Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Tebaxê li derdora saet 08.00’ande di xeta trên ê ya Sêwas-Erzinganê li navçeya Erzingan Kemah ê nêzikî herêma Cebesoy ji hêla Tîma Tolhildanê ya Şehît Medenî çalakiyekê sabotajê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 8 vagonê trêna k udi 24 vagona de maşînê reo û di 7 vagona de cepxanê tê de bû ji rê derketiye û qulipiye. Çalakiya ku 4 maşînê Reo zirar dîtiye ji bo sivîl zirarê nebînin bi zanebûn vagonên maşîn û alavên leşkerî tê de hedef hatiye girtin. Xeta trênê ya Sêwas-Erzingan bi piranî xisar dîtiye û hîn jî ji çûn û hatinê re girtiye. Piştî çalakiyê li derdora saet 10.30’ande ji hêla artêşa TC li dijî herêma çalakiyê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
Fermandari ya Biryargeha Navendî ya HPG berî neha ji bo sivîl maşînê bir armanca leşkerî tê bikaranîn neyê bikarneynin daxuyaniyek dabû. Tevî vê artêşa TC bi zanebûn di xebatên vî rengî de sivîlan bikartîne. Em gelê xwe ji bo li maşînên bi armanca leşkerî tê bikaranîn siwar nebin careke din hişyar dikin.
2. Di 28’ê Tîrmehê li Êlih li nêzî gundê Heştvan ku girêdayî Kercewsê ye di navbera gerîla yê me yê ku diçûn ser karekî û leşkerê dijmin de pevçûna qewimî de şehît ketina hevalê me yê bi navê Xebat Baz ji raya giştî re hatibû eşkere kirin. Di çapemenî ya TC de agahiya şahadeta hevalê me yê bi navê Mehmet Gok hatibû dayîn. Lê hevalê me Mehmet Gok jiyan dike û di yekîne ya xwe de xebatên xwe berdewam dike. Çapemenî û artêşa TC bi nûçe yên bi vî rengî derew û nerast dixwaze moral û motîvasyona gelê me xerabike û di daxuyanî yê me de nakokiya derxîne. Gelê me divê li himber propagandayê şerê taybet ên dijmin ê bi vî rengî hişyar be.
3 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG