HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

 Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersivdayîna hêzên me ya li hemberî van êrîşan wiha ne:

 

Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;

- 6, 7 û 8'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun, Kanî Sarkê û Girê Sîserê 5 caran bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

- 7'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

 

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;

- 5, 6 û 7'ê Gulanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Sinînê 23 caran, li Herêma Garê qadên Yekmalê, Zêvkê, Mijê, Girgaşê, Girê Kun, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Sîser 124 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Şêlgazê, Bêşîlî 154 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 464 caran; bi giştî 765 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

 

Destwerdana hêzên me ya li êrîşan

- 6'ê Gulanê li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Bazê bi sekvaniyê dest li dagirkeran hate werdan ku êrîş dikirin.

- 6'ê Gulanê li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Dergelê, li hemberî dagirkerên ku bi droneyên bombebarkirî êrîşî tunelên me dikirin û banga teslîmiyetê dikirin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin.

 

8’ê Gulan a 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê