HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Artêşa Tirk a dagirker 18'ê Avrêlê de êrîşeke hewayî ya berfireh li Garê kir.

Gelek qadên Garê û derdora gundan 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Wezareta şerê taybet îdîa kir ku di van êrîşan de 6 windahiyên me hene. Lê belê di van êrîşên hewayî de ti windahiyên me nîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin derewên şerê taybet ên rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

1. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe;

– Di 18'ê Avrêlê de çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– Di 18'ê Avrêlê de qada Girê Biharê, zeviyên gundên Kanîsarkê, Yekmalê, Gûzê, Şiyê, Zêvkê, Sêdarê yên Garê, quntara Sîserê, qadên Girê Egîd û Deşta Kafya 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 18 û 19'ê Avrêlê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 4 caran bi helîkopterên êrîşê, 57 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

20’ê Avrêla 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê