HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî gerîla bi vî rengî ne:

 

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

— 16'ê Adarê li Herêma Xakurkê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê dest bi operasyonê kir.

 

Êrîşên bi balafirên şer;

— 16 û 17'ê Adarê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Sinînê, Kendekola, Lolanê 7 caran, li Herêma Garê qada Girê Zengilê 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 3 caran; bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

 

Êrîşên bi çeken giran, top û obusan;

— 15 û 16'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan û Sinînê 230 caran, li Herêma Garê qadên Girê Reşîd, Kanî Sarkê, Zêvkê, Girê Zengil 29 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 83 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 161 caran; bi giştî 503 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

 

17’ê Adara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê