HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî gerîla û destwerdana hêzên me bi vî rengî ne:

Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;

– 22 û 23'ê Adarê li Herêma Garê qadên Girê Kun, Mêranê, Girgaşê, Kanî Sarkê, Girê Zengil 6 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 22 û 23'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya ya Girê Baharê 9 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

 

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;

– 22 û 23'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Berê Zînê, Lolan, Kendekola, Sinînê 64 caran, li Herêma Garê qadên Girê Reşîd, Girê Zengil, Zêvkê, Yekmalê, Mijê, Dêreşê, Girgaşê, Girê Kun, Mêranê 180 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metînayê 447 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 333 caran; bi giştî 1024 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

 

Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;

– 22'ê Adarê saet di 15:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê projektoreke li pêşberî tunelên me yên şer hatibû bicihkirin, bi çekên ferdî hate îmhakirin.

 

24’ê Adara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê