HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

1. Li herêma Zapê;

– 19'ê Avrêlê saet di 12:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û di encamê de şer qewimî.

– 20'ê Avrêlê saet di 08:30, 10:00 û 10:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û obusan êrîş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de pevçûn çêbû.

– 20'ê Avrêlê saet di 10:00 û 10:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê kir. Hêzên me yên YJA Starê ji bo xwe biparêzin bersiv dan û pevçûn çêbû. Di encamê de çekek Topê ya 57'an hate îmhakirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe;

– Di 20'ê Avrêlê de çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 20'ê Avrêlê li Metînayê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, heremên Girê Çarçêl û Golka 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin..

– 19 û 20'ê Avrêlê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 68 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

21’ê Avrêla 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê