Ya ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê Kurdî, hem jî ji bo lehceyên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekiriye. Gelek lehce têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û cahiliyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare di zemîna me afirandî de biaxive, heta dikare zimanê eşîreta xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be.
Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare çawaniya pêşvehatina ziman a hetanî roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî bilind a kurdî ava bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî ava bike. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Hetanî ev yek pêk were jî divê her lehçe di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman bistrê, axaftinan bike û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadiyeke bêsînor... Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî hem dem û hem jî cih hewce ye.
Mînak berê jî digotin ku “ger tu dixwazî ji bo Kurdewariyê hindek tiştan bikî, divê tu destpêkê rê bidî zimanê Kurdî”. Min ti caran li pêşiya xwe nekirin asteng. Hindek ev sed salin dixwazin ji bo ziman hindek tiştan bikin, lê nikarine ji bo Kurdeyetiyê hindek tiştan bikin. Min bi Kurdiyeke bihêz dest bi şoreşê nekir. Min bi zimanê Tirkî dest bi şoreşê kir, niha jî xizmeta herî mezin ez didim. Kurditiyê wisa ez bi kûrahî û dirêjahiyê ve dimeşînim. Ji gelek lehceyên cewaz pir pirtûk jî çap dibin. Min bi xwe ev nekirin, lê min rê li ber van vekir. Min derfetên siyasal û îdeolojîk afirandin. Tuyê çend salên din bi şûn ve jî bibînî ku di Kurditî jî cihê xwe yê herî mezin bigre. Ya tê meşandin û ya rast jî ev e. Yên din pir baş nakin, pirsgirêkê gelekî teng bi dest digrin, ger wisa bidomînin dê bidin wendakirin.
Di nava me de ticaran pirsgirêka zimanan dê dernekeve. Dibe ku di demên pêş de li dibistanên me zimanên tirkî û yên erebî jî werin bi karanîn, divê mirov misoger ji vê yekê netirse. Lê divê mirov hêdî hêdî dibistanên Kurdî bide avakirinê. Ev hetanî demekê jî dê bi hev re werin bi rêvebirin. Ger Kurdî qels be, dê zimanên gelên cîran hetanî demekê serdest be, piştre dê hêdî hêdî bigihên heman astê û di nava hevsengekê de werin meşandin. Bi demekê şûn ve jî êdî dê zimanê Kurdî yê bilind serdest be. Ji beriya her tiştî ger em bikaribin di siyaseta xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi yekê re bi pêş bikeve û serdest be. Divê mirov ji bo vê yekê dijminahiya zimanan neke. Ger mirov dijminahiya zimanan bike, nikare ti tiştî jî bi dest bixe.
Lê divê mirov bi hêz û kûr jî li ser zimanê xwe raweste. Bi qandî ku mirov ne xwedî nêzîkatiyeke weke “min bi zimanê dijmin dest pê kir hetanî dawiyê jî ezê wisa bidomînim” her wiha divê mirov di vê mijarê de nêzîkatiyeke pir teng jî raber neke. Nêzîkatiyeke weke “ez ji zimanê xwe pê ve hînî tu zimanan nabim” jî nêzîkatiyeke pir di cihê xwe de nîne. Esas her du nêzîkatî jî yek in. Her du jî zirarê didin. Divê mirov di vê derê de hevsengê bi dest bixe. Ez dibêjim ku lehce jî pê re, her kî çi dixwaze bila wisa bike, lê zimanekî xwedî hêz jî hewce ye. Divê mirov çend zarokan ji dibistana seretayî hetanî bi zanîngehê rêxistin bike. Eger bi vê şêwazê bi rê ve biçe ez bawer nakim ku dê tu pirsgirêk derbikevin holê. Derfet tên afirandin, her ku diçe qadên xebatê jî zêde dibin. Mirov dikare mamosteyan li hev bicivîne û li ser hindek plan û bernameyan bixebite. Mirov dikare xebatên ziman bi şêweyeke wergirî bi vê azîneyê bi rê ve bibe.
Di cîhanê de hatiye peyitandin ku nêzîkatiya nîjadî nêzîkatiyeke herî paşverû ye. Nîjadperestî temsîliya paşverûtiyê dike. Tu nirxekî çand û zimanê nîjadeke paşverû nabe, tune ye, ev yek şaş e û dê hêdî hêdî ji holê rabe. Ev nêzîkatî li dij mirovahiyê ye. Rast e, dijmin te ji zimanê te qut dike, jiyana xwe û zimanê xwe li ser te serdest dike, wê bi te dide hezkirin û dihêle ku ji zimanê xwe nefret bikî. Di vê derê de texrîbateke mezin heye. Lê tiştekî dîtirê jî heye. Ez bêhtir hînî tirkiyê dibim, heta ji Serokomarê dewletê zêdetir ez hez ji taybetmendiyên tirkiyê dikim. Lê ev li pêşiya hezkariya min a kurditiyê ne asteng in. Berovajiyê vê Kurdîtiya herî mezin jî min kir û dikim. Vaye ev meseleya enternasyonalîzm, hûmanîzm û biratiyê ye. Ger van bi hev re nemeşînî tuyê bikevî nava xeletiyeke pir mezin. Nîjadperestiyeke teng sedema mirina gelên weke Ermenî û Sûryaniyan e.
Ji aliyê din xwe nedana helandin jî xaleke gelekî girîng e. Min xwe neda helandin. Ma hun dizanin şertê min ê yekem çi bû? Min ji zaroktiya xwe û vir ve helandin da rawestandin. Ez bûm fermanberekî (memur) mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandinê min tenezilê jiyana serdest jî nekir. Ez naxwazim we rexne bikim, hînbûna ziman jî gelekî girîng e. Lê niha hun serê min jî jêbikin, ez nikarim hînî zimanê kesekî bibim. Gelek ziman hene; hun tevahiya Ewrûpa jî bidin min, ez hînî zimanê wan û jiyana wan nabim. Ez nîjadperestekî teng nînim, gelekî mirovhez im, lê bi zimanên din nikarim biaxivim, hez nakim. Çi xizmetî biratiyê û yekitiyê bike ez ji wê hez dikim. Di vê mijarê de min xwe terbiye kiriye.
Bingehê biratiyê mezinkirina Kurdiniyê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd a herî baş e. Mînak hindek rêberên Kurdan cilên Kurdî li ber xwe dikin, lê koleyên herî mezin ê dijmin in. Her dem bi Kurdî diaxivin, lê xizmeta ku ew ji nîjada Tirkan û faşîzma Tirk re dikin, Tirk bi xwe jî ji xwe re nakin. Vaye di vê derê de mesele tenê li ber kirina cilên Kurdî û axaftina peyvên Kurdî nîne. Pirsgirêk rêzdariya ji biratiyê û mezinahiyê re ye. Rêzdariya ku me hetanî niha ji biratiyê re raber kiriye hetanî niha tu rêberan raber nekiriye û em dixwazin vê yekê bi vî awayî jî bidomînin. Li hember Tirkan misoger ez xwe biçûk nabînim. Li hember paşe û serokên wan xwedî rêzdariyeke mezin im. Ez şivanek im, gundiyekî ji rêzê me. Lê zanîna netewî ya ku min bi dirustî wergirtiye difermîne ku, Kurd jî miletek in, Kurd jî miletekî xwedî şeref in û misoger divê werin pejirandin.
Hindek serokeşîran şêwazek afirandin. Cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin, bi zimanê Kurdî axivîn, lê mala Kurdan wêran kirin. Ev waneyeke (ders) mezin e. Divê rewşenbîrên me bi giranî li ser van mijaran rawestin. Bila tiştekî xelet nekin. Dibistanên Kurdî çêdibin, mirov dikare hetanî bi zanîngehan jî ava bike, lê ji bo vê yekê hewceyî bi demê heye, bi amadekariyan heye. Ev meseleyeke zanistî ye, lêkolîneke zanistî hewce ye, derfet hewce ne. Bi qedexe yan jî bi cilan ve nabe, tenê bi çend peyvên sivik ên Kurdî nabe. Ev yek hatiye peyitandin. Hindek ji bo min dibêjin “çima bi Kurdî naxive?” Naxêr! Ez dikarim xebatên bi Kurdî bidim meşandin. Min di serî de jî anî ser ziman, min ji bo klameke Kurdî dest bi şoreşê nekir. Ev nêzîkatiyên xelet in. Bila tu kes xwe nexapîne, bila tu kes li ser me bi erzanî neaxive. Nirxa xebatên ku min li ser çand û zimanê Kurdî kirine gelekî mezin in. Ez van ji hev cuda dikim. Mirov çawa dikare bi çanda gel û dilê gel re be, dîsa mirov çawa dikare bi gel re be? Van her du xalan ez baş ji he
Zimanê Kurdî Tevkujiyekê Dijî
Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî riya navîn esas digre. Li gor min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çi qas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.
Ez eşkere bibêjim: nivîskarekî herî jîr ê di zimanê Kurdî de şareza, çi qas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendewanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e. Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.
Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihên. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngeriyê ev yek xirabtir kiriye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.
Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi İngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê Tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, emê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çerçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe.
Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çerçoveyê de bin.
Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijul bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka emê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, giyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.
Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê Kurdî gelekî rewneq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye. Nasdikim û pêk tînim.
SEROKATİYA PARTİYÊ
- Ayrıntılar
Yê ku hêsan wenda dikin, rêza wan ji jiyanê re nîne. Yê ku di carekê de nirxan bi hêsanî serûbin dikin, li hemberî jiyanê herî kêm bi qasî dijmin xeter in. Ez vê gelekî zelal diyar dikim, divê hun jî vê yekê fêm bikin. Em jiyanê weke hêviyekê dinirxînin. Em dixwazin bi gelê xwe, jiyana azad bidin qezenckirin. Em derfetên jiyana wekhev û azad ku jin û zilam gelekî pê muhtacin ava dikin. Ger ev rast be û hun jî bi vê ve girêdayî bin, gelo hun ji bo ji di erkên hêsan de, di çalakiyan de, di rêxistinbûnê de, di propagandayê de çima ne serkeftî bin? Derdikeve holê ku di rastiyê de girêdaniya we ji bo van nirxên bingehîn zêde pêş neketiye. Mînak ger hun weke min ji cewher bi van nirxan ve girêdayîbûna, we dê bizanibiya ka ez ji bo welat çi qasî sebir dikim, ji bo ku ez çekekê bigihînim Kurdistanê çi qasî li ber xwe didim û ji bo şervanekî bigîhînim, çi qasî hewl didim. Ji ber ku ez bi jiyana azad ve girêdayî me, ji wê gelekî hez dikim û min ev bi keda xwe ve peyitand. Di rastiyê de gelo hun nirxên amade, welatê amade çawa bin pê dikin? Hun li hemberî rêhevalên xwe weke dijminekî ne û tavilê hun dilan perçe perçe dikin. Peyvên rêz û hezkirinê, nêzîkbûn û helwestên wê ji kesayeta we gelekî kêm dipijiqe. Yan jî hemû weke diriyan tê re diçe. Ji ber vê yekê hun nayên rewşeke ku bibin welatparêzek, rêhevalekî û partiyiyekî ku bi hezkirin û rêzê ve dagirtiye.
Ger hun van kêmasiyên xwe derbas nekin û neyên rewşa milîtanekî xwedî hêz, hun nikarin bibin fermandarekî baş jî. Fermandarî kesayeteke ku hemû nirxên jiyanê tê de herî berfireh dijî ye. Bêguman ger ji we re bimîne, fermandarî çewisandine, xapandine, fêlbaziya gundîtî ye, demagogî ye. Ez dikarim we bi vê rewşa we îdare bikim, lê belê nêzîkbûnên we yên wiha dê bibe valaderxistina tekoşîna me. Hun jî dibêjin qaşo “ez ji bo şer heme.” Yê ku ji bo jiyanê wiha bêrêz e, nikarê mafê jiyanê bidê, pirsgirêkeke xwe ya şer nabe. Yekî wiha dê bi şer bilêyîze û bide wendakirin. Berê hun di riya hindek ajoyên xwe de xwînî dibûn. Vê jî we bi navê “namûsa min e” dikir. Jin namûs e, mirov ji bo jinê şer dike. Lê belê divê jin weke malekê neyê bidestgirtin. Ger hun jinê weke malekê bi dest bigrin, hunê wê bînin rewşekê ku nayê naskirin. Ev şerekî şaş e. Nêzîkbûneke ku li gorî kevneşopan û ajoyan e. Diviyabû jin wiha nebûya, yan jî têkîliya jin û zilam ev qasî neketiba. Ev wendakirina jiyanê ye, înkara jiyanê ye, bersiva herî xirab a ji bo pirsa “çawa bijîn” e.
Gelo em hetanî vî temenê xwe, ji bo çi hîn jî ji bo ku jinên welatê xwe biguherînin mijûl dibin? Ji ber ku dema em ji bo pirsa “çawa bijîn” li bersivan digerin, em dizanin ku ev yek bê jin çênabe. Jiyan bi jinê çêdibe. Lê belê bi jineke çawa re? Dema ku hun destên xwe dirêjî jinê bikin, belaya seriyan e, kirêt e û bi girîn e. Dikare di du rojan de we mehf bike. Bi vê jinê re jiyan nabe. Divê zilam jî vê yekalî bi dest negre. Kîjan zilam bi jinê re bikeve nava têkîliyan ew jin jî, ew zilam jî tune dibe. Tiştekî jinê ji zayendîtiya xwe ya çors wêdetir pêşkeş bike nîne. Jîriya wê, rêxistin, hizir û bîrdoziya wê nîne. Şêwazeke têkîliyan a li gor ajoyan tunebûn e. Rewşeke ku di asta civakên klanan de, heta hîn di şûn wan de ye heye. Wisa ye ku ev di me de bûyereke civakî û siyasî, ya cidî ye.
Ji aliyê dijmin ve têkîlî bi temamî weke xefika civakî, siyasî û netewî hatiye pêşxistin. Ger em vê xefikê perçe nekin, emê her dem bikevin nava wê û tune bibin. Teqez divê em xefika jin an jî zilam bişikînin û vê berovajî veguherînin. Divê mirov weke ku bi fedakariyên mezin welat qezenc dike, jin û zilam jî qezenc bike. Weke ku partî û rêxistina wê qezenc dike, divê têkîliyê jî qezenc bike. Dîsa dema ku jin tê qezenckirin, divê şer were qezenckirin. Ev hetanî dawiyê bi hev ve girêdayî ye. Ez naxwazim van mijaran zêde vebikim. Lê belê misogere ku hunê balê li vê bikişînin. Şagirtên baş, şagirtên ku di van mijaran de yê ku cidiyetê raber dikin in. Vê qet weke berê bi dest negrin. Ger hun bi dest bigrin, hunê mehf bibin.
Divê em jiyanê di vir de bibersivînin. Ne em bi erzanî û hêsanî ku hetanî niha li gor kevneşopan û pergalê nêzîk bibin, ne jî divê nêzîkbûneke înkarkar çêbibe. Mirov dikare çareseriya serkeftî peyda bike. Min weke kesayet xebatên jinê ber bi pêş ve birin û min diyalogên xwe yên bi jinê re pêş xistin. Jin ji me gelekî baş fêm dikin û pêl bi pêl têne nava refan. Berê ji bo ku jinê bistînin digeriyan. Dihate gotin em ji ku bibînin, ji ku bistînin. An yeke bêziman didîtin an jî nedidîtin. Min ev yek bi tirsnakî pêşwazî kir. Hun dizanin ku ji bo bi destxistina qelend we dê li Çukurovayê yan jî li cihekî din deh salên ciwaniya xwe tune bikira. Rexmî vê we dê pereyên qelend bidîta yan jî nedîta. Piştî ku hun ew qasî xebitîn û we jin stend jî diviya ku hun çil carên din bixebitin ku ew jî tunebûna her tiştekî bû.
Şêwazên me yên derxistina holê ya jinê cuda ye. Ger em bixwazin em dikarin bi mîlyonan jinan bînin rewşeke gelekî pêşketî, gelekî bivîn û gelekî dikare biryara jiyanê bide. Ev ne weke ku li Edenê deh salan kar bike û pereyên qelend bibîne ye. Ger hun pêwendî bi xebatên jinê bikin, birêz bin hun dikarin jina herî bihêz derbixin holê. Li şûna ku keçik bibêjin “ezê çawa mêrekî bibînim, ez di malê de mam” bila bibin milîtanekî saxlem û mirovê ku rêzê dide wan biafirînin. Şêwazê rast ev e. Lê belê hetanî niha digotin “dê kî li min xwedî derbikeve û ezê kê bixapînim?” Bi rêbazên herî çors û hov ve nêzîkbûnek nîşan didan. Ev yek nabe riyeke rast. Riya rast jina ku bihêz dibe, xwekirina xwedî vîn ji ber vê jî jina ku bedew dike di kesayeta xwe de pêkanîn e. Piştî ku ev hate pêkanîn, tu pirsgirêkên we nabin. Divê hun di malê de mayînê na, bibin milîtanên ku rêz û hezkirina her kesekî qezenc dike. Vaye çareserî ev e û divê hun çav berdin vî tiştî. Derveyî vê pêwendî û rêz nabe, ji bo pirsa “çawa bijîn” jî bersiv bi pêş nakeve.
Zilam jî neçare riya rast a xebatên jinê bibîne. Zilamên ku xebatên jinê ji hemû aliyan ve rast nagre dest, rêza xwe ya di derbarê wê de bi hewldanên xwe ve nîşan nade re, jin nîne. Di PKK ê de bi xwe spartina hêza rêxistinê û bi zorê stendina jinê ne gengaz e. Jixwe veşartî jî bike dê bibe bela serê wî. Ji bo şerê jinê, ji bo şerê wê ya partî û welat bûyîna milîtanekî rast riya herî rast e. Divê hun destpêkê ji bo welat şer bikin, hêza xwe ya rêxistinî û mêrxasiya xwe ya rast di vir de nîşan bidin. Ev ji bo jinê jî, ji bo zilam jî derbasdar e. Ev yek nêzîkbûna rast me nêzîkî hev dike, bi rêz û hezkirinê ve dagre ye. Ev jî ne gotinan bi hewldanên pratîkî, bi raveya wê ya bivîn û pêşketî ve divê wateyê bibîne. Wê demê hunê di têkîliyê de bigihên raveya jin û zilam a çawa bîjin. Di van mijaran de hîn jî durûtî, erkên ku bicih nehatine, nêzîkbûnên gelekî kesî û dogmatîk û ajoyî hene. Dema ku derfetê bibînin vê yekê bi giranî bi partiyê didin jiyîn. Lê belê ezê derfetê nedim vî tiştî. Divê hun hemû bizanibin ku ez di vê mijarê de şervanekî balkêş im.
Gelek şehîdên me yên jin hene. Ez neçarim wan bînim ber çavên xwe. Wisa ye ku milîtanên me yên zilam ên ciwan xwedî nirx hene. Em dizanin ku ka ew şervanên çi ne. Em ji van hemû tiştan ji bo pirsa “çawa bijîn” re bersivê pêş dixin. Divê hun vê yekê gelekî cidî bigrin. Dema ku we bersiveke bihêz da pirsa “çawa bijîn” dê şer rast were bidestgirtin, hêsan nayê wendakirin, dilopeke xwînê jî vala nayê rijandin. Di bûyera rêxistinê de gotineke ne di cih de jî nayê gotin. Revandina ev qasî mirovî li aliyekî dê di têkîliyan de şêrînî çêbibe û her dem were qezenckirin. Riya ku diçe “çawa bijîn” wiha ye. Ez wisa bawer dikim ku hun jî hindekî vê yekê ferq dikin. hun di ferqa pêşketinên di vî alî de ne.
Me riya tişta xweşik vekir, derfetên tiştên layiqê jiyanê ne, me derxistin holê. Wisa bawer nekin ku ev xwe bi xwe, bi hêsanî tên qezenckirin. Hun bi şerekî Rêbertiyê ya piralî û berfireh ve derketine holê. Ev jin bi şerekî mezin ve derketine holê. Bila ew bi xwe jî xelet nêzîkî rastiya xwe nebin. Me bi şerekî mezin ve xwe anî vê rewşê, bi vî rengî hindek derfetên rêxistinê derketine holê. Bi feraseta mêrxasiyê ya rast ku me li ser zilam jî pêk aniye ve me hindekî kesayeta bi welat û rêxistina xwe ve girêdayî û bi wê re zewiciye, derxiste holê û encam jî xebateke baş e. Ev xebat, xebatekî ku rûyê gelê me spî dike, me bi şan û şeref tevlî malbata mirovahiyê dike ye. Di vê de jî kesekî wenda nekiriye, berovajî her kesî qezenc kiriye. Em vê kûr bikin, li ser kesayeta xwe pêk bînin, bi vê jî em bi kesekî nelêyîzin. Wê demê hunê bibînin ku dê xeyal û plana me ya jiyanê gelekî bi pêş bikeve û hestên me gelekî bilind bibin. Ji bo ku ev werin serxistin jî, em şer gelekî baş fêm dikin û gelekî baş şer dikin. Em di şer de bi hêsanî wenda nakin. Ji ber ku ev hemû ji bo pirsa “çawa bijîn” e. Ev jî ji bo welatê me û civaka me ya azad e. Gelek kesên ku em jê hez dikin, bi hezaran girêdaniyên me yên hezkirinê hene. Ev ji bo şensê jiyîna wan e. Dema ku milîtanekî ev tişt hemû wiha fêm kir û kete şer, dê hemû tevdîrên hêsan wendakirinê bigre, hemû hostetiya serketinê nîşan bide. Dibe ku rojekê mirin were serê mirovan, lê belê piştî ku her tiştê ji dest tê hate kirin, her hal mirov dikare wate bide wê şehadetê.
Em dikarin bi kurtayî ji bo pirsa “çawa bijîn” van bersivan bidin. Ez di dahûrînan de bi giranî li ser van mijaran rawestiyam, ev misoger divê di kesayeta we de wate bibîne. Ez bawerim ku bersiva hun bidin vê dê nêzîkbûnên we yên şer jî, pirsgirêkên we yên gelekî cihê re di asta pêş de pêşketinê ava bike. Min xwest ez van mijaran bi cureyeke çîrok, heta bikim roman û vebêjim. Heta ku ji destên me tê jî emê wiha bikin. Lê belê tiştê ku em ji we dixwazin jî êdî bi biryarî ye, kûrbûn e û watedayîna vê ye. Ne bi zorê, divê em ji vê fêm bikin, têbigihên û vê di pratîka xwe de û di şêwazên xwe yên têkîliyan de nîşan bidin.
Mêrxasiya rast ew cidiyeta ku we di derbarê çawa bijîn de bi rêgez û bi şêwazê pratîkî nîşan didin e. Yê ku di vê mijarê de bi biryariyê û kûrbûnê bi dest dixin û vê jî bi jiyana xwe ve dipeyitînin, misoger dê bi dijwarî nêzîkî şer jî bibin. Dê asteke bi şêwazê rast û di pêş de ku dikare xeletiyên di nêzîkbûnên hetanî hatine kirin de sererastkirinekê pêk bîne, bi dest bixin. Weke encamekê vê jî dê wendahî kêm bibin û pirsgirêkên di artêşbûnê de baştir werin çareserkirin.
Mijarên xwedî naveroka civakî ji ber vê yekê gelekî girîng in û ev şêwazeke şoreşgerî ye. Dibe ku ji bo hindekan weke ne pêwîst were, lê belê pêşxistina giyanê ji bo sererastkirina rewşa giyanî ku gelekî tevlîhev û lihevketî ye, divê ev mijar bi serkeftî werin pejirandin. Ger ev nebin hunê bi destgirtina rastiyeke tevlîhev a weke şer de zehmetiyê bikişînin. Encamên vê nêzîkbûnê weke ku hetanî niha çêbûye, dê rê li ber rewşên gelek xeter û ketiye rewşeke ku nayê naskirin re vebike. Ji bo vê jî ez bicihanîna pêwîstiyên vê mijarê girîng dibînim.
Mijar bi kûranî û wergir bi dest hatiye girtin. Me berê nedikarî em ev qasî berfireh binirxînin. We jî asteke diyar bi dest xistiye. Ger ev kêmasî werin çareserkirin ez bawerim dê ji jinê de jî, di zilam de jî pêvajoya milîtaniya rast dest pê bike. Ez li ser vê, weke hunermendekê disekinim. Ev yek ji bo min tenê siyasî û bîrdozî nîne, erkeke netewî ye. Ez dixwazim bi qasî hêza xwe bi nêzîkbûneke wêjeyî dema pêwîst bike gelek taybetmendiyên huner jî xistina tevgerê ve, di vê pirsgirêkê de pêşveçûyînê pêk bînim. Ji vê re rêzdar bin, di vê mijarê de dahurandina nêzîkbûnên xwe yên heta niha bikin. Evê bi we pêşketinên girîng bide pêkanîn. Dibe ku di vî alî de kêmasiyên we yên cidî hebin. Ger ew jî werin çareserkirin, ew taybetmendiyên we yên kesayetê ku em ji serî hetanî niha rexne dikin dê veguherin gavavêtineke mezin.
Hindek aliyên we yên girîng û erenî hene. Em dixwazin van serdest bikin. Em dixwazin bi qasî van bi jiyana rastiyê ve girê bidin, giredaniya wê û şer bikin, di vê mijarê de bi biryariyê ve misoger bikin. Naxwe dê ji van hewldanên me re heyf be. Ji ber ku hun jî gelek hewl didin li hemberî tengasiyan li ber xwe didin, wêrekiyê nîşan didin. Ji bo ku wateyekê rave bikin jî divê hun van nêzîkbûnên ku em dixwazin bikin malê we, bipejirînin. Ger ev çêbibe dê pêwistiyên van rexneyan werin bicihanîn.
Heta dawiyê bi îdîa û xwedî feraset bin. Girêdaniya xwe bi şêwazê Rêbertiyê jî ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Ger wiha be, emê bi we re gelekî rihet kar bikin, ji karkirinê jî kêfxweş bibin. Emê ji jiyîna bi jinan re û ji karkirina bi wan re jî kêfxweş bibin. Li gor min a herî rast jî ev e. Ger meşeke bi vî şêwazî ve weke ku berê we kiriye, xwe bi xwe ve mijûl nekin û em jî derfetê nedin vî tiştî, bi ziravî em vê biparêzin, hun dikarin bi ser bixin. Jixwe we ji bo şer jî fedakariya herî mezin û wêrekî nîşan daye. Bi temamkirina vê ve dê ev kar ber bi pêş ve biçe.
Di vê mijarê de em ji bo çi ev qasî lihevketîbûnê, ji bo çi evasî ketîbûnê, kêmbûnê û lewaziyê bijîn an jî ji bo çi em li ser a rast serdest nebin? Ji bo çi di têkîliyan de, di jiyanê de evqasî fetisîn, tevlîhevî, bêrêzî, bêhezkirinî? Gelo ev ji dijmin zêdetir dê sûdê bide kê? Hun dibêjin “kevneşop, şêwazê mezinbûnê, bandorên dijmin.” Divê milîtanek êdî van neyne ser ziman. Em vî şerî di riya jiyana bedew de dimeşînin. Ji bo ew cîhana me ya rêz û hezkirinê ku hatiye wendakirin bibînin, ji bo bedewiyên me yên hatine wendakirin derbixin holê, em vî şerî dimeşînin. Şer ji bo şikandin û hilweşandinê nîne. Ji bo mirinê qet nîne. Şer ji bo nirxên jiyanê ne. Ji bo pirsa “çawa bijîn” misoger bersiva rast û di cih de dayînê ye.
7 Pûşber 1996
- Ayrıntılar
Kesayetiya Zîlan kesayetiya xwesteka jiyana mezin, şer, rêxistinî, azadî û evînê ye. Şêwaza Zîlan, bi wêrekî (cesaret), hezkirin, nêziktêdayina jiyan û kesayetiya şer, ji bo me fermande (komuta) ye û serokatiyeke rastqîn e. Her wiha ji ber ku bi destê jinê pêk hatiye bi nirx e û herkes divê layiqê vê nirxê be.
Çalakî wekî ku tê hesibandin, ne çalakiyeke întîharî ye. Bi temamî li gorî demê ye û dîrokî ye. Her wiha çalakiyeke bi plan, bi rêxistin, bi cesaret û fedekarane ye. Karê tabûrekî bir tena serê xwe li dar xist. Divê mirov wekî çalakiyeke payebilind binirxîne. Di xeta şer a PKK’ê de, cihê vê çalakiyê pir eşkere ye. Heta mirov dikare bêje, di dîroka PKK’ê de, çalakiya herî pêşketî ye û şayesteyê (layiqê) xeta PKK’e ye. Di nav şertên newekhev de, çalakiyeke bi vî rengî li dar xistin di xeta PKK’ê de gaveke nû ye. Ji me re dibêje ku; “Ku hûn dimirin bi awayekî rast bimirin, ku hûn êrîş dikin, rast êrîş bikin”. Di vir de xeta PKK’e ya îdelojîk û polîtîk pir mukemel fêm kiriye. Ev jî, fêmkirineke cewherî ye. Ev çala-kiya han, rastiya mefhûma çalakiya PKK’ê hîn zêtedir da nîşan û derxist holê. Hevala Zîlan, piştî ku xwe dighîne biryareke rast, bi kurtasî rastiya PKK’ê dinirxîne û dide nîşan ku, wê bi awayekî çiqas xurt PKK’ê fêm kiriye. Tu kes divê, bêyî fêmkirina PKK’ê, li ser navê PKK’ê çalakî li dar nexe û vê mafê ji bo xwe nebîne.
Ravekirina (îzahkirina) wê ya partiyê, di rengê manîfestoyekê de ye û ji me gelek pirsan dipirse; tu PKK’ê bi vî rengî nas dikî? Eger tu nas nakî tu çima bombe û çeka PKK’ê hildigrî? Eger tu ji rastiya dîroka vî gelî bê xeberî, tu li nav refê şer çi digerî? Heval Zîlan, bersiva van pirsan yek bi yek bi awayekî zelal dide. Zanebûna wê ya dîrokî şayanê pesnê (övgüye değer) ye û dîrokî bi kurtasî û pir baş analîz dike. Ev hevala mezin, misoger bingeha dîrokî dîtiye û gihiştiye wê baweriyê ku, divê mirov kokê xwe berde nav kûraniya dîrokê. Haya wê ji rastiya dîrokê heye, bi zanebûna wê, berpirsyaritiyê hildide ser milê xwe. Vê rastiyê mukemel pêk aniye û azadiyê fêm kiriye.
Ev heval, hevaleke nû ye û şervana salekî ye. Min nas nake, lê, bi awayekî pir baş lê kolîn kiriye. Ez bawer im dûr be jî, bi vê hevalê re hîç nexafîme. Lê belê digel vê, li ser bingeha fêmkirin, şîrovekirin û têgihiştineke evqas mezin kesaya-setiyeke mîlîtan der xist holê. Li gorî min divê mirov vê kesayetiyê, wekî mîlîtinake resen (hakiki) a PKK’ê binirxîne.
Di nav partiyê de wiha xwe zelalkirin, bi zimandirêjî û demogo-jiyê xwe mijûl nekirin û firsend nedayina her cure helwestên dûrê rastiyên îdeolojîk û rêxistinî, li gel van gava ku dibêje “Berxwedanî taybetmendiyê herî bingehîn a PKK’ê ye”, di vir de misoger xwedî li taybetmendiyê resen ên mîlîtan-tiyê derdikeve. Operasyonên 96’an yên dijmin baş dest nîşan dike û li hember vê, ji bo şêwaza pêwist a mîlîtanê/a PKK’ê wiha dibêje; “Çalakiyeke bi vî awayî pêwist bû”. Di vê wateyê de ev çalakî, yekcar (tamamen) li gorî taktîka demê ye. Wekî ku min got ne întîhar e, çalakiyeke cîddî ya êrîşê ye. Ev, fermanek e, remzek (sembol) e û şêwazek e. Erkê pêkanina vê dikeve ser milê me hemûyan.
Çalakiya Heval Zîlan banga-waziyek e! Ev bangawazî divê çawa bê fêm kirin? Hêza te çi dibe bila bibe (manga, taxim, bilûk hwd.) misoger divê tu xwe li gorî xeta rêxistinî wekî bombeyekê lê bînî û di hêza bombeyekê de di rûyê dijmin de biteqî.
Bêrî ku çalakiyê li dar bixe, bi rojan li Dêrsimê disekine, der û dora xwe dimeyzîne, gav gav dijmin dişopîne û heta ku dikeve hundirê dijmin. Gelo çalakiyeke evqas bi rêk û pêk di nav me de hatiye dîtin? Çalakiya xwe bi lez, nîv û nîvçe li dar naxe. Cihê ku li çalakî li dar dixe, pir baş tê parastin û di bin kontroleke mezin de ye. Lê belê, digel vê yekê ev çalakî, li Tirkiyeyê deng veda û kire nav tengaviyeke mezin. Bes, her çiqas li van çiyan evqas derfet di destê we de heye, hûn nikarin çalakiyeke bi vî rengî li dar bixin. Lê, çalakiya heval Zîlan di her aliyê de têkûz û bêkêmasî ye.
Heval Zîlan hemû partiyê, hemû gel û heta sabotaja li hemberê min, pir baş fêm kiriye û di encama planeke pir xurt de vê çalakiya dîrokî pêk anî. Mirov dikare bêje, di dîroka PKK’ê de, heta di şerê rizgariya netewî de çalakiya herî pîroz û encamgirtî ye. Eger hemû yekîneyên (birlik) me, hemû mîlî-tanên me, heman (aynı) fedakarîyê, wêrekiyê, plansaziyê (planlama), xwînsariyê û helwestê bidin nîşan; quwetên xwe perwerde bikin û bidin mevzîkirin, her wiha bi xwestek, îrade û moreleke mezin nêzikê her çalakiyê bibin, navê vê serkeftin e. Li gorî wê demê, mutleqa ev rengê çalakiyê, divêya-bû bihata lidarxistin, Heval Zîlan jî vê yekê kir.
Ev çalakî, ji bo gel, netew û heta bo jin çavkaniya hêzê ye. Ji ber vê yekê, hêjayê pesnê ye. Bi awayekî dîrokî ku mirov hilde dest, vejina gel e. Hevala Zîlan li ser navê mirovahiyê, li hemberî dijminê faşîst, emperyalîzm, kêritbûn (yozlaşma) û ketina jinê ev çalakî pêk anî. Dibêje ku; “Li dijî polîtîkayên emperyalizmê yên kolekirina jinê, bi teqandina bombeyê li ser xwe re, ez dixwazim hêrs û kîna xwe, ji bo vejina jina Kurdistanê bi kar bînim”. Di vir de li hember rizîbûna emperyalîzmê û Tirkiyeyê -ku nûnertiya vê rizîbûn û kirêtbûnê dike- hêrs û kîneke wê yî mezin heye. Di heman demê de, riya afirandina jina xweşik jî dide nîşan û dibe remza (sembol) wê. Vê çalakiyê, zilamek jî dikariya bikra, lê yê ku kir jin e. Ji hêla jin ve li darxistina vê çalakiyê him xwezayî ye, him mecburiyet e û him jî bi rastiya jinê ve girêdayî ye. Di rengê çalakiyê de, bi jinê ve têkildar (eleqeder) taybetmendiyê wê yê cihereng (özgün) hene.
Çalakdarên herî mezin, di rastî de, ji bo nîrxên ku pê bawer in, çalakî li dar dixin. Ev kesayetiyên han, van nirxan di xwe de sembolîze dikin, kom dikin, ji xwe re esas digrin û xwedî berpiryariyeke mezin in. Tiştî ku ez dixwazim bêjim, ev kesayetiyên han, xwe bela sebep (cihê vala de) navêjine hundirê agirê. Eger, bi nirxeke mezin bawerî neyne, bi remz û serokatiyekê ve girêdayî nebe, tu kes cesaretê çalakiyekê bi vî rengî nake. Ji ber ku dibêje; “Hezkirina min a jiyanê pir mezin e”. Dizane ku xwe azadkirin û afirandin bi şer mimkûn e û dema ku vî şerî jî dike, bawer e ku wê jiyan bike.
Jina azad dixwaze xwe wiha biafîrine.
Heval Zîlan bi çalakiya xwe ji şervantî, serkeftin, hezkirin û hurmeta ku dihat xwestin re bû bersiv.
Artêşa me, di milê taktik de ew xitimandina ku jiyan dikir, her wiha di milê plan, veşartîbûn, êrîş, parastin û di hemû noqteyan de kêmasiyên ku jiyan dikir, bi vê çalakiyê ve, xwe sererast kir û di riya serkeftinê de şêwaz (terz) û hêzek mezin bi dest xist. Êdî gelê me, ji bo bidestxistina pêwistiyên netewî-civakî, bû xwedî hêz û hebûneke mezin ku bi sedan sal bikaribe xwe bispêrê, jê re îman bike û bawerê pê bîne. Mirovahî dît ku, şoreşeke payebilind (eşsiz) a azadiyê tê lidarxistin û ji vê kesayetî û çalakiyê hezeke mezin wergirt. Çalakî çi ye? Di nav rêxistinê de, rêxistinê rast jiyîn, polîtîk şarezebûn (yetkinleşme), bûyi-na xwedî ûslûp, şêwaz û tempo ye. Di milê leşkerî de jî, li gorî demê, taktîkê bicîhanîn e. Çalakiya mezin ev e.
Li hember lehengtiyeke evqas mezin, yê ku nelirize, wate nedê û heta bi hemû aliyên ve fêm neke, ji PKK’tiya wê heta ji mirovtiya wê, ez guman dikim. Emê destûr nedin ku, tu kes bi nirxên pîroz yên gelan bilîze û ez soza vê didim. Kesa-yetiya şerker û çalakdar li ku der be, emê jî li wir bin. Fermandar ew e, em jî şervanên wê ne.
Rêber APO
- Ayrıntılar
Di demeke dirêj de şerê di bin serokatiya partiye de dimeşe niha di sala 93’ yan de xwe hazir dike bi gaveke mezin careke din xwe li hember dijmin rake û hûn heta niha dîsa di demeke direj de, “Ev çi şere, dijmin kiye, partî çiye, heta niha çi bi serket, çi bi bin ket” hûn baş dızanin. Karê dijmin her roj li ber çavên we çi dike jî karê partiyê her roj çi dike; hûn vana jî baş dizanin.
Em di vê salê de tiştên dîxwazin çê bikin, bedelî heta niha tiştê me çêkiriye, ji hemu bêhtir be. Gelek dostên me ji me re nameyan dişînin û pir pirsan dipirsin, li ser hevalan, li ser şaşitiyên wana pir tiştan dibêjin. Bi rastî zirara me bi destê xwe daye xwe ji ya dijmin bêhtire. Tiştê hûn şikayet dikin em sed carî bêhtir şîkayet dikin. Lakîn mirov ji bîr neke ku hûn û zarokên we bi rastî ji mesele yê dûrin. Heta em van însana çêdikin, wekê tu zarokekî nûh rake ser lingan û bi meşandin bide. Hûn bi xwe jî wihane. Mirov heta çend pirsa dide we, bi salan zeman dixwaze. Ku xwîn nehatiba rijandin, we wiqas îşkence nedî tibaya wê tev di xewde bimanaya. A muhim, di virde mirov di kêmasiyê xwe de hevdû teng neke, li pêşiya hev nebe bend, mirov çareye ji hevre deyne. Ên bi navê partiyê kar dikin, ên weke we dostaniyê dikin çi ji dest tê der, wê di cihde bike. Ne ku em partiyê bi we bidin naskirin , partiya me bêhtir li cem we çêbû. Gavên me di destpêkê de avêtiye me li Hilwanê, li Surûcê, li Qiziltepeyê avêt, li Amadê avêt. Ên bêhtir partiye nas dikin hûnin. Û yên bêhtir xizmet kirine dîsa hûnin. Lakîn ji ’80’yî û şûnde hûn hebekî dûrman. Wexta me giranî da ser aliyê Botanê, hûn heta ’90’î pir peş de neçûn. Me nedixwest em we pir biêşînin jî. Lakîn hûn niha dizanin ku li hemû aliye welat, serkevtin heye, serhildan heye, gerilla heye. Roj bi roj mezin dibe. Em li cem we dinêrin, ew cihê berê ku xebat ji hemû aliyan peşdetir bû, yê partî çêkirîbû, maye li paşiya tevan. Pir sebebên wê hene. Sebebek jê jî dijmin bêhtir zora xwe da ser vir, lîskên xwe li vir meşandin û rev çêkir. Yeke din jî, yên bi navê partiyê hatine nikarîbûn partî xurt bimeşandana. Bi jiyana erzan, bi jiyana rehet girtin, darbe li ser dar beyê xwarin û ji bo vê moralê we jî hate şikandin bi xebatê jî eyalete xwe ne gihande hev. Lakîn mirov careke din li ser xwe bisekine, dîsa Mîrov dikare bibîne ku yê behtir li pêşkeve dîsa hûnin, cem we ye. Xayinên vir ne pirin, ayinên li cem wene weke yên li hêla Botanê’ne, ti quweta wana pir tuneye. Li dora wana her yek an çend şexs hene, yan tunene. Yanî bêhtirî hemû cihan mirov dikare vana hilîne. Gelê vir bêhtirî aliyêndin doste. Li ser vana mirov dikare xwe zû bicivîne. Wiha mirov çend mehan durust karê xwe bike, vira ji mirovre dibe dîsa weke bere, li pêşiya herderê.
Yeke din, hûn dizanin ku mirov ji kar, ji şer bireve, îflah nabe. Di vê demê de biryareke me heye, yan her cih wê di şerkeve, di şerde bi serkeve, yan dijmin nahêle, yan em nahêlin. Weke berê jiyan ne mumkune. Bila kes xwe nexapîne. "Ez dibêjim tev li şoreşe nabim, bila dijmin nêzîkî min nebe, partî nêzîkî min nebe" ev ne raste. Divê demê de yek nikare bêje ez li ortême, ez ne xizmeta dijimin dikim, ne xizmetê ji partiyêre dikim. Na. Yên wiha dibêjin xizmeta dijmin dikin û behtir jî. Di vir de herkes li menfeata xwe binêrin bê bi dijminreye, yan bi partiyêreye. Xisûsiyeten li hêla Ruhayê (Urfayê) hebekî ji şer dûrin, herkes li menfeata xwe ya malbatê dinêre, li yê şexsî dinêre. Ev ne nêrîneke raste. Êv wiha bidomînin dibin hedef û hinek axe hene, em baş dizanin ku serokên wana xwe baş bi dijminre giredidin. Gundekî ji şoreşê, ji me dûr dixin, du gunda dûr dixin, muqabilî vê menfeatê digrin. Niha vana hedefin, wê îsal yên weha tasfiye bibin. Ji bo vê em dibejin ku bila vana rojek beriya rojeke xwe ji dijmin dûrxin. Ên bi dijminre girêdayî ku dewam bikin, wê îsal ew tev werin kuştin. biryara me wha heye. Ên durust xwe di wextê de efûkirin bidin, bibêjin em ji dijmin dûrketine, em nêzîkî wana nabin. Vê baş bizanibin, ew kesên heta niha di rêka xerabde ku dixwazin bimînin lazime bivî awahî hereket bikin. Û yên heta niha feqîr, ên ji dewletê dûr, lê razayî; bila ewna jî di demeke kin de xwe rakin. Ku nekin wê dibin lingan de herin.
Di hemû aliyên welat de şer germe, yanî ne mumkune malbatek, şexsek ji vî şerî dûr di welat de bimîne. Di şerê ’93’yan de ji bo vê ez dibêjim ku bi aqilbin, di cih de yekitiya xwe, tevlêbûna xwe li gora quweta xwe çêbikin. A bi xûrtî bi navê serokê em ji we dixwazin eve. Çiqas kemasiyên hevalan hebin jî, kêmasiyên gerilla hebenjî dîsa li ser kêmasiyên wana bisekinin, lakîn alîkariye heta dawiye bikin. Her malbatek (ailek) lazime şer vanekî bide. Ji her malbatekê gerillayek derkeve. Û her yek ji we bi mîlîsekbe, di gund de, di mehellê de her malbatek yekî ji xwe bike mîlîs, yanî parastina mehellê, parastina gund de yekî xwe têkêyê. Ev karê we yê welatpareziyêye. Û xwe di nava serhildanakin. Karê serhildanan liku bû xwe tevlêbikin. Mirov di serhildane de pêşde dihere. Netirsin, dema tirsê çû. Niha em dixwazin ji aliye xwe ve jî çend xeberan bişînin û bêhtir li ser xwe. Niha belkî hûn dipirsin Serok kê, çi dike, ji bo me çi karî dike, quweta xwe çiye?
Quweta meya mezin şexsê meye, mejiyê meye, karê meye. Di destpêkê de hûn baş dizanin ku tiştekî me tunabû. Bi salan hûn yek nezîkî me jî nedibûn. Ne qurûşek pere, ne yek sîlah hebû. Me xwe bi şuxulandin da, berya tevan em li ser mejiye xwe sekinîn, em tenêbûn, û niha hûn dizanin ku ne ji dunyayê be, dewleta Tirkî niha miriye. Ev dewlet niha li hember me şeitiye, lakîn hinek ve dewletê digirin. Em bawer dikin îsal evên digrin jî wê dest jê berabidin, kes nikare wekê berê vê dewletê bijîne. Ez dixwazim vê bêjim. Ku yanî yek şexs li jiyana xwe hişyar bûniyê bike, li ser xwe bisekine, li hember wî dewletek jî hebe, dikare vê devletê bişeitîne. Eger bi tevayî neşeite, hinek sebep hene, weke sebebên derve. Me bingeha dijmin avêt.
Ez ji bo çi vî tiştî dibejim? Hûn tev ji min bêhtir dikarin karê xwe bikin. Hûn xortin, ne vestiyane, di hundurê welatdene. Lê tiştek heye, we jiyana xwe durust çênekiriye. Niha ez di vê nuqteye de tiştekî din bêjim: Hûn dibêjin “Em muslumanin.” Muslumantî çiyê? Li destpêka Îslamiyetê binêrin, roj û şev şere, li dijî kafiran, li dijî zulme şere. Niha li xwe binêrin. Di welatê me de, li ser mafên mirovan dijmin çi dike? Ji dijminê zemanê Îslamiyetê hezar caran bêhtir dijminatiyê nake? Dike. Welat li paşya dûnye nehiştiye? Hiştiye. Em li paşya dûnyê nehiştine? Hiştine. Zimanê me ranekiriye? Rakiriye. Hûn niha nikarin nave xwe bibêjin. Ma di dûnyayê de tu kes weke me wiha maye? Nemaye. Yekî wiha be, di vî halî de be, ma disekine? Dizek têkeve mala we dest bi ser aileya we de, dest bi ser jin û keçên we de, hûnê çi bikin û roj û şev! Welat jî maleke, mala milleteki ye; ku dijminek bê hudût têkeviyê, her roj destê xwe biavêje aliyekî, her roj bipelixîne, xera bike ku mirov li hember ranebe, namûs dimîne, Îslamiyet vî tiştî qebûl dike? Ne hûn dibejin “Em bi namûsin, em muslumanin.” Li tarîxa muslumantiyê binerin, qey yekî welate xwe wiha, mala xwe wiha heye? Û wiha qebûl bike razî heye? Yekî wiha ne mumkune bi musluman be û însane kî bi namûsbe? Niha hûn dipirsin, “Filankes çima wiqas kar dike, rabûye.” Meseleya namûsêye, ez herdem vê dibêjim. Yanî ne mumkune yekî bêje hebekî nefsa min heye, ez însanim û bisekine. Niha hûnê jî sibe, pêşde van tişta bizanibin. Di vî welatî de tu bêje ez xwdî malim, canim, namûsim, tu nikare bisekine. Lazime sedî sed di şer de cihekî te jî hebe. Tu neke tu nikare bêje ez muslumanim, ez însanim û namûsa min heye, ez xwedî mal û mulkim. Na! Ez vana ji bo çi dibêjim? Ji bo kû em hinek însanên wiha cihê xwe germ, îlla tim dixwazin şer bikin. Mesele ne eve. Ku mirov dixwaze qendi serê derziyê namûsê di xwe de bihêle û mirov dixwe de însaniyetiyê bihêle, lazime mirov vê xebatê bike. Ez nedêhnbûm. Me got em hebekî bi însanbin, bi namûs bimînin, ji bo vê me evgas ev xebat, ev şer bi tenê serê xwe heta vira anî. Ev ne ji bo min tenê, ji bo we tevan tê xwestin û hûn nikarin bejin tu dike ez nikarim bikim. Na. meseleya namûsê, meseleya welatê teye, ne ya mine, meseleya azadiyêya te ye, ne ya mine. Yekî wiha bêje, emê jê re bêjin tu li ku yê, tu li vî welatî çi dikê, tu li nava vî gelî çi dike? Dijminê te kiye, dostê te kiye? Mirov van pirsan jê bike. Ku bersivê nede, ew nikare bêje ezê bimînim.
Ji bo vê ez ji bo we tevan dibêjim ku yekî dixwaze sibe li welat bimîne û li vir jî dibêje ez bi namûs heme, lazime van pirsan rast bersivê bide. Niha em ne dêhnîn, em bi aqilê bi aqilane, me li ser vê evqas tişt çêkirin. Ez naxwazim kesî ji we ne erzan cesaretê bidimê, ne jî erzan bitirsînim. Heqîqeta mîrov, bingeha cesaretêye, bingeha tirsêye. Mîrov çi biparêze, çi bi ya xwe ke, çi ji xwe dûrke? Bi kêre be, bi çi awahî pêre be? Ev pirsên esasîne. Ku mirov bersivê nede nikare jiyana xwe bidomîne. Dîsa ez dibejim ku ez tenêbûm, alem tev li pêşiya min sekinîbû. Ma ez rojekê reviyam, rojeke min got ez pê nikarim, min xwe bada, min got dijmin wiqas meznine, ez tenême? Na. İnsanek ku bêje ez durustim, bi namusim wê wiha bike. Ê we wiqas îmkan di dest we de heye. Berê tunebû niha heye. Hûn ne westiya ne jî. De haydê bifikirin. Mala we jî heye, zaroken we jî hene, merivên we hene, gundiyên we hene. De haydê bi wanare biaxivin. Çi hatiye serê we? Biçi awahî hatiye serê we û em çi bikin? Ku hûn wiha nekin, hûn nikarin bêjin em di insaniyetê dene, hebek namûsa me jî heye. Na. Hûn baş dizanin ku namûs ne meseleya pîrekêye. Bibêjin di welatê me de çi maye? Hemû direvin derve. Niha yên welate xwe wiha bi razîbûniya xwe vala kiriye, di dunyayêde jime bêhtir tuneye. Bele, lîskên dijmin hene, lê ji bo jiyaneke wiha pir sivik ku mirov wiha welatê xwe, însanen xwe wiha terk bike, bi rastî pir ketiye. Niha ji we ye ku hûn herin Tirkî, herin Ewrûpa, Sûûdî, her tişt têde heye. Halbûkî welatê we hezar caran ji wan deran baştire û ji wana firehtire. Ev karê ku hûn ji bo wana dikin eger hûn ji bo xwe bikin, hûn dikarin heyşt buhuştan li cem xwe çêbikin. Lê adete dijmin jî hûn xapandine, birevin, bireve. Yek jî di vê rêkê de nabe insan. Di rêka revê de mirov nikare bi namûsbe. Çiqwas millet bê kare? Viqas herî hebe, viqas av hebe, dibin erdê de, di ser ruyê erdê de wiqas zegînî hebe û tu feqîr û bê çarebe, çima? Tu li ser qedera xwe ne hakîme, tim destê xelkê li ser teye, ji bo vêye. Hûn hemû kar dixwazin, jiyaneke baş dixwazin, le biçı avahi bı dest mirov keve? Dema vaya ji we tê xwestin hûn dibin weke ker û kor û lalan. Tim dibêjin bila yek bide mê. We liku bide we? Çaven mirovan derdixin. Te dikin xizmetkarê karê tewra xerab.
Ji bo vê hebekî li ser xwe bisekinin. Ê min ez viqas salin birastî liser xwe disekinim. Dibêjim xwe biçi awahî ji xizmete dijmin derxim, xwe biçi awahî li hember dijmin bı bombekim, xwe bipeqînim. Roj bi roj karê min eve. Ne eybe. Yanî dijmin dema her tişt anî serê te, têjî bifikire, li hember dijminê xwe tiştekî bike. Yarast eve.
Niha di vê hefteyede min dîsa bi serê xwe hareket kir, ma ez mirim? Ez dîsa bı serketim. Me bi milyonan însanên Kurd kirin yek. Dijminê me yê hezar salî kesî pê nikarîbû, li hember me nikare nefese bikişine. Ku, alem ne li paşê be nikare li hember me rojekê bisekine. Yanî yek însan xwe durust di cih de çêbike, bı ser dijminê xwe de bere, dunya were pê nikare. Ez ji bo ve dibêjim hûn tev dikarin cesaret bikin û hûn dikarin gavên baş biavêjin
Em dixwazin çend peyvan jî li ser ewên di welat de xwedî lê deng bikin.
Birastî şerê me di destpêkêde li Hilwan'ê, li Sêverek'ê gav avêt. Em bi ser Celal Bûcak de çûn, bi şer Sulêymanan de çûn, me şerê çekdarî îlan kir, em naxwazin bi vanare weke berê şer bikin. Em dostaniyê dixwazin. Hinek aşîretên wiha, malbatên wiha dixwazin ji mere xeberan bişînin, bêjin werin em dostaniyê çêbikin. Ji bo vê ez di vê axaftine de dibêjim ku ji vê şûnde dest ji dijmin berdın û bıxwazin bimere dostaniye çebikin, em dostin, qet zirarê nadin we. Lakîn di virde ku hûn xizmeta dijmin bikin, darbeyê limexin, birastî emên wihaa nahêlin. Ez vê ji were dibêjim. Dîsa, pir eşîret hene, hinek çetene (korucu), hinek bi navê hizbûllah sexte, bi Hizbûllah rene, belê ev tev di destê dijmin dene. Ku vana xwe jê dûrxin, emê dostaniye bi wana re çêbikin. Evê bi navê dîn dibêjin “Em Hizbûllahin” ji wana bawer nekin, Hizbullaha bi xwedê re, bi İslamiyetêre emin. Evên din tav sextene. Belki bi pereyan, bi tiştên din we dixapînin, jê durkevin. Li aliyê Qerecedaxê malbat û gundên wiha hene, bila jê dûrkevın. Muslumantiya baş, em temsîl dikin. Benê vana di destê Turkeş de ye, tev faşîstin, Kemalîstin.
Dîsa gelek aşîret wekî din hene. Li Wêranşehirê, li hêla Qiziltepe hene, vana bêhtir alîkarên mene. Ne hêlekê bi dijmin re, hêlekê bi me re, xwe ji dijmin dûrxin, heta dawiyê bi merebin.
Û hinek eşîretên wekî din hene, bi rastî belki hinek ji wana pir xayinbin, heta dawiyê bi dijmînrebin, lê piraniya wana jî dixwazin bi dostbin. Em ji bo wana jî bang dikin; ên dixwazin ji vê şûnde xizmeta dijmin nekin, hedî bi hêdî bi hevalanrebin. Xwe îspat bikin ku zirarê nadin, em wana naêşinın. Eger dewam bikin, bi dijmin re bi ser mede werin, wê îmha bibin, kesî wiha nikare bimîne. Jivê şûnde vê şaşitiyê, vê xiyanetê dewam nekin.
Wekî din jî pir şexs hene, heta niha zirar dane me, bila vê zirarê de wam nekin. Ên dixwazin xwe durust bi hêlin, ji partiyên burjûwaziyê dûrke vin, ji partıya Demirel, ji ya Înönü ji ya Özal, ji ya Erbakan bila dûrkevin. Eger hûn partiyê dixwazin, partiya em dostaniyê je re dikin heye. Em di bêjin bi dostbin, alîkariyê bikin û ji van partiyên li ser me dijminatîyê dikin dûrkevin. Kî pêre, jê dûrkeve em zirarê nedinê, ku jê durnekevin, cezayê wana jî mirine. Vê jî ji bîr nekin. Herkes li gorî quweta xwe alîkariyê bidin. Ên zengîn pir bidin, ên feqîr zarokên xwe hebin bila yekî bişînin nava gerîlla. Yek bibe mîlîs. Ev tev karin.
Hemû gelê me yê welatparêz; Niha divê salêde bi rastî wê tiştên mezin çêbibin. Haziriya me tame. Netirsin, parti li hember dijmin nakeve. Me cihê xwe mezin girtiye. Li Başûr em ji be rê bêhtir xurtin. Li Rojhilat em xurtin. Li Ewrûpa em xurtin. Yanî dijmin yek caran dibêje “Me teng kiriye”, ne raste. Me alem ji berê bêhtir vakiriye û me hemû çiyayên welat girtine. Cihekî em negihiştinê nemaye. Ne weke berêye. Ne weke zemanê Şex Seîd û Seyid Riza û Berzaniye. Na. Serokîya em dikin deqqe bi deqqe li hember dijmine û tim bi ser dikeve. Dijmin dixwaze bi şerê wiha bi ruhê mîrov bileyize, wihe nêrîna mîrov bi guherîne, pê baweriyê nekin. Belê, dîsa şehîd dibin, belkî bi hezaran dibin, lakîn a bi serkeve dîsa partiye. Hazirî û planen me çêkirine ji serkevtinê behtir tiştekî qebûl nake.
Em dikarin bibêjin ku di sala ’93’an da tiştên heta niha bûye emê bedelî van salan tevan di vê salê de bikin. Hûn yek bi yek dixwazin ji mere mektûban bişînin. Li hember vana tevan ez bersiveke wiha tenê didim. Di demeke dirêj de em ji hev dûr man, lakîn dûr bunun bi şeklî bû. Hûn dizanin ku nêzîk bûna mezin me ji were çêkir. We teva di welat de xwe ji bir kir, me hûn rakirin, navê we me bilind kir. Navê welat û gel me bi alemê îspat kirin da. Ji we bêhtir niha em nêzîkî wene. Însanekî welatparêz wiha dike. Ji vê şunde hûn jî wiha bikin. Xwe bêhtir nêzîkî partiyê bikin, nezîkî Serokiyatê bikin. Dîn jî vêna dixwaze. Ewên dibêjin “Em muslumanin” bila bi rastî li ser xwe bisekinin. Sedî sed muslumantiya rast karê PKK’êye. Gelek melle hene û dixwazin xizmetê bikin. Bila heta dawiyê bikin. Rêka dîni e îslamê eve. Rêka însani yekê jî eve. Gelek însanen me hene, nizanin kar bikin. Rê tunebû, îmkan tunebûn, niha me tev vekirine. Li yaqê bibin. Ji we ku dijmin bi ser me de hat em reviyan. Na. We nêrî ku me berxwedana tewra mezin divê demê de kir. Em li derve bûn, tenê bûn, teng bûn, lakîn me dîsa ev karê mezin kir. Ku em gavêkê nêzîkî welat bûna, weke we di nava welat de bin, di nava gund û bajaran de bin, hûn baş dizanin kû şeş meh naqedin serkeftine. Di dunyayê de yê cihê xwe tewra teng, yê dijmin dunya lê tewra teng kiriye ez bi xwe bûm, lakîn di çiyayekî biçûk de tenê, bi salan me li hember dijminê xwe çikir? Niha hûn tev li welatin, her roj di nava hevdene. Eger hûn durust bin, peyayê soza xwe bin, hûn dikarin jimin bêhtir karê xwe bikin. Û em vê ji we dixwazin. Bila selametiya însan, li ser karê însan be. Silav û saxîbûn ji hev re, bila li ser karê serkeftinê be, karê ku xizmeta hemû milletekî bike be. Bila selametî li ser karê kû milletekî tev bi şeref û bi namûs dike hebe. Silav û kelam bila dîsa li ser vê bin.
Niha min pirsên rast gotine, ji were tiştên baş min kirine û ez ji we ji pirs û karê rast dixwazim. Di demekê nêzîk de emê bi hemû partiyê ve xwe bigihînin we. Ê karê xwe, xizmeta xwe kiriye li ser çavan ji wana re cih heye. Ên nekiriye lazime yan bireve, yan xwe di bin erdêxe. Veya jî bila ji bîr nekin. Ez vê ji wana re dibêjim. “Way me firsend nedît, way me îmkan nedît” nebêjin. Ez dibejim gotina wiha ji vê şûnde ne raste. Hûn herkes dikarin pir tiştan bikin. Em li ser vê dibêjin ku hûn jî di ’93’yan de gavên dîrokî (tarîxî) biavêjin, ji we çi te bikin, di dile xwe de duakê bikin, bi kevirekî, bi çoyekî karê xwe bikin. Û yê dibêje “Ez egîdîm” bi sîlahe xwe bila şerê xwe bike. Ku neke bila nesekine. Aîle bi aîle, gund bi gund, cîran bi cîran bi yekbin, bi ser vê salê de herin, vê salê bi ya xwe kin.
Em li ser vê rastiya partiyê, li ser xwîna şehîdan ji were serkevtinê dixwazin, û silav û hezkirinê dişînin.
7 Adar 1993
Serokatiya Partiyê
- Ayrıntılar
Em dikarin bibêjin êdî ew serdema xwe xetimandina ku di dîroka me de gelekî tê dîtin û bi xiyaneteke di xwe de berovajîkirina karan qediya ye. Pêşveçûyîneke herî girîng jî ev e. Dixwaze bila di hundirê partiyê de be, dixwaze bila di eniyên berxwedana netewî de be, êdî kes nikare bi xwe re her tiştî veşêrin. Rexmî hemû vaca xiyanetê û pratîka wê, hindekî hatiye eşkerekirin ku, êdî kes nikarin bi xwe re her tiştî bibin binkeftinê.
Gelek hewl hate raberkirin; hate xwastin ku wisa xwe weke miriyan bigrin, xwe biqedînin, xwe veçirînin û bi mirinî xwe veşêrin, lê ji vê yekê re firsend nehate dayîn. Yanî em dikarin bibêjin, me wilfa “di xwe de qedandina jiyanê” ku weke çarenûsa netewî tê dîtin şikand.
Me ev wilfa nejiyînê û mirinê şikand, him jî me bi hişmendî şikand. Lê ma tam ketina riya jiyanê, ketina riya serkeftinê çêbû? Mirov nikare bibêje ku em tam ketinê. Encax a niha heyî jî pêşveçûneke kêm nîne. Ji aliyê me ve serkeftineke girîng e ku em firsendê nadin kuştina her tiştî ya bi kesayetên we yên mirinî û nêzîkatiyên we yên kirêt.
Niha hun dibînin ku, rastbû ku kesên herî xwe girêdayî dihesibînin jî temsîlkariya mirinê dikin. Û ev mirinî li ser hemû derfetên vejîna jiyana me disepandin. Em hîna jî we lêpirsîn dikin.
Hun çiqas di hundirê jiyanê de ne, çiqas derveyî wê ne?
Hun çiqas xalên mirinî, tarî û cemidî ne? Hun çiqas derfetên vejînkar, ronak û jiyana germîn in?
Em dixwazin van eşkere bikin.
Bi taybet hun çiqas xwedî binkeyeke kirêtkar, koranî û xirabkar in? Hun çiqas bi van re xwedî nakok in?
Hun çiqas bi xweşikirinê, başkirinê û hewlên rastkirinê ve girêdayî ne?
Em van jî eşkere dikin.
Ev jî bi qandî şer karên girîng in.
Yek jî em di vî alî de gelekî ponijîn.
Em hîna berxwedanên li hember vê pêşveçûyînê jî dibînin. Baş e, ma ez we înkar dikim an hun min înkar dikin? Ma ez xweşikiyên we tarî dikim, an hun xweşikiyên ku ez dixwazim derbixim holê tarî dikin?
Ma ez ronahiyê avadikim an hun?
Yê ku tarî dike kî ye, yê ku ronî dike kî ye?,
Yê ku hêviyê şîn dike kî ye, yê ku hêviyê tune dike kî ye?
Diz kî ye, yê xwedî ked û afirandêrê nirxan kî ye?
Bêguman a ku me pêkaniye wisa pêşveçûyînê ketûber û erzan nîne. Egîdî, merdî wisa bi şerê çeka destan nîne. Hele di hawirdora civakeke weke me de ku her teşeyê namerdiyê bi pêş ketiye de, karekî herî zehmet e ku mirov wesfandina mirovê rast, merd û watedar bike û wan eşkere bike. Di serdem û sîstemeke wisa xwedî ketîbûn, namerdî, ketîbûn û kirêt de, bi ser van ve çûyîn û bi hindek derbeyan gêjkirina wan karekî hêsan nîne.
Na. Weke ku ev yek ne hêsan e, hêja ye ku mirov li ser çawaniya kirina wan raweste. Bi tevahî me xwast ku em di vê derê de xwedî puxteyeke rastbin. Me got, a girîng serdestkirina fêmkariya rastiyan e. Li şûna meşandina hindek kesan a li gor dilên xwe, me eşkerekirina rastiyan esas girt. Di nava rastiyeke wisa xwedî kesên fanatîk, kesên xwe wendakirî de yan jî her kêlîkê bi xwe wendakirinê re rûbirû de bi şêweyeke din nêzîkbûn, di vê rewşê de, dê biba bêrêziya li hember wan jî.
Dema hun fanatîkiya xwe, reva xwe ya ji rastiyan û nexwastina xwe ya nêzbûna ji rastiya serkeftinê re bînin ber çavan, dê baş were fêmkirin ku rewş çiqas sotîner in û bi ser xwe ve hatin çiqas girîng e.
Divê mirov hindek tiştan misoger rast şîrove bike û mafê wan bideyê. Bi zimandirêjiyê, bi nebesiyê û bi lîstina rastiyan ve ev kar nameşe. Ev sedemên herî bingehîn ên ketîbûnê û bêşerefiyê ne. Wisa bi çavşilî û sewdaseriyê ve xwe spartina hindek nirxan jî, weke tê hizirîn başî nîne. Ev nêzîkatiya di nava me de xwedî bandor jî pir zêde bi bênamusiyê re pêwendiya xwe heye. Me xwast em wê jî raber bikin. Bi kêmanî qandî eniya şerê germ, me di eniya giyanî de jî şerekî wisa da.
Ji ber ku kirêtî li lutkeyên jor in. Ji ber ku di giyanan de gelek tiştên tarîkar û berbi binkeftinê dibin hene. Me ev hemû raber kirin. Ger egîd e bila derbikeve meydanê! Çima tarî dike û bi kesayeta xwe ya mîna bîra bêbinî gelek tiştan dadiqurtîne? Me nexwast em firsendê bidin van.
Dîsa me mirintî û rizîbûna we jî derxiste holê. Me raber kir ku di nava we de çiqas mirovên ji jiyanê eciz, bêbergeh û rastiya jiyanê peyda ne. Me kesên ne di ferxa mirina xwe de ne destnîşan kirin.
Li gel vê yekê pir zarokîbe jî, me hewes, daxwaz û azweriyên xwe jî raberkirin. A şerm ne ev e, ya şerm nuximandina xafleta xwe ye. Nuximandina qedîna xwe, bêrêziya xwe û rizîbûna xwe ye. Dîsa me bi neketina van ve ya herî baş kir.
Vaye, em hindek tiştan didin eniyên şerê germ jî.
Vaye, em hindek tiştan didin giyanên tarî û qerisî jî.
Em di giyanan de jî tevgereke paqijiyê bi pêşdixînin. Dixwaze bila li xweşiya we biçe, dixwaze bila neçe, em bi karên wisa re mijul dibin û şêwaza me jî wisa ye. Ger çareyên we yên dijber û tedbîrên we hene, hun azad in pêşkeş bikin. Bes bila, ji jiyanê re ne bêrêziyeke mezin be, bila her tiştî kirêt neke û nexîne bin erdê. Xwastina vê yekê şervanî ye, tekoşîn e. Bila tu kes bi zimandirêjî û demogojiyê ve wêrekiya berovajîkirina karan û nîşandayîna li gor xwe raber neke. Bila ji yê ne zilam re nebêje zilam û ji nebes re nebêje bes e. Bila navên wiha li sexte û kirêtan neke.
Rastiya kê çi ye bila wisa derbikeve holê.
Li hawirdoreke wisa di bin desthilatiya derewan de, başiya ku em bikaribin bikin ev e.
Kesê ku ji bûyîna ziman û çalakiya rastiyê direve ne em in. Weke ku tê dîtin em kêm an jî zêde hindekî bersiv didin her tiştî. Lê zilamên me zêde wisa nabin, semyan, xwedî otorîte û encamgir nabin. Bersiveke bi şêweyê fermandaran û rêberan nadin. Alîkariyên xwe encax pir sînordar û bi lewazî pêşkeş dikin.
Baş e ma em wisa dixwazin? Naxêr!
Berovajiyê vê, em di hewayeke zehmet a besiyê de dixwazin hişyarbin û me li ser vê bingehê piştgirî da. Weke tê dîtin, ger mirov di azîne û riyekê de xwedî israr be dikare bi pêş bikeve. Me raber kir ku em çawa çareyên di xwe de derdixin holê. Bi vê yekê ew hate serxistin: ji bo serkeftineke bes, belkî me daxwaziya xwe bi dest nexist, lê me firsend jî neda ku hindek kes bibin binkeftinê. Me ev firsend ne da dijmin ne jî da kesên di hundirê me de hatine xistin û ketine binkeftinê. Vaye başiya me di vê derê de ye. Di vê mijarê de ne dijmin bi me da xwarin ne jî rengdayînên wê yên hundirê me.
Ez bawerim em bi têrahî ji piyan sekiniyan, me pêngavên dijber pêşwazî kirin û me pêngavên xwe sepandin.
Baş e, ma dê vê yekê fêm bikin? Ew der karê wan bi xwe ye. Piştî ku yên li ser milên me, me pêkanîn, êdî guneh ji stuyê me derketiye. Ez hindekî çibûna gunehê dizanim. Piştî ku me guneh ji ser xwe avêt, gunehkar çawa dimirin bila bimirin, ew min eleqedar nake. Rexmî ku me evqas riya heq û sewabê nîşanda û bangî vê yekê kir, ger hîna nakeve vê riyê û di nekirina ya pêwîst de israr dike, ew gunehkar û reben e. Û li kû derê çawa diçe bila biçe, bes bila zerarê nede hawirdorê. Vaye divê em hindekî tedbîra vê yekê bigrin. Mirov dikare encax wisa hesabê wijdanê bide.
Em bersivên wisa digihînin zindîbûna biharê. Li beramberî zindîkariya biharê, zindîkariya me jî wisa dibe. Giyanên ku ji vê yekê fêmnakin, ger êdî fêm bikin ji bo başiya wan e. Di nava gelekî de bi israr kesên ku evqas erzaniyê dijîn, kesên ku destûr didin her şêweyê bi jêr ve çûyîna gel, kesên ku çavên xwe bernadin bilindahiyan û kesên ji dil ji çarebûnê bawer nakin hebûn bi şûn ve, divê wisa xwe derxistina şoreşeke weke min jî divê sosret neyê dîtin.
Ev tolhildanek e, ma em çima serî bitewînin?
Min her tiştên wisa kir û ez kirina vê jî didomînim. Kesên li dij vê bila xwedî hêz bin û bikaribin qonaxa me bihejînin. A min jî şervantiyek e û ya we jî. Ez bi dilxwazî li ser kesên ku dixwazin di nav şervaniya min de cih bigrin re nêzîkatiyekê bi pêş dixînim. Li hember kesên beramberî xwe jî hindek tiştan bi pêş dixînim. Ên li beramberî min jî û yên li gel min jî xwedî maf in ku hindek tiştan bi pêş bixînin. Lê dirijin. Bêguman sedama vê yekê ne ez im. Ger dijmin jî, nikare baş dijminiya xwe bike berpirsyarê vê yekê ew bixwe ne. Kesên ku dixwazin me bixînin jî, bila xwedî hêz bin. Oportunîstek jî dikare xwe rêxistin bike. Oportunîstek jî dikare rêxistinekê ava bike yan jî partiyekê vala derbixe. Ger hun wisa bikin jî, dê ji we re bibêjin bijî. Pir mixabin, di gelek oportûnîstên nava me de ev yek jî ne peyda ye.
Em jî li ser karê xwe ne. Em tu kesî naxapînin, an jî em bi rica û minet nabêjin werin vê yekê bikin. Ji kesên ku bi dildarî xwe diavêjin nava van karan re gotina me ya “li gor esasê kar were rastiyê” yan jî “bigihê şêwaza wê, bigihê terbiya wê” divê bi dilnizmî were pêşwazîkirin. Li vê derê girîn nabe mijara gotinê.
Ger egîdî tê xwastin, tu nikarî wê wisa bi rebeniyê kirêt bikî, nikarî bêçare bisekinî. Pêwîstiyên vê hunerê hene.
Pêwîstiyên hunera egîdiyê hene. Ger tu wan bi cih bînî, wê demê mirin jî dibe xwedî nav û navdariyekê.
- Ayrıntılar
Dİ ŞOREŞA KURDİSTANÊ Û JİYANA ŞOREŞGERÎDE XWE XORT Û AZAD BİKİN
Rêbêr Apo
“Ji bo vê bila gel jî niha hinek hesaba bike. Serkeftin ne ji bo PKK’ê teneye. Bila gel jî bizanibe xwe bi serxe. Dema dile, dema serhildanêye. Wê cesaret bike. Jî xwe dersên PKK dide mîrov cesarete, bawerîye, ji tunebûnê çêbûne.”
Wiqas Kurd, zêdeyi sîh milyonîne, cefaya dunyê dixwin, ji xelkêre jî karên tewra bi zahmet dikin, lê ji xwe re heta niha tiştek nekirine. Mîrov pir ecêb dimîne.
Ji biçûkayî ve -ez dizanim ku pir derewe- digotin “çare tuneye.” Jiyaneke ecêbe, heta niha me çawa şer kir, em gihaştine vir... Aqilê însên naçe ser.
Niha hêdî bi hedî gohdar dikin. Berê Kurda gohdarî jî nedikirin. Xwe nas nedikirin, xwe înkar dikirin. Heta ku me mesele pê qebûlkirin da, wiqas xwîn hate rijandin, di mirin û mayinêde em man.
Niha em bi ser dikevin.
Nefes bi nefes ev bîst salin ez li ser vê xetê me. Ez texmîn nakim ku tu insanên din wiha bi serê xwe rojekê meşiyabe, bi nefes nefes. Li ser rêka armanceke milletekî de xwe ba nede, xwe nexe her tiştî bi hêlekê de, bileyze. Me wiha kir. Vaye em gihêştin saleke din jî.
Milletek lazime xwe nekiribaya vî halî, ev hal qebûl nekiribaya. Çiqas xerabên xwe hebin jî bila hebin, dîsa tiştên bikrana. Hinek bi aqil, lazime jê derketibana. Niha yek caran ez li ser xwe dibêjim, cima ev kar ji min re ma? Kesî tenezul nekir ji bo vê. Ne mejiyê wana, ne cesareta wana ne razî bu, ku xwe di karê Kurdan bike. Menfeat qet têde tuneye û mirine. Ji bo vê tenezul nekirin. Jiyana xwe jî ne tu jiyane, lê çiqwas adîbe jî dîsa dibêjin ev jiyan meqbûla meye. Wiqas axe û beg hebîm, wiqas en xwe zane dihesibandin hebûn, neketinê. Tê bîra min, me pir dixwest, digot bila hineke din jî di vê xetê kevin, wiha bizanibin û xwe bi ser din. Heta niha jî yekî wiha di cihde xwe dide ser dozê ez nabînim. Yenî însanê me mirinê qebûl dike lê li ser rastiya mezin nikare hereket bike, quweta xwe tuneye. Ku ne wihabaya, yekî wekê min pir bêçare, pir tenê, pir zeyif qey xwe wiha dikir? Na. Kesî tenezul nekir, ev kar ji minre ma. Ev dihat aqil û bîra we? Na. Ez çûme ku li hemû deran hemû însan li ser meseleyê korin, jê dûrin. Hinek jiyana we heye, bes ji bo çiye? Belê, mîrov li mala xwe binêre, li zarokên xwe binere ew jî jiyaneke, lê jiyaneke ji bo millet tevî be xwe nadin ser.
Nefs her tiştî qebûl dike, yanî serîdaxistinji xwe dûrkirin, heta dawiyê millet gebûl kir. Yanî hûn niha difikirin ku ev heval bi çi hawî heta vir hat. Tabîî mîrov li ser bisekine. Di dunyêde ji me xerabtir kes nema. Heqaretên dijmin her roj dike, yekî bêje ez insanim, nefsa wî nikare qebûl bike.
Min got ku îmkanên min ji yên we tevan kêmtir bûn, dîsa min xwe da bin bar û min heta vêderê anî. Niha gel zahmetiyê dibîne, dijmin li sere. Ji berê baştîre, çima? Mîrov her xerabiyên dijmin qebûl bike û bi xwe xweş bîne, pir xerabe. Niha tu bi şerê xwe bimre jî îşkenceyê jî bixwe, dîsa nefsa mîrov qebûl dîke. Çima? ji bo şerefekêye.
Însanên Kurd ên ji bo meseleya xwe bi tevahî hereket bikin kêmin. Ewên din ên derketine jî li ser nefsa xwe ne, millet îstîsmar dikin, ne ji bo ku quwetekê çêbikin.
Tabîî halê we jî di sahmetiyêdeye, hûn jî pir bêçarene, we pir derb xwarine. Hûn nikarin serê xwe rakin. Wexta ez rexneyan dikim, ne ji bo ku ez we di bin tuhmetan kim, zahmete, herkes nikare serê xwe rake, pir zahmete. Ne ku çima we nekir, hûn bê qîwetbûn, bê çarebûn, bê isûl-zane bun. Ê min jî isûla min ecêbe. Hinek firsend, hinek şans, hinek alîkarî û bêhtir jî li ser xwe sekinîm, pir pir min pirs ji xwe pirsiyan, pir pir min xwe da ber çavên xwe, pir pir ez li ser nefsa xwe sekinîm û min xwe wiha kir. Belê, niha çi dibêjin, “Mesele niha bi xwedîye.” Çiqas tengbûn hebin jî mesele niha dimeşe, venamire, nakeve. Tabîî bêbextiya alemê jî heye. Lê bê bextî bila dîsa ji wanarebe, emê karê xwe bi serê xwe heta em dikarin emê bikin. Ez bawerim we jî tiştin ji meseleyê fêhm kirin. Ji vê xebate, ji vî şerî we tiştin girtin. Hûn jî niha difikirin, dicivin.
Tabîî rêyeke me jî heye, em di rêyeke rastdene. Ji bo serê salê me hinek dost dîtin. Ez serê salê tem cem dosta, xal, xatir dipirsim. Vê salê jî em hatin. Ji bo kû gel çi dike, çi nake. Îmkanên min kêmin, ez nikarim bigerim, dosta tevda bibînim, wiqas îmkan heye. Ê ku gel ji bîr neke, dîsa emin. Ê ji bo gel bi durustî kar bikin dîsa emin. Tabîî ev bîst salin me xwe da ser. Ji gelre baş bû, bi serket.
Ez bawerim hûn jî niha hebekî başin. Hûn dikevin rêya rast. Ji çêka şaş, ji dema cehaletiye hûn derdikevin. Ev dema ronahiyêye, ji Kurdare jî ronahî çêdibe. Hûn têdene. Ji bo kerameta însên jî ev ji hemû tiştên wekî din baştire.
Tabîî ji meseleyên siyasî, me hinek tişt gotine, digihên we. Ez naxwazim tiştên me gotiye, ez divirde tekrar bikim. Ev tiştê dawiyê bûye jî, ew îxaneta di şerê Başûrde cêbû jî bi rastî hûn gelekî hişyar kirin. Xiyaneteke wiha pir eşkere bi dijminre derket, millet dît. Bi dijminrene, berê jî wiha bû, niha eşkere bû. Ew şerê li Başûr bûye, bi rastî dijminên Kurda tev bûne yek. Û xayinên me jî bêhtir bûne yek. We dît, bi rastî xwestin ku ew şerefa me hebekî bilind kiribû, nefesa me hebekî vekiribû, dîsa bifetisînin û bêhtir jî xayin ji serxwebûn û azadiyê dûrin li dijî wêne. Û yeke din derket ku ne ji wanabaya, dijmin nikarîbû di Kurdistanê’de wiha herekt bikraya. Xweş derket ku ne ji vana baya niha me karîbû Kurdistan çêbikraya. Ew peyayên wana di Botanê’de, di Bêhdînanê’de ev neh salin xizmeta dijmin nekiribana dewlet çêbûbû. Tabîî li gorî vê hesaban bikin. Vana Kurd kuştun, bi kirasê Kurdî. Çima rê nadin gel ku bi yekbe û di şerkeve? Fêdeya wana ne li ser vêye. Ji berêde veşartî niha heşkere bi dijminrene.
Wekî din jî xayin hene. Evên bi dijminre hereket dikin, ajanên wekî dinin. Ku ne ew bûna niha Kurdistan wiha nedibû. Ev sed salin wiha kirin, netîce ev millet ji ortê rakirin. Di sala ‘92’ande ev tişt xweş derketin. Yek millet ku wiqas xiyaneta xwe bike, ne mumkune ku îflah bibe. Yek millet wiqas xayinên xwe ji xwe bihesibîne, xayinê xwe nas neke û li dijê wana ranebe, mîrov nikare bêje wê ew însan îflah bibe, ew millet îflah bibe. Ev derket. Mirina we li ser çiye? Tabîî hûn bê çarene. We berê peyva wana jî dikir. Ne çareye. Însanê Kurd, xisûsiyetin xwe hene, başbûn û xerabûnê nikare ji hev derxe. Kû derxe jî nikare li ser başbûna xwe qirara xwe bimeşîne. Bêçareye û menfeata xwe jî nizanin. Yekî dost û dijminê xwe ji hev dernexe, bikearî pênc pereya nayea. Li hember dijminê xwe reyê xwe negre, bi dostê xwere nebe yek, îflah nabe.
Çima em heta niha wihabûn? Hûn jî ji xwe bipirsin. Tabîî vaya meseleyeke muhîme. Ê min ez dikim, di aliyê dînde, di aliyê felsefeyêde, di hemû aliyande başbûn û xerabiyê em ji hev derdixin. Milletê me berê nikarîbû ji hev derxista.
Ji bo vê bila gel jî niha hinek hesaba bike. Serkeftin ne ji bo PKK’ê teneye. Bila gel jî bizanibe xwe bi serxe. Dema dile, dema serhildanêye. Wê cesaret bike. Jî xwe dersên PKK dide mîrov cesarete, bawerîye, ji tunebûnê çêbûne.
Dema me xwe wiha kir qey em mirin! Na. Ku min jî jiyana xwe bi jiyaneke wiha sivikkiriba, wê meaşeke min hebûya, minê li reiîetiya canê xwe tene binêriya, dîsa ez rehetbûm. Lakîn li ser kaîdeyekê me rehetî girt. Niha hûn dipirsin bi çi awahî bi çi cesaretê bi çi heviyê xwe vriha meşand? Raste. Aqilê seranser ne mumkune izinê bide mîrov ku mîrov wiha hereket bike. Berê ji minre digotin karê dêhnaye. Raste, aliyekîve wihaye. Tu jî dêhnê. Te ji dêhna xerabtir kirine. Tiştek maqûl ji tere nehiştine. Rêyeke maqûl li pêşya te nemaye ku tu wiha bi serde bimeşe. Ne dostekî te heye, ne hevalekî te heye ku, heta dawiyê tu baweriyê bike. Ku hebin jî tev bêçarene. Tabîî di virde tê bi şeklekî din kar bike. Ev isûla mine, bi şeklekî din. Nayê rêka maqûl. Tim isûlên nayên bîra kesî, nayên bîra dijmin. Ji bo vê tê jiyana xwe daxîne, xizmet bike. Tiştên nayên qebûl kirin, ji bo taktîkan tê qebûl bike. Ku ew bi halekî dike, tê bi halekî dinke. Tê nebêje nefsa min ranake, ez nikarim xwe biêşînim. Ji bo serkevtina te, dosa te çi tê xwestin, tê wiha bike. Tabîî wexta doza mîrov baş dibe, piştî ku dike jî netîce te baş dike. Tiştên bûne, lazime hûn bi salan li ser bisekinin. Ew tiştên me derxistine meydanê insaniyet, beşeriyet ji bo me nh çêdibe. Dijmin nahêle millet xwe bi yekke, lê dîsa jî me firsend çêkiriye. Me bi şer çêkiriye, niha îmkan neye mîrov bi fikire, bi yekbe, baweriyê bi hevre bike. Berê ev tişt tunebûn.
Mîrov naxwaze tarîxa PKK’ê wiha kûr û fireh veke, lê hûn li ser bisekinin. Li ser jiyana min jî bisekinin. Tiştên min kirine ne hindikin. Mîrov pir pê xurt bibe. Îmkanên we hebin, li ser bisekinin. Însanek bi durustiya xwe û bi hal û mecal a xwe ku xwe bi serde dikare çi bike û çi neke? Li jiyana min binêrin, dersan jê derxin. Ev tiştên min kirine tev ji bo heyfêye. Tabîî ez jî heyfê distînim, heyfa çi hiltînim hûn nizanin. Bi salan ez dibêjim, belkî hûn nikarin xwe bigihîninê. Çima? Çêbûn ferqiyeke meşin çêkiriye. Yanî hûn niha dibêjin tabî divê tu wiha bike ku tu serok be. Ez wiha li ser xwe nasekinim. Karekî însanên mêrane ev. Yek însanê bêje ez durustim, lazime wiha bike. Ez xwe pir wihas serok merok nahesibînim. Karkerim, karkerekî şoreşgerim. Wiha dihesibînim. Lê min xwe pir dûr xist ji jiyana gel, a hûn têde, bi zanebûn min wiha kir.
Millet ji berê bêhtir difikire, ez texmin dikim. Nizanim bê mejiyê we bi çi awahî dişixule. Halê we çiye, tabîî ez nizanim. Ji dozê nerevin, ev karê me tevane. Min got ku îmkanên min jî pir bihidûtin. Ji xizmete narevim, lê tiştê ji destê min bê ez dikim. Belkî millet wekîdin li me dinere, lê bi rastî tişt nîne ku ez bêjim.
Ev bîst salin ez di vê xetêde meşiyame, deqqe bi deqqe ez li ser bûm. Heta niha jî me zêde kir. Ev îmkan min ji xwe derxist. Texmîn dikim divirde kesi heta niha wiha nekir. Pir wextê min firsend didît, bêhtir dilezîyam. Ez însanekî wiha pir ne bi cesaret jî bum, lê ku ez qendir serê derziyê firsendê dibînim, li ser rastiyê jê fêdeyê dibînim îmkanan dikim însan, nasdikim, dibinim, ferq dikim, qencî û xerabiyê ji hev derdixim. Mumkune kêmasiyê min hebin lê ez li ser xetê şaş nebûm. Belkî di virde hinek tiştên şeklên şaş çêbûbûn jî lê ya esas ez li ser xetê meşiyam. Tabîî herkes nikare li ser tarîqetê bimeşe. Tarîqetê tewra mezin ji bo Kurda niha çêbû. Hûn xwe musluman dihesibînin, lê cîhada muslumantiyê eve. Ez li gelek cihî dibêjim, em li ser cewherê îslamiyetêne. Yek caran ez karê îslamiyetê û karê xwe didim ber hev, pir nêzîkê me. Tabîî ferq çiye? Şertên îslamiyetêne, bes li gorî şertên îslamiyetê jî mirov nikare vê jiyanê qebûl bike. Niha ez ayet û sûre û hedîsan pir nizanim, lê bingeh, cewher taqîp dikim. A muhîm jî ne şekile. Ne cumleyên ayetane, na. Ev ne muhîmin. Xwezî muslumanên rast hebûna, li ser şerefa însên, li ser adaleta însên, li ser keremeta însên. Bi nevê îslamiyetiyê jî me zerara mezin da xwe. Ên îslamiyetî li ser me dan meşandin kî bûn? Niha hinek çêbûne, dibêji hizbûllah, yanî partiya Xwedê. Çar sed însane welatparez, durust kuştin. Têkiliyên wan û Xwedê bi hevre tune. Munafiqin. Ewna xwe muslnman dihesibînin. Heta bi navê muslumantiyê ew dostên me dikujin. Di bingehîde Tirkin, polîsên Tirkane. Divirde tiştek îspat dibe, ev îslamiyeta Osmanlî meşandiye, ya Tirka li serê me meşandiye ne muslumantiye. Bi kirasê muslumantiye koka me kolan. Belê, niha di nava wede jî hinek li ser dîn disekinin, dîn û netewiyet, mesela dîn û qewmiyetiyê muqayese bikin. Mesele Îranî li ser Şîa qewmiyeta xwe xurt kirin, mesela Ereban li ser îslamiyetê qewmiyeta xwe xurt kirin. Tirka li ser îslamiyetê qewmiyeta xwe xurt kirin, xwe kirin millet. Ê Kurda bi îslamiyetê çi kirin? Îslamiyeta hakîm, îslamiyeta saltanata em ji ortê rakirin. Mîrov vê ferqiyê bibîne. Yanî îslamiyeta li ser me jî ne rast bû, têde tahrîfat kiribûn. Çawa niha dibêjin komunîstên sexte, sosyalîstên sexte, ev jî muslumanên sextene, meseleya me batil kirin. Çima? Dînê îslamê ji tevan re wekheviye dixwaze dibêje ferqiya Ereb û Acem tuneye. Ê çima em ji ortê rabûn? Çima me bi navê muslumantiyê ev hesap nexwest? Kemasiya meye. Yanî em ne li ser dînin, ku em li ser dîn bûnaya, meyê ev hesap bixwasta. Çima qewmiyetên wana tev li pêşin, a me ji ortê rabûye? Qey Xwedê wiha dibêje, Quran wiha dibêje, Hz. Pêximber wiha dibêje? Na. Li ser menfeata xwe, a snltanan, a melikan, a axeyan, a began, a şêxan, li ser menfeata wana em wiha bûne, ne li ser dînê îslamê. Piştre komunîstî hat. Komunistiyê alîkariya dewletan teva kir, lê em Kurd batil kirin. Ew jî komunistiya sexte bû. Li ser menfeata dewletan bû.
Qewmiyet ji Garb (Rojave) hat. Ji milletan tevanre qewmiyet pêşde çû, pêşde birin, Kurd batil kirin. Îngîlîz, Fransız qewmiyet bû, van dewletên vê helê li ser fikara qewmiyetê rabûn, hatin ser me, me nêrî ku ji Kurdayetiyêre tiştek tune.
Yanî tu li îslamiyetê jî binêre, tu li komunistiyê jî binêre, tû li qewmiyetê jî binêre, ji bo Kurda tev înkare. Dîsa sedem em bi xwe ne. Wexta me komunîstî qebûl kir, çima me li ser rastiya xwe negirt. Em ketin bin tesîra qewmiyetê din, em çima li ser qewmiyeta xwe nesekinîn. Wiqas sal muslumanin, çima me ji xwere îslamiyet ranekir? Ez texmîn dikim hûn tev elhamdûlîlah xwe musluman dihesibînin,
Ez dikarim meseleyê kûr û fireh jî vekim. Ku imkana min hebûya, min karîbû li hember vana xebat jî bikraya. Qetiyen islamiyet vî halê me qebûl nake. Hûn bi navê Xwedê her roj zikir dikin, lê pir kême. Jiyana we tev di kufrêdeye. Hûn di destê sextekarande mahf bûne. Di kufrêde bû ez derketim. Ne niha hûn xwe bi dîn digrin, ji bo ku tu nefsa xwe pak bike. Hemû îdeolojî, fikar ji bo vêye. Me bi durustayî bi yekê jî negirt. Ku te xwe ji fikarê berada,ji yê alem pê çêbûye, te xwe jê dûrxist, heşa tê bikeve, tê nêzîkî heywananbe. Çima niha kes me qebûl nake? Tiştê ji bo beşeriyetê hatiye, hazir bûye, me xwe je dûr xistiye, li ser vê me nikarîbû bimeşiya, mezinên me tunebûn. Ji bo milletên wihare çi dibêjin, dibêjin milletekî bi lanet. Kurd niha wiha bûne. Xwe ji rastiya mezin dûr xistine, jî bo vêye.
Tabîî dîsa mîrov nagirî, mûmkune mîrov xwe bi ser rêka rastxe. Ku îmkana we hebe careke din fikar û zikrea xwe çaebikin. Ne eybe. Ez bixwe her roj xwe nuh çêdikim. Ez xwe baş jî nabînim. Niha ez xwe wekê yekî di cengêde dihesibînim. Di her şerîde, di her melanetîde ez jiyana xwe didomînim. Ez rehet bûme, ez bi ser ketime, ez bûme serokek... na, qasî wana dîsa ez xwe rehet nahesibînim, bi nefs nahesibînim. Tabîî ku ez xwe wiha bihasibînim, ez nikarim bi meseleyên millet ve baş bigrim.
Li ser hevalên partiyê ez pir sekinîm, tabîî ez nikarim li ser we yek bi yek bisekinim, tiştên di nava gelde çiye, halê gel çiye, ên xerab çine, hal, kufir çiye, reşahî çiye, ez nikarim pir xurt li ser bisekinim. Li ser hevalan pir disekinim. Ez dixwazim hinekî wana pak bikim, paşyae bi rêberê wekim, di peaşya wekim. Lê tiştê ez dibînim, pê ecêb dimînim. Însanae me pir ketiye, nikare rabe serxwe. Xwe pir bê çare kiriye, pir pê hatiye lîskandin. Ji pîrekan baehtir pê hatiye lîskandin. Yek caran ez pir dibehicim, dibêjim vana çine? Dimrin, ez dîsa pê ne razîme, ez dibêjim wiha mirin nabe. Ez wekê dêhna bûme, çima? Van însanên me çima wiha xwe gêr kirine. Pê aciz dibim. Millet wiqas bi minve girêdayiye, îmkanên min mezinin, lê niha ez ji berê behtir acizim. Hin berê digot ku ez şer wiha xurt bikim, partiyê wîha xurt bikim, hinek cihên rehet bigrim belkî mîrov hebekî li rehetiya xwe binêre, lê paşyê ez wiha dinêrim ku ne mumkune. Roja tewra bele, roja tevra rehete. Sibe ji îroj bi zahmettire. Ez vê baş dizanim.
Tabîî yekî ku ne durustbe, li ser îmkanan bileyize, bêje “ez bûm serok, mezin bûm, ji vê şunve ji bo şexsê xwe bikim”, wiha nabe. Hûn tev qebûl dikin, ez bi xwe qebûl nakim. Wekî din jî her roj li ser min însan xurt dibin, ji bo xwe nikarim qebûl bikim. Ez însanekî wiha ecêbim. Tiştekî ku pê ne razîbim, dunyê jî bimindin ez berde qebûl bikim, pê dêhn dibim. Jiyaneke ecêbe. Jiyana ku hûn têdane ku ez rojekê têdebim ezê biteqime, xwe mahf bikim. Li hevalên xwe dinerim, mirin tê, buhustekê nêzîkê dibe hay ji xwe nîne. Ne dilê mîrov qebûl dike, ne mejiyê mîrov. Yaw mirin hatiye ber çavên te, lêdixe, dikuje, diçe, tew nizane. Ji hezar kîlometreyi dûrve ez şaşitiyên dikin dibinim, ew nabînin. Tê ji bo vî însanî çi bibêje? Bi qiymeta jiyana xwe jî nizanin. Li xwe jî binêrin, hûn tev bê çarene. Ji destên we çi têder? Ka mezinê we, ka xwedîquwetê we? Hûn li ser qedera xwe dikarin çi çi bêjin. Ne eybe, ez yek caran di axavtinen xwede dibêjim, em gelekî wekê pîreka bûne. Rewşa min ev tişt ranekir. Ji bo vê min wiqas xwe da ser xwe. Ez ne însane kî wiha pir bi îmkan û pir egîdbûm. Na. Tiştê ku hemuya qebûl dikir, min nekir. Durustiya min a tewra mezin, tiştên ji bo beşeriyetê, min got bila ji bo mebin jî. Min got derveyî vê jiyan ji mere herame. We kesî wiha nekir. We tenezul nekir. Çima? Û ez ji we qut bûm. Duhpêr telewizyona Tirka got, wê ev we îdam bike. Hinek talîmatên me bi destê wana ketine, wiha dibêjin.
Heval bi qahremanî li ber xwe didin, dîsa ji nayine qebûlkirin. Ev kar ji mîrov însanên mezin dixwaze. Mezin bifikir, mezin tedbîran bigir, tişta mezin çêbike. Ew jî wekê wene. Tu dide ser, pat dikeve. Tu wiha dike, ew wiha dikeve. Dibêje, “erê Serokê min, erê Serokê min”, dîsa dikeve, hezar caran sozê didin, nikarin bi soza xwere bimeşin. Feqîrin, yanî durustin jî, lei quwet têde tuneye. Ne peyayên talîmatane, emiran bimeşînin. Nikarin û dimirin, zû şehîd dibin. Zû şehîdbûn, nexweşiyeke.
Ez roj û şev li ser vême, dîsa dibêjim emê van însanan bi çi awahî xurk bikin. Sebir û tehamula min eve ez dibêjim em hinekî vana çêbikin. Peyatiyê çi dihesibînin? Peyatî ne meseleke basîte. Dîsa însanê tewra çare ez, lê dîsa jî ez nikarim xwe wekê we peya bihesibînim. Meseleya mezin, hakaretên mezin li ser min bin û ez xwe wiha wekê we mezin bibînim. Ne mumkune. Ez nabêjim bigirin,xwe biavêjin erdê, lê mîrov derde xwe bizanibe. Hûn bêjin derdê me tunê, meseleyên me nînin, ez nikarim pênc pere qiymetê bidim we. Çima? Hûn Melle Abdullah dizanin, we dît, di sala ‘88’an di vê mehêde şehîd ket, em bîranîna wî rakin. Ew muslûmanekî durustbû, muslumanê heqîqî ew bû. Di bin emrê medebû, wekê leşkerekîbû. Li ser talîmatên min dimeşiya. Ma we leşkerê 99 salî dîtiye? Wiha bû, çima? Muslumanekî rastbû ji bo wêye. Li xwe binêrin, Kurdekî durust, muslumanekî durust, bi talîmatanrebû, tiştê min digot, kelîme bu kelîme li ser dimeşiya. Wiqas alimekî mezin bû jî. Tabîî vana mezinên mîrovin, mîrov bîranîna wana baş rake. Bîranîna wana jî giredayîye bi rêka wana, armanca li ser meşiyane,jiyana têdebûn. Pirsen wî hene, mîrov ji bîr neke. Belkî kesî xwe tunebû, belkî quweta xwe tunebû, lei jiyana wî rastbû, jiyaneke bi şerefbû. Ne li ser menfeata şexsîbû.
Ji bo vê mîrov bîranîna şehîdan baş rake. Însanên wiha mezinin.
Ez ji bo vê dibêjim, ez jê razîbûm, min jê hez dikir. Carekê êvarî ranezabû, got,”Wigas millet hatiye qampê, mûmkune dijmin lêxe, ji bo vê em êvarî civîna xwe bikin.” Me di sermayêde êvarî kir. Û wexta di welêtde jî tim em dipirsiyan, “Gelo jiyana Serokiyê bi çi awahiye, tehlike li ser çiqwas heye?” Tabîî însanekî bi mesuliyet wiha difikire.
A muhîm mîrov ji mezinê xwe jî tişta hîn bibe. Eger li ser jiyana vî insanî jî hûn xwe çêkin, dîsa mirov dikare xwe bi îslamiyetê gihîne, bi şerefê, bi serxwebûn û azadiyê gihîne. Tev wekê hevin. Tev dibin yek. Di nava xwede binêrin, mîrovên wiha pir kêmin. Dîsa ez nabêjim çima hûn wihane, ez naxwazim we biêşînim jî, lê mîrov xwe jî bizanibe. Îmkana we hebe hinek duayen rast bikin, ji vê şûnde bila pirsin rast ji devê we derkevin. Çima li ser şaşitiyê jiyana xwe mahf bikin? Na.
Yanî ez pir bi ser hevalande diçim, pir bi ser wede nayêm. Hevalên me leşkerî, siyasî her roj di kufrêdene. Nikarin li ser talîmatê hereket bikin. Kurdê vala Kurdayetiyê şekliye. Dil dixwaze lê nikare. Haziriyên xwe tunene. Ne ruhê xwe hazire, ne mejiyê xwe hazire. Fikara wî, jiyana wî, wekî din çêbûye. Jiyana leşkerî, jiyana siyasi jî ê ne Barzanî û Talabanî’ye, yê vana jî wekîdin çêbûye. Bila wekê min çêbikrana, dunya alem bihata pê nikarîbûn. Min ji hevalan jî xwest, min got, çendekî xurt kû tiştên ez dibêjim bikaribin bikin. Yanî tiştên maqul, ne yên bê îmkan jî, îmkanên min dayê bi serde bimeşin. Dimirin, nikarin bikin. Mirinê qebûl dikin, kirinê nikarin.
Û hûn jî, niha dikarin çi sozê bidin? Hûn nikarin tu sozên xûrt bidin, quweta we tuneye kû hûn sozê bidin. Ez li ber we tevan dikevim, barê min ji we tevda girantire, barê dunyê li ser mine, dîsa ez li ber xwe nakevim, li ber we dikevim. Çima? Hûn bêçarene, ji min bêhtir. Min hebekî şerefa xwe girtiye. Ez dikarim ku ez herim ku li ser şerefa însênim, xeta vî mîlletî min parast. Ez herim ku, dibêjin Apo kiye? Kurdekî wihaye, wihaye. Kî destê xwe biavêje min, xizmeta Kurdayetiyê dike. Yekî were dora min, ne mûmkune xizmeta Kurdayetiyê neke. Vaya başe, quweta min heye. Ez herim ku wihaye, jiyana min herdem wihaye, herdem roj bi roj jî mezin dibe. Tabîî ev karê mine, ez nefsa xwe terbiye dikim, deynê xwe didim.
Ez nabêjim, hûn jî wekê min bikin, lê hûn jî hedî bi hêdî hinek sozan bidin. Carekê nedin,imrê we belkî wekê yê mine, bi piranî jî ji min ne mezintirin, hêdî bi hedî sozan bidin, deh salên din şûnde bînin cih. Ew pirseke Kurda heye, dibêje heyfa xwe hilîne, ji çel salî şûnde. Hûn jî hinek sozan bidin, çel salî şûnde bînin cih. Dîsa jî giredana millet başe, ez şikayet nakim. Herdem tiştên rast dibêjim. Mesele ne ku ez bi serketim, millet nayê bîra min, na. Mesele ne eve. Em hebin jî, tunebin jî, meseleya esasi, meseleya ebedî, meseleya milletekî tevahiye. Hesabê ez didim û hesabê dixwazim, çima hûn di vî halîdene? Ne yên niha tenê, yên ketine tirbêjî. Ji hezar salîve heta niha û ji vê şunde heta hezar salî, çima wiha dibin? Rev ne çareye. Korbûn ne çareye. Peyatî ne çareye. Şeref, egîdî ji mîrov tê xwestin. Mirin jî ne çareye, jiyan tê xwestin. Bêjin, ev tiştên ez dibêjim, hûn li kune, çiqwasî têdene, pêrene?
Wiqas milyon însan çima nikare bi yekbe? Çima ji xelkêre wiqas karkere, amîle (ajane), leşkere, çima ji xwere xençer, ji xwere istirî, ji xwe re kfure? Çi te wiha mecbûr dike? Quweta min tuneye, weya ez nikarim pir di nava gelde bigerim. Ku ez bigeriyama, îmkan tuneye ez wiha tehammûl bikim, qebûl bikim. Mîrov bi yekbe, bi hevrebe. Me talimat dane hevalan, nikarîbûn bimeşandana. Kû wekê min bimeşandana, millet tev niha bi yek bû û bi serde bû jî.
Ez bi sebir heta vir hatim, min tehamulkir. Yekî li şûnê min bûya -min got ku-wê rojê hezar caran biteqiya. Kesî derdê Kurda qebûl bike tuneye. Jiyana di nava Kurdade dimeşe, mîrov dêhn dike. Ku tu înkar bike, ji xwe mîrov wê wekê we buya. Ku tu qebûl bike ka sebra te, ka mejiyê te yê fireh? Bi siyaseta serxwebûn û azadiyê tê xwe jê dûr nexe, an tê di deqqêde, -hevalên me wiha kirin- pir hevalên me ideolojiya PKK’ê digrin, roja dudûyan dikevin şehadetê. Ji mere sebir tê xwestin. Nikarin sebrê bikin. Ev bîst salin em sebir dikin, me bi zorê we wiha kirine vir. Niha em heta sibehê we li vir bigrin, hûnê biteqin. Ev bîst salin ez bi nefes nefes wiha me, hûn nikarin çend seatan tahamul bikin. Tabîî mîrov hesabê vê dide. We xwe çênekiriye, artêşa Kurda tuneye. Xwe ji nîzamê derxistine, her yekî li qunçika xwe, li mala xwe heta qirikê xwe fetisandiye. Ji bo vê hûn bê çarene.
Tabîî ez nabêjim min pir mezin lûst, lê min xwe di cihde, li ser nîzameke rast çêkir. Min sebir jî kir. Di dunyêde însanê bê sebir ezbûm, lê min sebir kir, ji bo milletekî, heta vir hatim û pir tişt hene ku mîrov dersên mezin jê bigre.
Di dawiya ve sala ‘92’an yekî ku bi aqilbe ji me dersan bigre, dikare li hember dunye bisekine. Dikere li pêşiya insaniyetê tevan keve. Ev îmkan me danîne pêşiye we tevda. Girêdahiye bi hûn li ser bisekinin. Ji bo milletê Kurd ji vê bêhtir xizmeta mezin nabe. Ji bo însaniyetê jî.
Dîsa jî heta ji min were ezê bi serde bimeşim, ji vê şûnde mezintir kar bikim. Şerê mezin jivê şûnde bimeşînim. Bêhtir însanên xurt jivê şûnde çêbikim. Mezin bileyizim. Heta niha hazirî bû, jivê şûnde bêhtir kirine. Bêhtir be tirs, bêhtir bi nîzamet. Yekî wiqas sebir bike, ne ji bo tiştên biçûke, yekî wiqas xwîne birijîne, ne ji bo tiştên biçûke. Lê ez dîsa jî dibêjim ev karê mine. Dîsa herkes li ser karê xwebe.
Hûnê jî baş bimeşin. Ez bawer dikim gel hemû di van salên pêşya mede ji hemû salan bêhtir wê şerê xwe bike, wê bi ser kevejî. Lê dîsa herdem dijmin li ber çavên mîrovbe û halê mirov jî li ber çavên mîrov be û siyaseta rast jî li ber çavên mîrovbe. M
- Ayrıntılar