HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Giştî Re!

Di meha Gulanê de gelek kadroyên pêşeng û milîtanên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê tevlî karwanê şehîdan bûn.

Yek ji damezrînerê partiya me û hevrêyê Rêber Apo û şoreşgerê enternasyonal ê pêşeng hevrê Hakî Karer di 18'ê Gulana 1977'an de şehîd bû. Ji ber vê yekê jî ji aliyê Partiya me û gelê me ve 18’ê Gulanê weke “Roja Şehîdan” û meha Gulanê jî weke “Meha Şehîdan” hatiye qebûlkirin û îlankirin.

1’ê Gulanê roja şehadeta Abdulkadîr Çûbûkçû, fermandarê eyaleta Garzanê Ramazan Kaplan (Celal Hoca) û fermandarê hêja yê herêma Cûdîyê Hamza û hevalên wî ye. 2’yê Gulanê jî roja şehadeta fermandarê me yê ewil Mehmet Karasûngûr, hevrê Îbrahîm Bîlgîn û fermandarên me yên Qada Navîn Azad Sîser û Çekdar Amed e. Her wiha di 4'ê Gulana 1937'an de jî bi destpêkirina Qirkirina Dersimê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin û gihîştin mertebeya şehadetê. 6’ê Gulanê roja şehadeta Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan e. 9’ê Gulanê jî roja şehadeta fermandarên PJAK’ê yên hêja Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemholî, Elî Heyderiyan Ferhad Vekîlî û yek ji fermandarê pêşeng ê HBDH’yê hevrê Ûlaş Bayraktaroglû ye. 11’ Gulanê roja şehadeta Hozan Mizgînê (Gûrbet Aydin) ye. 12'ê Gulanê roja şehadeta Leyla Qasim û çar hevrêyên wê ye. 16’ Gulanê roja şehadeta hevrêyên me Hêlîn, Salih û Ozan û bi dehan hevrêyên me ye. 18’ê Gulanê roja şehadeta Çaran e (Ferhat Kûrtay, Eşref Aniyik, Mahmût Zengin û Necmî Oner) û pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ye. 19'ê Gulanê jî roja şehadeta Halîl Çavgûn û Muslum Baran e. 22’yê Gulanê jî roja şehadeta 16 hevrêyên me ye ku di sala 2001’ê de li Çewlikê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyevî hatin şehîdkirin. 25’ê Gulanê jî roja şehdeta Ahmet Kesîp (Cemşîd) û fedaîyên pêşeng ên Tabûra Nemiran a hevrê Andok û Êrîş e. 27’ê Gulanê roja şehadeta hevrê Îsmaîl Nazlikûl (Kasim Engin) e. 31’ê Gulanê jî roja şehadeta pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Sînan Cemgîl û hevrêyên wî ye. Ji ber ku bi hezaran leheng di vê mehê de bi awayekî destanî li berxwe dane û şehîd bûne, meha gulanê bûye meha şehîdan û wateyek mezin qezenç kiriye. Em di 47’emîn salvegera wî de di şexsê pêşengê me yê mezin hevrê Hakî Karer de şehîdên Meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi tacîdarkirina têkoşîna xwe zindî bihêlin. 

Partiya me PKK li ser bingeha ku bersiva herî watedar û rast bide şehadeta hevrê Hakî Karer ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin. Wate û nirxa ku Rêber Apo daye şehîd û meqama şehadetan, veguherandina wî ya rastiya şehîdan bi heqîqeteke mezin a îdeolojîk li manewiyat û pîvana têkoşînê, xisleta PKK’ê diyar kiriye. PKK di têkoşîna xwe ya nîv sedsalê de bêhejmar leheng şehîd daye, lê yek ji wan ji bîr nekirye, xwîna wan li erdê nehiştiye, ala wan dewr girtiye û pêş ve biriye, hewl daye her şehîdê xwe bike sedema têkoşîneke bi bandortir û bibe layiqî şehîdan. Weke ku hevrêyê me Şehîd Serxwebûn Serhed di peyama xwe ya dawî de diyar kir; Di şexsê milîtanên PKK’ê de dîrok û neteweyek bi ser dijmin ve diçin û hesab dixwazin. Meşa PKK’ê meşa dîrokî ya hesapxwestin û tolhildana şehîdan e. Şehîdên me ne tenê weke leheng şehîd bûne, di dil û mejiyê gelê me ya ku dil daye PKK’ê de hestên herî esîl avakirine, hêrsa me xurt kirine, cesareta me mezin kirine, baweriya me zêde kirine, hêviya me zindî hiştine, manewiyata me zêde kirine û jiyana azad bi girek girek afirandine. Ji ber vê yekê şehîdên me, bûne heqîqetên me yên dijîn, meşaleya me ya azadiyê ku her tim rênîşander in û bûne hêza me fermanê ku me rêvebibin. Partiya me PKK’ê ku li ser van rastiyan bûye “Partiya Şehîdan”, îro jî bi şopdariya xeta şehîdan têkoşîna xwe ya azadiyê bêyî dudilî didomîne. 

Artêşa Şehîdên Nemir a PKK’ê di têkoşîna me ya azadiyê de ku bênavber didome, her roj mezintir dibe, her şehadet, her destana lehengiyê ku tê nivîsandin û sekna fedayî ya Apoyî me ber bi serkeftinê ve dibe. Dema em dikevin sala 48’emîn Meha Şehîdan, em dibin şahîdê meşa şehadeta lehengî ya hevreyên xwe ku li her derê Kurdistanê bi lehengî liberxwe didin, bi sekn û serê xwe xeta şehîdan herî baş temsîl dikin. Heta ku zarokên Kurdistanê yên ku bê tirs şer dikin û bi cesareteke mezin têdikoşin hebin, doza me ya azadiyê wê tu carî têk neçe û teqez wê bi ser bikeve. 

Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê ku di pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê de şer dikin, diyar dikin ku em ê her tim bibin şopdarên xeta şehîdan, meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin û em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin û zindî bihêlin. Li ser vê bingehê em careke din bi rêzdarî û minetdarî şehîdên xwe bi bîr tînin û em soza xwe dûbare dikin ku em ê tu caran ji parêzvaniya jiyaneke layiqî bîranînên wan tawîz nedin û têbikoşin.

16ê Gulana 2024

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL