Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji 21’ê adara 2009’an pê ve ku tevgera me biryara bêçalakîbûnê girt û hêzên me bi pejinkariyeke mezin yekalî vê pêvajoyê domand, artêşa TC’ê di vê demê de 151 operasyonên bi armanca tunekirinê li dar xistiye. Ji ber pejinkariya gerîlayên me, ji van operasyonan tenê di 29 operasyonî de ji neçarî pevçûn derketiye û ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek li dar neketiye. Di pêvajoya bêçalakîbûnê de li hember Qadên Parastina Medya û eyaletên me yên bakur bi tevahî 103 caran êrîşa topbarînê û 25 caran jî êrîşên hewayî li dar ketine. Di vê pêvajoyê de bi tevahî 54 gerîlayên me gihîştine şehadetê. Her wiha ji 21’ê adarê pê ve ji ber êrîşên artêşa TC’ê yên bi hawan û obûsan û bi balafirên şer eydî gundiyên herêmê gelek niştecih, zevî zirar dîtine û bi sedan sewal jî telef bûne. Wekî din ji ber êrîşan gelek daristan û erazî jî şewitîne.
- Hûrgilî
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 30’yê tebaxê de ji danê sibehî pê ve ji hêla artêşa TC’ê ve li qada Govendê ku girêdayî Şemzînanê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon bi sewqiyata leşkerî didome.
- Hûrgilî
Dewleta TC’ê digel ewqas gavên aştiyane yên tevgera me ya azadiyê, li qada me lîstikên xwe yên qirêj didomîne.
ewleta TC’ê van lîstikên xwe ji berê de dike û vê yekê fena xencereke di dil de çikandî, bi destê xayînan dike. Pêşengiya van kesên ketî de şaredarê Xervatê yê AKP’ê ku girêdayî Geverê ye û serekcahş Rûştû Zeydan û li Geverê serekcahş û serokê komeleya cahşan Qedrî Zeydan in.
- Hûrgilî
Ji gelê me yî welatparêz û rayagiştî re!
5. Konferansa me ya HPG’ê leqayî salvegera 25’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê hat û bi beşdariya 150 delegeyî di navbera rojên 11-24’ê tebaxê de li dar ket. HPG, wekî bersiva 25’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, bi pêkanîna 5’emîn konferansa xwe bersivek da. Çawa ku Pêngava 15’ê Tebaxê dawî li rastiya kurdên kole û tunebûnê anî û pê re jî kurdê xwedî îdeaya azad, xwedî vîn û xwedî pêşeroj derxist holê, 5’emîn konferansa me jî li gorî vê destpêka mezin û li gorî vê çalakbûnê, li gorî vê mezinbûnê bû çalakiyeke mezin a rêxistinî.
- Hûrgilî
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê tebaxê de ji hêla firokeyên şer F-16’an ên artêşa TC’ê ve bi roj saet di navbera 11:00-12:00’an de li qada Kato Marînosê ku girêdayî Colemêrgê ye hatiye bombebarînkirinê.
- Hûrgilî
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Operasyona artêşa TC’ê ku di 23’yê tebaxê de li qadên Nazmiyê, Pûlûr, Xozad û Pîlemoriya Dersîmê destpêkiribû, bi beşdarkirina bi hezaran leşkerî didome. Di çarçoveya operasyonê de şeva 26’ê tebaxê de li qada Deşt ku girêdayî Nazmiyê ye; li qadên Elîboxazî, Tavûk, gundê Dere, gundê Ulûklû û Mala Xwedê ku girêdayî Pûlûrê ne û li derdora gundê Alacakaya ku li geliyê Pîlemoriyê ye, artêşa TC’ê van qadan daye ber obûs û hawanan. Di encama êrîşan de li hemû qadên ku navên wan hatiye rêzkirinê şewat derketiye.
- Hûrgilî
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 25’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Şehîd Hesen, Baxir, Kizil û Mêrga Ferhat ku girêdayî Pilemoriya Dersîmê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyonê de firokeyên kobra qadê bi gurahî bombebarîn kirine û bi kemînavêtinên yekîneyên bi tevger ên artêşa TC’ê operasyon hê jî didome.
- Hûrgilî
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 24’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Aoklo, Kurudere, Hozanlar û Saritarla ku di navbera navçeyên Dersîmê Malkişî Û Xozadê de ne, êrîşên bi hawan û obûsan hatine li dar xistiin û di encama van êrîşan de li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
25 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Hûrgilî
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ev demeke li Bazîda Agiriyê û li Çelê ku girêdayî Colemêrgê ye hinek kes û kom navê tevgera me bi kar tînin, li ser gel zextan dikin û hewl didin bi vê yekê rantxuriyê bikin.
- Hûrgilî
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 23’yê tebaxê de ji danê sibehî saet 07:00’an pê ve ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Ronek û Zelê ku girêdayî navenda Dersîmê ne operasyonek hatiye li dar xistinê. Artêşa TC’ê heman şevê hêzên xwe ji qadan vekişandiye û ji bona li qadê xebatên keşifkirinê û kemînavêtinan bikin tîmên biçûk li qadê hiştine.
- Hûrgilî