Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;
1. Li herêma Zapê;
– Di 21’ê Avrêlê de di navbera saet 10.00 û 14.30’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî kir. Hêzên me yên YJA Starê ji bo parastina xwe bersiv dan van êrîşan û di encama şerê ku derketiye de pergalek kamera ya mobesse hate rûxandin.
2. Li herêma Metîna;
– Di 20’ê Avrêlê saet 15:30 de artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî kir. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de pevçûn çêbû.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 20, 21 û 22’yê Avrêlê de derdora gundê Şelazê yê herêma Metîna û gundê Sêgirê yê Qada Berxwedanê ya Amêdiyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– Di 20 û 21’ê Avrêlê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê FM û Girê Cûdî 26 caran bi tank û çekên giran hatin bombekirin.
22’ê Avrêla 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê