HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re! 

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

1. Li herêma Zap;

– Di 2’ê Gulanê saet 09.00-12.00’an artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan êrîş birine ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran dane.

2. Li herêma Metîna;

– Di 28’ê Avrêlê de li herêma Girê Ortê droneke bombebarkirî ket. Hêzên me ev dron desteser kirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

 – 29'ê Avrêlê, 1 û 2'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Çarçêl, Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdogan û Girê Cûdî tevî qada Deşta Kafya ya Garê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– Di 2’ê Gulanê de qadên me yên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 17 caran bi obus, tank û çekên giran bombe kirine.

– Dagirkeran li Sîdayê hewl dan bi kepçeyan çeperên berxwedanê hilweşînin.

 

3’ê Gulana 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê