin, ji hêla çapemenî ya TC agahiya ku li dijî Muduriyeta Ewlehiyê weke ji aliye gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin hate belav kirin. Ev nûçe ya derew bi armanca provokasyon ê hatiye belavkirin. Piştî çalakiya li dijî maşîna polîsan gerîla yê me tu çalakî lidarnexistiye. Nûçeyên bi vî rengî ji hêla pergala TC bi armanca provakasyonê bi zanebûn tê weşandin. Di encama çalakiya li dijî maşîna polîsan hatiye lidarxistin ji hêla gerîla yê me demançe yek marke ya Roger hatiye desteserkirin.
30 Tîrmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG