Piştî ku KCK’ê hetanî 1’ê Hezîranê biryara bêçalakbûnê girt û ji hêla me ve jî ev derbasî pratîkê bû, hinek derdor ji vê tengezar dibin û hewl didin provakasyonan li dar bixin. Li gorî daxuyaniya me ya HPG-BÎM’ê ya 11’ê gulana 2009’an dide nîşandan ku, hinek derdor ji bona ku vê pêvajoyê vala derbixînin, hewl didin hinek bûyeran bikin û bixin stûyê hêzên me yên HPG’ê.
Encax ji ber ku ev hewldanên wan deşîfre bûn, negihîştine armancên xwe. Bi vê bûyerê re ne ji nêzîk ve ne ji dûr ve tu têkiliya me bi vê bûyerê re nîn e. Em wekî HPG bang dikin ku divê li hember van provakasyonan hişyarî hebe û her kes bi pejinkarî tevbigere.
Em ê ji niha û şûn ve jî bi hesasiyetiyeke mezin nêzîkî biryara KCK’ê ya ku pêvajoya bêçalakbûnê dabû destpêkirin bibin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
11 Gulan 2009
- Ayrıntılar
1 – Di 5’ê gulana 2009’an de tê angaştkirin ku li Şîrvana ku navçeya Sêrtê ye hêzên gerîlayên me yekîneyeke Tevgerên Taybet ên Leşkeran gulebaran kiriye û di encamê de leşkerek miriye. Bi vê bûyerê re tu têkiliya hêzên gerîlayên me nîn e.
2 – Di 10’ê gulana 2009’an de li gundê Heranê ku girêdayê Rûbarokê ye, ji hêla leşkerên artêşa dagirker a tirk ve di encama gulebarankirinê de keçikek birîndar bûye.
3 – Di 9’ê gulana 2009’an de li hember cahşên ku ewlekariya qereqola Kelatê digirin, tîmên taybet ên artêşa dagirker a tirk bi armanca êrîşê xweberdane girê ku cahş lêne. Piştî ku cahş tîmên taybet ferq dikin, ji bona ku pevçûnek neyê jiyandin dev ji gir berdane.
11 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Di 8’ê gulana 2009’an de li Çiyayê Gabarê saet di navbera 05:00-07:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve operasyon li dar ketiye û di vê operasyonê de ji hêla balafirên şer ên dijmin ve qad hatiye bombebarînkirin.
8 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Di 6’ê avrêla 2009’an de ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve li hember qada Zapê ku li Qadên Parastina Medyayê ye bi roj saet di navbera 12:30-13:00’an de êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
7 Avrêl 2009
- Ayrıntılar
Li gundê Çilkanî çil kanî ziwa bûn, pê re jî dilê çil milyon kurdî şewitî.
Cahşîtiya li Kurdistanê birîneke kûr a dîroka kambax e û dev ji me bernade.
Ev bi dehan salana ye ku deleta dagirker a tirk li Kurdistanê bi saya vê sazûmana cahşîtiyê xwe li piyan dihêle. Şerê xwe yê qirêj û parastina xwe bi cahşan dike.
Niha jî piştî komkujiya hovane ya li gundê Çilkaniya Şemrexê, ev sazûmana cahşîtiyê, careke din dilê me kurdan dişewitîne. Dijminên gelê kurd vê sazûmanê ne tenê li bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê belav kiriye. Li hember vê bi milyonan kurdê birûmet nokertiya dijmin qebûl nekirin û dijmin çar hezar gund şewitand, bi hezaran qetl kir û bi milyonan gelê me koçî metrepolan bûn. Dijmin bi vê jî nema, li bajar û metrepolan jî bi pişavtin û bi birçîbûnê terbiyekirinê, bênavber êrîş bir ser gelê me.
Cahşîtî, di vê bahara rengîn de li Kurdistanê çil û çar kanî ziwa kir li Çilkaniyê.
Di serî de yên vê sazûmanê bi cî kirine, eşîrên xwefirotî ne û li Kurdistanê kîjan hêz desthilat be xwe didin aliyên wan. Ev taybetiyeke qereqterê van derdora ne. Serekeşîr li ser navê hemû endamên eşîra xwe bi desthilatan re bazariya xwefirotinê dikin.
Bi derketina PKK’ê re, me destpêkê li deverên mîna Cirnê Reş û Siwerekê eşîrtiya noker, eşîrtiya xwefirot hedef girt û ev li hemû deverên bakurê Kurdistanê belav bû. Her çiqas bi têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiyê re sazûmana eşîrtiyê bi piranî hate belavkirin jî, lê gelek eşîr xwe bi tevahî dijmin re kirin yek û bûn seyên ber derê dijmin. Wekî mîna mala bûcakan, Tahîr Adiyamanan, Kamîl Atakan, pêşengiya vê nokertî û cahşîtiyê dikin. Ev sazûman ji van derdoran re bûye deriyê nan û nanê xwe ji xwîna gelê xwe derdixin.
Ji bilî van derdoran bi piranî kurd ji neçarî cahşîtiyê qebûl kirine û gelek ji wan jî heta ji dest wan tê jî, li hember gel rêzdar in û bi gerîlayan re nakevin şeran.
Li hember vê seridîna kurdên kevn, kurdên kole, kurdên ku hêviya wan ji jiyaneke azad nemane, her ku cahşîtî dikin, pê re jî dikevin psîkolojiya mîna ku xwediyê vê dewletê ew in, adalet ew in, hêz ew in, bêyî ku rojek wê ji wan hesap bê pirsîn, hov dibin û har dibin.
Di tevahiya têkoşîna me de, cahşîtî û nokertiya li Kurdistanê bûye sedema bi hezaran hevalên me û pê re gelê me di warê madî û manewî de gelek zirar bibînin.
Bifikirin, bi dehan hezaran kes hene û vanan tev bi çek in. Her diçe ji civakê dûr dimînin. Di nav dinyaya xwe ya tirs, mirin, kuştin û bêpêşeroj de, ji civakîbûnê dûr dikevin û her diçin ber bi prîmatbûnê yanî ber bi heywanbûnê ve diçin. Lewra her ku ji civakê dûr dikevin, pê re jî ji ehlaq û felsefeyê jî dûr dikevin û tenê jiyana wan gundê wan û ew efendiyên wan ên dagirker in. Ev jî dike ku mîna heywanan êrîş bibin derdora xwe. Piştî demekê exlaq û rehm tune dibe di nav wan de.
Vaye bûyera li gundê Çilkanî jî ji hêla komek heywanên wisa ve pêk hatiye. Ji ber ku her tişt ji wan re rewa ye, wisa difikirin ku wê dinya her wisa bizivire. Ma bi dehan kesan mervên xwe jî bikujin jî wê çi bibe?
Dijmin dibêje nakokiyên te hebin, mirovên te bin jî, kerem bike bikuje. Ez têkildar nabim. Ez ê te biparêzim, bi şertê ku kes nefilite. Dijmin li gorî xwe hesap dike ku, wê kurd kurdan bikuje, ji ber ku ji bona wan “kurdê baş yê kuştî ye” û wê di ser de jî bigotana PKK kiriye, vaye vanan bangên diyalog û aştiyê dikin û lê sivîlan dikujin.
Niha jî ji bona vê bêbextî, vê ketîbûnê, vê alçaxbûna xwe bincil bikin, bi toreyan bi dozên xwînê ve girê didin. Hemû çapemeniya mehmedok, çarşef bi çarşef meseleyê bi toreyan ve girê didin.
Lê bila ev baş bê zanîn, ne kurd hov in û ne jî meseleyên tor û dozên xwînê tenê di nav kurdan de heye. Bûyerên wisa li Tirkiyê deh qat zêdetir tên jiyandin, lê digel vê bi van propagandayan dixwazin kurdan hov nîşan bidin. Di nav kurdan de tore hebe jî, lê di çanda kurdan de tu carî kuştina jinan nîn e, kuştina zarokan nîn e, hele hele li ser nimêjê kuştina mirovan qet nîn e. Encax û encax alçaxiyek wisa, ji hêla ew dijminê qehpe ve û seyên wan ve bê kirin.
Êdî dem hatiye ku ev sazûman hilweşe. Cahşîtî deqeke reş e. Ev deq wê ji bav û kalan derbasî zarokan bibe û wê tu carî ji eniya wan neçe. Çiqas zûtir ji vê riya bêrûmet veger çêbe, wê gelê kurd wan efû bike.
Ku ev nebe jî, wê gelê kurd tu carî van derdorên ku cahşîtiyê dikin, efû neke. Ne em efû dikin û ne jî dîrok.
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Di 30’yê avrêla 2009’an de ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Mawata û Basya êrîşeke hewayî hatibû li dar xistin. Di vê êrîşê de du gerîlayên me yên ku birîndar bûbûn, digel hemû hewldanên me gihîştine şehadetê.
Der barê hevalên me yên şehîd de;
SERDAR MAZLUM HUSEYÎN BÎLÎR 1984 / ÊLIH EDÎBE KEMAL 1999 MAWA | |
BAGER BAGOK UGUR KARABOGA 1984 / WAN ZULFÎNAZ CEMŞÎT 2002 BAŞÛR |
- Ayrıntılar
1 – Di 2’yê gulana 2009’an de piştî danê nîvroj ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Girê Helîz ku bi ser herêma Bestayê ve girêdayî operasyonek hatiye destpêkirin û heman rojê bi paş ve vekişiyaye.
2 – Di 1’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Kursê Keça ku girêdayî Çiyayê Cudî ye operasyonek hatiye destpêkirin û operasyona navborî hê jî didome. Der barê operasyonê de em ê piştre rayagiştî agahdar bikin.
- Ayrıntılar