HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çendî dem û zaman hene ên kû çerxa zaman zivirandine bune xwediyê zaman û navê xwe û mohra xwe li dîrok xistine.

Lê dema mirov rûpelên dîroka kevnar dinêrê okyanosa jiyan bi fikir û ramanên jinên xwedavend mîna kelecana  kû mirov dinava çanda kevnarda xwebûnê dihisê hemû dîwarên deshilatdarî yek bi yek zîhnî mirovda xiradibê. Mirov çi bigerê wê dibînê. Ger tê bibî legerînvanê heqîqetê ji mirov ra çawê seyem lezime. Tekoşîna azadiya gelê kurd ji bo me kurda despêkirina mîladek nûye. Dema ronahî zanistî êdî şewqa xwe li her çar parçê kurdistanê vedaye. Çawa gul dema ronahî dîbînê çîçekê xwe vedikê, jin, cîvak û gelên bîndest jî dema xwe nasdikê û ruhê azadîyê dijî ronahî dibînê dîtina rastiya dîrok jî ji mirov ra heman kelecanek gerim dixê nava hinavê canê mirovde. Ev tîrêj tîrêjê tevgera Apocî çawa şawqa xweda Garzanê despêkê nava dilên jinan de ronî da. Jinek hebu navê xwe li ser singa çiyayên zaxrosan bi heybet, mîna Agirî asalet û bi hêz kete ser rêya haqîqet . Ew hemû bedewiya gulên Nêrgiz, Berfîn Şilêr li dilê xwe pêçabu û biryar dabu kû vî walatê dijmina tarû mar kirî ji destê dijmina derxê û kurdistan  bixê gul û beybun ji ber wê navê xwe kiri bo Gulan.

Heval Gulan çawa çavê xwe li jiyanê vekir rastiya dijminan haqaret û zilima kû li ser gelê xwe dît û kete nava nakokiyên netewî, zayînpersetî û civakî. Ew keça leheng ket pey rêka azadî û roj bi roj kêli bi kêlî ruhê azadî kişand nava dilê xwe û hemû qadên şarê dujwar û zahmet da heval Gulan bi biryardarî tu zarî û zahmetî nehişt bibê astang û mîna bablîsokê li ser zahmetiyan de çû. Ew edî ne ji kesek rêzê bu. Bubu şopdarê Îştar, Anahîta,  zenubya, semîramis û Berîtana.

Heval gulan jina meydana tekoşînê de herî li pêş bu. Hîn salên 1990 de dema tevgera azadiyê li bajar bajar gund bi gund stêrkên azadiyê şewqa xwedan kurdistanê kefenê mirinê tarîtiya koletî hate qetandin û êdî meşa azadiyê girsehî bubu. Mîna pêlên bahrê bi hatina baranê ra dibê lehî û xwe li tehtê asê dixê ruhê azadî navê her bedenekê kurde xwe nûde rêxistin kiribu û behna azadiyê ketibu kolan û deşt û çiyayên kurdistanê. Ev biryara azadî hêstên azadî kelecanek aşq xistibo dilê keça fermandar Gulan. wê sond xwari bo kû ji xerzan êdî Rindêxana bedew kû ji bo dîlnekevê destê dijminê zalim û bê ahlaq xwe ji piran avêt û nebû yara dujminan êdî ji bo jinên kurd ne du rê tenê hebu. Yan mirin yan jî teslîm karî rêya rûmetê, rêya azadî  Reber APO ji hemû jinên cîhanê ra bubu bersiwa sed salan. Heval Gulan û hezaran şehîdên rumeta kurdistanê xeyalên azadî kirin rastîya jiyana bi rumet. îro pêşengtiya Rêber APO û PKK hemû êşên binkeftinê serhildanê kurdan ji xwe ra kirye ezmûn û heval Gulan demek herî kurt de bi dilsozi, bi lehengî dîroka jin a nenîvisandî û tariyê de mabu bi fikrê Rêber APO hatibu ronî kirin fikrê xwe ronî kir û ket ser şopa xeta azadî.

Ji Xerzan ta Botan û qontarê Zaxrosan destanê jina leheng, jina cengawer, jina pêşenga artêşa azadiyê bi tekoşîna xweya bê hempa nivîsand. Di hemû qadên tekoşînê de, di her kêliyên şoreşê mîna gulberoja xwe bi kêlî kêlî tîrêjên rojê geşdibê û jîndê heval Gulan jî fikir, felsefe, îdeolojî û pênaseya jiyan ger wê azad bê ewê jina azadra walat azadbê xiste rêgezê jiyana xwe. Ji bo jiyanê bixê malê netewek û hemû mirovayetî ev mîna meşa li ser agir buyerek mezin û tekoşînek dijwar ra derbas dibu. Dinava civakêk  bê dîrok, bê nasnema, bê çanda azadî kû ketiye halek welê, êdî ji siha xweya kurdbunê bitirsê ji xwe derketî rizgar kirin tişbê zafkirina awrên tarî ên baharê. Ya girîn ewe kû Bawerî û Ruhê APOCÎTÎ mîna derwêşan nava bê derfetî de mîna bi kefçî tu bîrê bikolî dîroka xweya derguşa şoreşa civaka mirovatî xiste bingeh û li ser vê bingehê heval Gulan bi berpisyarî, bi zanistî damgaya xwe li gelek demên dîrokî da.

Li dijî komploya bi destê hêzên nawdewletî ku kurdistan nava xwede dabeş kirin û parçe kiribun, bê statû hiştibun û bi vî rengî rêka dagirkirina çanda Rojhilata navîn ji xwera vekir bun. ji ber Rastiya PKK û avakerê wê Rêber APO hemû dek û dolabên ser gelên kurd û heremê, û civaka mirovatî dihatin gerandin ji dîroka bênç hezar sal ya deshilatdari û dewletên dagirker qirêj û gemara wan danî bu berçavan komployek kû dîroka mîrovatide cara yek vê astêde vahşane li ser nasnama gelê azad şaxsê Rêbertîde hat hedefkirin. ya piş perdeyan da hêzên hegonom hedef kiribu, pergala Demokratîk cîvaka ekolojîk û azadiya jin bu. Lê hesabê komplo li hev nehat ji ber îdeolojî û felsefa Rêber APO jî bo jin û gelan pêşxisti bu êdî bubu ruhê serdemê û hezaran mîlîtan derxistibun holê.mirovatî û jina ji hemû nirxê mirovbunê hatibu xistin bi zanistî û rêxistin kirî li ser mîrasê xwedavend  îradeya azad xwe rêxistin kirîbu bubu artêş bubu pergala ji hemû jinên cîhanê ra azadî diafirand. heval Gulan bi têgihiştina xweya bilind ket ferqa rastiya komploya şaxsê Rêbertî de li ser nasnama azadiya jinê û bîryardarî, bi îddaya herî bilind ferqa erkê xwe yê dîrokî de bu.  Çawa xebera dîlgirtina Rêbertî girt biryara xeta zîlan de fedayîtî da û bi hêrsa hezaran sala mîna volkanek dilê heval Gulan de mezinbibu. Ji ber heta civakê hatî kole kirin nekevin ferqa rastiya xwe nikarin li beramberî rastiya koletî û bê nirxbuyîn û tirsawê jî rabin.

Êdî tenê wek şaxis dijî dijmin şarkirin ji bo heval Gulan dijî komploya ser Serokatî besnedît. Keta nava kedek mezin û hezaran mîlîtanên bi biryardariya Fedaîtî dabun ra fermandarî kir,perwerde kir amadekir û hêz kir. Ev şer şerê jinên şopdarê haqîqetêye. Êdî plan û komployên dagirkeran tenê sedemê tekoşîna me mezin dikê. kû carek dî dixwazê kurdistanê mehkumê koletiyê bikê, dîroka kurd a serhildanan de serok û Rêberên kurdan çawa sêdarê kir û şaxsên wande bîr û baweriya azadî xast tune bikê. vê carê wê şaxsê Reber APO kû hezaran mîlîtanên wek Heval Gulan rastiya fedaî de xwe nûde afirandin ketin ser rêka berxwedan û tekoşîna azadî.

Di hemû kar û xebatê kû rêxistin da pêşya Heval Gulan bi ruhê fetihkirin û guhartinê serde çu û serxist. Şêwazê jiyana jina azad bi xwara jiyanek watader, hevaletiya rêya haqîqat bi aşq her kêliyê jiyanê bi serkeftinekê tacîdar kir. Em wek rêhavalê xeta şehîdan îro salvegera 18 mîn a Şahadeta fermandar rêhal Gulan bîrtînin û soza pêkanîna hedef û armancê wê didin. Ji ber îro carek dî hêzên deshilatdar û dagirker bi tecrît û bê huquqî li ser Rêbertiya me nava hewuldayînê planê qirej dene. Bi qirkirina siyasî, bi dagirkerkirin û şerê tenê ser teknîk û şarê teybet  dijmin ew qas lewaz buye kû êrîş dibê li ser Gorên şehîdan. Ev rastiya Şehîdan didê diyar kirin. Ji ber şehît em disipêrin dîlê xwe û dinava tekoşîna xwe de bi ruhê şehîdan ra kêlî kêlî haqîqata şehîdan jiyan dikin. îro jina kurd di rastiya hezaran şehîdên azadiyê de buye hêza siyasî, leşkerî û cîvakî. Dem dema xwedî derketina dîroka xwe, nasnama û rumeta xweye. Êdî tu hêz nikarê pêşya azadiya jinan û gelan bigrê. Ji ber hêza herî mezin hêza jina rêxistin kirî û ketiye çalekîye. Dervayî serkeftin û azadî tu tiştek nikarê bersiva şehîdan bidê. Emê şehîdan tekoşîna xwe û kar û xebatê xweyê serkeftîde bidin jiyan kirin. Şehît rumeta jiyana mene.