Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û destwerdanên hêzên me yên gerîla yên ji bo rawestandina êrîşan di çarçoveya parastina rewa de têne kirin, bi vî rengî ne:
Êrîşên bi balafirên şer;
— 13 û 14’ê Adarê Qadên Berxwedanê yên Goşînê, Berê Zînê, Lolan, Kendekola yên herêma Xakurkê 4 caran, qada Yekmalê ya herêma Garê carekê, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya herêma Metîna jî carekê; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Êrîşên bi çeken giran, top û obusan;
— 13 û 14’ê Adarê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan ên herêma Xakurkê 37 caran, qadên Girê Reşîd, Kanî Sarkê, Zêvkê, Girê Zengil, Zêvkê yên herêma Garê 44 caran, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metîna, Bêşîlî yên herêma Metîna 130 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 166 caran; bi giştî 377 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
Destwerdana hêzên me yên li beramberî êrîşan;
— 13’ê Adarê di saet 14.40’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li kameraya sensorê hate xistin û hate îmhakirin ku dagirkeran ev kamera bi armanca çavdêriyê bi kar dianî.
— 14’ê Adarê di saet 09.40’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dema ku dagirkeran bi rengekî bênavber çeperên me bi çekên giran û topan bombebaran kir, bersiva wan hate dayîn. Bi drona kamîkaze li koneke dagirkeran hate xistin.
— 14’ê Adarê di saet 12.45’an de li Qada Berxwedanê Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dagirkeran bi rengekî bê navber bi çekên giran û topan çeperên me bombebaran kirin. Hêzên me yên YJA Starê bi çekên nîv otomatîk mudaxileyî dagirkeran kirin.
15’ê Adara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê