HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî gerîla bi vî rengî ne:

Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;

– 25'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

 

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;

– 26 û 27'ê Adarê li Herêma Garê qadên Girê Sîser, Dêreşê, Girgaşê û Girê Kun 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

 

Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;

– 26 û 27'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan, Goşînê, Sinînê, Kendekola 62 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Mijê, Girgaşê, Girê Kun, Girê Zengil, Şehîd Amed, Kanî Sarkê, Girê Reşîd 81 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, Şêlazê 33 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê 342 caran; bi giştî 518 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

 

28’ê Adara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê