HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 2’ê Tebaxê (îroj) li Herêmên Parastina Medya li dijî gundê Mambenê û Kemîrê ku bi ser Zagrosê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

2. Di 1’ê Tebaxê li Colemerg li dijî Siwara Benê ku bi ser Çelê ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Li dijî hêzên dijmin yê derketi bû operasyonê ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, gelek leşkerê dijmin jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC li dijî herêma çalakiyê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî ji hêla yekîneyên veşartî yên keşîf û keminan datînin berdewam dike.

3. Li Mereş li gundê Kaşan û Tapkirankale ku bi ser Elbîstanê ye kontra yên girêdayî artêşa TC ye cilên gerîla yê me li xwe dikin, li ser gelên herêmê zext û zorî dikin. Divê gelê me li himber faaliyetên kontra yên bi vî rengî bihîstyar bin.

4. Ji 18’ê Tîrmehê û vir ve her êvar bi navber li Şirnex li herêma Besta li dijî Girê Heliz, Bestreşa, Ristê û Girê Xanê ku bi ser Şehrîbanê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan agirê li herêmê destpê kiriye berdewam dike.

5. Ji 20’ê Tîrmehê û vir ve her êvar di navbera saet 19.00-24.00’ande bi navber li Sêrt li dijî herêmên Xerxol, Beyşa û Gezingê ji hêla artêşa TC êrîşên havan û obusan tê lidarxistin. Di encama êrîşan de agirê li herême destpê kiriye hîn jî berdewam dike, herweha zeviyên gel jî zirar dîtiye.

6. Di 1’ê Tebaxê di navbera saet 19.30-20.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Şeşdara, Warê Kemal û girê Şehît Şêxmûs ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de agirê li herêmê destpê kiriye hîn jî berdewam dike.

7. Di 30’ê Tîrmehê li Sêrt li dijî herêma Xerxol ku girêdayî Berwarî ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye destpêkirin. Ji aliyê gerîla yê me ku yekîneyeke dijmin dixe bin venêrîna xwe, di 30’ê Tîrmehê saet 08.30’ande li dijî vê yekîne ya dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin çawuşekî pispor ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 3 çawuşên pispor jî birîndar bûye.

Di 31’ê Tîrmehê di pêşengiya cerdewanan de li dijî herêmên Xerxol û Beyşan ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê piştî nîvro bê encam paşte zîviriye.

8. Di 28’ê Tîrmehê li Êlih li nêzî gundê Heştvan ku girêdayî Kercewsê ye di navbera gerîla yê me ku diçûn erkekî û leşkerên dijmin de pevçûn qewimiye. Di encama pevçûnê de hevalê me Xebat Baz (Welat Xalit) giran birîndar bûye. Hêvalê Xebat ji bo dîl nekeve dest dijmin bi lehengî heta gule ya xwe ya dawîn şer kiriye û bombe ya xwe bi xwe de teqendiye û gihiştiye şahadetê. Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC li dijî herêmên Berdehol, Heştvan û Mawa operasyon hatiye lidarxistin. Ji hêla leşkerê dijmin yên derketine operasyonê agir bi erazî xistine. Şewata li herêmê hîn jî berdewam dike. Operasyon di 30’ê Tîrmehê di saetên êvarÎde paşde vekişiya ye.

Agahiyên nasname ya hevalê me yê şehîd ketiye;

Xebat - Welat Xalit

Navê Kod: Xebat Baz
Nav û Paşnav: Welat Xalit
Dîrok û cîhê Jidayik bûnê: 1980 / Efrin
Dîrok û Cîhê Tevlêbûnê: 1998 / Efrin
Navê Dayik: Sabiha
Navê Bav: Hemet Elî
Dîroka Şahadetê: 28 Tîrmeh 2010 / Kercews, Êlih

Xebat Baz - Welat Xalit

Hevalê Xebat ku di sala 1980 li Başûr-Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê jidayik bûye,di tekoşîna me ya bi kedên mezin pêşketiye cihê xwe aktîf tê dê girtiye. Ji bo tîbûna xwe ya azadiyê derbas bike û ji bo xwe bigihîne çiya yên Kurdîstanê biryara tevlêbûnê dide. Di pêvajo ya komplo ya navnetevî di sala 1999’anda xwesteka wî zêdetir bûye û li çiya yên Kurdistanê tevlî tekoşîna azadiyê dibe. Lig elek qad û herêman bi çoş tevlî xebatan dibe. Lê çiqas xebat bike jî dilbûyîna Rêbertî ya me ezm û xwesteka wî ya xebatê gurtir kiriye.  Bi awayekî aktif li Herêmên Parastina Medya û li Botanê di gelek çalakiyên şer de cihê xwe girtiye.  Herî dawî li Kercewsê ji bo dîl nekeve dest dijmin bi lehengî heta hêza xwe şerkiriye. Ji bo vê jî bombe ya xwe bi xwe de teqandiye û gihîştiye mertebeya şahadetê.

2 Tebax 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG