HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di derbarê şerê Zap’ê de hevpeyvîna bi Endamê Konseya Leşkerî ya HPG Dr. Bahoz Erdal re.

Amadekar: Polat CAN

Beşê Duyem

-    We got ku artêşa Tirk heman riviya û çû. Li ser paivekişandinê gelek hate axavtin û gelek nankokî jî di nava Tirkiyê de rûdan. Hat gotin ku paşvekişandin bi saya zextên DYE çêbû, lê Fermandariya artêşa Tirk ev nepejirand û got ku li gorî pêdevyên leşkerî ev pêk hat. Gelo ma bi rastî jî, artêşa Tirk di bin zextên DYE ve ji Zapê paşve kişiyan?

 Ez dixwzim pêzanînên pratîkî bidim we. Artêşê di roja heftan de xwest ku şûnve vegerê. Jiber ku tiştekî din ê ku artêşê di qada şer de bikariba tûnebû. Jixwe însiyatîfa şer 100% di destê me de bû. Li eniya Çiyayê Reş neketibûn hûndir û sînor derbas nekiribûn. Heman tişt ji bo eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran jî derbas dibê. Tenê di eniya Şamkê de kêmekî ketibûn hundir. Roja heftan xwestin ku vegerin, lê hevalan nehîşt. Hevalan ji piştê ve li Zagrosê li wan xistin û deriyê xwevekşînê li wan girtin. Roja heyştan hevalan dîsa him ji aliyê bakur û him jî, ji aliyê başur ve li wan xistin û gelek gir ji dest wan derxistin. Rojekê sax encax karîn ku termên leşkerên kûştî bi hîlîkopteran xelas bikin. Encax rojan nehan karîn leşkerên xwe bibin. Lê ew jî, her di bin lêdana hevalan de paşve dikşiyan. Beşek ji wan bi hîlîkopteran xelas kirin, piştî ku hevalan li hîlîkopteran jî xistin, beşek leşker di nava çemberê de man. Hevalan dora wan girtin, tenê aliyekî pir zêde berf hebû, leşkeran bi întîharwarî xwe li wê berfê xistin û wisa ji nava çembera hevalan xelas bûn. Di vir de şaştiya hevalan hebû, heval difikirîn ku dijmin wê nikaribê xwe li berfê bidê û ji çemberê derkevê.

Têkiliya xwepaşvekişandina dijmin bi zextên devre re nîne. Planên artêşa Tirk ne wisa bûn. Plana wan ew ketina bîryargehê bû, darigrkirina vê herêmê bû, armanca wan ew bû ku xwe bi cih bikin û pişt re jî tevayî başur û gelê me li vir tehdîd bikin û bixin bin kontrola xwe. Ev tişt wan bi xwe jî, digotin û tiştekî ne veşartîbû. Jixwe xerîteyên operesyonê ketin destên me, di xerîteyê de hedefên wan diyarin. Haya Emerîka jî, ji van hedef û xerîteyan hebû û jê razîbû. Jixwe Emerîka îstîxbarat dabûn Tirkan. Yanî çi têkiliya zextên derve û xwevekşîna artêşa Tirk ji Zap’ê re nîne. Jixwe ku artêşa Tirk paşveneçûba, wê di dîroka xwe de binkeftina herî mezin bidîta. Ku li Oremarê 8 leşker dîl ketibûn destên me, ewê li vir hêjmarek pir mezin ji leşkeran biketana destên me. Yaşar Buyukanînt ev dît. Ji bo vê yekê jî Îlker Başbuğ hat Şirnaxê. Ji bo vê yekê wan digotin “Em ji bo paşvekişandinê li ser agir bûn”!.

 

 -   Em dizanin ku di navbera 20 û 29’ê Şubatê de rojên gelekî zehmet bûn, her wiha, di aliyê hêjmar de jî, artêşa Tirk bêhtirî deh hezaran bûn û we jî got ku hemû hêzên taybet bûn û gelek çek û teknolojiya şer bi karanîn. Tê gotin ku hêzên gerîla yên axtîv şer kirin 100 heval derbas nedikir. Yanî sira vê yekê çibû ku 100 heval li hemberî deh hezar leşker û di mercên zivistanê yên herî zehmet de berxwe bidin û bi serbikevin?

Artêşa Tirk bi gelek amadekarî hatibû. Wan gelek hesab kiribûn, xwe li gorî mercên zivistan û berfê amadekiribûn. Cilên berfê anîbûn, gûreyên taybet anîbûn, alavên xwegermkirinê anîbûn, heta evqas tişt anîbûn ku barê leşkeran pir- pir giran bûn û nedikarîn di bin wî barê giran de bimeşin. Lê hêzên me, li gorî şert û mercên çiyayên Kurdistanê, him havîn û him zivistanê xwe perwerdekirine. Jixwe em hêzek gerîlane û li çiya dijîn, berî her tiştî hêzên me di aliyên pskolojîk û moral de amadebûn. Belkî ku derfetên me bi qasî yên dewletekê nebin, lê em di aliyê moral û pskolojîk de baş amadebûn, hêzên me di aliyê vîn û îradeyê de amadebûn. Em hêzek bîr û baweriyê ne. Mînak: Di nava vê operesyonê de, artêşa Tirk carekê hemû artêşa xwe guhertin û hêzên nû anîn cihê yên din. Lê ji ber ku hêzên me bi bîr û baweriya xwe şer dikin, li hemberî hemû mercên pir zehmet berxwe didan. Ev jî xala herî girîng a ku hîşt em bi serbikevin. Derveyî vê, di warê pratîk de jî, amadekariyên me hebûn. Ji bo mercên berfê û çiyayên bilind jî amadekariyên me hebûn. Jixwe di dema operesyonê de, du rojan her berf dibariya. Di bin barîna berfê de me şer dewam kir. Di vir de 100% însiyatîfa şer di dest hêzên me de bû. Di van her du rojên berf barînê de gelek leşkerên Tirk di berfê de qufilîn û lingên wan şewitîn û di cihên xwe de cemidîn. Tiştê ku hîşt hêzên me bi serbikevê, ew aliyê wî yê bîryar bû û aliyê wî yê îradeya xurt bû. Me bi çavên xw dîtin, bi rojan heval di nava berfê de çûn û hatin, lingên wan şilbûn, cilên wan şilbûn, şev pir sar bû, agir tûnebû ku heval xwe pê germ û zuha bikin, heta ku solên di lingên hevalan de bi şev diqerisîn û qeşa digirtin, heta hevalan ji ber vê nedikarîn pêlavên xwe ji lingên xwe derxînin… Lê li rex van hemû zehmetiyan jî, yek hevalî jî, behsa sermê nedikir, yek hevalî jî gazinc nedikirin, heta çend hevalan lingên wan di berfê de werimîbûn lê qet behsa vê yekê jî nekirin. Dema me pirsa rewşa hevalan dikir, yekî jî behsa zorî û zehmetiyan nekirin.

Divê mirov bibêje, ku di şerê van 9 rojan de, ê ku biser keft ruhê berxwedaniya PKK bû. Ê ku biserkeft ew îradeya bihêz a PKK bû. Ê ku biserkeft îradeya gelê Kurd bû. Ê ku biserkeft gerîlayên Kurdistanê bûn, ên ku biserkeftin şervanên HPG bûn. Belkî ku gelê me niha gelek diroşme derxistine, lê ê ku biserkeftî ew ruhê PKK û şervanê HPG bûn. Jiber ku bi rojan, di nava mercên zor de, yek hevalekî jî, nêzikatî, gotinek ku “NA” tê de hebe nekir û negot. Heval hemû jî, bi bîryarbûn, bîryar jî ew bû ku nehêlin leşker têkevê Zap’ê. Birastî jî, mirov ji bîryar û nêzikatiyên hevalan moral digirt. Vê yekê dihîşt ku bîryara me jî hîn xurtir be. Di vî şerî de, ruhê PKK bi awayekî herî xurt di şervanên HPG de hat dîtin.

 

-  We bi ferehî li ser şerkeriya hevalan, berxwedanî û bîryarbûna wan a di serkeftinê de nirxandin kirin. Her wiha jî, di vî şerî de neh heval şehîd ketin. Li ser şehadeta van hevalan, rola wan di şer de û kesayeta wan de hûn çi dibêjin?

 Berî ku ez bersîva vê pirsê bidim ez dixwazim bersîva pirsa berî wê dewam bikim. Niha di dema operesyonê de hin heval bi awayekî axtîv di eniya pêş de şer dikirin û beşdarî çalakiyan dibûn. Beşek din ji hevalan jî, eniya paş girtibûn. Niha ev hevalên di eniya paş de, zexteke mezin li ser me dikirin ta ku derbasî eniya pêş bibin. Her roj pêşniyarên bi vî rengî ji her aliyan ji me re dihatin. Heta ku hin heval di çalakiyan de birîndarbibûn, hîn birînên wan sax nebibû, wan xwe radikşandin ta ku vegerin nava şerê gerim. Ev ruhê hevalan bandorek mezin li ser me jî dikir. Çi artêş bi hêz û bîryareke wisa nikarin. Artêşa Tirk jî baş hesabê vê yekê nekir û wan tenê bawerî  bi teknîka xwe anîn. Di vî şerî de hemû teknîka xwe ya şer bikaranîn, gelek çekên qedexe jî bikaranîn, her wiha qaşo- hêzên xwe yên taybet anîbûn şer. Lê dijmin hesabê bîryarbûn, ruhê berxwedaniyê û hûnera şerê gerîla yên hêzên me nekiribû, ji lewra jî li hemberî vê rastiyê winda kir û têkçû. Encax karibû birivê. Ev rastiya bi taybetî jî, di kesayeta hevalên şehîd de hat dîtin. Jixwe di vî şerî de heta roja dawiyê 5 hevalên me şehîd ketin, ev 5 heval jî hemû di êrîşan de şehîd ketin. Yanî êrîşên dijmin şikênandin, dest bi êrîşan kirin û di van êrîşên li ser dijmin de ev hevalana şehîd ketin.

Mînak heval Ayhan, ew nû ji Heftenînê hatibû, pêşniyara wî ji bo derbasbûna qada bakur hebû û ji bo nîqaşkirina vê pêşniyarê hatibû Zap’ê. Ew nû gihîştibû, hîn westiyayî bû, lê dema ku sibehê zû operesyon derket, heval Ayhan nehîşt ku hevalên wî biçin pêşiya dijmin, ew bi xwe çû. Ew çû û pêşiya dijmin girt, sibehê zû û heta êvarê şer kir. Ew cihê ku dijmin çar caran êrîş li ser kir û her çar caran şikest û Kobra li wir ket, a ew cihê heval Ayhan bû. Heval Ayhan di singera herî kirîtîk de bû, tenê jî, çeka wî ya sivik hebû. Ji sibehê heta êvarê her kesî ji helwesta heval Ayhan hêz û moral girt. Li ruxmî ku ewqasî westiyayî bû û tenê çeka wî ya sivik hebû, lê dîsa jî, wî li hemberî dijmin şer kir, êrîşê hemû jî şikandin û moral dida hemû hevalan. Êvarê, dîsa wî nexşe û plana çalakiyê çêkir, heval amadekirin û xistin çalakiyê û bixwe jî, di vê çalakiya li ser dijmin de şehîd bû. Wî xwe baş neparast, ku xwe baş biparastiba wê şehîd jî nebûya, ew pir bi germî bi ser dijmin de çû. Ev mînak e, mînaka milîtantiya PKK ye, mînaka gerîlayê Kurdistanê ye, û ê ku di vî şerî de biserket jî ev ruh bû, ê ku dijmin şikand jî ev ruh û ev vîn bû.

Ev yek ji bo tevayî hevalan jî derbas dibê. Mînak heval Cahîd û heval Erdal bi roj, di cihekî hemû berf de, êrîş birin ser dijmin û li wir dijmin şikandin, di vê êrîşê de jî heval Cahîd û heval Erdal şehîd bûn. Her wiha heval Tofan, ku bi şev di êrîşekî di eniya Zagrosê de birin ser dijmin û ev çalakiya êrîşê saet û nîvekê dewam kir û derbeyeke mezin gîhandin dijmin, di vê êrîşê de ew şehîd ket. Hevalên din jî, hemû wisa bûn, jixwe heval Baran li rex heval Ayhan şehîd ket. Her wiha jî hevalên ku roja dawiyê şehîd ketin. Mînak heval Ozkan û hevalên wî yên dinê(Egît, Zindan û Artêş) ku li ser çeka Doçka şer dikirin, wan dijmin xistibûn nava tengasiyeke pir mezin, ne dihîştin dijmin pêş bikevê û ne jî paşve biçê. Wan li koordîna operesyona da û hîştin ku koordîneya dijmin ji cihê xwe birivê biçê pişt sînor. Di roja dawiyê ya operesyonê de, van hevalan nehîştin ku dijmin xwe paşvebikşînê û derbeyên mezin lê xisitn.

Keda van hevalên şehîd di vî şerî de pir mezin bû, rola wan pir girîng û zêde bû, helwest, tevlêbûn û morala wan hêz da her kesî. Di vî şerî de tiştekî pir girîng heye divê ku mirov bibêje: Di vî şerî de ka hêjmara me kêm bû an na, erzaq hebû an nebû, berf û serma hebû an nebû? Van hemûyan jî, bide aliyekî, ew ruh û morala ku hevalan dida hev, hîşt ku serma jî werê ji bîr kirin, hîşt ku hêjmara dijmin jî bê ji bîrkirin, top û obîsên dijmin bên ji bîrkirin û vê yekê hîşt ku dijmin binbikevê. Ev rastiya zindî, kêlî bi kêlî û hinase bi hinase hat jîyîn û dîtin.

 

-  Berî Opersyonê û di dema operesyonê de gelê Kurd li her derê li pişt we sekinî û piştgiriya xwe da nîşandayîn. Ev li her çar beşên welêt û li derveyî welêt wisa bû… Gelo ev helwesta gelê Kurd bandorek çawa li ser bîryar û berxwedaniya we kir?

 Divê mirov bêje ku di wan 9 rojên şer de derfetek wisa zêde tûnebû ku mirov çapemeniyê bişopînê. Tam agahiyeke wisa zêde li ser qadên derveyî şer nedigihîşt me, me nedizanî tam çi diqewimê. Lê hewldana me hebû ku hemû derfetan têxin kar ta ku agahiyên li ser şer ji derve re, kêlî bi kêlî û saet bi saet ragihînin, gel û raya giştî agahdar bikin. Bi taybetî li ser vê xebatê hat rawestîn. Piştî ku derfeta şopandina çapemeniyê vebû, me dît ku gelê me şiyarbûn û helwestek xwedîderketinê ya pir mezin û bi rûmet nîşan dan e. Bêguman ev helwesta gel girîng bû û bandora xwe li ser dijmin jî kir. Ev helwestek bi nirx e û di cihê xwe de bû. Her wiha jî, ev şer û berxwedaniya Zap’ê carek din gelê me hemû rakir ser piyan. Gelê Kurd car din hemû kir yek, ruhekî netewî yê pir xurt çêkir û yekîtiyeke netewî li derdora berxwedaniya Zapê afirand. Bi qasî ku berxwedanî û serkeftinek di qada şer de derket, ewqasî jî ruhê yekîtî û berxwedanê li ba gelê Kurd bipêşket.

 

-  Gelo di nava vê operesyonê de bûyerên balkêş ên ku di bîra we de mane hene? Bi taybetî jî yên ku bûn sedema serkeftinê…

 Welah di vî şerî de heman her roj bûyerên wisa pir hebûn. Ji roja yekê heta roja dawiyê bi vî rengî bû. Mînak; heman di kêliya yekê ya hatina dijmin de, hevalan agahî dan û gotin ku dijmin êrîş aniye ser Çiyayê Reş û me derbeyek mezin li dijmin xistiye, gelek kûştî û birîndar hene û dijmin şikestiye. Yanî agahiya yekem bi hatin û şikestina dijmin re hat. Jixwe di her şerekî de kêliya ewil pir girîng e, pêşwazîkirina dijmin bi rengekî wisa jî pir bi bandor bû. Ev bandora destpêkê heta dawiyê domiya. Bîryarbûna hevalan pir diyar û girîng bû. Hîç dudilî nehat jîyîn, hîç çi hevalî cihê xwe bernedan.

Ya din jî, dijmin bi hezaran êrîş ji sibehê heta êvarê anîn ser girekî, li wir jî tenê çend heval bi çekên sivik hebûn û her tim dijmin şikandin û hemû êrîşên wî paşva vegerandin û di dawiyê de pir bi xwînsarî û bi hûnerî kobreya dijmin xistin. Tiştê herî balkêş jî, ewe ku dijmin ev cih wek xalek me ya lewaz didîtin û xwstin ku di vir de li dora me bizivîrin, lê derbeya herî mezin li vir xwarin.

Her wiha, me di nava operesyonê de xwest ku hin hevalan biguhêrin, yanî hin hevalên ku pir westabûne bikşînin û li şûna wan hin hevalên din bişînin, lê çi hevalî qebul nekir ku ji eniya pêş paşve biçê. Em jî, li hemberî vê bîryarbûn û ruhê germ bêçare diman.

 

-  Bi taybetî jî ku gelek heval ên nû bûn Û cara yekê ye ku dikevin nava şer…

 Ê ev ne cara destpêkê ye. Di PKK’ê de ev xal girîng e. Ango ruh girîng e. Bêguman piranî jî hevalên ciwan bûn, hevalên kevin jî hebûn, hevalên komîtan jî pêşengî kirin, mînak heval Ayhan û heval Cahîd her du jî Komîtan bûn, her wiha heval Ozkan jî heman wisa. Jixwe kîjan heval li kû derê bûya, tiştê ku ket ser milê wî de, bê qusur pêkanîn. Helbet hevalên nû û ciwan jî, ew ruh û bîryar nîşan dan. Her wiha ew hûnera şer baş raberkirin. Jixwe divê mirov bêje ku di vî şerî de gerîla hêza xwe dît, hîn baştir hêza xwe naskir û fêmkir Ka ev hêz dikarê çi bike? Ka bi vê bîryarê, bi van çekan û van textîkan mirov dikarê çi bike! Her hevalekî hêza xwe ya rast dît. Vê yekê jî hîşt ku baweriya hevalan bi xwe zêdetir bibê.

Ev yek baş hat dîtin ku gerîlayên Kurdistanê dikarê artêşa Tirk bin bixînin. Heta niha me digot ku HPG hêzeke ku bi bin nakevê, kesek nikarê binbixîne. Lê şerê Zap’ê rastiyeke din jî îzbat kir, ew jî ku gerîlayên Kurdistanê dikarin artêşa Tirk binbixînin. Di dirêjahiya 25 salên şerê me de, ev yek ji derbe û şikestinên herî mezin ku artêşa Tirk xwariye. Ku mirov bi hûrgilî li ser mijarê rawest wê ev yek baştir xuya bibê. Pskolojiya leşkeran, jiyana wan, bê dîsplîna wan, heta vegera wan jî ev rastiya binkeftî diyar kir. Tê zanîn ku eger artêşek bişkê dikevê pskolojiyek çawa? Ev di nava leşkerên artêşa Tirk de pir baş hat dîtin.

Ku mirov encama vî şerî bipirsê; ka encam çibû? Mirov dikarê bêje ku artêşa Tirk bi mehan xwe amade kirin, bi pskolojî û hewayekî pir cuda hatin, pir jixwe bawer, pir bilez hatin, lê pir şikestî çûn. Wek ku gelê me dibêje “ Li paş xwe nenêrîn û çûn”! jixwe gelê me diroşmeyek baş ji bo vê operesyonê bikaranîn, gotin: “Siwar hatin û peya çûn”. Bi peyatî jî, zor xwe xelas kirin.

 

-   Di vî şerî de gelek xenîmetên ku we ji ser dijmin rakirî hebûn. Gelo nirxê van xenîmetan him di ware manewî û him jî leşkerî û madî de çiye?

 Şerê Zap’ê ne wisa şerekî eniya û singeran bû. Ne jî, ku artêşa Tirk êrîş dikir û gerîla di singeran de berxwedidan. Belam, gelek textîk di nava hev de hatin bikaranîn. Dema ku hêzên dijmin xwestin pêş bikevin hêzên me lêdan, dema ku hêza dijmin rawestiyan dîsa hevalên me lêdan û dema ku xwestin paşve bikşin jî hevalan lêdan. Ji bo vê yekê, gelek şêwazên çalakiyan bipêş ketin. Bi taybetî jî, di kemîn û êrîşan de. Di van êrîşan de gelek leşker mirin, gelek tiştên wan bi dest me ketin, di qada şer de Kobreya wan ket, hevalan gelek çek, çente, cebilxane û alavên leşkerî yên cuda- cuda ji ser wan rakirin. Ji van xenîmetan beşekî pir kêm ji bo ragihandinê hat nîşandayîn. Lê a girîng di vir de însiyatîfa şer e.

Ev yek ne di plana artêşa Tirk de bû ku xenîmet têkevin destên me; wan plan dikir ku tiştên me û kampên me têkevin destên wan û ev jî wek serkeftinekê rabighandibana. Divê ku bala we jî, kişandiye ku dema artêşa Tirk paşvekişiya tiştekî di deste ku bêje “A min ev bi dest xist” tûnebû! Tenê wêneya çend leşkerên westiyayî û jihevketî û paşvekişandina leşkeran hebû. Ji bilî vê tiştekî ku artêşa Tirk pesna xwe pê bidê tûnebûn.

Ji bo kobra yê, fermandariya artêşa Tirk got ku “Kobra şikest”! Raste, kobra şikest, ew bi derba hevalan şikest; lê di vî şerî de ne tenê kobra şikest, ê ku şikestî artêşa Tirk bixwe bû, ê ku şikestî polîtîkayên înkar û tûnekirinê bûn, ê ku şikestî konsepta AKP û artêşê bû û ev jî encamek girîng a vî şerî û vê berxwedaniyê bû.

 

-   Gelo dive ku encama berxwedaniya Zapê ji aliyê hêzên navnetewî û herêmî ve çawa bê xwendin û nêzikatiyek çawa ?

 Di vî şerî de gerîlayên Kurdistanê dersek baş dan artêşa Tirk. Wan digotin “Emê têkevin bakurê Îraqê û piştî ku em wan biqedînin emê vegerin”. Lê ew hatin û dersek baş giritn. Em dibêjin ku –înşaallah- ewên li ser siyaseta tûnekirinê îsrardikin encam ji vê yekê derxînin û li dûv xeyala tûnekirina gerîlayên Kurdistanê nekevin. Di vî şerî de berî her tiştî ev îsbat bû: Ku gerîlayên Kurdistanê yên ku di nava HPG’ ê de xwe rêxistinkirine ew hêzek serkeftinê ne. Di van çiyan de kesek nikarê vê hêzê bi binbixînê. Kî bifikirê ku ewê bi şer vê hêzê bi binbixînê, ewê mehkumî binkeftinê bin. Ev encamek girîng e.

A duyem: Vî şerî ev yek jî eşkere kir; ku siyaset û konseptên li ser bingehê qedandina PKK’ê kar dikin çi şansê wan ê serkeftinê nîne. Vê care, ji hemû caran bêhtir û zelaltir bersîv hat dayîn ku serkeftina konseptên wisa ne mimkun e. dive ku her kes, çi dewleta Tirk dibê û çi jî hêzen din dibê, dive ku dev ji vê yekê berdin. Ên ku di vê yekê de îsrar bikin, ne tenê wê bê encam bimînin, di heman dem de wê zerar jî bibînin. Di vî şerî de artêşa Tirk û fermandariya wê xwe rezîl kir. Ka soza çi da, çi hedef dikir û bi çi awayî zivirî?! Em dibêjin; dive careke din van şaştiyan nekin. Îsrarkirina li ser van polîtîkayan wê hîn bêhtir zerarê bigihînê wan.

A sêyemîn: Hêz û derfeta gerîlayên Kurdistanê heye ku şer hîn bêhtir mezin bikin. Hêza wî heye ku hîn xurtir li dijmin bixê… Berxwedaniya Zap’ ê ev yek îzbat kir.

A din jî, li derdora berxwedaniya Zap’ê gelê Kurd hemû bû yek, yekîtiyek netewî avakir û bi vî şerî tevgera azadiya Kurdistanê xurtir bû, gelê Kurd hemû rakir serhildanê, îradeya her çar perçeyên Kurdistanê û hemû gerîla û PKK, bi awayekî herî xurt kir yek û zivîrand berxwedaniyeke mezin.

Berxwedaniya Zap’ê û berxwedaniya gelê me li Newrozê de, ji niha ve konsepta tûnekirinê ya hukumeta AKP berûvajî kir. Vê zivistanê serokwezîr û serokomar digotin ku emê di sala 2008’an de ji PKK xelas bibin. Wan sala 2008’an wisa îlankirin. Wan pişta xwe bi vê operesyonê xurtdikirin. Lê berxwedaniya Zap’ê û berxwedaniya Newrozê nîşan da, ewê ne ku PKK tûne bibê, sala 2008 bû sala bilindkirina tekoşîn û berxwedaniya gelê me ji bo azadiyê û gihîşt asta herî bilind…

 

Di dawiyê de ku gotineke we hebe…

 Di vî şerî de xuyakir ku dewleta Tirk hîn jî li ser polîtîkaya tûnekirinê de îsrar dikê. Gelo çima artêşa Tirk gerîla hedefgirt û çima Zap? Jiber ku gerîla hêviya gelê Kurd e. Jiber ku gerîla cihê baweriya gelê Kurd e. Jiber ku gerîla daxwaz û  hestên gelê me tînê ziman; ji bo vê yekê wan gerîla hedefgirtin. Çima Zap hedefgirtin? Ji bo ku gerîla tûnebikin, ta ku perçe-perçe bikê û pişt re jî bi asanî tûnebikê, ji bo vê yekê êrîşî Zap’ê kirin. Em li hemberî rastiya dewletek wisa ne kul i ser tûnekirina gelê me îsrar dikê. Di şerê Zap’ê de, car din diyar bû ku gerîla ji bo gelê kurd her tişt e û bêyî gerîla ji bo gelê Kurd tenê çarenûsa qirkirinê dimînê. Gelê me ev baş dît û xwedî li gerîlayên xwe derket… Lê divê ji vir û şûn de, gelê me ji her demê bêhtir xwedî li gerîlayên xwe derkevê û di hemû waran de arîkarî bikê. Berî her tiştî jî, divê ku malbatên Kurd li pêşiya tevlêbûna zarokên xwe bo refên gerîla astengiyan çênekin. Divê ku malbatên Kurd zarokên xwe neşînin leşkertiya dijmin. Di dawiyê de jî, em dibêjin ku her ciwanekî Kurd, li kîjan beşî dibê bila bilê, keç dibê an jî xurt, divê ku xwedan bîryar û helwestek bihêzbin û li hemberî rastiya dijmin, divê ku tevlî refên gerîla bibin. Cihê hemû ciwanên Kurd ên demoqrat, azadîxwaz û welatparêz nava refên gerîla ye. Em hemû ciwanên Kurd vedixwînin nava gerîla, vedixwînin Zap’ ê.

DAWÎ