Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
29'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer;
28, 29 û 30'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;
29, 30 û 1'ê Gulanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolan û Sinînê 42 caran, li Herêma garê qadên Girê Zengil, Girê Reşît, Zêvkê, Girgaşê, Spîndarê, Mijê, Dêreşê 90 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metînayê 417 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 527 caran; bi giştî 1076 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
29, 30 û 1'ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê bi kepçeyan êrîş bir ser tunel û çeperên me.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
29'ê Nîsanê saet di 15:30'î de li Herêma Xakurkê bersiv ji dagirkeran re hate dayin ku bi droneya bombebarkirî êrîşî tunelên me yên berxwedanê yên li Qada Sinînê dikirin û di encamê de droneya bombebarkirî hate îmhakirin.
29'ê Nîsanê saet di 13:30 û 13:45'an de li Qada Berxwedanê ya Bazê ya Herêma Metînayê li dijî hedefên ku di pozîsyona êrîşê de hêzên me yên YJA Starê bi çekên nîv otomatîk û sekvaniyê destwerdan kirin. Di encama vê destwerdanê de derb li çeperekê hate xistin û sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin.
29'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li hemberî dagirkerên ku bi kepçeyan êrîşî çeper û tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dikirin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin û derb li kepçeyekê hate xistin.
30'ê Nîsanê saet di 15:05 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku banga teslîmiyetê dikirin û êrîşî çeper û tunelên me dikirin, bi rêbazeke taybet destwerdan hate kirin û derb li çeperekê hate xistin.
2’ê Gulana 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG