Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Têkoşîn û çalakiyên li hemberî tecrîdê jî zêde dibin. Hûn asta heyî çawa dinirxînin?
- Ayrıntılar
Îdeolojî şêwazê, tevahî rêgez û pîvanên jîyanê, çavkaniya hêza manewî dikare bê pênase kirin.
- Ayrıntılar
Wek tê zanebûn em di serdema 23. salvegera komploya navnetewî de ne. Armanca komploya navnetewî di kesayeta Rêber APO de Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tûne kirine.
- Ayrıntılar
Çêbûn, hebûn û avabûn. Ev 3 têgeh xwedî wateyên mezin ên heqîqetên gerdûnî ne. Û di bin hiş û lêgerînên her mirovên li azadiyê digerin de daxwaza xwe gihandina raz-sira van têgehan heye. Ji ber a ku wateyê dide jiyan û hebûna mirovên azadîxwaz û asoya wan a azadiyê dixemilîne meraqa têgihiştina van heqîqetan e. Heqîqet jî li gel şoreşgeran hêza wateyê ye. Bi qasî tu gihayî hêza wateyê tu dikarê beje, ez di şopa heqîqetê de rast dimeşim. Heqîqetên ji hêza wateyê dûr, heqîqetên hatin berovajîkirinin. Ev jî mirov nabe xwebûnê. Dibe bê nasnamebûn û bê pênasebûnê. Ku şerên herî mezin ên tevahî pêxember, fîlezof, ehlên tesavufê û şoreşgerên mohra xwe li sedsalan xistin, hemû şerên xwebûn û nasnameyê ne. Şerên xwe gihandina heqîqeta hebûnê ne.
Jixwe di jiyan û serpêhatiya mirovahiyê de serdem, roj û kêliyên avabûnê hene. Ew dem di jiyana civak û mirovan de dibin dem roj û kêliyên guhertinên mezin ku mirov dikare jê re beje, kêliyên qeder guhertinê. Ango teqînên mezin, guhertinên mezin û avabûna hêviyên mezin. Jixwe jiyan tiştek wisa ye, ger mirov ne xwedî hêviya jiyaneke baştir û xweşiktir a sibe bin, nikarin êş û jana îro, zilma îro û zehmetiyên îro derbas û tehemûl bikin, heta ji bin derên. Lewre hêvî xwarina bingehîn a giyana xizan û têkoşerên azadiyê ye. Ji ber vê mirovê azad got; “hêvî ji serkeftinê bi rûmetir e”. Em hemû mirov xwedî hin meraqên hevparin ku, dixwazin xwe bigihînin wê raz-sira wê. Ew jî kêliyên avabûnên mezinin. Kêliyên avabûna hebûnên ku wateyê didin jiyana me ne. Ev meraqên me hin jê wiha ne. Çêbûna gerdûnê, pê ve girêdayî çêbûn û hebûna cîhanê, roj, hîv û hemû gerestêrkên asîmanî. Dîsa mirov bi xwe gerdûneke biçûk a ku di gelek waran de divê hîna were keşîfkirine. Hebûnên weke evîn-eşq, hezkirin, bawerî, xweşikî-başî, azadî û hwd. ji bo me zindiyên xwedî temenek bi sînor cihê meraqên mezinin.
Em mirovên Rojhilata Navîn jî ji hêza mûcîzeyan bawer dikin. Ew hêza gerdûnî her çi be û navê wê çi dibe bila bibe, xwedî hêza mûcîzeyên herî mezin afirandinê ye. Lê di rastiya gelek afirîneriyan de tiştek hîs û baweriyeke wisa bi mirov re çêdibe ku afirîneriyên hêza gerdûnî yên her kêliyekê jî nabin yek. Ger weke hevbûna wê kesên li ser heman axê û erdnîgariyê dijîn xwedî heman feraset û şêwaza jiyanê bûna. Wê 2 cêwî xwedî heman kesayet û lêgerînan bûna. Wê du xweşîk an jî bira xwedî heman armanc û heqîqetê bûna. Wê zalim jî weke mirovên din ji hesta mirovbûnê dûr neketibûna. Gelo kîjan enerjiya xwezayê dibe sedema çêbûna başî û xirabiyan, an jî cihêrengiyan…?!
Belê, ma gelo weke her çêbûneke xwedî wateyên mezin çi ji bilî vê hêza afirîner dikare 4 Nîsanê roja afirandina hêviyên mirovahiya azad Rêber Apo vebêje. Tenê dikare di gerdûna biçûk a di bedena jineke xwedî şopên kesayeta xwedavendê de hêviyên mezin ava bibin. Ku dayîka Uwêş afirînera vê nûbûna ji rengê demsala welatê me biharê ye. Erê, 4 Nîsanê di heman demê de xemil û rengîniya nûbûna Newrozê ye. Newroz, ne tenê çirûska mizgîniya berxwedêriya biharê ya mirovên Kurd û Rojhilata Navîn e, di heman demê de ya hemû zindî û nebatên xwezayê ye jî. Lê 4 Nîsanê hem geşkirin û nûkirina rengê xwezayê ye û hem jî mînaka çêbûna mirovê azad e.
Hevriyê jina azad hebûna jinê wiha pênase kir. Got; “jin parçeya herî hesas a xwezaya gerdûnê ye.” Em jinên berhema vê felsefe û keda mirovê azad Rêber Apo ne jî ji vê bawer dikin ku di cihana mirovan de yê herî baş raz-sira xwezaya gerdûnê fêmkirî û dikare bide fêmkirin Rêber Apo ye. Ango yê xwe gihandî raza heqîqeta gerdûnî Rêber Apo ye. Û ne rasthatineke ku jidayîkbûna Rêbertî jî rastî demsal û rojên herî afirîner ên xwezaya gerdûnê tê. Lewre hizrên Rêbertî jî weke demsala Rêbertî tê de jidayîkbûyî rengîn û xweşikin. Hişmendiya Rêbertî jî weke afirîneriya biharê nerm û herikbarin. Kesayata Rêbertî jî weke dewlemendiya biharê rakêşere. Ev e ya ku Rêbertî 20 sale di hucreyeke 4 metrekare de gerdûneke zindî û bexçeyek azadiyê ya ji hezar reng kulîlkan xemilandî di hembêza xwe de xwedî dike. Tovê di vî bexçeyê hezar rengî de çandî îro wergeriye ji paradigmaya Demokratîk Ekolojik û Azadiya Jinê. Berhema wê jî weke sîstema Konfederalîzma Demokratik bi encam bûye. Kulîlkên wê jî hişmendiya Neteweya Demokratîk in. Jixwe îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku li seranserî cîhanê deng vedaye û bûye hêviya hemû gel û jinên azadîxwaz berhema vê paradîgma û sîstema Rêbertiye. Ev jî gotina, “jiyana rast şaş nayê jiyîn” rasteqîn kir û nişan da ku, hizrên rast şaş nayên pratik-kirin. Ango ger lêgerên mirov ên heqîqetê rast bin û mirov bibe şoreşgerên xeyal û armancên xwe wê ew heqîqet her dem rêka mirov ronî bikin ji bo xwe gihandina armancên xwe yên mezin.
Îro di her warî de îspat bûye ku êdî ne tenê em gel û jinên Kurd, tevahî gel û jinên Rojhilata Navîn û cîhanê yên xwedî lêgerînên azadiyê jî Rêbertî weke heqîqeta hevpar a azad dipejirînin û dişopînin. Heta ji bo fêmkirin û pêkanînê jî xwedî hewldanên mezinin. Xwedîderketina li vê heqîqeta Rêbertî yek jê di nêzîkatiya ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yek jî di nêzîkatiya ji zanista jin Jineolojî re wiha ye. Ji ber îro di rastiya Şoreşa Rojava de hêviyên sîstemeke ji derveyî sîstema modernîteya kapîtalîst zindî bûn. Ev jî vîna têkoşîneke hevgirtî ya xwedî hişmendî, wate û bingeheke sîstema modernîteya demokratik pêşdixîne. Û di rastiya zanista jin Jineolojî de jî bawerî û azweriya-tutkuya jinan a azadiyê bilind bû û gihane wê nêrînê ku êdî azadî ne xeyaleke, zanebûna têkoşîneke xwedî baweriya serkeftinê ye. Ev bawerî û têgihiştin îro di kesayet, şêwaz û têkoşîna Leylayan de wergeriyaye berxwedaneke mezin a bûye malê bi hezaran berxwedêrên li girtîgehan û derve yên di gravên birçîbûnê de. Lê ev di heman demê de cihê rexnedana me ye ku ev 20 sale me nekarî em zilm û îşkenceya Îmralî bi dawî bikin. Leyla got; “ev çalakiya rexnedana me ye ku me heta niha tecrita Îmralî neşkandiye û Rêbertî ji wê îşkenceyê rizgar nekiriye.” Lê belê ev rexnedana jina welatparêz û hemû girtiyên azadiyê jî reneya herî mezin a ji bo me ye. Lewre diviya bû me weke milîtanên Rêbertî bi tu şêwazî destûr nedabûna ku ev tecrît û îşkence wisa dirêj bikira. Lê çawa esareta Rêbertî di encama hevaltiya me ya kêm de pêk hat. Dirêjkirina vê tecrît û îşkenceya li ser Rêbertî jî dîsa ji têgihiştina kêm û hevaltiya me ya kêm tê. Rexnedana herî bi hêz û bi wate jî kesayeteke li gor erkên demê avakirin û pratîkeke xwe di serkeftinan de kilîtkirî ye. Em bi îddîa û baweriya pratîkeke wisa derbasî sala 2019’an bûn û wê ev sal ji bo me bibe saleke xwedî serkeftinên layiqî Rêbertiya azad.
Jixwe ji bo em milîtan û hevriyên rêberekî heqîqetên mezin Rêber Apo ne, serbilindin. Ji bo em ew jinên ku ji kaniya hizrên mirovê azad av vexwarî ne jî hezar carî serbilindin.
Lewre dibêjim; Ji rengîniya qadên berxwedana jinê, 8 Adarê û bi coşa jinên dilê wan ji bo azadiyê lêdide dibêjin, rojbûna hevriyê jina azad Rêber Apo pîroz be.
Û ji germahiya dilê milyonên li qadên Newrozan bi yek dengî dibin dengê berxwedana li dijî zilmê, ji roja hevpar a mirovahiyê re dibêjin, cejna we ya Newrozê pîroz be Rêberê min.
Û bi pîroziya giyana xwedavend Starê dibêjin, hezar silav ji afirînera mirovê azad Dayîka Uwêş re ku, te di bedena xwe de roja gerdûnê mezin kir û bûyî xwedî rûmeta zayîna Roja Mirov û Jinên Azad.
Batufa Çekdar
- Ayrıntılar
Stêrkek nû di ezmanê welatê me de weke gulekê ji heskirina axa xwe re, ji bona em ruyê bi ken nasbikin emê dilê xwe ji bona azadiya hevaltiyê vekin, xweziya ji wan gulê bi salan bi xwîna we hatî şînkirin û avdan û we li her kesî dayî behnkirin û we hevaltî bi salan dayî heskirin û ji bona azadiya welatê xwe we xwêdana bi salan li ser her çiyayî ku em niha li ser jiyan dikin û bi armancek bi hevrene ku ji bona azadiya welatê xwe heewldidin. Û we di rihê her hevalî de da meşandin, ta ku bira her kesî tên jiyankirin, xwediyê bîr û baweriyê bû û dabû dîrokê ta ku cihê xwe di d ilê her levalî de mîna çiyayên wekî Agirî û Torosan bilind û mezin bû.
We bi salan hewl da ku ji bona hevaltiya herî rast di dilê hevalan de bidine meşandin. Bi heskirina xwe ya bi salan û hêviyê ku di ruyê gelê xwe de didîte her dem bi kar û xebatê xwe de bi gel re bû û ji bona gelê xwe bibû sentezek mezin û hêviya jiyana gelê kurdan bû. Dîrok di ruyê xwe de wandabû lê we bi xwîna xwe dîrok da naskirin.
Ciwantiya xwe û xweşikbûna xwe li her hevalî parvedikir. Bi rihê xwe yê ciwatiyê dema diket nava hevalan de dibû bi awayek nû jiyanê ya bi nêrîna ya serkeftinê ji bona demê dida heskirin û jiyana we ji dil de dihat diyar kirin ku hûn di hemêza her hevaltiyê de dihat jiyankirin. Dema em dibêjin ciwan di ruyê hevalê Erdal de tê diyarkirin tu ciwan bi rengekî çawan bû tavê jiyanê di dilê hemêza hevaltiyê de tê çandin wisa ji rêhevalê Erdal û Mahîr di dilê me de hatiye niv3isandin û çandin. Tov ku bi axê tê çandin û heya dawiya reyek ji wî hebe ew dikare şîn bimîne. Wisa ji heya damla yek xwîn di nihdirê canê me de hebe em we ji bîrnakin û weke tovê jiyana me ne. Dema ew tovê jiyanê di dilê her kesî de hat jiyankirin û bi xebatê mezin re hevalbendî dikir ta ku di jiyana we de hevalbendiya HPG hatibû çandin û heskirina bi salan di mejiyê we de hatibû jiyankirin û heya di îdeolojîk û felsefeya xwe de bi bîr û bawerî bû û her kesî parvedikir. Ta ku bi plan û programê xwe re yekbûn ji bona hevaltiyê jîr û zanebûna xwe ji bona fedadikir.
Di çiyayên Botanê de jiyan herî zor û zehmetî di herêmek bi vî awayî heskirin û xwestekê xwe ji bona jiyanê li pêş bû û di wan herêmên zor de xwe gihişt astek herî bilind û her wiha zoratiyê ku di kîjan herêmê de dihat kêşandin girêdan û heskirina we bêhtir zêde dibû û her xebatê ku dida meşandin bi sekeftin derbas dikir û di her xebatekî de cihê xwe di rola mezin de digirte û di nava tevger û lêkolîna mezin de bû û ji bona helwesta mezin her dem di nava tevgerê de bû.
Di rihê we de parçeya HPG hatibû çandin lê heya roja dawiyê de jî ji bona riya HPG’ê de bibû daxwaziya we ya ji bona jiyanê azadiyê vekiribû.
Bidim gotin ji bona derdê hevaltiyê
Da ku bibînim Delal çiyan
Da ku nas bikim hevaltiya bi salan
Bawerî bidine xezalên çiyan
Wê jiyan bikin bi her deman
Sozê didin bi riya rêhevalê Edal û Mahîran
Bi te re ne ey rêhevalê mezin fermandarê duyemîn
Ey hevalê Erdal
- Ayrıntılar
Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda kiriye.
Bersiva jiyana mezin çalakiya mezin e.
“Ji ber ku ez ji jiyanê û ji mirovan pir hezdikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.”
“Hezkirina min ziwa bûye, êdî ez dilteng bûme.” Em hemû mirovan deynin aliyekî, li hember hevalên ku bi hev re dixebitin hezkirin û rêzdariya wî nîn e. Heta xebateke rast jî nîn e. Nediyar e ka dixwaze xwe, yan dijminê xwe, yan jî wan pûtên di hûndirê xwe de bije. Kêfî, xwedibînî, çemkên nebes, ev kesayetiyên ku xwediyê çalakiyên wisa ne nayîne bexşandin.
Ez eşkere dibêjim:
Ger ez ji vê rêhevalê re girêdayî bimînim, ên ku bi jiyanê ewqas dileyîzin, rêzdarî û hezkirina wan li hember jiyanê nîn e, di navbera jiyan û çalakiyê de, di navbera bîrdozî, rêxistinî, xebata ramyarî û şêwaza partiyê de pêwendîdariyê çênakin, peydabûna wan di nava PKK’ê de heqaretek e. Ger girêdayîna me bi nirxên pîroz ve hebe, pêwîst e ku hindek encam bêne derxistin. Yek ji tayên porê xwe hetanî kaboka piyê xwe bi rengekî ku tiştek lê nemîne, dê xwe di hûndirê agirê azadiyê de bihelîne, tu jî bi bêşermî û bêdiltengî gelek nirxên partiyê re çawa ku dixwazî bileyizî; çemka te ya çalakiyê seqet e, çemka te ya rêxistinê seqet e, çemka te ya taktîkê seqet e, li hember şêwaza xebat û jiyanê bêrêzdar bî, anirî bî, bêmoral bî, bêviyan bî û piştre jî tu yê rabî û di hûndirê partiyê de peyda bibî! Di bingeh de ev ji bo mirovayatiyê xwekuştiniya herî xirab temsîl dikin. Xwekuştiniyê çêtir dibînin û xwekuştiniyê li ser me diçespînin. Ev çemka xwekuştinê ya dijmin e. Bîrdoziya dijmin, kesayetiya dijmin û şêwaza dijmin e. Kesayetiyên we yên heyî li ser navê dijmin di nava partiyê de di hûndirê êrîşkariyeke xwekuştinî de ne. Mezinahiya Zîlan di vir de ye. Li hember vê hostatiya mezin û egîdiya mezin, bi rengê lêxistina derbeya kuştinî diçespîne. Ev rêhevala me kêm-zêde di nava rasteqîna partiyê de ka çi çi ye karibûye şirove bike. Ew qas daneheviya nirxên mezin di nava partiyê de dana şerkirin, tiştekî awarte ye.
Nameya ji bo min hatiye nivîsandin, dema ku bersiva xwe pêwîst dikir, dikare bersiveke bi rengê hezar rûpelan peyda bike, lê dîsa jî ne bes e. Ev rêheval ji hemû PKK’yiyan re dibe soz. Ji hemû pakrewanan, hêzên şer û eniyê, hevalên girtîgehê û mirovayetiyê re dilsoziya xwe diderbirîne. Soz dide ku dê layiqî hemûkan bibe. Li hember vê divê hindek gotinên we jî hebin. Ezê di radeya hêza xwe de hewl bidim ku bibim layiq û pêwîstekan bînim cî. Lê hûn ê jî, gelo li ser navên xwe, bêyî ku bikevin durûtiyê hûn ê karibin hinek tiştan bikin?
Wekî din jî bi hîtabkirina gel, partî û jinê re jî nirxandinên xwe hene. Baş e, hûnê çawa bersivê bidin? Çawa ku min got, herî zêde du salan şer kiriye û hatiye rewşa şervana herî milîtan a partiya me. Ev rêhevala me rastîna xwe wisa dahênan û îspat kiriye. Baş e hûnê çawa rastîna xwe dahînin? Ezê dîsa tiştên ku pêwîst dikin bînim cî. Jixwe zêdetir jî tiştan ji min naxwaze.
“Ji ber ku te her tiştî daye çêkirin û em ku canê xwe jî bidin, ji bo bersivê nebes e. Me dixwest ku em karibin zêdetir bidin.”
Ezê zêdetir jî bikim. Dikim jî. Ezê bêeman bikim. Zêde pêwîstî nîn e ku ez vê bînim ser zimên jî. Di hemû gelşên ku destnîşan dike de careka din kûranî, careka din hêza çemkê, hêza rêxistinê, hêza çalakiyê û careka din hêza pêşxistina jinê, hêza azadkirinê, hêza hezkirinê, hêza dana hezkirinê bi min bêsînor e. Min vê yekê bi taktîkên pir di cî de daye çêkirin ango min bi behremendiyeke erjeng pêk aniye. Lê ez li ser navê we li ber we dikevim. Bi rastî jî fikarên min hene. Niha li vê derê Zîlan tenê ne dijmin qehr dike, di heman demê de hûn jî hindek şoke bûn. Ger di nava we de yên ku şoke nebûne hebin, wê demê ev nîşan dide ku zêde eleqeya we bi mirovayetiyê re nîn e. Ên ku li hember mezinahiyeke wisa nehejiyabin, hetanî nava mixên xwe nelerizîbin û wate pê nedabin, divê ji PKK’yiya wî/ê, welatparêziya wî/ê, milîtantiya wî/ê û heta mirovayetiya wî/ê guman bê kirin. Ezê bi rabihîstina gumanê tenê nemînim, ji niha şûn de weke pîvaneke bingehîn bigirim û bi gora wê bidarezînim. Em nahêlin ku kes bi nirxên pîroz ên gelê me û mirovayetiyê bileyize. Kesayetiya ku şer dike û çalakî li kû derê be em jî li wê derê ne.
Fermandar Zîlan rêheval e. Neferên fermana wê jî em in. Bi gotineke mînanî “bi nêzîkatiyên me yên netebitî, kêm, xafiltî, tirsonek, bêrêxistinî, bêpîlan û bêmoral” me vala derxist, kêmasiyeke mezin e. Ev nikarin bibin weke bersivên çalakiya Zîlan. Ger rêzdariyek, hêza dilsoziyekê hebe, ger hêza we ya ji gotinekê re bi gotinekê bersiv dayîn hebe, ger hebe biryarmendiya we ya dawîanîna şerperzeyiya ku hûn dijîn, tenê wisa dikare were îspatkirin.
Ez çima ew qas li piyan dimînim? Ji ber ku gotinên min ên mezin ji ew qas pakrewanan re hene. Ma çi tiştê dî dikare ew qas min li ser piyan bihêle?
Ên ku ez li piyan hiştime pakrewan in.
Piştre daxwazî û xwestekên gel in. Ji dijmin tolhildan e. Tenê ev dikarin mirovekî/ê li piyan bihêlin. Ger hûn ji van pêmen bin, ji ber ku hûn dikevin ev rewşên ku ez qal dikim. Tenê ji vê pakrewanê re dilsozî jî, dikare mirov bike berxwedêrek mezin. Ma ev ne zelal e? Hûnê her roj soz bidin û bibêjin “dîsa me hedar nekir, em li piya neman, em xira bûn, parçe bûn, qetqetî bûn û me wenda kir.” Li hember kesayetiyeke wisa mezin ev, bêşermî ye.
Ma hêza we ya sozdayînê heye?
Ez ji bo zilaman dibêjim, zilamtî di wateya arişenî de, ji bûna hebûniyeke zayendî wêdetir, weke nirxekî moral, bêtir tê wateya girêdana bi gotinê ve. Di vê bingehê de zilamtiya xwe bi jinantiya Zîlanê re bînin ber hev; dê derkeve holê ku yên ku rewşa herî jinaniyê dijîn hûn bi xwe ne. Di bingeh de ev pêşbîniya min her ku diçe tê rastandin. Ger ji libateke herî egîdî û zilamtiyê were qalkirin, ev wisa tê îspatkirin.
Rexne bêtir li ser we ne. Hûnê tengav bibin. Jixwe hûn tengaviyê dikişînin jî. Pêwîstî heye ku sererastkirineke mînanî ji vê rêhevalê re soz bide, sazbarî û hêza jiyanê bide qezenckirin pêk were. Ev rêhevala dibêje, “ez dixwazim bibim remza berxwedaniyê.” Hûn li ser piya ne û derfetên we zêdetir in. Çalakmendiya rastîn ev e. Bûna xwedî jiyaneke mezin ev e. Ev zêdetir jî ji we re pêwîst e. Ger hûn nebin xwedî pêwîstekên vê, em rojekî jî we nadin jiyandin.
Bangawazî û name her yek manîfestoyek e û emê pêwîstekên wê bînin cî. Weke milîtanên ku bi nirxên mezin ve girêdayî ne bijîn û weke xwediyên çalakiyê mezinahiya xwe îspat bikin ku, em zanibin ka em bi kî re bi rê ve diçin. Jixwe yên ku wisa bi nirxan şer dikin nîn in. Ji ber vê yekê divê em beriya dijmin we çareser bikin. Bi vê wateyê Zîlan ew rêheval e ku bi min re herî baş bi rê ve diçe û vê pêk tîne. Bi vê re ketina nava nakokiyê û pê leyîstin nabe.
Destnîşan dike ku, divê gel di vê pêvajoya nêzîk de bigihîje serkeftinê. Dibêje ku PKK êdî ber bi serkeftinê ve diherike û xebata Serokayetiyê serkeftinê nêzîktirîn dike. Ev ne ew axaftin in ku vala hatine gotin. Ev, ji min bigirin hetanî we hemûkan, weke rojane ew peywir û ferman in ku pêwîst e bêne cî.
Dilsoziya nirxan divê bibe soza me ya yekane ya namûs û rûmetê.
Ger em tenê di vê bingehê de bi soza xwe ve girêdayî bin, gelê me ew yeka ku tevahî cîhan were ba hev, alîkarî pê bide, lê nekarîbe bide qezenckirin, em dikarin wê bi dilsoziya xwe bi dest bixin û evê bide qezenckirin. Ev alîkariya herî mezin, bi vê sozê ve girêdayî jiyîn e. Ger tê xwestin serkeftina gel were pêkanîn, alîkariya ku herî zêde pêdiviya me pê heye, bicîanîna pêwîstekên vê sozê ye. Hûn partiyî her ku pêwîstekên artêşa gel pêk bînin, dê wêrekiya gelê me zêdetir bibe. Ev di heman demê de dê bihêle ku hemû dostên mirovayetiyê şerê me fêm bikin û pê ve werin girêdan.
PKK, wisa xwedî bi sedan pakrewanan e. Dîsa pakrewanên xwe yên jin ên azad hene. Her wekî mirovayetî bi van mînanî nan û avê pêdiviya xwe heye. Lê hindik maye ku werin ji bîr kirin. Da ku neyên ji bîr kirin, împeryalîzm ew anîne halê nenasînê, di jiyana mirovayetiyê de bibine hêviyek, bibine roniyek, bibine vejînek û soza ku me daye pêk were, di nava partiyê de û di şerê rizgarî ya netewa gelê me de divê ev pêk were. Bi palpiştiya împeryalîzmê ku tê xwestin nirxê vê rêhevala me daxistî were nîşandan, wateya xwe jî di virê de ye. Me tenê ne faşîzma Tirkan, texrîbata mezin a împeryalîzmê ku li ser jiyanê daye çêkirin bi berxwedêriya mirovayetiyê pêşwazî kir. Belkî jî ji bo vê yekê me tam têkoşîna xwe nedabe, weke ku me dixwest nenivîsîbe û xêz nekiribe, lê eşkere ye ku ev wisa ye.
Divê em Zîlanê ber bi mirovayetiyê ve veguhêzin. Divê em bi pêkanîna serkeftina partiyê, ciyê ku gelê me di nava malbata mirovayetiyê de maf kiriye, bi girtina wî ciyê û vê bi tîpên zêrîn nivîsandinê îspat bikin. Dîrokeke mezin, pakrewanên pîroz û di nava partiya me de nirxên mezintirîn mînanî vê hene.
Her ku di nava partiya me de nirxên wisa rewneq peyda dibin, di aliyê din de kêmbûnî û kêmasiyên ku têne jiyandin têne çi wateyê? Çalakî, kesayet û helwestên weke ku li ser navê dijmin xwe diçespînin hene. Dîsa şêwaz, tempo, uslûb û paşverûtiyên mezintirîn tenê û tenê hêz didine dijmin. Hûn bi tenê di nava berxwedaniyeke mezin de dikarin xwe îspat bikin. Qet li çep û rast nexin. Egerên wê bi virê û wirê ve girê nedin û di hûndirê şêwaza ku dide qezenckirin de peyda bibin. Ji ber ku Zîlan di çalakiya xwe de vê yekê bi zelalî tîne ziman. Ger sozeke ku hûn bi min bidin hebe, dîsa sozeke we ya ku hûn bi jina azad bidin hebe, ku hinek dibêjin em hez dikin, em jin dixwazin, wê demê bila li gor vê sozê bin. Niha hûn baştirîn fêm dikin ka ez dixwazim çi bibêjim.
Jina azad dixwaze xwe wisa bide afirandin. Ji daxwaziya jina azad re bi partîbûniyeke çawa, bi rêxistiniyeke çawa, bi şervantiyeke çawa, bi hezkirineke çawa, bi çemka serkeftina çawa bersiv bê dayîn? Va di çalakiya Zîlanê de ev gihîştiye pênaseyê. Niha ezê xwe bi vê ve bidime girêdan an na, bi wan hindek daxwaziyên we yên ku çi ne nediyar in ve? Ji min çi dixwaze ezê bibim layiqê wê. Hûn wekî din nikarin tiştekî dî li ser min biçespînin.
Derketiye holê, ka jin jî zilam jî pêwîst e bibine xwedî jiyaneke mezin a çawa. Jiyan û hezkirineke çawa tê xwestin; ev derketiye holê. Hûn bibêjin “na ev bûyerên ji rêzê ne, yên me jî l.i gor me çemka me ya jiyanê heye” dê gumana min ji vê hebe. Ji ber ku çalakî û çemka PKK’ê ya ku dijmin dihejîne û bi erdê ve dike yek ev e. Lê çemka we ya çalakiyê, hêz dide dijmin. Wê demê herin li ciyekî dî rêxistina xwe ava bikin, lê di nava PKK’ê de nejîn. Me biryar daye ku emê wisa bijîn û em dixwazin vê biryarê bi çalakiyên erjeng îspat bikin. Em ji civata milîtanan in. Ji bo vê me serî daniye. Ên ku hemû dilên xwe, coşa xwe, azîma xwe û zanebûna xwe danîne rastê hene. Wê demê ezê çima we bipejirînim? Ger hûn bi heterî xwe biçespînin, wê demê dê ji we re bê gotin ku hûn ji eniya dijber, ji eniya xwekuştiniyê tên.
Emê derbasî parastinê bibin. Emê nirxên xwe li dijî hemû çemk û helwestan biparêzin. Çi kesên ku hene bi rengê kirêt, bêrêxistin, bêmoral, bêçalakî, biqeyran, bêpîlan, xwedibinî, kêfî, devjixweberdayî, çavên wî/ê dijmin nabînin, dîrokê rast fêm nake, baweriya wî/ê bi serkeftinê tune, bi coşa serkeftinê nepijiyaye; di nava refên me de kî/ê rast nêzikî me nabe, emê jê re bibêjin “bisekine!” Emê bibêjin, tu sîxurê neyekser ê dijmin î.
Dibêje “ez jî wisa me!” biteqize here! Ji ber ku egîd hene, em riya wan vedikin. Nexwe dê heyf û mixabin be ji vê egîdê re. Dê kî/ê maf bide? Em ê bi van nêzîkatiyên we karibin maf bidinê? Ger em maf pê nedin, em ê bibin hevparê tawanbariyê. Ti hêz nikare ji bo vê tengaviyê li min bike. Ez nehêlim toz bikeve ser navê egîdan. Min va yeka gelek caran got û careka din dibêjim. Ez ê her cure xizmetê ji we re bikim, lê pêwîstiyên girêdana bi nirxên pîroz neherifînin. Nekevin nava wan helwest û libatên ku bîranînên van rêhevalan diherifînin. Wekî din em ji we tiştekî dî naxwazin.
Di dîrokê de qiblegeh, perestgehên pîroz û di hûndirê wan de xweda ango xwedawend hene. Peyhatî û endamên wan jî di rojên guncav de diçin û xwe dihewînin wan perestgehan, secde dikin, lavelav dikin û dibêjin “me bibexşîne!” Ev rêheval jî rêhevalên wisa ne. Weke ku hûn bikevin perestgehekê hûnê di hizûra wan de xwe bitewînin, secde bikin, bexşînê bixwazin, hêz bigirin û xwe paqij bikin.
Rêbertî
5 Pûşper 1996
- Ayrıntılar
Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim.
Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di zivronekekê de, di pişta zinarekî de rastî wan werim. Dixwazim ji pişt darekê ve
ji nişka ve derkevim hemberî wan. Nizanim çima? Lê dengek ji nav dilê min ji min re dibêje ger ku ez wan bibînim, dê ji min re mizgîniya xêrê bînin. Ji ber vê jî ez li wan digerim. Ji ber vê ye ku hevalên min, ji min re dibêjin bi salan e tu hê nikarî li çiyayan bigerî lê nizanin ku çavê min tim li pezkoviyan digere. Ax! Min ew carekê bidîtina, têr li wan
temaşa bikira, ew meşa wan, herhal ez ê jî hîn bûbûma bê ketin, bê eliqîn bimeşiyama di van rêyên çiyan de. Ez baş dizanim, ew her dem li derdora me ne. Ji ber wê jî, min navê Periyên Çiyan li wan daniye…
Carna wisan dibe ku; ez digihîjim derekê, haydar dibim ku demeke berê ji wir veqetiyane. Berî min bi çend deqeyan di rêya ku ez jê derbas bûme de derbas bûne. Carna di navbera daran de xişexiş tê, em dibêjin qey ba ye, lê
pezkovî ne. Carna ji bilindahiyan kevirên biçûk tên xwarê, ew li wir in lê em tenê dibihîzin. Li berqefan wek şeklekî disekinin, em mêze dikin, mêze dikin lê nabînin. Carna wek bahozê dimeşin, em nagihîjin wan. Tenê em dizanin ku
ew in…
Hem nêzî me ne, hem jî dûrî me. Di nav daristanan de, li serê zinaran temaşeya me dikin. Ji ber vê jî pezkovî periyên van çiyayan in. Tu kesê/î ji me aciz nakin û nêzî me tevan dijîn. Her dem li derdora me ne lê tu caran xwe
nîşanî me nadin. Bi rengê hestekê her tim hene, ne tenê wek hestekê, bi rengê rastiyekê jî her tim hene. Çendekî berê em derbasî Qertelê dibûn. Kesên ku li Zagrosan dijîn Qertelê baş nas dikin. Ew zinarê bi xof ê ku baskên xwe ji du aliyan ve vekiriye û wek ku bifire xuya dike… Me ji qeraxê Avaşîn de lê xistibû, em hevraz dibûn, em gelek jî westiyabûn. Ji geliyê Qertelê re hindik mabû me navber da… Hevalê min ê rê dixwest em temaşeyî çûyîna ava ya rojê bikin. Sorahiya êvarê tevahiya girên Zagrosan girtibû. Di dilê min de jî ew perî hebûn. Ez difikirîm, dikarim wan li van gelî û zinaran bibînim. Ez hinekî din pêş ve çûm. Ez zûzûka ji zinarê li pêşiya xwe derbas bûm. Min temaşeyî geliyan kir. Min hîs dikir ku ew li wira bûn. Lewre gelî mekanê wan bûn. Dema roj diçe ava ew xwe dikişînin geliyan. Di tariya şevê de cihê herî ewle gelî ne. Ew di nava geliyan de disekinin û li benda sibehê dimînin. Ji bo mirov sekna wan bibîne jî divê çavên mirov baş bibînin… Ez nizanim min çiqas li wan geliyan temaşe kir tê bîra min, min ji xwe re digot ‘periyên xweşiktirîn ên çiyayan, qey çi dibe vê berêvarê, carek be jî xwe nîşanî min bidin, qey bes nîn e bi salan e ez li dû we dimeşim.’ Ji nişka ve ez li hevalê xwe yê rê haydar bûm.Min bala xwe dayê gelo, gotinên min bihîstibû? Hevalê min, hê jî bi kêfek mezin li çûna ava ya rojê temaşe dikir. Xuya bû nebihîstibû, ez rihet bûm
Min bi dengê kevirên ku şiqitîn berê xwe zivirand. Dengê kevirên ku şiqitîbûn di gelî de olan dida bilind dibû. Pêşiyê min fam nekir ku ji ku ketin xwarê. Lê dû re min dît ku du tişt li ser zinaran hereket dikin. Ev du tiştên ku hereket dikirin, ew bûn… Du pezkovî, du karxezal, du periyên van çiyayan di gelî de dimeşiyan. Ber bi geliyê Qertelê cihê ku em ê hinek paşê derketina biçûna wir. Ew jî ber bi wir ve diçûn.Weka ku rê şanî me bidin. Bi tevahiya bedewiya
xwe giran giran bi zinaran ve hildikişiyan. Di derbasbûna her zinarekî de disekinîn û li dû xwe, li min mêze dikirin. Ez yek ji kêliyên jiyana xwe ya xweştirîn dijiyam. Min meşek ew qas xweşik, ew qas bi raz careke din jî temaşe nekir. Hat bîra min ku divê ez vê demê, bi wênekêşê bikişînim nemir bihêlim. Lê makineya min, bi min re nebû, min dev jê berda. Vê carê min tenê temaşe kir. Dawiyê, dema gihîştin zinaran sekinîn. Cara dawîn zivirîn, li min meze kirin. Ew awirên wan ên dawîn bûn. Bi carekê çind dan xwe û ji berqefê derbas bûn. Û ew şeva ku em li serê Çarçelayê man, ez
li wan wêneyên ku min li ser zinaran dîtibûn fikirîm. Ew mirovên pêşîn, ew wênevanê ku biryar daye wêneyan li ser
keviran xêz bike, ew hunermendê yekem, dema ku xêza yekem çêkiriye li çi fikiriye? Kîjan periya çiya dilê wî /ê diziye, gava pêşîn a ber bi mirovbûnê ve pê daye avêtin… Kîjan delalê dilê wî/ê û aqilê wî/ê çeliqandiye û ew kevirê tûj ji erdê pê daye hilanîn û li wan zinarên reş xistiye, ew zinar bi wêneyên periyan neqişandine. Çima ne tiştekî din, pezkovî xêz kiribûn li ser zinaran…Dema ku bi kevirê destê xwe li kevirê din dabû, çima tenê pezkovî xeyal kiribû? Ger ku tenê li seydê ramiya be, di van çiyayan de gelek giyanewerên seydê hene, çima tu xêzeke wan tune… Yanî
çima wêneyên tu ajalên din nehatine xêzkirin…Hunermendê wan zinaran bûbû evîndarê/a kîjan periyê… Berya hezar salan ew wênevanê yekem yê/ya ku li zinarê Çarçelayê wêne xêz kiribû, tenê pezkovî hilbijartibû. Tenê bi daxwaza seydê xêz nekiribû, di heman demê de pezkovî ecibandibû, di nava ajalan de danîbû cihekî cuda. Dîtibû, fikirîbû û jê
hez kiribû… Tiştên ku ez niha hîs dikim wî/wê jî berya hezar salan hîs kiribû. Ez nizanim wê demê pê dizanibû an na, lê wî/wê yekem delaliya vê dîrokê ditibû û hezkirina xwe ya ji bo wê li ser zinarên ku bilindahiya wan digihîje hezar mîtroyan nexişandibû. Ew bûn yekem delaliyên dîroka mirovahiyê. Niha dengê dilê xwe, dilê min ê ku min roj bi roj dide meşandin, ji bo dîtina wan min çiya bi çiya dikişîne baştir fam dikim. Berî min bi hezaran salan ew mirovê/a ku ji van deran derbas bûye, wêneyê periyên ku dîtiye li ser keviran nexişandiye û bi hezar Salan daye jiyandin.
Halîl UYSAL
- Ayrıntılar
Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir.
Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî
Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam
Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan
Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar
Seranserê welatê min bibû taristan
Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da
Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman
Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ez bûme mêvan
Ez PKK me
Ez li Hîlvanê bûm mawzer û min deng veda
Li Sîweregê bûm tirsa dilê noker û began
Ez hicret im dîsa li ser şopa Brahîm Xelîl
Da ku têk bibim Nemrûdan
Û azad bijîm li ser welatê qedîm
Ez PKK me
Ez im êsîrê zîndana Amedê
Ez im şahid û mexdûrê wehşetê
Hawar, qîrîn û fîgan im
Bi laşê xwe yê tazî ji rûmeta mirovahiyê re mertal im
Ez im her sê şigarteyên dest Mazlûm
Ku Newroz nûjen kirin
Ez im roniya agirê Çaran
Ku tarîtiyiya reş veçirand
Ez im henaseya Xeyriyan
Ku di tîrmehê de can da miriyan
Ez PKK me
Ez bûm guleya yekem û teqiyam
Ji namlûya destê Egîd firiyam
Ez im roja vejînê ji destê zaliman derdixim jînê
Ez bûm gerîla û min xwe da çiya
Mîna dara çinarê min şax berda
Şaxeke min li Andok û Şaho ye
Şaxeke min li Helgurt û Cîlo ye
Şaxeke min li Ewrîn û Aso ye
Şaxeke min bû şoreş di Tîrmehê de dakete deşta Rojava
Ez PKK me
Ez li Cizirî tililiya dayîkan
Li Hezexê kevirê destê zarokan im
Li Nisêbînê şehîdê Pira Elaman
Li Licê birîndarê tang û topan im
Li Amedê Wedat Aydin
Li Dîgorê hevdeh can im
Bûm leyiyek ji mirovan û herikîm
Li seranserî Kurdistan û cîhanê şopdarê Bêrîvan im
Ez PKK me
Ez jin im, jiyan im
Mîrasgir û daxwazvanê sed û çar meyên Star im
Nînhûrsak, xwedawenda çiyayên bilind û bereketê
Piştî hezar salan bi tililiya jina azad rûbûye ji xewa mirinê
Bi eşq û evîna dayîktiyê
Şitlê rihanan bi cek û rextan dixemiliîne
Bi wan destên xwe yên pîroz keziyên şervanên xwe dihîne
Ez pkk me
Dîsa li hev kom bûn Nemrûd û Firewn
Êrîs kirin mina gurên har
Bi bêxtî ez revandim û birim li Îmraliyê, ez çarmix kirim
Dixwestin min tune bikin
Lê nizanîbûn ku ez sebr, vîn û heybet im
Min dolaba wan li sere wan gerand
Îmralî ji mirovahiyê re kire dibistan
Ez PKK me
Min bi ciwanî dest pê kir û ez ê bi ciwanî biqedînim
Vaye dîrok şahid e ku li seranserê cîhanê xwîna şehîdn min heye
Ma êdî kî/ê dikare hebûna gelê min înkar bike
Ma êdî kî/ê dikare gelê min tune bike
Heyanî ku ev destana pîroz hebe
Mijdar 2013
Ehmed QENDÎL
- Ayrıntılar
Di esmanekî sayî de
bi biriqandina stêrkan re
bi hev re awaza şevan digotin
ma gelo!
rast e stêrk bi hev re dipeyivin?
carekî were guhdar û temaşeke
biçe ser girekî bilind
wekî Katoyan
destê xwe yê rastê
deyne ser rûçikê xwe
bi destê çepê jî
çavên xwe
bi desmaleke spî pak bike
kûr kûr berê xwe bide
ezmanê jorîn
bi qasî çend deqeyan
temaşe bike
guhdar bike
tê wê çaxê
peyv û awazên stêrkan
di biriqandina wan de bibînî
çawa mirov
xwedî cîhanek bi hest û evîn e
cîhana stêrkan hîn xweşiktir e
ne kîn ne hesûdî
ne jî dilreşî
cîhanek tijî hêvî ye
baş temaşe bike
tê bibînî
evîndar çiqas dilsoz in
di her şevê de xwediyê soza xwe ne
soza wan
ji evîndariyê ne kêmtir e
ji soza Mem û Zînê
bûn sozdarê welat û azadiyê
ji ber ku stêrk
nefsbiçûk in
bi kêfxweşî
di destên sibehê de
cihê xwe didin rojê
ma gelo!
mirov nabe evîndarê vê cîhanê
Ji ber vê jî bila evîna dilê me
di cîhana stêrkan de be
bi vê hêviyê çavên xwe bigre
belkî wê demê
di xewna xwe de
tu bibînî ku
em bûne stêrk
- Ayrıntılar
Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê civînê de hevpeyman çêdikin û biryar didin ku operesyonekê li ser herêma Garê pêk bînin. Armaca vê opresyonê ew bû ku, di nav sê saetan de, herêma Garê ji destê hevalan derxînin. Jixwe ew dem Rebertî li Suriyê bû. Berî operesyonê Rêber APO, li ser destika mezin û bi şandina telîmatan hinek perspektîf ji bo herêma Garê dabû hevalan. Me dizanîbû wê operesyon bê li darxistin. Li ser vî esasî em ketin nava amadekariyan. Nêzî 20 hezar leşker û pêşmergeyên KDP’ê cihê xwe di vê operesyonê de girtibûn. Û jixwe soza wan jî di nava 3 saetan de herêma Garê bi temamî ji destê hevalan derxistin bû. Baş nayê bîra min, lê çend roj mabûn em bikevin sala 1998’an. Bi wê hêjmara me behs kirî derdora Garê hat girtin. Gelek bajar li dora Garê hene û hemû jî bi leşkeran hatin tijekirin. Bajarê weke Aqrê,Amêdiyê, Sersîng û Şêledizê girtin û wisa Garê kirin dorpêça xwe. Ew sal şert û mercên zivistanê gelekî dijwar bûn û berfek zêde jî bariyabû. Di operesyonê de leşkerên Tirk hebûn, lê bi giranî pêşmergeyan pêşengî dikirin. Bi vî awayî operesyon destpê kir. Operesyon destpêkê ji aliyê Bergarê û Pirîzê ve destpê kir. Fermandarê KDP’ê Qadir Kaçak li nêzî Ava Xazil û fermandarên leşkerên tirk jî, li Amêdiyê kordîneya operesyonê dikirin. Her wiha li Sersîngê, Girê Xirê, Siyanê û Ergenê jî girtibûn. Dîsa Qesra Sedam heye li nêzî Garê, ew jî girtibûn. Pêşmerge li pêş bûn û leşkerên tirk jî li pişt wan dihatin. Ew roj pir baş tê bîra min, baraneke zêde dibariya. Di roja yekemîn a operesyonê de hevalan ji sê-çar cihan ve li pêşmergeyan xistin. Pevçûn derketin û şerekî gelek dijwar çêbû. Di şerê roja destpêkê de, gelek kuştiyên pêşmergeyan çêbûn. Jixwe gelek pêşmergeyan bi dayîna çend qirûşan xapandibûn û beşdarî operesyonê kiribûn. Di pêşmergeyan de, ne zanistiya netewî û ne jî ya Kurdîniyê hebû. Lewma ji wan re digotin ‘‘PKK ne tevgereke Kurdî ye, ne misliman e, ger hûn wan bikûjin hûn ê biçin bihuştê.’’ Operesyon heta hefteyekê berdewam kir, lê dijmin zêde nikaribû bi pêş de were. Hevalan teqtîka êrîşê esas girt û bi ser wan de diçûn. Hevalan, ji aliyê Pirîzê ve bi hemleke mezin êrîşî cihê wan kir. Barzanî, bi xwe jî hatibû nêzî herêma operesyonê. Dema ku operesyon şikest û nehat bi serxistin ew bi xwe jî bi hev ketibûn. Fermandarên Tirk ên ku rasterast di nava operesyonê de cih girtibûn, ji Berzanî re dibêjin; “te got em ê Garê di nava sê saetan de bigirin, çima we negirt? Çima nakeve?’’ Li gor agahiyên wê demê ketin destê me; şerek di navbera wan de diqewime û heta hevdû dikujin. Behsa kuştina wan a xwebixwe dikirin, lê bi zelalî agahî neketin destê me. Dijmin di vê operesyonê de derbeyeke mezin xwar. Û weke îro tê bîra min destpêkê tenê du hevalên me şehîd ketibûn. Ew herdû heval jî bi sekvanî hatibûn şehîdxistin, lê di pevçûnê de windahiyên me nîn bûn. Dijmin weke her carê di medya’yê de pesnê xwe didan û digotin: “Me bi sedan gerîla kuştin û cenazeyên wan anîne”. Rastiya van agahiyan qet nîn bû. Ev agahiyên bêbingeh ji aliyê gelek kesan û civakê ve dihate bawerkirin. Operesyon gelekî ajot, lê windahiyên dijmin pir zêde çêbûn. Gelek pêşmerge ji ber serma û seqemê miribûn. Ji ber ku hevalan gelek cenaze dîtin lê fîşeng li wan neketibû. Dîsa di gelek çeperên berdabûn de erzaqê xwe li dûv xwe hiştibûn. Hevalan, di nava erzaqê wan de, derziyên ku mirovan ji hiş ve dibe dîtibûn. Pêşmerge û leşkerên Tirk di operesyonê de, vê rewşa xwe bi rengekî şênber radixistin ber çavan. Tevî şertên hewayê pir dijwar bûn jî, hevalan xwe parast û heta domahî li ber xwe dan. Dijmin xwest ji aliyê Pirîzê ve bikeve navenda Garê, hevalan darben mezin li wan xistin û hemleya wan têk birin. Di vî şerî de, lingê gelek pêşmergeyan ji ber berfa zêde bariyabû şewitîbû û di encamê de hatibû qutkirin. Gelek ji wan pêşmergeyan yên ji herêmê bi xwe bûn. Xelkê herêmê piştî demekî şûn de, van agahiyan ji me re dan. Dijmin dema ku nekarî ji aliyê Pirîzê ve bikeve herêmê, vê carê xwe di milê Rojavayê Çiravê de ceriband. Lê li vî alî jî rastî berxwedana hevalan hatin û li wir jî têk çûn. Heval dema çûbûn ser cenazeyên wan, ji zêdetirî 20 cenazeyan ji ber şewitandina lingan miribûn. Hevalan, li Çiravê bersiveke xurt da wan û nehêştin ew bikevin nava Garê. Aliyê operesyonê yê din jî, ku dijmin xwe ceriband Şêledizê bû. Şêledizê dikeve aliyê Bergarê û Heftebaq. Dijmin, ji ber li aliyê Çirav û Pirîzê şikestineke mezin jiya, xwestin li vî milî xwe bigihînin encamê. Operesyon ber bi dawî bû, lê dîsa jî xwe di ser Hefttebaqê re ceribandin. Ji ber ku ji bo dijmin, encam negirtina ji vê operesyonê din av raya giştî de dihate wateya rûreşiyê. Dijminan li gorî xwe soz dabûn û qaşo li gor xwe biryar dabûn ku di nava sê saetan de, Garê ji gerîlayan paqij bikin. Li gor tê bîra min hevalekî me ku bi xwe jî ji başurê Kurdistanê bû, bi birîndarî ketibû destê pêşmergeyên KDP’ê. Gundê wî hevalî niha jî li Deşta Kafya ye. Navê wî hevalî Sefîn bû. Malbata wî welatparêz bû. Bi qasî ez dizanim niha jî malbeta wî li Şêledizê rûdinê. Ew heval dema di destê wan de ye, jêre dibêjin; ‘‘ka ji Serok APO’re bide xeberan.’’ Lê ew heval bi hêrs axaftin ji wan re dike û dibêje; “Min jiyana xwe daye Serok APO”. Ew dem malbata wî zivistanê li Şêledizê dima û havînê jî dihatin Deşta Kafya. Pêşmergeyên KDP’êradibin wî hevalî bi ew halê birîndar bi erde re dikişkişînin û dibêjin; “Xwe radestî me bike, em ê te bidin malbatê.” Lê ew heval berxwedaneke mezin dide û dibêje: “ Ez teslîm nabim û ev şerê me yê li vir, binkeftina we îfade dike, Serok APO wê bi ser bikeve. Ez teslîm nabim û tevlî jiyana hûn li ser min ferz dikin jî nabim.” Pêşmerge radibin heval dibin ber mala wî. Êşkenceyê pê didin kirin, fîşengekê bera wî didin û wî diavêjin hewşa malê. Vê peyamê didin malbetê, ger hûn wisa bikin, em ê we jî wekî wî bikin û bikujin. Û bi şêwazekî dijmirovî wî hevalî li ber deriyê mala wî şehîd dixînin. Di wî şerî de gelek êsîrên wan jî ketin destê hevalan, lê hevalan qet nêzîkatiyeke nebaş raber nekirin. Hevalan, xwarin ji xwe qut dikirin û ji wan êsîran re dibirin. Hevalan wê demê jî digotin ew çi jî bînin serê esîrên me, em dîsa tiştek bi serê esîrên wan naynin. Ji ber ku nêzîkatiya tevgera me, ji bo esîran her tim li ser bingeha rêgezî ye. Van tiştan hemû di wê operesyonê de hatin jiyîn. Piştî operesyon paş ve kişiya em yekîneyek heval derbasî aliyê Bergarê bûn. Hejmara yekîneya me ji 60 hevalî pêk dihat. Em ber bi siharê, derdora saet 5’an gihîştin Deriyê Keran. Deriyê Keran dikeve pişta Yekmalê, şêniyên herêmê jî ji wê qadê re dibêjin Deriyê Keran. Dema me xwe da pal, wan em dîtin. Pêşmergan em dîtin, ji meqera Bamernê leşkerên tirk xwestin alîkariya wan bikin. Di wê navberê de, hemû teknîka xwe anîn aliyê Bergarê. Bi derketina rojê re, şerekî dijwar destpê kir û em û dijmin ketin nava hev. Ev şer nêzî sê rojan berdewam kir. Dijmin balafir, kobra û teknîka xwe hemû li hemberî me bi kar anî. Heta gelek madeyên nêzî kîmyasalê di nav tenetê de hebûn, gelek heval ji ber bêhna wê gêj dibûn û vedireşiyan. Dijmin Heftebaqê girtibû û berneda. Di pevçûna sê rojan de, hinek hevalên me jî şehîd ketibûn. Kuştiyên dijmin jî di wan sê rojan de, pir zede çêbûn. Ez dixwazim hinek behsa wan hevalên ku li hemberî xiyanetê bi qehremanî li ber xwe dan, bikim. Bi rastî jî, hevalan him li hemberî dijmin û him jî li hemberî şert û mercên zivistanê berxwedaneke bêhempa, nîşan dan. Şerekî pir biêş bû lê, qehremaniyên gelek mezin hatin jiyîn. Em wê demê çend grup heval bûn. Li ser grubekê heval Egîd disekinî ku pişt re şehîd bû. GruBa me ji 18 hevalan pêk dihat. Dema ku em di ser Yekmalê re derbas bûn em di ser palêkî de çûn. Li gel me hevala Daxwaz û hevalê Xemgîn hebûn. Ew heval qet nehatine behskirin. Dîsa heval Agîd hebû ku ji zarokatiya xwe ve tevlî gerîla bûbû. hevalekî pir ciwan bû. Hevalekî din jî ji Başurê Mezin hebû, navê wî Azad bû. Jê re digotin Azadê Koyê. Heval Heqî Enteb hebû. Ev hevalê min navê wan dan, tev bi sekvanî şehîd ketin. Heval Heqî di serê xwe de, fîşeng xwar lê zû şehîd nebû. Dema me dît heval Heqî birîndar bûye, me gazî kir û got were, demekê sekinî destê xwe da ber serê xwe. Xwiya bû ku zêde xwîn jê çûbû, rabû ser xwe tiliyên xwe rakirin. Heval Cîger heye ku hîna jî dijî. Ew li gel heval Heqî bû. Ew destê xwe dide heval Heqî û radike ser piyan. Heval Heqî Enteb, li gel Rêbertî mabû. Di wan kêliyan de, heval Heqî bi rûyekî ken got; “bijî Serok APO, şehîd namirin”. Pişt re tê li gel gruba heval Loqman. Heval Loqman ji Wergeha Mexmûrê bi daxwaziya malbetê, weke yadîgarî ji bo partiyê hatibû dayîn. Dema ku dixwaze ber bi hevalê Heqî ve biçe ew jî şehîd dikeve. Heval Azad jî beriya şehîd bikeve, ew jî birîndar dibe û pişt re digihîje şehadetê. Birîndariya heval Azad tê bîra min, di zikê xwe de fîşeng xwaribû lê zû şehîd neket. Heval Agîd jî beriya şehîd bikeve, sê caran birîndar bûbû. Fîşenga herî dawî ji serê xwe ve xwaribû. Hevalekî pir ciwan bû lê, di çûna ser kar û şerê xwe de her tim di pêş de bû. Tevî ku du caran birîndar jî bûbû, lê qet rojekê ji ber birîndariyên xwe neket û dest ji şer berneda. Sedema herî mezin a ku rêheval Egîd bi jiyanê dida girêdan, vîn, bîr û baweriya wî ya bêdawî bû.
Operesyon hîna bi temamî nekşiya bû, me xwe da aliyê Kaniya Ş. Orhan. Ev kanî dikeve aliyê Ava Xazil. Me pişt re jî xwe ji kaniyê berda dolaku dikeve aliyê Xazil. Lingê me gelek hevalan şewitîbûn û gelek heval jî pêlavê wan nîn bûn. Hevalan digot; “operesyon bê encam bûye, pêwîste em zêdetir windahiyan nedin”. Piştî ku me xwe berda jêr, cihekî reş hebû em du rojan li wir man. Di wê navberê de operesyon paş de kişiyabû, lê agahiya me jê tûnebû. Me xwe da ber zinarekî û agir pêxist. Li gel me bêtêlek hebû. Hinek erzaqê li gel hevalan hebû, hevalan derxistin xwarinek xwarin ji bo zêde ji taqetê nekevin. Li aliyê Bergarê, hîna jî dengê fîşengan dihat. Hevalan gotin em xwe amade bikin, biçin alîkariya hevalan. Di bêtêlê de dengê hevalan hat, gotin werin xwe berdin cihê bûyerê. Dijmin tam paş de nekişiya bû, lê qedemeyekê ji herêmê derketibû. Ji ber ku windahiyên dijmin qederek çêbûbûn, cenazeyên xwe dikişandin. Lê dîsa jî dixwestin hemleyeke din li ser me bikin. Hevalan jî gotin berî ew xwe komî ser hev bikin, em dest bi pêngavekê bikin. Em rabûn dîsa vegeriyan Yekmalê li gel hevalan. Lê êdî operesyon ber bi dawî ve hatibû. Di şerê rojên dawî de jî hinek hevalên me şehîd ketibûn. Tenê kêmasiyeke me hebû, ger me xwe bernedana nava wan de, wê ewqas windahiyên me çênebûna. Gelek hevalên me wê demê bi hev re bûn, pişt re li cihên cuda şehîd ketin. Lê hîna jî em hinek hevalên wê demê di nav têkoşînê de ne. Weke encam dikarim bejim ku ew operesyon negihaşt armanca xwe û bi binkeftiyeke mezin paş ve vekişiya.
Azad ŞIRNEX
- Ayrıntılar