Di 15’ê gulana 2009’an de li qada Çiravê ku girêdayî herêma Gabarê ye di operasyona ku artêşa tirk li dar xistibû de şer qewimî bû û di vî şerî de me şehadeta 6 gerîlayên xwe îlan kiribû. Ji gerîlayên me yên ku me şehîd îlan kiribû, gerîlayên me yên bi navê Kemal (Hamîd ERSAN) û Azad (Sadik DULEKAN) piştî 9 rojan bi awayekî saxlem gihîştine yekîneyên xwe.
25 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Li bejahiya Licê ya Amedê di encama operasyona dijmin de Endama Konseya Leşkerî ya YJA-STAR’ê û Birêvebera Eyaleta Amedê Bêrîtan Hêvî û Fermandarê Herêma Amedê Elî Gever di serî de 4 hevalên me şehîd ketine. Wê şehadeta van çar hevalên me bêbersiv nemînin. Digel ku tevgera me biryara bêçalakbûnê girtiye û hewl daye pêvajoyeke siyasî bide destpêkirinê, em wekî HPG û YJA-STAR me ev biryar pêk anî. Lê li hember vê artêşa TC’ê bi alçaxî û bêbextî êrîşan li dar dixe. Li hember vê em ji gelê xwe re didin diyarkirin ku wê ev êrîş bêbersiv nemînin.
Em di serî de ji gelê kurd û malbata şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin û em bi banga “Şehîd Namirin” li gelê xwe bang dikin ku di asta herî jor de li şehîdên xwe xwedî derbikevin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
24 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Di 21’ê gulana 2009’an de artêşa dagirker a tirk li hember qada ku di navbera qereqolên Bilbilikî û Korxê de dimîne û girêdayî Licê ye, li hember hêzên me yên ku di rewşa bêçalakbûnê de ne operasyonek li dar xistiye.
Di roja yekemîn a operasyonê de bi şev saet di navbera 20:30’an de di navber dijmin û hêzên gerîlayên me de bi qasî saetek şer qewimiye.
Di 22’yê gulanê de jî operasyon qadên Korxe, Hedîk, Manîsor û Karincakê girtiye ber xwe û piştî nîvroj saet di 13:00’an de ji nû ve şer derketiye. Şerê ku hetanî êvarî bi şid berdewam kiriye de Endama Konseya Leşkerî ya YJA-STAR’ê û Birêvebera Eyaleta Amedê Bêrîtan Hêvî(Leyla ŞANLI) û Fermandarê Herêma Amedê Elî Gever (Elî Îhsan ÎKE) di nav de gerîlayên me Sema Sêrt (Zubeyde ÇELÎKKAYA) û Rûstem Rojhilat (Settar ALÎZADE) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Operasyona navborî hê jî didome.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
- Ayrıntılar
Em wekî hêzên HPG’ê digel ku me hemû mercên biryara bêçalakbûnê pêk anî jî, artêşa dagirker a tirk vê yekê wekî firsend dît û êrîşên xwe zêde kir.
Di serî de dewleta TC’ê û artêşa wê, divê hemû derdor bizanibin ku, ev êrîşên dijminane ku li dar dikevin, wê teqez bêbersiv nemînin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
23 Gulan 2009
- Ayrıntılar
1 – Di 17’ê gulana 2009’an de li hember qada Garisa ku girêdayî Bestayê ye artêşa dagirker a tirk êrîşeke hewayî lidarxistiye. Di vê êrîşa hewayî de 4 gerîlayên me gihîştine şehadetê. Piştî êrîşa hewayî qad bi firokeyên kobra û bi topên obûsan jî bi saetan hatiye lêdan.
2 – Di 22’yê gulana 2009’an de artêşa dagirker a tirk bi roj saet di navbera 12:00-14:00’an de li hember qada Çiyayê Reş ku bi ser herêma Zapê ve girêdayî ye êrîşeke bi topên obûsan li dar xistiye.
3 – Di 22’yê gulana 2009’an de artêşa dagirker a tirk tevlî cahşên girêdayî êla Xoşîkayê operasyonek lidarxistiye. Operasyon heman rojê ber bi êvarî bi paş ve vekişiyaye.
Agahiyên der barê hevalên me yên ku li qada Bestayê şehîd ketine;
- Ayrıntılar
Hêzên HPG’ê ku digel her biryara tevgera me di her şert û mercî de pêk anîne, di encama gelek operasyonên biçûk û mezin de bi baldarî û bi pejinkarî tevgeriyane û hewl dane nekevin pevçûnan. Li hember van êrîşan dîsa jî hêzên me neçar dimînin ku bikevin pevçûnan.
Li hember van hewldanên keysperest û bêbext ên dijmin, wekî HPG mafê me yê xweparastinê heye û em ê vî mafê xwe bikar bînin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
20 Gulan 2009
- Ayrıntılar
1 – Di 15’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Çiravê ku girêdayî Çiyayê Gabarê ye operasyonek hatibû destpêkirin. Operasyon di pêşengiya cahşan de danê sibehî saet di 6:30’an de li hember gerîlayên me yên ku di asûna bêçalakbûnê de li dar ketiye û veguheziye pevçûnê. Di operasyona ku bi firokeyên skorkyan daketin çêbûye, dijmin hewl daye gerîlayên me yên HPG’ê dorpêç bike û pevçûnên bi şid hetanî danê êvarî berdewam kirine.
Di van pevçûnên ku gerîlayên me ji neçarî ketinê de 6 gerîlayên me yên bi navê Azad Kurd (Sadiq Dulekan), Kemal Makû (Hemîd Ersan), Ronî (Ehmed Şerîf Karakaya), Sarya Efrîn (Sîham Handan), Hebûn Garzan (Wesîle Altûrk) û Cîger Hekarî gihîştine şehadetê û 7 leşker û cahşên ku diyar bûne jî hatine kuştin. Di van pevçûnan de ji 30’yî zêdetir leşker û cahş jî birîndar bûne. Operasyon di 16’ê gulanê de li erazîhiştina hinek yekîneyên dijmin bi paş ve vekişiyaye.
2 – Di 10’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember geliyê Perî ku li herêma Şehîd Hesen a ku li navçeya Yedîsû ya Çewlikê ye operasyoneke berfireh destpêkiriye. Di operasyonê de firokeyên kobra tevahiya erazî bombebarîn kirine û di 11’ê gulanê de li Geliyê Perî di navbera leşkerên dijmin û hêzên gerîlayên me yên HPG’ê de ku di rewşa bêçalakbûnê de ne, bi qasî saetek pevçûnek hatiye jiyandin. Di pevçûnên ku gerîlayên me tu windahî nedane de, der barê mirî û birîndarên dijmin de agahiyeke zelal bi dest neketiye.
Operasyona navborî di rojên din de ber bi qadên Şehîd Xebat û Şehîd Reşîd ve vekişiyaye û di 17’ê gulanê de bi paş ve vekişiyaye.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
- Ayrıntılar