Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin. Hêza civakê ya pêşeng jin û ciwan in. Ji ber ku hêza bi bandor in, dijmin her jin û ciwan hedef digre û bi êrîşan bandor dike.
Ji rojê êrîşên ku li hemberî civaka exlaqî-polîtîk pêşketiye heye îro her tim jin û ciwan bûne hedefa sîstemê. Jin bi fikrê xwe, bi xwezaya xwe her berxwedaye û bûye pêşengekî xwezayî. Ji bo jin hêz û vîna xwe nasneke û nebîne, sîstema kapîtalîst bi nirxên wê lîstiye û kiriye yên xwe. Dîsa jinê wek meta bikaranîn û wisa dayîna naskirin, nirxên wê yên cewherî biçûk xistin, xwedawendîtiya jinê ji holê rakiriye û kiriye koleya efendiyan.
Di her çar parçeyên Kurdistanê de, jinên ciwan di asta bilind de rola xwe dileyîze û mirov dikare wek hêza motora civakê jî pênase bike. Weke jinên ciwan êrîşên dijmin di her aliyan de hem mile fîzîkî, hem jî di milê fikrî de her dem çêdibe. Lê tu car wek jin û ciwan dev ji hêz, kelecan û enerjiya xwe bernade. Bi van taybetmendiyan pêşengtiya gel dike û her dem riya berxwedaniyê esas digre.
Rol û mîsyonên ku dikeve li ser milê jinên ciwan ku rast were pêkanîn, hem wek jin, hem jî wek ciwan dikare hêzekî xurt derxe holê. Bi vê hêzê re dikare pêşengtiya civakekî bike û dike jî.
Jinên ciwan bi hêz, vîn û fikrê xwe tevlî rêxitinê bûne. Ne tenê jinekî, bi hezaran jin bi hatina wan a navnîşana rast bi berxwedanî û baweriya xwe keda ku serokatî daye beranberê vê di xeta Ş. Zîlan, Ş.Evrîm, Ş.Ronahî de bi hewlidanekî mezin dimeşin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Arjîn Vînda
- Ayrıntılar
Nav û Paşnav: Bêrîtan ENCU
Navê Kod: Bêrîtan ROBOSKÎ
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê:1994/ Mêrsîn
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 2/4/2009 Ji Qampa Ş.Rustem CUDÎ (Mexmûr)
Cih û Dîroka Şahadetê:15/9/2012 Şemzînan (di encama êrîşên balafirên şer de).
Dema ku mijar dibe şagirta ciwan a Rêber APO, wê demê di nava cih û warên Egîdan de ji hezkirina evîna Gulbiharan û Sorxwînan gulek ji nûve dibişkive. Di heman demê de ew jî bi vê hezkirina biwate dibe mîna çavkaniya kaniyekî ku hertim bi evîna welat, bi hesreta cih û warên bav û kalên xwe re. Ji ber ku ew jî wek hemû zarokên kurdan ên li hemberî zilma dewletên dagirker û nijadperest ti carî serî netewand, bi wan çavên xwe yên ku hêviya gelê xwe têde dihewand, berbi jiyaneke penabertiyê ya êş û elem bi rê ket.
Rêhevala Bêrîtan ji eslê xwe ji gundê Roboskî yê li ser herêma Qileban a girêdayî bajarê Şirnexê ye. Di sala 1994’an de ku li gelek deveran ji aliyê dewleta Tirk ve gundên kurdên welatparêz dihate şewitandin û talan kirin, di wê pêvajoyê de rêhevala Bêrîtan çavên xwe li cîhanê vedike. Ji ber vê rewşê malbata wê neçar dimîne ku berê xwe bidin herêma Başurê Kurdistanê. Ji wê dema ku ji dayîk dibe heta tevlî nav refên gerîla bibe her tim ji bo jiyaneke birûmet û azad bijî, lêgerîna xwe ya rasteqînê her bi têkoşîneke xurt ve didomîne. Heta vaya pir vekirî di jiyana xwe ya xwendevaniyê de jî, bi serkeftîbûna xwe ya ku di nav refê de dida xuya kirin. Bi taybetî jî ji bona dîroka xwe û ya gelê xwe baş fêr bibe, her tim bi baldariyeke mezin guhdarî waneyên mamosteyan dikir. Li ser van bingehên lêgerîn û lêpirsînên xwe di sala 2009’an de ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem tevlî nava refên gerîla bû. Ruxmî ku di temenek biçûk de tevlî nav refên gêrîla bibû jî, lê belê di demekî pir kin de perwerdeya li ser bingehê bîrdoziya Rêber APO tê dayîn bi baldariyeke mezin guhdarî û roj bi roj tiştên fêr bûye jiyanî dike. Vê yekê di tevlêbûna jiyana gerîla de bi hezkirin û moraleke pir mezin xwe tevli dike û ji hevalên xwe yên din re jî dibe mînak.
Rêhevala Bêrîtan dema ku derbazî jiyana nava yekîneyan jî dibe, lêpirsîn û lêgerîna xwe ya li şopa heqîqetê bi dilnizmbûna xwe ya ku li himberî rêhevalên xwe û bi hezkirina hevalên xwe didomîne. Di heman demê di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi sekna xwe ya radîqal a li himberî pirsgirêkên ku ji aliyê kesayetan ve tê jiyîn û di nava jiyanê de derdikevin, bi sekneke pir xurt ve helwesta xwe raber dike. Di nava rêhevalên xwe de her tim bi sekna xwe, bi zanebûn û hişmendiya xwe ve bi hevalên xwe re dibe alîkar. Heta ji ber ku dibistan bi zimanê dayîka xwe xwen dibû, her tim hewl dida ku hevalên derûdora xwe jî fêrî zimanê kurdî bike.
Rêhevala Bêrîtan ji jiyana leşkerî pir hezdikir û her tim ji bo tevlî çalakiyan û şer bibe di nava hewlidanên pir mezin de bû. Li gorî wê jî xwe fêrî hemû çekan dikir. Yek jî Rêhevala Bêrîtan ji çeka hewan û doçka pir hez dikir. Jixwe ji wê hezkirina xwe ya ji bona çekên giran, bi israra xwe û bi pêşniyara xwe ya ku ji rêxistinê re dike û di dawiya sala 2010’ an de derbazî yekîneya çekên giran dibe. Dema derbaz dibe jî ji bo ku di her çalakiyê de û di her pevçûnê de rola xwe bileyze her tim di nava hewlidanên pir mezin de bû ku zû fêrî hemû çekan bibe û li ser hemû çekan hakim bibe. Her çalakiyên ku di herêma Xakûrkê de çêdibû, hevala Bêrîtan bi wê coş û kelecana xwe ya ku biçe li ser dijmin wê kîn û nefreta xwe ya ku bi salan e pê re jiyan kirî û ji bo azadikirina Rêber APO, hevalên li girtîgehan û tevahî gelê bindest bi dest bixe di nava têkoşîneke bêhempa de bû. Her tim Rêhevala Bêrîtan digot, ji bo azadiya Rêber APO û tevahî dayîkan heyanî dilopa xwe ya dawî ezê têbikoşim. Ji ber ku yê bûye sedem ku îro em bikaribim li van warên azad jiyan bikin, ked û fedakariya Rêber APO, rêhevalaên me yên şehîd û ya dayîkên me bû.
Dema ku pêngava şerê gel ê şeroşgerî ya bi navê Ş. Rozerîn Pîran û Ş. Rûbar Mardîn li herêma Şemzînan despêkir, wê demê jixwe yekîneya çekên giran hemû tevlî wê pêngava dîrokî bûn. Rêhevala Bêrîtan jî, bi wê kîna xwe ya ku li dij dijminê xwînxwar, bi coş, kelecan û hêzekî pir xurt tevlî wê pêngava şerê gel ê şoreşgerî bû. Rêhevala Bêrîtan ji despêka pêngavê ta dawiya wê, her tim bi sekneke xwe ya rêxistin kirin, leşkerî û rêhevalatiyek pir xurt tevlî pêngavê dibe. Jixwe di nava pêngavê de her hevalên ku heval nasdikir û nasnedikir jî her tim digotin, em dixwazin biçin ligel koma hevala Bêrîtan. Ji ber ku di pêşengtî û fermandartiya xwe ya şer de rolekî pir xurt dileyîst. Ji ber vê jî di heman demê de rêhevalên li derdora xwe, ruxmî wan şert û mercên bizor û zehmet perwerde dikir. Ji milê taktik afirandin û çûna li ser dijmin bigre, heta di milê sekan leşkerî ya xwînsar bigre, bi kelecena xwe ya mezin û dilgeşiya xwe moral dida rêhevalan xwe ve her li pêş bû. Ev jêhatîbûna wê hêzek û moraleke pir xurt di hevalên wê de pêk dianî.
Bi giştî di pêvajoya Pêngavê de koma ku rêhevala Bêrîtan jêre pêşengtî dikir her li cihên stratejik ku karibe derbeya yekemîn li dijimin bide de bû. Berî çûyîna çalakiya xwe ya herî dawî, me firsenda hevdîtinekî dîtibû. Min jêre; ‘bi dîtina te bi qasî ku ez bibask bibim kêfxweş bûm. Ji ber ku dema hevalan behsa te û tevlêbûna te ya çalakiyan dikirin di vegotinê de peyv nedîtin, pir erênî behs dikirin. Birastî jî cardin dîtina te, nemaze jî di pêngaveke bi vî rengî de dîtina te moral û coşeke ku qet mirov nikare bîne li ser ziman dide mirovan…” Bersiva wê, “bi saya fikr û ramanên Rêber Apo, hevalên şehîd û havalên niha li kêleka me şer dikin em hatin vê astê. Ji ber vê jî ev pir kêm e, lewma jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê divê em bi hemû hêza xwe ve xwe tevli xurtkirina têkoşînê bikin. Heyanî ku em azadiya Rêber Apo, hevalên girtîgehan, tevahî gelê kurd û gelên bindest misoger nekin divê me kêliyekê jî nesekinin…” Dema ev yekanan ji min re behs dikir, rûkeniya rûyê wê ji mirov re wisa dihat ku mirov digot qey ê ji kêfan bibask bibe û bifire.
Di çalakiya xwe ya herî dawî bi pêşniyar û israra xwe tevli dibe. Dema vesazkirina çalakiyê hate xwendin, ji ber ku di navê wê di koma parastinê de bû, pir israr kir ku tevli koma êrîşê bibe. Lê hevalan ev guncav nedît û wê jî herî dawî gotina hevalan kir. Jixwe di jiyanê de jî wisa bû nêrîn û pêşniyarên xwe dikir, lê bes herî dawî gotina hevalan pêk dianî. Hezkrina wê ji rêhevaltiyê re pir xurt bû û ev yek her jiyanî dikir.
Dema diçin çalakiya li ser Şikêrê Spî, hevala Berîtan di parastinê de cih digre. Berî koma êrîşê li dijmin bide, dijmin dîmen digre û çalakî deşîfre dibe. Dijmin bersiv dide û li cihê ku dîmen girtiye gulebaran dike. Ruxmî vê heval êrîş dikin. Hîna di destpêka çalakiyê de ji koma hevala Berîtan du heval birîndar dibin. Hevala Berîtan bêyî ku dem wenda bike xwe digihîne hevalên birîndar. Bi aweyekî saxlem hevalên birîndar digihîne cihekî saxlem û dest bi êrîşkirina li ser dijmin dike. Demekî dirêj di hûndirê pevçûneke pir dijwar de li ber xwe didin. Di encama êrîşên hewayî de bi tevî heşt hevaan tevli karwanê nemirên Kurdistanê dibe.
Bi rastî jî hevalên me yên şehîd anîna li ser ziman pir zor e û di heman demê de hêzeke mezin dixwaze. Ji ber ku yên riyê azadiyê ji me re ronî dikin û ji me re dibin xeta azadiyê hevalên me yên şehîd in. Ji bo ku em jî bibin layîqê şopa wan hevalan û hevaltiya wan, heyanî dilopa xwîna xwe ya dawî divê em jî bi têkoşîneke pir xurt têbikoşin ku em ji hevaltiya wan re bibin bersiv. Hevala Bêrîtan wê her tim weke navê xwe ji me re bibe xeta berxwedan û serkeftinê. Ez jî wek Rêhevalekê wê yê têkoşînê carek din bejna xwe li hem ber bîranîna wê û tevahî rêhevalên me yên şehîd ditewînim. Carek din li himber kesayeta hevala Bêrîtan soza xwe nû dikim û dibêjim heyanî ez sax bim ezê li ser şopa te û tevahî rêhevalên me yên şehîd bimeşim, her tim ji xwe re serkeftin û berxwedanê esas bigrim.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Leyla PENABER.
11.08.2014
- Ayrıntılar
Navê Kod: Mêrxas Dorşîn
Nav û Paşnav : Sehan Akyol
Cih û Dîroka ji dayîkbunê : 1973/ Amed(bi eslê xwe ji Mêrdînê ye)
Cih û Dîroka tevlîbunê : 1992 Amed
Cih û Dîroka Şehadetê : 6 İlon 2012 Kato Marînos. Di encama êrîşa hewayî de
Belê, me fermandarekî din jî ku wek navê xwe mêrxas bû winda kir. Ew rûkeniya wî ku tim civata mirov coş û geş dikir, ji kêleka me rabûbû û firîbû li nav sitêrkên asîmanan.
Heval Mêrxas 22 salê xwe li çiyayên Kurdistanê, li hember dagirkeriya dewleta Tirk, di nava şer de derbas kir. Li gelek eyalet û herêmên Kurdistanê erk girt û têkoşîneke pir serkeftî meşand. Bi giranî Heval Mêrxas li Botan û Amedê xebat meşand, lê li Başurê Kurdistanê jî xebat meşandibû. Ew bi şervantiya xwe di nav şer de pijiya bû û di demek kurt de erkê fermandariyê girtibû ser milê xwe. Li her herêma ku ew çûyê, bû xwedî xebatekî serkeftî. Bi şerkirina xwe, bi dilnizmî û rûkeniya xwe ya xurt ku di nav hevalan de mînak bû dihat naskirin. Fedekarî û kedkariya wî ya welatparêziyê û ya hevaltiyê li hember xwe di nav hevalan de rêzgirtinek pir zêde çêkiri bû. Şervantî dihat xwestin wî dikir, fermandartî dihat xwestin erkê xwe tim dihanî cih. Ewqas di nava şervanên xwe de rûbiken û kêfxweş bû ku şervanên wî pir jê hezdikirin û ew ji dil qebûl dikirin.
Di nava şer û piratîkê de pijiya bû û ew ezmûna xwe ya bi salan tim bi hevalên xwe re parve dikir û dibû perwerda hevalan. Ew bi dehan caran di nava zorî û tinebûnê de jiya bû û di hemûyan de jî sekneke serkeftî raber kiribû. Ti car zorî û zehmetiyan nekarîbû wî ji bilindkirina têkoşînê bêmoral û bêxwestek bixîne. Hêviya wî ya ji azadî û serxwebûnê re di her şertî de zêde dibû. Hevalê Mêrxas herêmê ku diçûyê, ew tim tirs û xofa dilê dijminê xwe bû û bi sekna xwe dijmin di xist nav tirsê. Ji ber ku di xeta Rêber APO û PKK`ê de pir kûr bû û jiyan dikir. Di tevlêbûna xebatan de şaşitiyên wî kêm û serkeftinên wî tim zêde bûn. Ev di gelek xebatên wî de diyar bû û derdiket holê.
Belê, min hevalê Mêrxas di sala 2004’an de naskir û heya ku çû şehadetê jî em nêzî hev, carna jî em bi hev re dixebitîn. Heval Mêrxas di sala 2004’an de li herêma Besta bû û di 2005'an de hat ligel me, demekî li herêma Gabarê tevlî rêveberiya me bû. Dibe ku demekî zêde ne dirêj em bi hev re man, lê hevaltî û fermandartiya wî, hêz dida me û hevalan. Rastî jî xwedî ezmûnek dewlemed bû û her gav û axiftinê xwe bi pîvan dihavît û dihanî ziman. Tevayê nirxandin û nîqaşê wî yên bi hevalan re, li ser billindkirina têkoşînê û encam girtinê bû.
Di nav heval û xebatan de hevalê Mêrxas tim zîrek, jêhatî û zindî bû. Li payîza 2010’ê jî dema ku em ji Qada Navîn diçûn Başurê Kurdistanê, em hatibûn herêma wan a çiyayê Cûdî. Hevalê Mêrxas fermandarê herêma çiyayê Cûdî bû û du salan wî fermandariye xwe li Cûdî serkeftî meşand. Em komek heval deh rojan ligel wan mêvan man. Ji bo hevalan, xizmetek û mêvandariyek pir mezin nişandan. Her rojekî ku em li cem wan bûn, hevalê Mêrxas em li erazî digerandin û ji bo ku em baş çiyayê Cûdî nas bikin, tim bi me re bû heya ku em ji Cûdî derketin. Belê, em bi hevalê Mêrxas re li navsera bilindahiya zinarên Cûdî digeriyan. Car jî rûdiniştin û li deşta Zaxo, heya Mêrdînê temeşa dikir. Rojavayê Kurdistanê jî ji Dêrikê heya Qamişlo xuya dikir. Bajar û bajarokên sê parçên Kurdistanê ji navsera Cûdî xuya dibû. Zaxo, Dêrik, Silopî, Cizîr û navenda Şirnex li pêşberî me bû, hevalê Mêrxas bi rûkeniya resenî xwe li van bajaran temaşe dikir. Her çend deqîqe berê xwe diguherend û li bajarekî din dimeyîzand. Wî bi wê meyîzandina xwe ya balkêş diket ferqa erkê xwe yên demê û gerilatiya azadiya Kurdistanê ku berpirsyariya wan çi ye diyar dikir. Dema ku mirov fermandarê Cûdî be, ev berpisyarî girantir dibe û hevalê Mêrxas di ferqa vê de bû. Li ser bilindiya Cûdî hem bi coş û moral bû û hem jî giraniya erkê xwe jiyan dikir û di axaftin, rûkeniya xwe de nîşan dida.
Herî dawî, dema ku em gihîştin qada Botanê (destpêka tîrmeha 2012`an bû) li Kato Marînos me hevdû dît. Wek tim ku dema mirov hevalên xwe yên kevin dibîne wî hestê kêfxweşiyê ya pêhempa dijî, vê carê jî em bi dîtina Wî û hevalên din pir kêfxweş bûn. Ew jî kefxweş bû ku em hatine Botanê û coş, moralê wî cardin hêz da me. Ji berê bêhtir bimoral bû û biryara xwe ya tevlîbûna Şerê Gelê Şoreşgerî dihanî ziman. Rastî jî biryar û xwesteka wî, hêviyek mezin dida mirov ku dê bi serkeve. Belê me bi hersê hevalên fermandarê eyaleta Wanê re (ku piştre bi hevre şehid ketin) civînek çêkir. Destpêkê me perspektîfên rêxistinê ku hebûn ji hevalan re parve kir û piştre jî min li wan guhdarkir, wan jî li ser rewşa eyaletê agahî dan min. Piştî van nîqaşên destpêkê, li ser pilan-nameya li pêşya wan me nîqaş û biryar girtin. Divê civînê de me biryara tevgera ser Elkê û derdora wê girt. Her sê heval jî bi xwestek nêzî vê biryarê bûn. Heval Mêrxas berê carekî çûbû keşfa wê kiribû. Ev plan-nameya ku me biryara wê girt keyfa wî xweş kir û piştî vê biryarê jî wî dest bi amadekariyan kiribû. Di vê tevgera ku di 2’ê meha Îlonê bi navê “Tevgera Şehîd Adil û Şehîd Nûda” li ser Elkê û derdora wê pêşket de, rista hevalê Mêrxas di serkeftina wê de pir zêde bû. Bi taybet di amadekarî û pêkanîna wê de jî bi biryareke xurt ve nêzbû û heya dawî jî rista xwe baş leyîst. Jixwe ew koordîna eniya rojhilatê Elkê bû û di bin fermandarî û koordîna wî de girê ku leşkerên Tirk girtibû xist û tev girt bin destê xwe. Di vî girî de hevalan gelek cebilxane û çek ji ser dijmin rakirin. Eniya wan serkeftî bû û encamek baş girtibûn. Wek tê zanîn dijminê Tirk li vir derbeyek pir mezin xwaribû û herî kêm 60 leşker û polisê dewlata Tirk hatibûn kuştin.
Dewleta Tirk, bi vê tevgera ku du hefte ajotibû de hatibû hejandin. Tirs û xofek mezin ketibû dilê wan. Hevalê Mêrxas di vê tevgera serkeftî de ristê xwe baş leyîstibû û moralekî mezin jê girtibû. Şeva çalakiyê min çend car bi hevalê Mêrxas re bi cihazê axifîm û min agahî di derheqê pêşveçûnên eniya wan de digirt. Di her axaftinê de wî agahiyên keyfa mirov xweş bike dida. Belê, piştî vê axaftina şîrîn ku me bi hev re kir û şunde bê ku ez cardin pêre biaxifim, bi çend roj ew jî bi komek hevalan re, di encama êrîşek dewlata Tirk a hewayî de şehîd ketin.
Erê, fermandarê mêrxas jî di vê êrîşa hovane ya dewlate Tirk de, tevlî Karwanê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bû û berbi stêrkên asîmanan ve li hewa ketibû. Şehîdbûna wî em pir xemgîn kirin, lê nirx û xebatên ku wî bi fedekarî ji me re hîşt, ronahiya pêşiya me ye û ti car jî wê neyê ji bîr kirin. Nirxê ku wî ev 22 salbûn afirand, tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo tevayê mirovatiyê, pir giranbiha ye û pir pîroz e. Ev fermandarê wêrek û rûken, bi salan têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê kir û ji bo mirovatiyek azad pir zorî kişand. Lê belê ti car dev ji vê doza xwe ya bi rûmet berneda. Ev têkoşîna hevalê Mêrxas a ku ji bo mirovatiyê nirxê mezin avakiriye, erkê her mirovekî/ê ye ku doza wî bişopîne û erkê xwe li hember vî şehidê mezin bicih bîne. Ji ber ku hevalê Mêrxas tenê ne ji bo xwe, ji bo azadiya mirovatiyê ev têkoşîn meşand û heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da. Em jî wek hevalên wî soz didin ku emê şopdarê rêya wî ya azadî û serxwebûnê bin û tim biranînê wî dê rêka me ronahî bike. Meşa me ya azadiyê jî dê li ber vê ronahiyê be. Heya serkeftinê emê girêdayî armanca wî ya serxwebûn û azadiyê bin. Soza me ya ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê ev e û hewldanên me dê tim ji bo layîqbûna wan be.
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
Nasnav: Nuda BATMAN
Nav Û Paşnav: Fatma ASLAN
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1980-Êlih
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 2.5.2009-KOBANÎ
Cih û Dîroka Şahadetê:10.9.2012-Şemzînan (di pevçûnê de)
Demsal ber bi payîzê ve diçû. Di nav xwezayê de xemgîniya hatina payîzê, di nav dilê min de jî şewata te ya bi şehîd bûyîna xwe xistibû di dilê min de hebû. Belê rêhevala min a hêja Nuda Batman, te bi şahadeta xwe me pir serbilind kir, lê belê ewqasî jî, em bi şahadeta te xemgîn bûn.
Di xeta Rêbertî de, bi rihekê fedayane jiyîn, gihiştina heqîqeta herî mezin e. Ev şahadet di dîroka mirovahiyê de derveyî bîrdoziya Seroka APO û rastiya PKK’ê nabe nesîbê tu mirovî. Şahadeta we ji bo pêşroja me ya azad, ronahiya rêya me ye. Ji me şopandina rêya we û xwe gihandina asta wê nirxê herî pîroz û têkoşîna mezin dixweze.
Belê, rêhevala min gihiştina wê armancê tenê bi bîrdoziya Serok APO, rastiya PKK’ê û xeta jina azad ve bi têkoşîneke herî pîroz ve dibe.
Rêhevala min, şahadeta te li ser kesayata min hestiyariyeke herî mezin da avakirin. Vê bandorbûyîna mezin; rê li pêşiya hatina min a nav refên gerîla vekir. Hûn mirovên ewqasî pîroz û mezin in ku bi şahadata xwe jî hûn ji bo rêxistinê û Rêbertî dixebitin. Ji wan xebatên we yek jî tevlîbûna bi dehan Nudayan a nav refên şervanên azadiyê bû. Xeta ku we ji bo wê têkoşîn kir û bêtirs çûyîna we ya li ser dijmin û bûyîna xwedawend; di wê cihê ku nîv de mayee, ez jî weke rêhevalekê te ezê wê berxwedaniyê di asteke fedaî de berdewam bikim û çi erk û berpirsyarî be hildim li ser milê xwe ku ji bo bibim layîqê te û hevalan şehîd. Daku karibim bibim milîtanekê Serokatî, li ser wî esasî tevlîbûn û şerê me yê her tim xurtir be.
Rêhevala min Nuda BATMAN em li hember te û hemû şehîdên şoreşê soz didin ku emê tola we hilînin û armancên we yê ku we ji bo wan canê xwe dabû bi cîh bînin. Û ez di duyemîn salvegera şahadeta te de, te bi rêzdarî bibîr tînim.
Silav û rêzên şoreşgerî
Rênas Akîf
- Ayrıntılar
Nasnav: Çîçek Botan
Nav Û Paşnav: Guhar ÇEKİRGE
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1975-Şirnex
Cih û Dîroka Tevlîbûnê:1989-Şirnex
Cih û Dîroka Şahadetê: 29.9.2011. Xakûrkê (di encama êrîşên balafirên şer de)
Erdnîgariya Botanê ya ku bûye yek ji keleyên berxwedaniyê yên Kurdistanê, her dem bûye meskenê jinên leheng. Îro jî çiyayên Botanê yên ku bûne meskenên bi sedan jinên lêgerînvanên azadiyê û berxwedanî û qehremanî bi rengek mezin lê hatiye jiyan kirin, di nava tekoşîna me de jî cihek xwe yê girîng heye. Ji ber wê em dikarin bêjin Botan cihê ku jinên leheng lê destan afrandine ye.
Rêhevala me Çîçek Kiçî jî, weke şervaneke jin a azadiyê, ji Botanê tevlî tekoşînê bûye. Her wiha di çiyayên Kurdistanê yên bilind de bi tekoşîna xwe ve bûye wek efsane, di pêşketina artêşbûna me ya jin de jî bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Bihost bi bihost di çiyayên Kurdistanê de geriya. Bi wêrekbûna xwe, berxwedaniya xwe û bi kedkarbûna xwe ve, kesayeta fermandeya jin a ku ji her kesê re bûye mînak di şexsê xwe de ava kiribû. Ew ji nû ve dîtina jiyana zayînên ku vê erdnîgariyê afrandiye. Rêhevala Çîçek wek jineke çiyayî ya ku 23 salên xwe dan van çiyayan, weke jineke gerîla her kêliyeke xwe bi têkoşîna awarte ve derbas kir. Rastiya jina çiya ya ku her dem lêgerînvana azadiyê bû di şexsê xwe de ava kir. Çîroka wê, çîroka şervana jin a azadiyê ya ku vê erdnîgariyê û têkoşîna me daye afrandin e...
Di pelan de, di çîçekan de, di keviran de, di çemên bi xum xum de, di patîkayan de, di bayê paqij de, di her dilopeke baranê de bi xwezaya welatê xwe re bibû yek. Fêm kirina kesayeta fermandar Çîçek a ku tevahî rengên xwezayê di cewherê xwe de jiyan kiri ye, wê me zêdetir nêzî heqîqetê bike. Çiyayan Çîçeka xwe ya nazdar mezin dikir. Çîçeka xwe ya herî xweşik, belav dikir li her derê. Rêhevala me Çîçek weke hezar û yek çîçekên çolê, her dem asî bû. Bi porê xwe yê zer ve, bi kenê xwe yê germ ve di dilê rêhevalên xwe de cih girtibû. Bi dilnizmiya xwe ve fermandara me ya ku me mînak digirt bû. Ew biryarbûna jina Kurd a ku berbi zaferê ve dimeşe, baweriya xwe bi tevlîbûna xwe ya aktîf re tacîdar kiribû, bi derbaskirina tevahî zorahiyan gavên xwe xurtir kiribû di çiyayan de. Di jiyana wê de yek valatiyek biçûk jî nîn bû. Ji kesên ku dizanibûn jiyanê tije tije jiyan bikin bû. Kevneşopî û çanda mezopotamyaya qedîm di dilê xwe de radikir û li dijî dil û mejiyên kor jiyana wê her dem bi têkoşînê ve derbas bû. Her dem Rêber APO jiyan dikir û dida jiyan kirin.
Rêhevala Çîçek, kesayeta fermande ya ku rêhevalên xwe yên jin her dem mezin dikir, her dem xurt dikir, her dem xweşik dikir, her dem dida şer kirin, îrade dida qezenc kirin bû. Me her dem ew asî û bi coş dît, me ew wisa nas kir. Em ji kesayeta wê ya xurt fêrî gelek taybetmendiyên şoreşgertî bûn.
Gerîlatî di wê de veguherîbû azweriyekê. Hezkirina wê ya ji çiya, xweza û axê re pir balkêş bû. Pir baş dizanibû ku jin dikare di çiyan de xwe ji her awayî kevneşopiyan rizgar bike û di riya azadiyê de bimeşe. Ji ber wê gelek nirx dida van çiyayên pîroz. Meşa wê meşa jineke azad a serbilind bû. Her tim baweriya wê bi vê meşa wê ya bi heybet hebû. Ew Çîçeka me ya xweşik, di tevahî ziraviyên jiyanê de xwe bi keda xwe ve dikir hebûn.. Xwedî manewiyat û enerjiyeke gelek mezin bû. Em dikarin bêjin ku rêheval Çîçek di her kêliyê de xwe ji nûve diafirand. Tevlîbûneke wê ya pir sade û xwezayî hebû.
Helbet hevala Çîçek pênase kirin, ew bi çend hevok û peyvan ve anîna ziman ne hêsan e û wê ne mumkin be jî. Ew şoreşgereke ku bi dil û can, bi gotin û cewherê xwe ve bi tekoşînê re bûbû yek. Tevlîbûneke wê ya sade û hundurîn hebû. Her dem bi coş û kelecan bû. Ne mumkin bû ku mirov wê di ciyekî de bêtevger sabît bidîta. Lêdana dilê wê ji seransertî û ji nîvcomayînê re meydan dixwend. Bi hemû hebûna xwe ve bi têkoşînê ve bûbû yek. Li gorî pêdiviya jiyana şoreşgerî jiyan dikir, di heman demê de bi sekna xwe ya fêrker re di dilê her hevalekê de cih girtibû. Ew herdem rêhevala me û fermandara me bû.
Ew bû şervana heqîqetê, di oxira wê de jî ji bedel dayînê qet gav paşde neavêt. Bi dilê xwe yê paqij re û bi serbilindîbûna xwe ve bû yek ji rêheval û fermandarên ku dizanin ber bi zaferê ve bimeşin. Tevlîbûn û meşa rêhevala Çîçek a di nava têkoşînê de pir sade bû. Bi sekneke bêhempa, bi tarzê jiyana xwe ya dilnizm ve di dilê tevahî hevalan de cih girtibû û şopeke ku nayê ji bîr kirin ji me re hişt. Em Fermandara xwe ya mezin û rêhevala xwe ya dilnizm careke din bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li beramberî wê ditewînin. Dema em soza xwe ya girêdana bi rêheval Çîçek û şehîdên şoreşê ve nû dikin, em bawer dikin ku emê bi biryardarî têkoşîn û meşa xwe ya azadiyê bighînin serkeftinê.
Silav û Rêzên Şoregerî
Gûlistan Gulhat
- Ayrıntılar
Min hevala Sorxwîn li Botanê nas kir. Lê berê wê jî, min li ser hevala Sorxwîn gelek tişt bihîstibû. Bi hinek taybetmendiyan hertim qala hevala Sorxwîn ji min re hatibû kirin. Yek ji taybetmendiyên wê yên ku herî zêde bala min kişandibûn, hevaltî, heskirina wê ya ji mirovan re û fermandariya wê bû. Di vê yekê de jî gelek hevalan, qala hevala Sorxwîn ji min re kiribûn.
Min derfetê demekê li gel hevala Sorxwîn mayînê dît. Ez bi xwe jî gelek bextewar bûm ku çûm cem hevala Sorxwîn û min pêre jiyan kir. Min ji xwe re got ku ez pir bextewar im ku di bin venêrîna fermandarekê mîna hevala Sorxwîn de dixebitim.
Tiştên ku hevalan li ser hevala Sorxwîn ji min re gotibûn, hemû jî rast bûn. Min gelek dixwest hevala Sorxwîn nas bikim, ji bo wê jî di jiyanê de bala min hertim li ser hevala Sorxwîn bû. Min dît ku hevaleke taybet e û xwedî taybetmendiyên cuda ne. Hevaltiya xwe cuda ye. Bi hevalên Elewî re ez qet nema bûm. Min kesayetên Elewî nas nedikirin. Ez tenê bi hevala Sorxwîn re mam. Hevalan qala hevalên Elewî dikir. Di kesayeta hevala Sorxwîn de jî, min gelek mereq dikir ku bibînim.
Hevala Sorxwîn xwedî taybetmendiyeke wisa bû ku hemû hevalan dixwest cihê ku hevala Sorxwîn lê fermandar e, di bin venêrîna wê de kar bike. Ev bextewariya ku ez li gel wê bimînim min jî bi dest xist. Di bin venêrîna wê de, me zivistanek xweş derbaz kir. zivistaneke tije heskirin, tije hêvî, tije perspektîf, tije têkoşîn bi hev re dimeşiya.
Hevala Sorxwîn, heval bû. Ji ber dixwest her hevalekî/ê ji hûndir de nas bike û li gorî wê nêzîkatiyekê raber bike. Hem di warê meriyetê de, hem di warê kesayet de, fermandarê şer bû. Di her qadê de pêşeng bû. Di hemû zor û zehmetiyan de li pêş bû. Ji hemû karî re xwe dida pêş. Di hemû tevgerên wê de hêz û arîşen dida derdor.
Qala hevala Sorxwîn kirin, geleke zehmet e. Ji ber hevalên mîna wê pir kêm tên dîtin û nabe bextewariya her mirovekê bi wana re jiyan bike. Herî zêde jî, ev sekna wê bandora xwe li ser kesayetê min kir.
Li himberî jiyanê pir bi kelecan bû. Ji xwezayê re wateyekê mezin dida. Ji xwezayê pir hezdikir û dixwest di nav de bigere û bimeşe. Kesayeteke dij raber bû. Di nava perwerdê de jî tevlîbûneke xwe ya zêde û bi fêm kirin nêz dibû. Hem xwe perwerde dikir û hem jî hevalên xwe. Hem li qadên perwerdê, leşkerî, meriyet û di hemû aliyên kesayeta wê de taybetiyek di hate dîtin. Ev sekinandina wê bala her hevalekê dikişand. Her kes dixwest cem hevala Sorxwîn bimîne. Bi hevala Sorxwîn re jiyan bike.
Ji bo rêxistin û YJA Star, hevala Sorxwîn windahiyeke mezin bû. Şahadeta hevala Sorxwîn, tenê weke şahadetekê divê mirov negire dest. Ji ber bi şêwazê fedayitiyê gihişt merteba şahadetê. Di qadên herî zor de, ji bo rizgar kirina rêhevalên xwe, xwe feda kir. Li qadên têkoşînê yên Botanê de koçî cîhana nemiriyê kir.
Di pêngava 1’ê Hezîranê de li qadên weke Besta de cihê xwe girt. Yeke yek fermandariya van qadan, girt li ser xwe.
Di pir aliyan de rola xwe leyîst. Di operasyona Besta ya 2005’an de roleke mezin leyîst. Hişyariyeke mezin û pêşengtiyeke mezin kir. Dema ku hevalekî/ê di bin venêrîna hevala Sorxwîn de şehîd biketaya, ji xwe re maf nedidît. Ji bo ku tola wan hevalan hilîne, bersivekê ji şahadeta wan re bide, diket nava hewldanekê mezin. Ne bibûna bersiv di warê wijdanî de rihet nedibû. Çi qasî bi xebitiya jî têr nedît û dixwest tiştên hîn mezintir ji bo hevalên şehîd bike.
Gihiştina merteba şahadetê bûyerekê pîroz e. Lê tenê bi gotina şehîd ketin, ne bes e. Tola hevalên xwe rakirin, wana di jiyanê de dana jiyan din, li ser wan axaftin kirin û wana dayîna nas kirin, xalekê girîng e. Pêwîst dike hişyariyekê me hemû hevalan di vî warî de hebe.
Ji bo min jî gelek zehmet e ku dema li ser hevaleke şehîd diaxivim. Ev yek di hevala Sorxwîn de pir li pêş bû. Ji ber ku danasîna rêhevalên xwe, weke deynekê li ser milê xwe didît. Bi vê felsefê nêzîkatî dida çêkirin. Ji bo min yeke yek taybetmendiyekê ku her tim ji bo xwe mînak digrime. Hem hevala Sorxwîn û hem jî gruba ku pêre şehîd ketin, gelek taybet bûn. Hevalatiya wan a di jiyanê de, bedewiyên wan gelekî cuda bû.
Yek ji hevalên ku bi hevala Sorxwîn re şehîd ketin hevala Adar bû. Hevala Adar em bi hev re tevlî rêxistinê bibûn. Hevala Adar kesayeteke di warê heskirinê de, têkoşînê de, di warê sekinandina xwe de, xwestekê xwe yê ji meriyetê re mînak bû. Bi roxmê ku dema tevlî partiyê bû biçûk jî bû, lê ti carî ji berpirsyarî, ji têkoşînê nereviya û barê rêxistinê girt li ser milê xwe. Di jiyanê de gelek dihat heskirin.
Hevala Axîn jî, hevaleke ciwan bû. Hevalekê xwedî hêz bû. Bi têkoşîna xwe dihate nas kirin. Hemû hevalên din jî yên li cem hevala Sorxwîn şehîd ketin, hemû jî mînak bûn. Şahadeta wê grubê, hemû jî bandoreke xwe yê mezin li ser min da çêkirin.
Di felsefeya rêxistinê de rêhevalên şehîd dana nas kirin, erkekê pîroz e. Em jî weke rêhevalên hevala Sorxwîn, ji bo tiştên di dilê hevala Sorxwîn de nîvî maye pêkbînin û xwedî li daxwaziya wê derbikevin, têkoşîneke mezin em ê bidin. Em ê di rêya wana de bimeşin heya hemû xwestek û daxwaziya wan pêktînin. Şer were xwestin em ê şer bikin, xebat were xwestin em ê bixebitin.
Hevala Sorxwîn her tim di bîra me de ye û wê bimîne jî. Weke şexs jî ew di dilê me de jiyan dike. Di rojnivîska xwe de jî hevala Sorxwîn gelek tişt anîbûn ziman. Sadebûna hevala Sorxwîn a ji jiyanê re hêzeke mezin daye min. Hêlaye ku em bi awayekê rast berbi berpirsyariyên xwe ve rabin. Bi vê boneyê di kesayeta rêhevala Sorxwîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewînim.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Roza AFRÎN
- Ayrıntılar