HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 Qamîşlo warê hêvî û evînê,

bajarê serhildan û raperînê,

Dayîka Şêxo û Cegerxwînê,

Dayîka Luqman û Nûredînê,

Qamîşlo…

Xwîşka Cizîrê û Nisêbînê

Warê awaz û dîlan û civînê,

warê qehweya tal…

Û çaya şêrîn û xemrevînê ,

Ax Qamîşlo…

Yara şêrîn

Te dil kirye birîn

Heta tu hebî, ev dilê min

Tu caran namîne bê evîn.

 

Bê guman serhildan û raperîna 12’ê Adarê ku li bajarê Qamîşlo destpêkir û mîna pêta agir gurbû, ji Eyndîwerê heta bigihêje Efrînê û Zoravaya Şamê mîna birûskên taviya Adarê lehî û şepetûr li hemî deveran rakir, di dilê her Kurdekî azadîxwaz û her demoqratekî de cihê xwe çêkiriye.

Ev raperîn, di encama têkoşîna azadiyê de ya ku nêzîkî 30 salan liser hev kombûyî derket holê. Li dijî pêlên deshilatAdariya Baasiya şovenîst û hovane, yekîtiya îrade,  vijîn û helwesta civaka Kurd li Rojava û Sûriyê derket holê. Çawa ku Rêber APO di pirtûka sosyolûjiya azadiyê de dide xuyakirin; ew civaka bê îrade û siyaset, di heman demê de civakek bê exlaqe û ne azade û her weha ne civake, di vê raperînê de civaka Kurd li Rojava û Sûriyê isbatkir ku, civakek xwedî exlaq û siyaseta û azadîxwaze!

Serborî û dersên ku mirov ji vê serhildanê derîne û bigere ber çavan zehfin, yekemîn heger ku civak bibe yek dest, yek îrade û helwest, dikare bihêle ku dewleteke mîna dewleta Bees hov û faşîzan, gavê şûnde bavêje û xwe bavêje ber lingê civakê.

Duyemîn; heger ku civak li nasnameya xwe derkeve, şehadetê, girtinê û hemî êş û azaran ji bona azadiya xwe bide ber çavan, bê guman wê hêle ku pirsgirêk bikeve rojeva cîhanê û guftûgo liser çêbibe û perdeya bêdengiyê bê qetandin. Ev rastî di serhildana 12’ê Adarê de zelale.

Siyemîn; heger ku civaka bibe xwediyê helwestkî û li şehîdên xwe û girtiyên xwe xwedî derkeve, dîwarê tirsa dewletê di aliyê rewanî(sîkolojî) de tê şikandin û her kes qeheremantiyê dipejirîne.

Çaremîn; heger ku civak di asteke pêwîst de, nebe xwedî rêxistin û zanebûn, çiqasî li berxwe bide jî, wê negihêje encama ku tê xwestin. Ev kêmasî di raperîna Qamişlo de diyare û liber çavan.

Di roja me ya îro de, dewleta Baas ya şovenîst û hovane, liser bingehê hevpeymana ku bi dewleta Tirk re çêkirî, siyaseta zext û zorê, Kuştinê, birçîkirinê, koçberkirinê û tirsê bi awayekî tund li dijî civakê dide meşandin. Li hemberî vê siyasetê, pêwîste ku ruhê şehîdên 12’ê Adarê bê vejînkirin. Ew ruh, rêxistinkirine, zanebûne, helweste û kelepora têkoşîna azadiyê ya dehê salane.

Her weha di bîranîna vê serhildanê de, di sala 2010’an de, em careke dî serê xwe û bejna xwe liber gewrebûna şehîd û pekrewanan ditewînin û weha dibêjin; ew axa ku bi xwîna şehîdan hatî avdan, wê leser gul, nesrîn, binefş û rîhanên azadiyê şînbibe.

Huseyîn Şawîş