Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û destwerdanên hêzên me yên gerîla yên ji bo rawestandina êrîşan di çarçoveya parastina rewa de têne kirin, bi vî rengî ne:
Êrîşên bi balafirên şer;
— 11'ê Adarê li herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Şehîd Şerîf 2 caran, li Herêma Garê qadên Girê Zengil û Dêreşê 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 12'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Goşînê, Şehîd Şerîf 2 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Girê Kun, Xêrê, Xaleta 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran; bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 12'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Baharê 9 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Êrîşên bi çeken giran, top û obusan;
— 11'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Berê Zînê 6 caran, li Herêma Garê qadên Girê Zengil, Kanî Sarkê, Zêvkê, Mijê, Spîndarê, Dêreşê, Girgaşê, Ergenê 62 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metînayê 36 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 256 caran; bi giştî 360 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
— 12'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Berê Zînê, Lolan 28 caran, li Herêma Garê qadên Girê Zengil, Girê Kun 7 caran, li Herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Zêvkê, Girê Zengil, Mijê, Spîndarê, Dêreşê, Girgaşê 68 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metînayê 165 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 64 caran; bi giştî 332 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me yên li beramberî êrîşan;
— 12'ê Adarê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran a ji bo çavdêriyê danîbûn, hate îmhakirin.
13’ê Adara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê