Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
- 22'ê Nîsanê saet di navbera 19:00 û 19:05'an de qadên Girgaşê û Girê Kun ên herêma Garê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 22'ê Nîsanê saet di 18:53'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
- 22'ê Nîsanê saet di navbera 18:00 û 19:00 de li Herêma Garê qada Sipîndarê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
- 23'ê Nisanê saet di navbera 19:38 û 21:40'î de li herêma Garê qadên Sipîndarê û Girgaşê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 23'ê Nîsanê saet di 21:40'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
- 21, 22, 23 û 24'ê Nîsanê li Herêma Xakurkê qadên Şehîd Kawa û Berê Zînê 3 caran, li Herêma Garê qadên Mijê, Dêreşê, Sipîndarê, Girgaşê û Girê Kun 102 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Bêşîlî 160 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Baharê 415 caran; bi giştî 680 caran bi çekên giran, obus û topan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
- 19'ê Nîsanê saet di 12:20'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar derb li konteynireke dagirkeran hate xistin ku di pozîsyona êrîşê de bûn.
- 22'ê Nîsanê saet di 08:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê sîstemeke kamera ya mobesse ku dagirkeran ji bo çavdêriya li tunelên me yên şer li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih kiribûn, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin.
- 22'ê Nîsanê saet di 14:40'î de li Herêma Metînayê çeperên dagirkeran ên ji qada Girê Çarçel heta herêma Metînayê ku di pozîsyona êrîşê de bûn, bûn hedefa droneya kamîzkae ya Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
- 22'ê Nîsanê saet di 09:20'î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê derb li çepereke dagirkeran hate xistin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê di pozîsyona êrîşê de bûn.
2. Agahî ji me re hat ku li herêma Botanê, Batmanê û Çiyayê Mazî û navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi taybetî ji karsazan û hin derdorên şaredariyê bi navê rêxistina me pere hatiye xwestin. Bi navê tevfgera me ti yekîne ji bo karekî bi vî rengî nehatiye wezîfedarkirin. Ji aliyê tevgera me ve hatiye qedexekirin û bi vî rengî pere ji gel bê komkirin. Li deverên navborî yên ku daxwaza pereyan dikin, dibe ku ajanên dijmin an jî çeteyên rantxur bin. Divê gelê me û saziyên welatparêz-demokrat baldar bin, li hemberî van kesên çete û ajan hişyar bin û bi navê alîkariyê pere nedin.
24’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê