HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 23’yê pûşperê de saet li derdora 21.30’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li dijî Qereqola Girê Sor ku girêdayî Şaxa Wanê ye çalakiyek hatiye lidarxistin û di çalakiyê de nîzamiya ku ewlekariyê digire û çeper hedef hatine girtin. Di encama çalakiyê de ji dijmin kuştî û mirî çêbûne, bes hejmar nehatiye zelalkirinê. Piştî çalakiyê Artêşa TC’ê bi zanebûn qada ku cahş lê dimînin daye ber hawan û obûsan.

Di 24’ê pûşperê de Artêşa TC’ê bi ambûlans û 3 maşînên leşkerî hatiye qada çalakiyê û operasyonek daye destpêkirinê. Heman roj dema ku dijmin hewl daye bi paş ve vekêşe, hêzên gerîlayên saet di 16.00’an de di navbera Şax û Girê Sor de li dijî dijmin careke din çalakiyeke ku du saet ajotiye li dar xistine. Di vê pevçûnê de jî mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes hejmara wan nehatiye zelalkirinê. Piştî çalakiya duyemîn, dijmin bi zanebûn derdora gundê Karçeteyê daye ber hawan û obûsan. Di encama vê êrîşa dijmin a bi hawan û obûsan, eydî gundiyan mal û zevî zirar dîtine, bes der barê mirin û birîndariya gundiyan de agahiyek bi dest neketiye. Piştî çalakî û pevçûnan, dijmin li hember qada Kato Xelîla operasyonek li dar xistiye.

 

2. Di 24’ê pûşperê de saet di navbera 20.00-24.00’an li Qadên Parastina Medya li hember Girê Bêtalma û gundê Heftanînê, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

3. Ji hêla Artêşa TC’ê ve li qadên Mawa, Şapata, Girê, Keletê, Helenya û Qereqola Rûbarokê sewqiyata leşker û tanqan tê kirin. Artêşa TC’ê cahşan li qereqola civandiye û fermana ku her dem amadebin daye.

25 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG