Ew ji mirinê natirsin, bi îradeya xwe ya polayîn destpêka dîrokeke nûne û di dîroka tejî rezalet û bindestiya Kurdan da rûpelekî nû vediken. Canê şirîn dibexişînin lê teslîmiyetê napejirînin. Ew ne heqareta hakim û generalên sitemkar û ne jî serdestiya ala sîstema serdest û şovenîst dipejiînin.
Lewra ew bi dengekî bilind qêriyan: BERXWEDAN JIYAN E.
Di girtîgeha Amedê da êşkenceyên giran, sivkatîya bi netewe û dîroka Kurdan, lêdan û bêedaletî tev bûn yek, lê Mazlum û hevalên xwe li ser doza xwe berdewam û baweriya wan ya bi serkeftinê qet nehat şikandin.
Kurte Jiyan Mazlum Dogan
Mazlum Dogan di sala 1955’an de li gundê Teman yê girêdayî Depê li wilayeta Elezîzê li bakurê Kurdistanê di nava malbateke nîvhalxweş de çavên xwe li vê cîhana tijî zilim û neheqî vekirin. Ji şeş xwîşik û biran: Arife, Asiya, Nezaket, Fewzî, Mazlum û Delîl ew zarokê malê yê pêncane. Navê bavê wî Kazim û di nava xelkê da wek Hosata Kazim mirovekî bi dispilîn û li ser torekirina zarokên malê pir bi îsrar bû ku di civakê da kesên jêhatî bin. Dayika malê Kebîre Dogan jineke zana û hertim li ser dîroka Kurdistan, serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî û zor û zordariyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî gelê Kurd hatine, bi wan re diaxive.
Serdema zarokatiya M. Dogan di nava etmosfêrekî germ û xweş da derbas bû. Ji biçûkatiyê heya temenê ciwaniyê Mazlum û Delîl zarokên jîr û xwedî hinek taybetmendiyên cuda bûn. Yek bêdeng û mîna navê xwe mazlum û yê din tev liv û lebat, coş û bizav bû. Delîl rewşa jiyana gundiyan bû.
Mazlum piştî bidawîanîna xwendina xwe ya destpêk, navîn û amadeyî (lîsê) çû zankoya perwerda mamostatiyê ya binavê Balikkesîr ê. Piştre di sala 1974’an de bi pileya herî bilind li zanîngeha Hacettepeyê di beşa aboriyê da hat pejirandin. Ji sala 1976’an û pêde ku hêdî-hêdî agirê şoreşeke nû li bakurê Kurdistanê hildibû, bandora xwe ya şiyarkirinê li ser ciwanên Kurd jî çêkir. Ew ref bi ref diçûne nava şorşgerên Apocî. Di dawiya sala 1976’an de M.Dogan xwendin terikand û di nava koma yekê ya endamên damezrînerên PKKê da cih girt. Di destpêka karê xwe yê di nava partiyê de jî, Mazlum bêrawestan dixwend û dixebitî.
Mazlum çendî ku pir ciwan bû jî, lê bi kesayet, zanabûn û xebata xwe ya bêhempa bala hemû rêhevalên xwe dikşînê ser xwe. Mazlum di heman dem de, ji aliyê gel ve jî pir tê hezkirin. Cihê ku Mazlum lê kar û xebat bikirbûya, li wir aliyên dijber nediman û ji wir diriviyan. Mazlum hemû derên ku diçûyê vedikir û dost û heval qezenç dikirin.
Apociyan ji destpêka xebata xwe de bala hemû aliyan kişandin û derdorên dijber û dewleta faşîst dest bi plan û êrîşan kir. Di aliyekî de grupên çep û nejadperest û di aliyê din de jî xayînên Kurd êrîşî ciwanên apocî dikirin. Şehadeta rêheval Hakî jî encama vê yekê bû. Jixwe dewlet jî destgirtî ranediwestiya. Her tim dixwest ku vê tevgera ciwan ji holê rake.
Derbeya Leşkerî û Şehadet
Sîstema serdest li bakurê Kurdistanê sîstemeke stemkar û hebûna Kurd û Kurdistanê jî, di manîfestoya wan ya şovînîstî da qedexe û xwedî derketina ji mafên netewî heya roja îro hê jî gumehekî mezin tê hesibandin. Ji wan re jin û mêr, keç û xurt û hemû azadîxwaz dijminên komara Tirkiyê ne.
Sala 1980’an Kenan Êvrên bi derbeyeke leşkerî desthilatdariya Tirkiyê xiste destê xwe û li Kurdistanê rewşa awarte welat ber bi wêraniyê û Kurdistan jî kirin girtîgehek mezin. Bi sedhezaran şoreşgerên Tirk û Kurd ji tirkiyê derketin derve û bi sedhezaran jî ketin zindanên faşîstan, bi êşkence û hemû cure nêzikatî û kiryarên ku rûmeta mirovan dişkînê re rûbirû man.
Eşkencekaran hemû rê û rêbazên derveyî exlaq û dûrî pîvanên mirovahiyê li hemberî şoreşgeran bikardihanîn. Ew ji rûmeta wan dixistin, ji mirovahiyê qutdikirin û jiyan li wan dikirin dojeh.
Di aliyê din de, bi taybetî li ser şoreşgerên PKK hemû cureyên êşkenceyê bikardihanîn û teslîmiyet li wan dihat ferzkirin. Helbet şoreşgerên PKK mirovên bilind û şanazin û bi êşkenceyan teslîmnayên girtin. Li aliyê din jî, hin kesayetên lewaz û pûç teslîmbûn, ketin rewşa xiyanetê û rêhevalên xwe firoştin. Dewletê dixwest ku hemû girtiyên PKK bi êşkence û hin sozan bixapînin û teslîm bigrin û berxwedaniya wan bişkînin. Li hemberî êşkence û ferzkirina teslîmiyetê rêhevalên me yên qehreman dest bi çalakiyan kirin.
Helwesta şorşegerên PKK di dadgehan û li hemberî hakiman pir bi wate bû û di tevayî cîhanê de deng vedida. Edî li cihê ku hakimê dadgehê hevalan bidarizînê, hevalan ew dadrezandin. Parêzname û goftugoyên di navbera heval û dadgeran de vê yekê bi eşkere radixe ber çavan.
21’ê Adara sala 1982’an M.Dogan li girtîgeha leşkeriya Amedê bi sê darikên şixartê(kibrît) agir berda canê xwe û ji bo protestokirina cinayetên bêsinor û bilindkirina dengê azadîxwazên Kurd cejina millî ya Newrozê pîroz kir. Piştre jî, di 18’ê Gulana sala 1982’an de Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner û Mahmut Zengîn bi armanceke wiha canê xwe dan ber agir. Êdî ji wê û şûnda di 14’ê tîrmeha sala 1982’an de endamên komîta navendiya PKKê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çiçek û Akif Yilmaz jî dest bi girava biçîbûnê kirin û yek bi yek tevlî karwanê şehîdên riya azadiyê bûn.
Jiyana ku wan ji nûve li Kurdistanê afirandin, jiyaneke watedar bû. Xwîna wan vala neçû û serhildanên ku îro li Kurdistana mezin berdewamin, berhemê dilop-dilopên xwîna wan qehremanên me ne. Newroz newroza wan e, PKK, PKKya wa ne,
Kurdistan ya wan e, gerîla yên wanin, azadî berhema xwîna wan e.
Iro jî, bi hezaran Mazlum li çiyayên Kurdistanê li hemberî dewleta faşîst a Tirk şer dike. Bi hezaran Mazlum li kolanên bajarên Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker serhildan dikin…
Hîn jî banga Mazlum « Berxwedan Jiyan e » li tevayî Kurdistanê bilind e û gelê Kurd ji berxwedanê jiyanek hemdem û azad afirandin.
Şehîd Namirin
Berxwedan Jiyan e
- Ayrıntılar
Di 18ê Adarê de, xewneke siyasî di jiyanê de kete pratîkê û gelê Kurd û hêzên demokratîk di 18ê Adarê de li Amed û li Stembolê destanekî homerîk nivîsîn.
Navê vî destanî Newroza Azadiyê ye.
Gelê Kurd, piştî şerê 30 salî, da xuya kirin ku, bi fermanên desthilatdaran û terora polîsên dewletê demokrasî çênabe.
Nêzî sed sal in ku sîstema dewletî, weke exlaqê civakê şanî mirovahiyê didin. Di têkoşîna gelê Kurd de, derkete holê ku ev gotin, perdeya veşartina “felsefeya barbarî” ye û dewlet xesp e. Xespa dibin navê kanunan de tê meşrû kirin e.
Li çar dewletên têkildarî cografya Kurdistanê, her kanun, her fermana desthilatdaran, li dijî hebûna gelê Kurd û meşrûkirina xespa mafên gelê Kurd e. Xespa di çarçoveya meşruiyeta siyasî de, “red û inkar” e. Lê na, siyaseta red û înkarê jî, bi tu kanunan, bi tu fermanan meşrû nabe. Tu parlamento jî, ne xwedî erk e, da ku dikaribin îradeya gelekî, civakek bawermeniya cûda, bi kanunan inkar û red bike.
Ji ber ku: Înkar, zora siyasî ye.. Tunekirin qirkirina bi fermanên despotîzmê ye... Red, pêkarîbûn, zor û çewisandina fizîkî ye. Her sê kiryar jî kevirên bingehîn yên faşîzmê ne. Hemberî ku faşîzm, li cîhanê hatiye mahkum kirin jî, li Kurdistanê zindî ye û di partîkê de ye.
Ji sedema ku dewleta Tirkiyê di kiryarên faşîzan de, hêz û desteka xwe, ji hêzên bazirgan, -hêzên global- distîne; mixabin vijdanê raya giştî jî, li hemberî faşîzma li Kurdistanê, lîstika sê meymunan dilîze. Armanca faşîzma li Kurdistanê jî, têkbirina potansiyala civakî û îradeya gel e. Bi vê siyaseta ku çar nifş in berdewam dike, cografya Kurdistanê kirina wargehê gorên komî, jiyan jî kirine dojeh.
Dewleta Tirkiyê, ev siyaseta ceberrûd li ser du bingehan ava kiriye. Yek dewşirmetiya Ocaxa Yenîçerî, yanî asimilasyona cûreyî ye; ya din jî desteka hêzên bazirgan, yanî dagirkeriya kujerî ye. Her du basik jî, ji bo gihiştina armanca xwe, her cure riyan bikartînin û êrîşî her cûre pîrozî û nirxên gelan dikin.
Gelê Kurd jî, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Gelê Kurd de, li dijî vê felsefeya barbarî şer dike. Destpêka vî şerî bi “agirê pîroz”, li zindana Amedê dest pê kir û her kes bendeyî pêxistina “agirên li serê çiyan” bû. 30 sal in ev agirê pîroz li serê çiyayên Kurdistanê jî pêdikeve û her diçe gûr û geş dibe.
Agirê pîroz, navê destanekî ye û li dijî bavê “felsefeya barbarî” Dehak, hate pêxistin. Di vî destanî de, sê tiştên bingehîn hene; “mirov, agir û hesin”... Ev sê tişt, di pêşketina mirovahiyê de, di binyata nasnameya mirovahiyê de bingehîn in. Hemberî ku mirovahî di belabûna cografîk de, parçe bûye, ji hev dûrketiye jî, hemberî ku “felsefeya barbarî” sinor kirina navbera mirovahiyê de jî, bi deh hezar salan e ku winda nebûne. Mînaka vê jî Newroz e û wateya Newrozê ye...
Berî şerê Azadiya Kurd, dijmin, Newroz û pîroz kirina Newrozê, kiribûn tara bêjingê û hêdî hêdî ji wateya wê jî dûr dikirin. Rengê argûnî, rengê xemla guhertina jiyana civakî û demsalî hatibû fetisandin. Piştî ji hundir ve zemt kirina Zindana Amedê û berdewam kirina şerê azadiyê û cengaweriya Xwedawendî, ku di şexsê gerilayên Kurd de, Promethaus û Kawayê Hesinkar derketin holê, hêviyên Ehmedî Xanî jî hêdî hêdî hatin cih.
Di demeke ku, agirê serê çiyarêzên Kurdistanê, dakete gund, navçe û bajaran; îradeya gelê Kurd kete parlamento; piştî ku faşîzma spî û kesk ji Kurdistanê hate welî kirin, piştî ku îradeya gelê Kurd di zindanan de be jî, hebûna xwe diqîre; dewleta AKPê, bi fermaneke ceberrûd, xwest ku îradeya gelê Kurd di “felsefeya barbarî” de bifetisîne. Fermana qedexekirina pîroz kirina cejna Newroza 2012an da û xwest, vegera destpêkê. Ev fermana ceberrûd, sê alî bû; têkbirina wateya Newrozê, zindî kirina siyaseta red û înkarê, zor û çewisandina bi faşîzma kolanan.
Lê, gelê Kurd da xuya kirin ku demokrasî ne di parlamento de, di kolanan de, li meydanan dikare werê çareser kirin. Desthilatdarî jî, ne fermanên asteng kirin û xesp kirina mafên civakî ye, guhdarî kirina pirsgirêkên civakî û hewldana çareserkirina van pirsgirêkan e.
Di vê çarovê de, têkbirina fermana qedexekirin û hêrivandina çeperên polîs û di 18ê Adarê de pêxisitna agirê Newrozê li Amedê, qonaxeke nû ye. Nivîsandina Destanekî ye. Ev destan, berî 30 salî li Zindana Amedê dest pê kir, bi agirê serê çiyayên Kurdistanê rengê argûnî stand û hevok bi hevok hate darvekirin. Di 18ê Adarê de, li Amed û Stembolê bi degekî homerîk hate xwendin.
18ê Adarê qonaxeke nû ye; eşkere kirina îradeya gel e û mulga kirina ferman û kanunên derî demê ye, red kirina sîstema dewleta Tirkiyê û îdeolojiya fermî ya dewletê ye. Red kirina faşîzme kesk e.
Ev navê heyameke nû ye û her heyama nû jî, navê destanekî nû ye.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
“Êdî min jiyan mîna pelek dara payîzê zer û li ber weşandinê didît. Lê tişta ez pê diêşiyam ew bû ku; min nikarîbû peyvekî ji hevalên xwe yên salên dirêj re bibêjim.”
Heftanîn qadekê ji hêla gerîla ve xwedî rolekî dîrokî ye. Gava navê Heftanînê di nava gerîla de tê gotin, tê wateya desthilatdariyê û hêz girtinê. Di be ku ev yek, kokên xwe ji dîrokê werdigire. Ji ber ku Heftanîn di dîrokê de bûye şûneke biwate. Li gor gotinên bav û kalan, di serî de Heftanîn bi navekê din dihat nasîn. Jê re digotin; “Tenîn.” Tenîna doh, Heftanîna îro, mîna pirekî Bakurê Kurdistan û Başurê Kurdistan bi hev ve girê dide. Ji ber şerê di navbera eşîrên wê demê de, heftanîn dibe du beş. Beşêk li bakur, yek jî li başur. Ên ku beşê başur dixistin destê xwe, ji ber xweşikbûna xwezaya wê û dewlemendiya di deşt û zozanên wê de, nav lê baştir e. Beşê ku li hêla bakur jî ma, navê wê her ma Tenîn. Lê di roja îroyîn de herdu alî jî bi Heftanînê tên nasîn.
Yek ji çiyayên bilind û bi nav û deng di Heftanîn de, xantûr e. Kî destdane li ser Çiyayê Xantûrê, dikare çar hawîrdor têxe di bin desthiladdariya xwe de. Ji ber vê yekê gerîla di şerê 15 salan de, ev çiya mîna kelehekî ku nakeve, bi kar anîn e û bi xwîna gelek paqrewanan hatiye xemilandin. Çar hawîrdor ê Xantirê, mîna gerdena bûkekî xemilandî ye. Ji hêla bakur ve Geliyê Pisaxa, ji hêla başur ve bajare Zaxo heye. Bi şevan bilindahiya çiyan, Zaxo û Xantir ji hev cuda dike. Li rojhilat a Xantûrê, Gundê Banikê û Kelha Şabanîkê hatine avakirin. Kelha Şabanikê xwedî dîrokeke kevin e. Ew keleh navê xwe ji navê “Şahê Banikê” werdigire. Wate “Kela Şahê Banike” ji hêla rojava ve çiyayê Cudî jê ve xuya ye. Mirov her sibeh bi tîrejên şefeqê re, bilindahiya Cudî dibîne.
Belê, Gulana 1997 an, em di nava vê xwezayê de bûn. Ew bi salan bû ku heval û hogirên me ev erdnigarî mîna rûniştgehekî bi ewle didan bi kar anîn. Em ne yên destpêkê bûn ku li vir diman, ne jî ên dawî bûn. Bi serdeman bav û kalên me di nava wan zinar û daristanê wan çiyan de bi cî bibûn, şer kiribûn û çiyayên mîna Xantûrê bibû meydanên cengê ji bo cengawerên Kurd. Paş salên dirêj gerîla ji bo vegerandina hêviyên wendayî, li wan deran bi cî bibûn. Dijmin jî mîna ku di dîrokê de gelek caran ew çiyayên bedew kiribûn gora mêrxasên Kurd, dixwest ku me jî li wan deran tûne bike. Lê ev car çerxa felekê ne bi daxwaza wan digeriya. Ne jî şervanên kurd mîna en berê bûn. Êdî hesabê sûk û malê li hev nedihat. Dijmin bi hêviyek êrîş dikir, lê bi zorê xwe xelas dikir. Wê sala ku em li Xantûrê diman jî, gelek caran em rû bi rûyê êrîşên dijmin diman. Cara dawî ku em di nava pevçûnê de bûn, 14 ê Gulana 1997 an bû. Wê rojê dijmin bi hêzekî mezin dest bi paksaziyê fermanên amadekariyên li dijî paksaziyeke dirêj dabû. Wisa hatibû diyar kirin ku ev êrîşa dijmin û paksaziya wan, wê şeş mehan dirêj bikirana. Yekîneya me jî, xwe parastin ji her hêlî ve kire armanc. Ji bo pêşîgirtina zinarên zêde zêde tirî, hevalên me di ber pala Çiyayê Xantûrê de bi cî bûn. Me tevahî hewildanên xwe ji bo ku dijmin me nebîne, bi kar dianîn.
Kêmasiyên me ên serekî, di hêla xwarin û vexwarinê de bûn. Tenê kîsek şekirê me hebû, mixabin ew jî di sê rojên şer de bi dawî bû. Me di çend rojên destpêkê de, tevgera dijmin şopand. Ew ji katjimêr 4 ê sibehê heya 12 yê nîvro di geliyan de diman. Ji nîvro û şûn ve, hildikişan girên bilind. Me heşt roj bi xwe veşartin û şopandina tevgera dijmin derbas kir. Lê ji ber ku bi dawîbûna xwarin û vexwarina me, biryar hat girtin ku neh heval biçin hinek pêdiviyan ji Geliyê Pisaxa ku şûna veşartina pêdiviyên me bû, bînin. Paş amadekariyan, bi katjimêr yek û nîvê paş nîvro em ji ber pala Çiyayê Xantûrê bi rê ketin. Di navbera cîyê me û Gundê Perex de ku di Geliyê Pisaxa de bû, nîv katjimêr hebû. Di rê de em bi hişyarî diçûn. Bi her gav avêtinekî re, me li dora xwe dinêrî. Bi baldarî me destê xwe jî çeka xwe venediqetand. Di meşa xwe de, me gavên xwe bi îhtîmala derketina eskeran davêt. Bê ku tu tişt biqewime em gihan Geliyê Pisaxa, nêzî Gûndê Perex. Di cî de min û hevalê Şiyar, ard derxist û dest bi hevîrkirinê kir. Hevalên din jî bi karên din rabûn. Çemê ku di gelî re diherikî, hingî baş û xurt bû, kesî ji dengê xûşêniya wê, dengê kesî nedibihîst. Heya gelek caran hevalan bi dengekî bilind bang li hev dikirin. Hîna deh deqe di wê navê re derbas nebibûn, min dît ku hevalê Şiyar tevgerek dikir. Di cî de min bang lê kir:
-Heval çi bû? Tu çima wisa tevger dikî?
Dema wî bersiva min ne da, min bi hêla ku wî meyze dikir ve serê xwe zivirand. Wê çaxê min dît ku esker û pêşmerge mîna moriyan ber bi me ve tên. Ew pir nêzî me bibûn û ji bo ku em xwe bidin dest, bang dikirin. Heval Cengawer ku yek ji hevalên bi me re bû, ji bo ku em xwe bi cî bi kin herdu destên xwe hildabûn. Leşkeran wisa fêm kirin ku, ew xwe dide dest. Lê heval Cengawer ji bo me wisa dikir. Di cî de min destên xwe ji nava hevîr derxist û rahişte çeka xwe. Jixwe gule tim li ber avêtinê bû. Hîn wisa min berê çekê da koma leşker û pêşmergan. Tişta ku min dît, bi gule barandinê re, çend leşker û pêşmerge ketin. Lê bi sedema rastbûna cihê min, min xwest xwe di paş kevirê nêzî xwe de veşêrim. Hîna min xwe nezivirandibû, guleyek li çena min ket. Bi qasî çend saniyan ez bêhiş ketim.
Piştî ku min çavên xwe vekirin, min dît ku mîna ewrek taviya destpêka biharê gule di ser cihê me re dibûrin û dibarin. Wê çaxê her heşt hevalên min ketibûn nava şer de. Dema min da xwe ku ez bimeşim, hêza min bes nebû. Tenê min dikaribû ku xwe bighênim paş wî kevirê nêzî xwe. Dema ez li paş kevir rûniştim, ez ketim nava deryaya xeyalan de. Ez ditirsiyam ku dijmin ew hevalên din şehîd xistine û canan parçe parçe kiribe. Hovitiya dijmin tu carî jibîr nediçû. Me dizanibû ku gava gerîlayek birîndar, an jî şehîd bikeve destê wan, her şêweyê karên kirêt û pîs, bi wan dike. Ez gelek caran bibûm şahîdê wan dîmenên bi jan ên hevalan. Min mîna wan dîmenan di tu filmê tirajîkî de jî nedîtibû. Hîna ez di nava xeyalên xwe de bûm, ji nişka ve, dengê çekan rawestiya! Dîsa dengê çem di gelî de bi tenê dengveda. Rawestandin dengê çekan ez careke din xistim nava fikarên bêqirax de. Min êdî dest da xwe ku hevalên xwe yê rojên xweşî û nexweşiyan, hevalên ku em bi salan li ba hev bûn, hevalên rojên kêf û ên xemgîniyê meyze bikim. Gava min serê xwe hêdîka ji paş kevir derxist, ji nû ve xûnçeyên hêviyê di dilê min de bişkivîn. Ji nû ve sûlava keyfê bi ser lêvên min re hate xwar. Min dît ku hevalên min yek bi yek bi ber min ve tên. Dema ew nêzî min bûn, ez pir dilşa bûm. Wan bi dîtina sikûr û singa min a bixwînê hatiye pêçan, zanîn ku ez birîndar bûme. Lê ji ber ku pir xwîn ji birîna min daketibû, wan nizanî bê ez ji kû derê birîndar ketime. Ew li hember min rawestiyan. Hingî tevî hewildanên min jî, min nikaribû ku peyvekî jî ji wan re bêjim, ne jî şûna birîna xwe bilêv bikim. Tenê bi destê xwe dixwest bêjim;
-Heval dest ji min berdin û xwe xilas bikin.
Lê qerîna heval Laleş, mîna erdhejekî di asta herî bilind de ez hejandim:
-Heval! Va hevalekî birîndar li vir e, em wî jî bi xwe re bibin.
Heya wê kêliyê tu tişt ji hevalan pê ve nedikete bîra min. Lê qerîn û giriyê hevall Laleş mîna defa hewarê di guhê min de dengveda. Tenê bi wê hewarê min xwe mîna zarokê bi çalepkan xwe dixişkîne, dît. Heya hingî birîna min nediket xeyalê min. Lê niha, weke ku teze gule li min bikeve, min destên xwe yên di nava xwînê de sorbûyîn, danî ser birînê xwe. Êdî xwe mîna barekî li ser milên hevalên xwe yên di şer de didît. Bi wê qîrê, min xwe weke nêçîrekî li ber mirina ku her kêlî bi bûxçika xwe ya sipî re, li wir digeriya, hîs dikir.
Hevalê Cengawer ku yê dawî bû, ez dam kêleka xwe û em bi hev re meşiyan. Jixwe hêza meşê jî bi xwîna birînê re, ji min dûr ketibû. Tevî wê yekê jî min gavên xwe ber bi pêş ve davêtin. Ji bo ku şopa me bi xwînê newe dîtin, min destê xwe dikirin mîna kovikekî û her ku dibû xwîn, min dirijand û qûma Xantûrê bi ser de dikir. Lê xwîna ku mîna berfa vê mehê dibû av û bi latan de diherikî. Hingî diçû hêza min a meşê ji min distand. Piştî kêliyekî ji meşê, min hew dikarî ji cî bilivim. Ez li ber darekî ku ava berfa vê mehê tînê wê, mîna şikeftekî kolan bû, rawestiyam, min biryara xwe di bin darê de veşartinê da. Mixabin guleya ku li min ketibû, ziman, qîr, axîn û keser ji min sitandibûn. Mîna zarokê ku hîn zimanê wî li ser peyva “dadê” venebibû be, li min hatibû. Êdî her xwestekên min, her peyvên min, bi destên ji xwînê, mîna hineya roja zemawendê sorbûyî wer xwest ku, min li wir bihêle û biçe. Tevî ku min bi ziman jî jê re ne got, ew tê gihişt ku ez çi dixwazim bêjim. Lê wî destpêkê çûna bê min û hiştina min a li wir, nepejirand. Mixabin hêza min ya meşê nema bû. Jixwe mayîna li wir û şehîdketin tevahî xeyalê min dagirtibû. Êdî min jiyan mîna pelekî dara payîzê zer û li ber weşandinê didît. Lê tişta ez pê diêşiyam ew bû ku, min nikarî bû peyvekî ji havalên xwe yên salên dirêj re bibêjim. Min gelek caran ji xwe re digot: “Ger ez şehîd bikevim, bi kê mayî ezê tiştên di dilê xwe de berî şehîdbûnê bibêjim.” Lê niha gava ku birîn bûye bendavek li pêş pêlên peyvan, gava ku tevahî gotinên ferhenga temenê min, li ber lêvên kilîtkirî sekinîne, ez xatir ji hevalê xwe dixwazim bê ku tu tiştî bêjim. Gotinên dawî ên ku her mirovek berî mirinê dibêje jî, min nikarî bû ku ji hevalê Cengawer re bibêjim. Tenê bi çavên xwe yê tijî rondik û bi kovaniyê rûçikên xwe, min xatirê dawî dixwest û dilê min dibû keştiya peyvên min ê ku dibûne kul û derd di deryayek bêdawî de. Ji ber ku min hêvî ji jiyanê qût kiribû, min çek û rextê xwe da heval Cengawer. Tenê bombeya ku heval Cengawer bi destên lerizî dayî min, li ba min ma. Min ji xwe re digot; “Qet nebe bila çek û rextê min nekeve destê dijmin de.” Gava ez derbasî hundirê wê kuna binê darê bûm, bi awira dawî min xatir xwest. Heval Cengawer jî piştî hembêz kirina rûçik û canê min ê di nava xwînê de mayî, bi rondikên qûtbûna ji min, hinek pelên darê, ji derve de danîn ser devê kûnê. Wê çaxê bi danîna pelan destê wî direcifî. Çav tijî rondik bibûn. Min di nava rûyê wî yê kovan de, qûtbûna ebedî didît. Ji ber vê yekê heya li wir bû, me destên hev diguvaşt û bernedida. Te digot qey heval Cengawer ji ser gorekî radibe, wisa hêdî da xwe. Pelên darê jî li ber çavê min dibûn gulên ku li ser goran tê danîn. Ji wir û şûn ve, êdî ez û rêhên dara ku bûyî parezvanê min, bi tenê man.
Dengê eskeran, her ku diçû nêzîktir dibû. Wan dengan hişt ku bombeya heval Cengawer ya ku bêdilê xwe dayî min, têkve tevgere. Di cî de min pîma wê ji bo kişandinê amade kir û danî kêleka xwe. Lê ji ber ku xwîn ji birînê ranediwesta, min awêne ya xwe derxist û lê nêrî. Bi parçe şûtikekî min xwest ku guleyê ku xwîn jê dihat, bigirim. Wê çaxê min kesekê nû di awêneyê de didît. Çena min bi hêlekî din de xwar bibû. Min diranên jor ji ên jêr, nedinasîn. Dema parçe ya şûtikê di şûna birînê de bi cî bû, damar li hestiyan ket. Wê çaxê ji nû ve êşê dest pê kir. Bi tevzînkên canê min re, ez ji ser hişê xwe çûm. Bi qasî 30 deqî ez wisa bêhiş mam.
Gava ez bi xwe hisiyam, wê çaxê dengê leşkerên dijmin her ku diçû dûr dibû. Min fêm kir ku êdî bi şûn ve diçin. Wê çaxê saet bibû çarê ber êvarê. Di wê navberê de, dengê hevalê Sînan û çend hevalê din hat. Jixwe wan hêviya xwe ji mayîna min ya jiyanê birî bûn. Hevalên ku ji min cuda bibûn jî, gotibûn ku heya niha jiyan nake. Ew kî ba jî, ku rewşa min bidîta bawer nedikir ku ez jiyan bikim. Hevalê Sînan û hevalên din jî, nehatibûn ku min bi saxî bibînin, wan xwe amade kiribûn ku, cenazê min ji wir derxin û bibin ba hevalan. Ji ber ku ez wê çaxê nû hatibûm ser hişê xwe, ez wisa têgihiştim ku min di xew de heval Sînan dîtiye. Lê gava xiş xiş ji jor hat, min di nav pelan re li jor nêrî. Wê çaxê sîmayê heval Sînan ket ber çavê min. Wê çaxê qîra min, bibû mîna nal nala zarokekî di pêçekê de. Min di cî de destê xwe ber bi jor ve paland û çîlo da aliyekî. Hevalê Sînan ku hatibû cenazê min bibe, ji dîtina min bisaxî bawer nekir. Hema bê ku raweste bi hevalên din re ez ji wir derxistim û çena min baş pêça. Wî dît ku sînga min tev bixwînê sor dike. Di wê demê de min bi destê xwe, jê re nîşana “yek” da diyar kirin. Wî fêm kir ku tenê gule yek li min ketiye. Çavên heval Sînan tijî rondikên şadiyê bibûn. Jixwe mîna ku heval Cengawer ji min qût bû bê ku peyvekî ji min bibhize, heval Sînan jî ez dîtim bê ku peyvekî bibhîze. Min bi bêdengî xatir xwestibû, niha jî bi bêdengî xêrhatin li hevalên xwe dikirim.
Rasthatinekî Sosret
Ji ber ku cara yekê bû, weke jin, min dijminê xwe ewqes ji nêzik ve didît. Dijmin jî wisa min didît. Ew gava ku çavên me beramberî hev, li ser çavên hevdu zîq bibû, ez ji nava hezar hestan derbas bûm. Û him jî di nava kêliyekê de. Her tim dibêjin “gotin û jiyîn ne wek hev e”. Ez bi giştî tevlî vê nêrîna bav û kalan dibim. Ji ber ku ez dizanim çiqes em qala serpehatiyên xwe bikin jî, ji niha ve, ji gelek kesan re weke çîrok tên. Lê di vê aliyê de jî ez xwe bi şans dibînim. Ji ber ku gelê Kurd, ji niha ve dîtiyê gelek serpêhatiyên gerîla ye. Em weke gerîla çawa bûne dîtîya berxwedaniya bê hempa, ya gelê xwe. Ez dizanim, yên ku herî zêde bawerî di navbera xwe de çêkiriye, gerîla û gelê Kurd e.
Sal 1994 bû. Ez wê demê li gorî hevalên ku li Zagrosê ne, hevaleke nûbûm. Nûbûna min li gorî wan mercên wê demê bû. Ew bibû du sal in, ez tevlî hevalan bibûm.
Gerilayeke heremê bûm. Eşîra me jî bi dijwariya xwe ya li hemberî gerîla dihate naskirin. Loma jî hevalan dihîştin ku em her tiştî zû fêr bibin, roj bi roj, bi hêztir bibin. Di nava rastiyeke wisa feodal, girtî û weke jin hatina me, hevalan pir bi nirx peşwaz kiribûn. Loma jî ez jî rêkirim qada Herkî-Gerdiya ku diviya em li wan deran hinek vebûnan çebikin. Yekîneya me, yek bi yek ji hevalên bijare hatibû avakirin. Ji ber him qada ku diçin nû ye, him jî mercên qadê giran bû. Her hevalek di karê xwe de bi rastî jî pir xurt bû. Em mangayek hevalên keç di nava wê yekîneyê de bûn.
Di vê herema Gerdiya û Herkî yê de, diviya me gel bi rêxistin kiriba. Lê di heremê de cerdewanî pir li pêş bû. Em giştî sî û pênc heval bûn. Di nav de jî heft hevalên keç bûn. Fermandara hevalên keç Hevala Cahîde Qaraman bû. Niha ew heval şehîd e. Fermandarê yekîneyê, Hevalê Sadun bû, şehîd ketiye. Bi xwe ji Başûrê Rojavayê bû. Rêzan Kurtalan ser taximê bû, ew jî niha şehîd e. Di wê yekîneyê de, ya ku sax maye ez im. Niha hemû şehîd in. Hevalên keç Hevala Cahîde Mêrdîn, ku bi xwe wek min gotî fermandara me bû, ez, hevala Newroz, Zinarîn Mêrdîn, hevala Erîvan Mêrdîn, hevala Hevîdar Mêrdîn yên ku navê wan niha hatine bîra min ev heval in. Hevalên keç piraniya wan ji Mêrdînê bûn.
Herkî û Gerdiya dikevin qontara Zagrosan. Li van deran, havîna jî berf nediheliyan. Ji xwe herkes dizane ku li Hekarî her tim, çar demsal bi hev re tê jiyîn. Gava em çûbûn wan deran meha Nîsanê bû.
Tenê cîhazekî me hebû. Qada ku em dikêtana qadeke nû bû. Kesî ku rê û ewraz xweş naskiriba jî nebû. Em û ewraz bi her tiştê xwe re hevnasîneke nû, me yê jiyan bikira. Lê tiştên pir balkêş û sosret, hê di rê de xwe da rûyê. Em digihaştin ku derê, roja paştirîn cerdewan û leşkerê Tirkan bi hev re operasyon dianîn ser me. Te di go qey ajanek di nava me de heye. Gava ku ev bûyer her carê xwe dubare kir, em bi rastî jî ketin nava gumanan û fikaran, gelo, bi rastî jî sîxur di nava me de heye? Lê piştre me derxist ku, şopên lingên me, dihîşt ku dijmin her li pey me were. Ji ber ku buhar bû û giya şîn bûn, şop li serê diman.
Dora bîst rojan em ji hevalan qut man. Yanê bi bîryargehê ve têkîlî çênedibûn. Ji ber ku cîhazê me dirêj nedikêşand. Ji xwe gava em bi cîhazê diaxifîn, dijmin yekser bi ciyê me dihesiya. Ji bo wê jî me wek yekîne, bi hev re nîqaş kir û me bîryar da ku em biçin alana Gerdiya. Bi kinasî, diviya em ji Herkî manevra bikin û xwe bidin aliyê Gerdiya. Li Herkî yê gundê herî nêz gundê Bayê bû. Em nêzî wî gundî bûn, em ji wir çûn Gerdiya, gundekî bi navê Bêzelê li wir hebû. Li wî gundî du tax hebû. Yek jê, ji me re baş bû, lê yek dijayetî dikir, cerdewan bûn. Çend roj bibû ku me qet tiştek nexwaribû, tenê bi giyayan ve me xwe têr kiribû. Ji xwe çûndina me de armanc, him bala dijmin belavkirin, him jî hinek erzaq peyda kirin bû. Ji milekî ve amadekariya çalekiyan jî me dikir. Bîryargeha navendî ji me çalekî nedixwest lê ji bo demê pêş me amadekariya xwe car dî jî dikir. Gihandina me wê derê şevekê sax piştî meşekê çêbibû.
Gava em gihaştin nêzî wî gundî, Hevalê Zinar Diyadîn hebû, niha şehîd e, li ser fermandarên mngayan digeriya û dixwest nêrîna wan bigre, da ku em li wê derê bimînin an na. Hevalê Zinar, hevalekî pir heja û dilgerm ku ji dil ve bi hevalên xwe ve girêdayî bû. Em hevalên keç, weke birayê xwe nêzî wî dibûn. Ji min pirsî û min jî got:
“Wele em li vir nemînin wê baştir bibe”
Em çûbûn gund û ji bo sî û pênc hevalan me nîv çewal ard derxistibû. Diviya em hinek dûr çûbana û demeke dirêj, bi vî ardî diviya me xwe ragirtiba. Min ji Hevalê Zinar re got:
“Em hinek din pişt vê sirtê hanê de herin, hinekî din em dûr bibin wê baş bibe”
Nêzî saeteke din em ji wir dûr ketin, pişt sirtê ku em lê bûn, ber bi piştê ve em zivirîn.
Dar nû şîn dibûn. Ewrazeke bi dar bû lê şkêr jî gelek bûn. Me got, em li wê derê bin. Hevalên ku girê bigrin me derxist, diviya çar saet ji ciyê me dûr û bilind biçin da ku bikaribin bi hevalan re, bi riya cîhazê jî bikaribin biaxivin. Armanc ew e ku, em bikaribin him dijminê xwe bişopînin, him ewlekariya xwe xurt bikin û him jî bi hevalan re têkîlî çêbikin. Artêşa Tirk fêm kiribûn ku têkîliyên me û bîryargehê ji hev qut bûye, her li ser cîhazê bang dike û dibêje “me wan kuşt”, Serokatî jî her pirsa me dikir. Hevalê Muzaffer Şirnex li ser grubê girê çûbû.
Di wan deman de, di nava hêzên taybet ya dijmin de jin jî dihatin şuxilandin. Ji wan re digotin Ayşecîk. Ji bo xwe, wan jinan dianîn û didane şuxilandin. Ciyê ku em lê bûn, bi dar bû lê ciyê ku hevalên ku çûne tepê, yanê gir, şkêr bûn. Ji ber ku ber bi jor ve dar nebûn.
Piştî bîst rojan, me xwest em ji xwe re xwarin çêbikin û bixwin. Her mangayek kulmek ar kete para wan. Her mange ji xwe re sibê zû hevîrê xwe çêkirin. Hevîr vekirin û di nava rûn de qelandin.
Gava hevalên ku diçin girê, dengê kobra dibîsin lê ji me re pir dûr dihat. Me nedizanî ku leşkerên xwe datanîn. Hevalên ku çûbûn ser girê bilind, nedikarîn me agahdar bikin. Çar saet ji me dûr ketibûn. Cîhaz jî nebû. Nikarin gule biteqînin, wê dijmin pê bihese, neçar dimînin xwe li wan deran vedişêrin. Me gava ku dengê kobra baş bihîst, me tevdîrên xwe girt. Me xwe di nava giyan de veşart. Me dît ku cerdewan hatin. Bi hatina wan, em ewle bûn ku ciyê ku em lê ne hatiye naskirin. Dizanîbûn ku em li wan deran in, lê nedizanîn em rasterast li ku derê ne. Her ciyê ku bi gumanin, guleyan diberdan serê û derbas dikirin. Saetek derbas bû, me dengê fîşekan bîst. Me fêm kir ku hevalên ku çûbûn girê, ketibûn nava şer. Hevalî Muzafer li wir şehîd dikeve. Ew cîhazê yekîneyê jî bi wî re dikeve destê dijmin. Hevalên dîtir xwe xilas kiribûn. Tu derfetên me yê ku em bikaribin biçin alîkariya wan nebû. Ji xwe her der tije leşker bibû. Ne gengaz bû ku em wan hemûyan derbas bikin û bigên hevalan. Em di nava çemberê wan de mabûn. Lê hê jî em nedîtibûn. Lê hêdî hêdî nêzî me dibûn. Me got “di vê dolê de em nikarin bi dijmin re şer bikin, a rast ew e ku em bêdeng bin, heta ji me were em nehêlin ku bi me bihesin”. Me nedixwest em têkevin nava şer, sedema yekem, yekîneyê yekem ku hatiye vê heremê em bûn û diviya wisa yekser hemû bi hev re şehîdbûn nebaya, a diduyan jî gava em ketibana nava şer, kes ji me xilas nedibû. Ev rewşa veşartî û lêgerîna wan bi me, wisa heta piştî nîvro, ber bi êvarî berdewam kir. Me dixwest zûtirîn şev xwe berde ser me ku, em bikaribin manevra bikin. Di rewşên wisan de dostê herî baş ji bo me şev e. Hevalên ku ji tepê xilas bûne, dixwazin ber bi Avaşînê ve biçin û xwe hildine ewlehiyê. Dijmin jî hêdî hêdî ber bi ciyê ku em lê ne dihat. Me fêm kir ku êdî ciyê me nas kirine. Ji xwe her derê geriyan û tu cî nema ku lê nemeyzandin, ji xeynî ciyê me. Me bîryara xwe dabû ku heta pir nêzî me nebin em nakevin şerê. Li wir jî gelek gule li ser me reşandin, çeka bi agir ku jê re digotin “lav sîlahi” avêtin ciyê me.
Gava me dengê xwe nekir û şev jî xwe li ser ezmên belav kir, mecbûr man ku xwe vekşînin.
Heta wê gavê ez pê nehesiyabûm ku ji lingê xwe birîndar bûme. Parçeyek ji lav sîlahî, bi lingê min ketibû. Tam li ser çokê min ketibû. Lingê rastê bû. Lê ji ber ku ez nû bûm, gava min xwîn dît ez pir pê bandor bûm. Birîneke giran nîne, çokê rastê de zêde kûr jî neçûye lê gava ku Hevalê Zinar ji min re got:
“Tu birîndar bûyî” û piştre min xwîn dît.
Ji bo xwe paş de kişandinê, em çûn ser pira Herkî û Gerdiya. Pir li ser ava Hecîbegê bû. Gruba me giran bû, rewş wisa ne baş bû. Hevalan, ji ber ku siviktir bimeşin, di nava xwe de bîryar girtin ku min li wê derê veşêrin.
Di nava giyan de ez veşartim û çûn.
Dijmin bi qasî nîv saet biniya min bûn. Dengê wan xweş dihate min. Xwe komî ser hev dikirin, da ku paş de bikşînin. Ew jî pir westiya û ji hal ketibûn. Lê car dî jî giran tevdigeriyan. Ji ber ku ciyê ku hevalê Muzafer şehîd ketibû, du heval jî birîndar bibûn. Dewsa xwîn dîtibûn. Qederek geriyabûn, lê tiştek nedîtibûn. Her li pişt xwe û li derdora xwe dimeyzandin.
Heval gava di rêde qederek dimeşin, Hevalê Zinar û Hevalê Rêzan nîqaş dikin, tiştê di dilê xwe de ji hev re vedibêjin. Dibêjin:
“Hevala Zelal giran birîndar nîne, me şaş kir, diviya me nehîştiba. Em hê dûr neçûna, ya baş ew e ku em biçin wê bînin”
Yekîne li ciyekî disekine û car dî, ew her du heval bi xwe tên ku min bibin. Lê berî biçin ji min re gotibûn:
“Heta dijmin neyê mesafeya bombe, neteqîne”.
Rewşa ku ez têdebûm, min nedikarî di mejiyê xwe de wateyek bidimê. Ez tenê bûm, heval wê bihatana an na, ne diyar bû, wê dijmin ez bidîtama an na, ezê sibê bibînim an na, ger ez şehîd bikevim wê diya min çi bike, malbata min wê çawa pêşwaz bikin û pirsên bi vî rengî re ez çend deqe mam tenê. Ji bo min, ji bo hestên min ya 18 salî, ez bawerim zêde giran bû. Li hemberî vê giranbûnê, ez pir zû westiyam, tenê xewa min dihat. Ez bin kefiya xwe de, xewê re çûbûm lê narincok di destê min de amade bû. Ez bi dengê xişiniya dengê giya ve hîşyar bûm. Min narincok rast kir. Min di dilê xwe de got “dijmin min şopandiye û dîtiye.” Ez li bendê bûm ku hineke din nêz bibin, da ku ez narincokê biteqînim. Min dixwest ji wan jî hinek bi min re biçin. Her ku diçe, deng hêdî hêdî nêzî min dibû. Nikarim bêjim “tu kî ye?”. Min dît ku dengê fîtikê tê, lê deng ne ya dijmin e, weke ya hevalan e. Bi dengekî pir nizm, min bîst ku navê min tê gazî kirin. Digot:
“Hevala Zelal!, tiştek neke, em heval in!”.
Ew gava ku min narincok rast kiribû, ji bo bi dawî kirina jiyana xwe ya 18 salî, dengeke wisa bihîstin, ez nikarim salox bidim. Bi rastî jî hestên mirinê, şehîdbûnê gihaştibû lutkeyê herî jor, yekcar bi wê dengê ve pir tûj zivirî jiyanê. Hestên wisa di asta bilind, bi dijberê xwe ve gava ciyê xwe diguhêrîne, dilê mirov ne gengaze ku normal lêbide.
Ez du saet tenê mabûm, lê du saeteke ku bedêla salan e. Heval hatin cem min, destpêkê rexnedayîna xwe kirin, pişt re jî gotin “ emê bi hev re biçin, xwe giran neke, birîna te pir giran nîne”. Wele, min qet rexnedayîna wan guhdar nekir, ez hînde kêfxweş bibûm ku tiştek ne xema min bû.
Bi alîkariya wan hevalan, em gihaştin heta ciyê noqta şkêran. Em piştî çar saetan gihaştibûn wê derê. Lê belê tişteke din hebû, gava paş de vekişandinê de, dijmin jî diçe wir, em jî diçin wir. Yekîne xwe xilas kiriye û çûye. Me jî xwe berda wê derê ku min gotiye.
Hevalên derveyî yekîneyê me, ji radyoyê guhdar kirine ku dijmin gotiye “ me sî û pênc PKK’yî kuştiye.” Hevalan jî grubek hevalan rêkiribûn qada ku em lê bûn, ger ev nûçe rast be, wê werin cinazeyên me veşêrin. Bêr û tevirên xwe jî tînin û tên.
Qederek jêrê me, pirek hebû. Li ser aveke mezin hatibû çêkirin. Li ser ava Basya bû ev pir. Divê, em mecbûr ji wê pirê re derbas bibin, nexwe ne gengaze ku em bikaribin xwe xilas bikin. Pireke wisa ye ku, cerdewan jî tên kemîna davêjin, leşkerê Tirkan jî tên kemînan davêjin û em jî tê re derbas dibin. Herkes mecbûre ku wê pirê bide şuxilandin. Havînan dema ku av hinek kêm dibe, mirov dikare ji avê re derbas bibe lê di vê wextê buharê de, ne gengaz e. Av pir boş e.
Ew gruba ku hatibûn dû yekîneyê me, gava digêjin ser pirê, li wan dibe roj. Xwe avêtine bin pirê û ji sibê heta êvarî, di nava avê de man e. Di bin pirê de hinek hesin hene ku karibin xwe pê ve bigrin. Di berbanga sibê de, ew hevalan dibînin ku hinek kes xwe diberdine noqtê şkêran. Ew di dilê xwe de dibêjin “ew heval in”. Rast bû jî, ew em bûn. Lê piştî saetekê, dijmin jî tê wê derê. Ji ber ku weke min gotibû, dijmin jî vekişana xwe ya paş, ji wê ciyê ku em lê bûn dikir. Ciyeke wisa ye ku tê de her der şkêr e. Tehtik in. Tu dikarî xwe tê de veşêrî. Lê bê guman di nava dijmin de, wisa xwe veşartina te, pê bihesin derfetên xwe xilas kirinê zêde nîne. Di wir de şaşitiya me ya herî mezin ew bû ku, em hinek tî bibûn, em raste rast çûbûn ser kaniyê û me xwe li wir, pişt şkêrekî de veşartibû. Yanê ciyekî bi xeter de em mabûn. Dibetiya dîtina me, bi vî rengî, me bi destê xwe gelek zêde kiribû.
Me dît, leşker jî ketin ew ciyê ku em lê bûn. Gava me leşkeran dît, me her sê heval, xwe kir e weke yek kes. Ewqes me xwe qurmiçand ku, bila kes me nebîne. Ji sibê, heta êvarî em di nava hev de wisa man. Ciyê ku em lê bûn, dar jî lê zehf bûn. Em hinek jorî ciyê ku leşker lê bûn disekiniyan. Me hemû liv û tevgera wan didît.
Weke gerîla, me di nava xwe de ji bo çaydanên mezin digot “doçka”. Yê leşkeran jî wisa mezin bû. Manga manga rûniştibûn. Tekmîlê xwe didane jorî xwe. Zîrevanê wan hebû. Zêde kes bi serê xwe nediçû û nedihat, lê ji halê wan pir diyar bû ku gelek westiyane. Di nava xwe de, carê bi dengê bilind diaxivîn. Zirtê xwe didan. Her carê yekî digot “min ewqes PKK’yî kuştiye, ewqes birîndar bûye”, nizanim çi kiriye û nekiriye, her ji hevdu re digotin. Di rastiya xwe de, ew bi xwe gelek kuştî dabûn. Ji xwe, navê vê operasyonê jî min li wir, ji devê wan bihîst. Digotin “Tavşani kaldirma operasyonu”, yanê operasyona rakirina kevroşkê bû. Ji tekmîlê wan me fêm kir ku, ev tugay ji Qersê hatibûn. Saet yekê, çend seyare wê bihata ser pirê, bi ewlekariyê xwe ve, wê xwe bigihandana ciyê xwe. Ji parastina vekêşana paş de, gelek tank, kobra û hwd xwestin. Heta nîvro bêhna xwe vedan û piştî nîvro seyare hatin. Hemû rabûn ser xwe, xwe amade kirin, ketin rêza xwe ya leşkerî ya meşê.
Di wê navberê de xwarin xwaribûn, ku em bi xwe jî demeke dirêj birsî bûn. Çend roj bibû nizanim, lê me xwarin nexwaribû. Firaqên xwe komî ser hev kirin. Hemû tiştên ku nexwaribûn, xistin nava êgir û şewitandin. Her der paqij kirin, wisa kirin ku , gava tu lê binêrî, tu nikarî fêm bikî ku hinek hatine van deran. Gava ew bi rê ketin, me min jî carê serê xwe hêdîka radikir û li wan temaşe dikir. Cara yekem bû ku, ewqes ji nêz ve min didît. Min serê xwe ditewand û piştre careke din derdixist. Lê gava min cara dawî serê xwe rakir, ku ez binêrim ka gihîştine kuderê, min dît ku ez û leşkerekî Tirk hatin beramberî hev.
Wî jî ez bawerim tiştekî xwe li ser avê ji bîra kiribû. Wisa qederek çavên me li ser hev du man. Ne min denge derxist, ne jî wî. Em her du jî mabûn hişk di ciyê xwe de. Me şoq jiyan dikir. Lê ji paş ve dengê leşkeran dihat, gazî wî dikirin. Bi dengê sêyemîn re, weke ku ji xewê hîşyar bibe, serê xwe li me hejand û çû. Her du gavê carek, li pişt xwe dizivirî û li me dimeyzand. Me jî li wî dimeyzand. Bi çûndina wî re, em ketin nava fikaran, me di dilê xwe de got “wayê, heta vê derê ye, çû ji me, dê niha bên ser me”. Em li bendê bûn ku leşker têkevin alarmê û li gorî rewşa şer xwe bi cî bikin. Ji xwe li gel me tenê yek qlêş hebû. Ji bo ku bikaribin alîkarî bidine min, tenê yek bi xwe re anîbûn. Her yek du narincok anîbûn û yek jî li cem min hebû. Me, yekser narincokên xwe amade kir û me got “kengî werin, emê jî bavêjin wan û şer bikin.” Me, hêdîka serê xwe, careke din ji pişt kevirê derxist û li dijmin temaşe kir. Leşker diçûn û paşbirê wan jî rêpaqij dikir. Kesek ber bi me ve nedihat. Ew leşkerê ku min dîtibû, hê jî carê, bêyî ku bi derdora xwe bihesîne, li pişt xwe dizivirî û li me dimeyzand.
Tirsiya, nedixwest bimire, nedixwest kesî bikuje, gelo Kurd bû û ji ber wê deng nekir, mabû behetî loma nedikarî biaxive? Nizanim. Bi rastî jî nizanim. Lê tiştê min dizanîbû, nehîşt ku şerek çêbibe. Ger şerek çêbibaya, emê misoger hatibana şehîd xistin, lê wê ji wan jî çendek biçûya.
Ez nizanim rast bû an na, lê gava ku tu şer neqewimî, her rûwê wî leşkerî gava min dianî ber çavên xwe, di xeyala min de ew leşker bi rûkenî ji cem çûbû. Dibe ku ew jî xeyala min be, lê wisa min xiste hundirê dîroka mejiyê xwe.
Jinbûna min ji wî re çiqes sosret hatibû, keçeke Kurd wisa di nava ewqes leşkeran dîtin, ji bo wî hesteke çawa diafirand?
Wekî me, di nava wan de jî yên ku nedixwestin ev şerê qirêj û di aliyê hêz de ne hevseng e rûbide, hene. Lê di kêliyên destpêkê de min qet jinbûna xwe neanîbû bîra xwe. Piştre hevalan di nîqaşên xwe de digotin “wî leşkerî bawer nekiriye ku di nava van çiyan de jinek di nava wan de xwe veşartibe”. Lê niha ez bawerim bîranîna wî ya ku di navbera me de derbaz bûye, ji bo wî zêdetir balkêş û sosret e.
Ji dûr ve hevdu kuştin bi rastî jî ewqes zor nîne, lê mirov, hundirî çave hev binêre û hevdu bikuje, ev karê herkesî nîne. Yên ku armanca wan di nava şer de nebê, ewkes ji sînor û pîvanên şer derbaz dikin û şer dikin warekî qirkirinê.
Lê ger ew çavên şîn êrîş kiriba, em jî ji bo parastina xwe bi bîryar bûn.
- Ayrıntılar
Di nava demsalên bi napalman têne germkirin de, bihareke bi “şox û şengê zuhre rengê” Melayê Cizîrî diafirînim. Wek “şepalê miskî xalê”, di darên bi napalman hatine şewitandin de, tirhikên biskên semawî neqiş dikim…
Her tirhek şimadeneke û wek bazbendekê dilê min dixemilîne
Di her şeva tarî de, wek çirîskên ronahiya helbestên Ehmedê Xanî, “hikmetî îbadetê” jiyanekê ava dikim. Di kulkesera demê de beşûşiya yarê neqiş dikim.
Bilbil û şalûlên dîlê min, biskên yara min di kefa mista xwe de germ dikin, keziyên wê bi çil bedanên hasretî darvedikin. Hasreta min û bedena keliha Amedê hev himbêz dikin.
Berbûliyê bûka welatê min desmala zavayê demê dihejînin û kenê li ser rûdêna bûka welatê min bi lîlandinan pêl bi pêl ber bi ezmanan bela dikin.
Hingî stranek tê guhên min, weke gotinên lehengê romaneke ku bi ziman kulîlkan hatibe nivîsandin, qîran dide, reng dide… Wek bihara min ku di her zivistan û her payîzê de kululkan vedike, taxên bajar û gundan dixemilîne.
Bi vekirina gulbijêrkan re, alek rengîn, rojek kûbar, meh û salek bextewar, di nava rengîniya ava Dicle de diherikînim. Her sibehê wek farzên nimêja misilmanan dibime pêlên avê,, di ser piran re diherikim.
Bi evîna Xatuna Zembilfiroş re stranan dûbare dikim.
Û dibêjim: Me zarokatiya xwe şikand û bedengiya xwe bi dawî anî.
Me got; Em ne kesên berê ne, bi salan re, bi kuştina salan re mezin bûn… Em bi salan e lal bûn, bi bombeyên napalmê û tozên kimyewî re lixaba devê me hate vekirin.
Em şerbeta tureşkan bi lîstikên qedexekirî re dirijin argûşka demsalan, bi stranên birîndar re, di çaryanên salvegerên yadkirinan de vedixûn
Wek qîrêneke demê, bi payiz û zivistanê biharî re dibime welatek..
Dibime azadî û sund ajiyaneke bi rûmet.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Tu bi xêr hatî mêhvanê xewnên min, vejîna helbestên jiyanê.
Rêheval, peyva navê te bû birîna ji nû ve pişkivî. Bû jan û avîna dayîkan. Bû hêlîn û wargeha lorînan. Bû xwîn û herikî di nav rayan de. Lewma pîroz dibe wateya navê te.
Belê rêhevala min; xwediyê çavên ku axînan derman dike bi awirên xwe. Xwediyê hestên bi bask û dilekê germ. Di mijara te de xembar dibe pênûsa min. Çawa biwesifîne te, nizane. Mîna nexweşkî bi jehrî, bêhal dibe û neçar dimîne. Ji ber pir zehmete ku bi lêv bike bîr û baweriyên te. Binivîse dinav rûpelên dîrokê de qehremaniya te. Ji şagirtên dibistana azadiyê re bineqişîne rûkeniya te. Lewma, nikare peyvên xwe li himber serhildana te kom bike.
Tê bîra te heval, wan sozên te dayî. Ma ne te digot di vê em bi hevre bidomînin rêwîtiya xwe. Li ser axa pîroz bikişînin hindirê xwe hilmekê ji tîhna roja pîroz. Mîna li ber ava çemê ş. Harunê henekên xwe bi wan topên xesûkî bikin. Derxînin serê xwe û bibin temaşevanên ezmaneke zelal. Rakişînin bedenên xwe li têhna rojekê tevzonek. Hildin agirê veşartî di şevên cejnê de.
Heval, ma ne diviyabû me bi hevre behsa serpêhatiya bikira. Nivsandiba çîrokên evîndarên xeyalên veşartî. Xîz kiriba wêneyên şerkerên bi kevir di nav kolanên welat de. Ma ne te digot; di vê em hêz bidin hev di zor û zehmetiyên rêwîtiyê de. Derbaz bikin hemû bendên li pêşiya hevalbendiya rast. Bi hevre rakin çekên xwe û bikevin pey heqîqeta jiyanê. Çima heval mîna stêrkekê di ezman de tu li pêşiya me herikî. Bareke giran jî di cihana me de hişt. Cardin pişkivand wan birînên kûr û bendewar kir çavên li rêyên te.
Belê, te herdem digot di vê em bi xwîna xwe siberojekê azad ava bikin. Xende bikin çavên zarokên bigirî. Jehrê bikin hişmendiya hêzên gelekomî. Ji ber ti kes nikare li pêşiya azweriyên neviyên Iştaran raweste. Êdî ti kes nikare çarenûsa me binivîse. Ti kes nikare me ji himbêza dayîka me dûr bixe. Ti kes nikare evîna me qirêj bike û roja me tarî bike. Lewra di vê çav li bilindbûna çiyayên berxwedêr bikin. Mîna pêlên deryayê bilind bikin azweriyên xwe. Rengîn bikin bîr û baweriyên xwe. Bextewar bin di her kêliyê de.
Bikene hevala min a bedew, xêz bike wêneyên bîrhatiyên xwe di hizrên me de. Lê ji bîr neke, fêrmeskên kêliyên veqetînê. Pêdegariya hilgirtina hêmaya ronahiyê. Areteyên beriya serkeftinê. Mixabin, xemgîn dibe dilê min dema bi bîrtînim wan kêliyan. Tije dibe qirika min û kelegirî dibim. Mîna te gelek rêwîbûn mêhvanên heman rêyê. Lê belê, her yek xwedî şungeh û wateyekê cuda ye. Her yek jî bi heqîqeta xwe manîdar dibe.
Îro jî derbaz bû li ber çavên me wêneya evînekê pêçandî bi xwînê. Di bihareke nû de belav bû ye bêhna barûtê. Bilind dibe bi teqîna narincokê dengê qêrîna zayîneke nû. Di ezmanek şîn de qêrîna dirûşmeyên ‘‘yan jiyaneke azad, yan jiyaneke azad’’ deng vedide. Dengê qêrîna bangawaziya pênç rêhevalên hêja bilind dibe. Pênç pepuleyên ku bi bêhna biharê re zindî dibin. Bi vê qêrînê sekinîn dilên dagirker. Lewma hevala hêja Jiyan, tu bû destana vînê. Pêşeng li helwesta berxwedanê. Ji Viyan û Şîlan’an re bûyî rêheval û te keyfxweş kir dilê Zîlan’an.
Belê hevala Jiyan, bi zindîbûna xwîna dilê xwe te xêz kir yek ji çîrokên qehremaniyê. Te neqişand xalek ji wateya peyva heval. Li gel Sema û Fikrî gerand govenda azadiyê û şanaz kir serê xwedewenda dayîkê.
Li ser bîranîna rêhevala Jiyan Suruç ku bi heft rêhevalan re di encama ketina kemîna pastaran li herêma Somayê şehîd ketine.
Yekîneya Ş. Viyan Heftenîn
- Ayrıntılar
Gelê Kurd li çar perçê Kurdistanê û derveyî welêt cejna berxwedanê, roja nû Newrozê pîroz dike. Li ser navê hemû gerîla û fermandarê HPG'ê vê Newrozê di serî de li Rêber APO pîroz dikim. Ji vir heta Îmraliyê bi rêzdarî wî silav dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Ronahî û Berîvan de hemû şehîdên Newrozê û şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtim û minnetdariya xwe tînin ser ziman.
Cardin li her çar perçê Kurdistanê Gelê Kurd vê Newrozê xwe ji bihara azadiyê re amade dike. Azadiya xwe bi berxwedanê pîroz dike. Ez vê cejna pîroz li hemû gelên li Kurdistanê û ji Gelê Rojhilata Navîn pîroz dikim.
Gelek wateyên taybet a Newroza 2012'an heye. Îro li Kurdistanê Gelê Kurd bi biryardariyeke mezin û bi şîara An Azadî, An Azadî ji Rêber Apo re azadiyê û ji bo Kurdistanê jî statuyê dixwaze. Di pêvajoya berxwedaneke mezin de Newroza 2012'an pîroz dike.
Dîrok carekedin li Rojhilata Navîn xwe dubare dike. Di berbanga dîrokê de Kawayê Hesinkar li dijî zaliman, Dehaqan bi berxwedaniyeke bêhempa roja nû an go Newroz anî. Bi vî awayî Newroz bû cejna jiyana nû, jiyana azad, berxwedêr û destpêka biharê. Bi vê berxwedanê bihar anî Rojhilata Navîn. Rê li ber serkeftina bindestan li dijî serdest Dehaqan vekir. Îro di vê wateyê de dîrok xwe dubare dike. Di hişê Rojhilata Navîn de vê roja pîroz ku hêdî hêdî dixwestin bidin jibîrkirin, Mazlûm Dogan, li ser hişmendiya tevgera APOyî û PKK bi sê niftikan di girtîgeha Amedê de bi şîara "Berxwedan Jiyane" berxwedaneke mezin nîşan da. Roja nû ya berxwedanê anî serdemame. Di riya azadiyê de ji bo gelê Kurdistanê li dijî zilm û taritiya Dehaqan agirê berxwedanê geş kir.
Ev agirê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Dagan dabû destpêkirin, li çiyayên Kurdistanê jî bi pêngava 15'ê Tebaxê ya di pêşengtiya Rêheval Egîd de veguherî meşaleya azadiyê. Bi Berîtanan, bi Zîlanan, bi Ronahî û Berîwanan ev agir li her çar perçê Kurdistanê û cihanê belaw bû. Gelê Kurd ê tê xwestin ji dîrokê bê tunekirin, bi siyaseta înkar û tunekirinê ve rû bi rû maye, ew kefenê lê hatiye fesilandin çirandiye, betona gora lê hatiye veşartîn şikandiye û li Rojhilata Navîn carekedin şens û wateya azadiyê di roja nû de di Newrozê de xiste rojevê. Ji ber vê sedêmê ew agir di roja me de geş e, ew meşale îroj bi Şehîd Rustem, Şehîd Elîşêr, Şehîd Xebat, Şehîd Rûbar, Şehîd Mahîr, Şehîd Simko ve li herçar perçê Kurdistanê pêketiye. Di fikr û ramanên Rêber APO û berxwedana Mazlûm Dogan li çiyayaên azad ê Kurdistanê berdewam dike. Ji bo hêviyên azadiyê neyê tarîkirin, ronahiya agirê Kawayê Hemdem pêxistiye herdem geş bibe, lehengên gelê Kurd tevlî nava karwanên şehîdan dibe û bi agirê laşên xwe agirê Newrozê geş dikin.
Gelê Kurd îroj li her çar perçê Kurdistanê, li Amedê, li Qamişlo, li Mahabadê, li Hewlêrê cardin li her cihê Kurd jiyan dikin vî agirî geş dikin. Bi biryardariya berxwedanê ji bo azadiya di serhildanan de ne. Şîara gelê me di pîrozkirina Newrozê de bikar tîne, tê wetaye xwedî li biryardariya çalakiya Mazlûm Dogan derketinê.
Dewletên serdest bi salane li ser Kurdistanê siyaseta îmha û înkarê serdest kirin. Xwestin bi siyaseta înkar û îmhayê hebûna gelê Kurd ji holê rakin. Lê gelê Kurd ne tenê ji bo azadî û hebûna xwe tekoşîn meşand di heman demê de ronahiya meşaleya azadiyê li hemû Rojhilata Navîn belav kir. Ji bo hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn bû ronahî. Pêvajoya Bihara Gelan a li Rojhilata Navîn tê binavkirin bi berxwedana agirê Mazlûman destpêkir. Îlhama xwe ji berxwedana Gelê Kurd girt. Gav bi gav li dijî despot û zalimat ber bi azadiyê ve dimeşin.
Bê gûman dijmin ên ev rastî dîtin, biryardariya Gelê Kurd ê di riya azadiyê de, hêviya mezin a bi PKK re derketiye holê dîtini bi siyaseta komkujiyê, bi pêkanînên komkujiyê dixwazin bersivê bidin. Bi êrîşên zalimane û hov êrîşî ser gelê Kurd dikin. Bi îşkenceyan, bi operasyonên leşkerî dixwazin vê hêviyê tune bikin. Lê Gelê me bi biryardariya xwe bi wêrekî û fedakariya ji Mazlûman girtiye, hêza ji Rustem, Xebat, Çîçek û Alîşêran girtiye gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Êrîşên li dijî gelê Kurd çiqas dijwar dibe bila bibe, girtin çiqas zêde dibe bila bibe, êrîşên leşkerî çiqas pir dibin bila bibin, ev wê tenê hêrsa gelê Kurd li dijî neyarê xwe zêde dike. Di meşa wê de nêzî azadiyê dike. Rik -israr- a di azadiyê de bihêz dike.
Sala 2012'an di vê wateyê de bi biryardarî, bawerî û berxwedaneke mezin destpêdike. Ev biryardarî li gel Rêber APO heye. Nêzî 8 meh in, di tecrîdê de bi hemû cîhanê re têkiliyê wî qut kirine lê bi sekna xwe, bi fikr û ramanên xwe hêzê dide şoreşa Kurdistan û Rojhilata Navîn, wê ber bi serkeftinê ve dibe.
Ev wêrekî û biryardarî li gel Gelê Kurd jî heye. Îro tevî qedexeyan, hemû komkujiyan, êrîş û girtinan bi ruhê serhildanê, bi tevlêbûneke mezin li bajarên Kurdistanê Newrozê bi coş û berxwedanî pîroz dike. Ji ber vê jî careke din bi vê Newrozê em derbasî biharê dibin. Ev bihara Ev Newroz wê sala 2012' an bike sala serkeftinê. Em bi vê biryardarî, bi vê hêvî û wêrekiyê dikevin sala nû.
Lê ji bo çanda berxwedanê ya kevneşopiya gelê Kurd e, tevlêbûna Newrozê asteng bikin, çi ji dest wan tê, çiqas mekanîzmayên astengkirinê hebin xistine meriyetê. Van mekanîzmayan qaşo di nav huquqê xwe de digrin dest. Lê divê herkes vê bizanibe; tu qanûnê huquqî nikare şêweyê pîrozkirina cejnên gel diyar bike û vê li ser wan ferz bike. Bi salane ev gela Newrozê tenê weke rojekê negirtiye dest. Newroz weke mîrateya berxwedanê her dem di dilê vî gelî de weke rojên berxwedanê hatiye pîroz kirin. Ji niha û şûn ve jî wê bi vî rengî be. Weke mînak li Îrana cîran bi dehan rojan Newroz tê pîroz kirin. Lewra li gel wan jî Newroz bûyereke dîrokî ya girîng e. Ev rastî ji bo gelê Kurd hîn bêhtir bi şewat e. Kurd ji bo vê girîngiya wê ya dîrokî vê cejnê weke vejînekê dinirxîne. Ev destana vejînê bi awayekî xwezayî bi rojan pîroz dike. Di van rojan de jî weke 2624 sal berê ku zordestan ji bo tunekirina gelan sond xwari bûn, dişibin hev. Înkar û îmha, qetilkirina zarokên wan, dîlgirtina rewşenbîrên wan, rispiyên wan, bi rêbazên herî hovane yên cîhanê mîna Dehaqan zarokên berxwedêr qetldikin, xwîna wan vedixwin, ji ber vê jî wê rojên berxwedanê yên vî gelî jî herdemî bibe.
Yên ji rojên berxwedana Kurdan ditirsin salox didin ku li gor wateya wê û di roja wê de were pîroz kirin. Dîrok şahidiyê dike, ji ber vî gelî Cejna Newrozê pîroz kiriye, bi dehan ji wan hate qetilkirin, bi tank û panzeran ser wan de çûne. Cejna wan hate qedexekirin. Ji bo vê rojê reş bikin çi ji dest wan tê, çiqas derfetê wan heye hemû bikaranîne. Çi wextê vî gelî bi berxwedaneke bênavber xwedî li vê rojê derketiye û ev roja Newroza bû "roja wan"
Newroza bi berxwedana gelê Kurd hatiye vê rojê berxwedana gelê Kurd û gelên cîran, bi hevgirtina gelan wê rola xwe ya dîrokî bilîze. Newroz, li her derê, di her demê de cejna berxwedan û biratiyê, li dijî kolonyalîstan weke seknekê wê berdewam bike.
Li ser vê bingehê bi hêvî û baweriya ev sal bibe sala azadiya Rêber APO, careke din, Newroza Rêber APO, Gelê Kurdistanê û hemû gerîla yê Kurdistanê pîroz dikin, weke HPG'ê em sonda ji bo gelê Kurdistanê bikin sala serkeftinê.
- Ayrıntılar
Fermandarê efsanewî yê gelê kurd Mahsûm KORKMAZ (EGÎT), di sala 1956’an de li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê hatiye dinyê. Di temenê ciwaniyê de malbata wî koçî Êlîhê dike. Li Êlîhê mezin dibe û li vir beşdarî xebatên şoreşgerî yên ewil dibe. Fermandar Egît piştî sala 1970’yan di bin bandora tevgera rewşenbîr-ciwanan ku li tevahiya Kurdistanê bi pêş diket dimîne. Nasandina wî bi PKK (Apociyan) re, bi alîkariya Mazlûm Dogan ku ji kadroyên pêşengên PKK’ê ye û bi berxwedana li girtîgeha Amedê jiyaneke bi rûmet ava kiriye bû.
Fermandar Egît, çalakiyên xwe yên ewil ên şoreşgerî li Êlihê dest pê dike û di têkoşîna xwe de her tim li herî pêş cihê xwe digire. Ew, li hemberî hemû neyîniyên ku cihê lê çêbûye, şerekî bîrdozî, polîtîk û rêxistinî vedike û pêşketinên mezin bi dest dixe. Fermandar Egît, ji bo pêkanîna pengavên mezin di riya şerê gel de bê vekirin, di rêbendana 1980’yan diçe kampên Filîstinê yên li Lubnanê. Piştî pêvajoya perwerdehiya heft mehan, bi hêvî û berpirsiyarên mezin vedigere Kurdistanê. Di vê heyamê de bi rêheval Kemal PÎR re ku pêşengê kadroyê PKK’eyê ye, dikevin kemîna hêzên artêşa Tirk û ji vê kemînê bi birîndarbûneke giran xelas dibe. Di heman kemînê de rêheval Kemal PÎR jî hêsîr tê girtin.
Mahsûm KORKMAZ, di dema ku têkoşîna azadiya kurd hê nû nas dike de, di rapora ku pêşkêşî PKK’eyê kiriye de wiha daxuyandiye: ‘ji ber ku ez ji herêmeke (Farqîn) ku ramanên welatparêziyê lê xurt bû, bi bandora tevgera şoreşgerên Tirkiyeyê û bi faktorên ku têkiliya min bi pêşverûya rewşenbîr-ciwanan re hebû û ji ber ku xwedî hestên mirovahiyê bûm, di bûna şoreşgeriya min de rola xwe lîstine… Jiyana min ya şoreşgerî bi tevgera me destpêkir. Pêşîn li hemberî şoreşgeriyê sempatiya min hebû, lê bi tu tevgerên siyasî re têkiliya min çênebibû… Têkiliya min bi tevgera me re, di sala 1977’an destpêkir. Arîbûna di nava rewşenbîr-ciwanan de ku li dora komeleyê kombûbûn, di nava van cudawaziya komên siyasî de, ji ber ku eleqeya min ya li hemberî şoreşgeriya tevgera me hebû, min li hemberî hêzên reformîst û sosyal-şovên ber bi tevgera me dahf dida. Piştî vê pengavê û encamên lêkôlînên min, bi awayekî hişmendî min domand.’
Dawiya sala 1982’yan û di bihara sala 1983’yan de, dema ku PKK fealiyetên ber bi welêt da destpêkirin, Mahsûm KORKMAZ beşdarî fealiyetên amadekariyên beşan dibe û beşên pêşeng yên şoreşgerî ku gihîştina wan ji bo gelêk herêmên Kurdistanê rolekî aktîif dilîze.
Fermandar Egît berî 15’ê Tebaxê ji bo endambûna Komîteya Navendî tê hilbijartin û ji Konseya Navendî ya Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) ku hatiye ava kirin re jî tê hilbijartin, fermandariya yekîneyên HRK’ê yê pêşîn ‘Taximê Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê’ hilgirtiye ser xwe.
Fermandar Egît di rêkûpêkirin û plansaziya Pengava 15’ê Tebaxê de rolekî girîng dilîze, di talîmateke dawîn yên berî çalakiyê de wiha dibêje. ‘Di dema çalakiyê de divê tu kes bêdestûr dernekevin derveyî plansaziyê û sîper neyên terikandin. Berdan bi lêketin û bi pîvan bin. Bêyî hewcedarî divê tu gule neyên xerckirin, ji bo heval bera hev û kesên sivîl nedin divê xesasiyeteke mezin nîşan bidin. Bi xusûsiyetên ku bala wan hat kişandin re, wê merhaleyên planê bi tevahî bi endamên taximan re bê têgihîştin. Divê her kom li ser peywira xwe sê-çar caran bi kûrahî nîqaşan bikin.’
Pengava 15’ê Tebaxê, piştî van peyvan dest pê dike û di dîrokê de wekî guleya pêşîn cihê xwe digire. Bi êrîşa Erûhê re ku di bin fermandariya rêheval Egît ve pêk tê, lingê têkoşîna azadiyê yê herî girîng şerê gerîla daye destpêkirin.
Rêheval Egît, bi dilê xwe yê tijî evîna mirovahiyê û nirxê dida mirovan gelekî kûr bû. Lê di dema dîktatoriya har de, bê îmkaniya jiyandina wekî mirovahiyê li hemberî wî û gelê kurd ji bilî çekê tu riyên din ne hiştibûn. Bi hezaran mirov tenê ku ji bo kurdbûn hatine girtin û beyî ku tu mafên hiqûqî bên naskirin, di bin pêkanînên dijî mirovahiyê de hatine bê îrade kirin. Serîhildana Egît û komek rêhevalên wî li hemberî vî tiştî bû.
Ji bo jiyaneke mirovahî ji bilî berxwedanê tu riyên din nehatibûn hiştin. Ev jî deynekî ku bedela wê giran bû û divê bê dayîn. Têkoşîna azadiyê, di şertên herî giran û di nava bêhevsengiya hêzên mezin de, bi giyana Pengava 15’ê Tebaxê heta roja îro hatiye. Di erdnîgariya ku mirovên pêşîn bi kar anîna axê re jiyan lê dîtibûn, divê mirovên kurd ji xwe re nebûna biyanî. Ji mehkûmkirina mirinê re, komkujiyê re, bênasname û ji jiyana bê kesayetî re negotina erê. Ev, ji bo mirovahiyê re jî tu destkeftin nedianî û ev ne dibû tercîha jiyana gelê kurd jî. Mêrxasiya ku bi Egît re bûye sembol, di demeke wisa de watebûna xwe dîtiye, nasname û kesayetî bi dest xistiye. Dîroka ku di taldeyên Botan de hatiye veşartin, li Gabar û Cûdî ji nû ve hatiye afirandin û nivîsandin. Di xeta ku dîrokê çarenûs destnîşan dike, têkoşîna gihîştina mirovahiyê hatiye dayîn, bi vî rengî dîroka qederperestiya kurd bi şerê vejînê re ji nû ve girêk bi girêk hatiye hûnandin û nivîsandin.
Wî , bi hêlên xwe yên pêkvejiyanî, bi jiyana xwe ya nifsbiçûk, bi kedkariya xwe, bi nêzîkbûna xwe ya rêgezî, bi dînamîkbûna xwe, bi disîplîna xwe, bi rêxistinkirina xwe, ‘Wekî milîtanekî xetê û hawariyê Apocîtiyê’ dest bi kar kiriye. Wî li hemberî derdora ku bêhêviyê di dîroka Kurdistanê de hatiye avakirin, her tim bû çavkaniya hêviyê. Ne hêlên xwe yên cudabûnê, hêlên yekitiyê derdixist pêş, li hemberî parvekerî û parçebûnê şerekî bi stemkarî da. Wî ji her tiştî girîngtir, ne ku nirxên heyî biqedîne, her tim afirandinî bingeh girtiye û li ser vî esasî jiya ye. Li hemberî belavkirina nirxên ku hatiye avakirin bûye xeleka hêrsê. Her tim hîn dibû û tiştên hînbûye ji bo parve bike her tim hîn dikir. Kesekî ku ji ewqas hêz û moralê dide rêheval û dostên xwe helbet wê tirsê têxe dilê kesên li hemberî xwe û îxanetkeran. Ji ber vê yekê her tim bûye hedef û ji bo ji aliyê dijberên xwe bêbandor bê hiştin bi kedeke mezin her tim hatiye şopandin. Rêheval Agît. Mirovekî bêhempa bû ku dîroka hezar salan digihand îro û bi pira dahatûyê re ava dikir. Di herî dema xwe ya hilberînê de, yanî demeke ku ji bo gelê me, gelên me xebatên ku herî bi fêde hilberîne di 28 adara 1986’an li çoltera çiyayê Gabarê (Kupelî) yê Şirnexê piştî komployeke bi xayin beşdarî karwanê nemiran dibe; li şûna xwe ne tirs û taswas, biryarbûn û azweriyeke serkeftinê hişt.
Çavkanî : Serxwebûn, Ozgur Polîtîka, arşîva HPG BÎM
Bîranîna Egît, fêmkirina wî ye!
Bîranîna Egît, vegotina têkoşîna wî; di rastî de bîranîna kesekî ku ji lehengên pêş yên têkoşîna me ya demokrasî û azadî, civakî û netewî, fêmkirina vê destanê ye. Disa kesekî ku dahatû û raboriya çînên mezlûm yên gelekî di kesayetiya xwe de kiribe yek, dikare ku behsa mirin û windahiya wan bê kirin?
Ji nirxandinên Reber Abdullah Ocalan, ku ji dîrokên cuda ji bo bi vesîleyên cuda di der barê Mahsûm KORKMAZ (EGÎT) de hatiye berhevkirin.
- Ayrıntılar
Weke tê zanîn pişti destwerdanê mîna encama kaosa derketiye holê, di nava hêzên hêzên Rojhilatanavîn de bêhevseniyek peyda bû. Li ser vê bingehê gelek pêwendiyên xwedî esasên berjewendiyên gelan û hevkariyên dostanî vegeriyane berjewendiyên teng ên kesan, hêzên desthilatdar û hevkariyên rojaneyî yên berjewendîxwaziyê.
Li ser van xalên esas bi taybet li dij Kurdan konsepteke tunekirinê hatiye destpêkirin. Ev konsept bi hevkariya komploya navnetewî re gihişte lûtkeyê herî bilind. Vê konseptê gelek caran li dij Kurdan rûyê xwe yê kirêt eşkere raber kiriye. Di 12 Adara 2004’an de li Qamişloyê, di 9 Mijdara 2005’an de li Şemzînanê û di 16 Sibata 2006’an de jî li Makoyê li ser gelê Kurd tevkujî pêk hatin.
Îro salvegera duyemîn a tevkujiya Qamişloyê ye. Weke tê zanîn gele me yê Rojavayê Kurdistanê di nava hemû tevgerên serhildanên Kurd ên azadiyê de xwedî roleke mezin û girîng e. Her wiha di vê serdemê de jî di beşdarbûna tevgera azadiyê de xwe ji tu fedekariyan nedaye paş û bi hemû can û malê xwe ve li nav tevgera azadiyê bûye xwedî cihekî jêneger û bêhempa.
Di ser tevkujiya Qamişloyê re du sal derbasbûn, lê rexmî van du salên derbasbûyî, rejîma Suriyê bêyî ku di polîtîkayên xwe yên dijwar ên li ser gelê Kurd de tu gavên ereni biavêje, di polîtîkayên xwe yên tunekirin û çewisandinê de israr kiriye û her wiha li dij gelê Kurd bi dewletên serdest ên cîran re jî bûye hevkar û xwedî îtîfaqên paşverû. Weke hemû dewletên dagirker ên Rojhilatanavîn polîtîkaya tunekirin û çewisandina gelê Kurd, weke ku dê ne ji bo feydeya gelê Suriyê be, her wiha ev yek dê her dem di hundirê Suriyê de weke birîneke devxwîn bikele û gelek tiştan bi gelê Suriyê bide wendakirin. Divê weke her kesî dewleta Suriyê jî bizanibe ku îro gelê Kurd bi taybet jî gelê Rojavayê Kurdistanê ketiye riya azadiyê ku ne bi tevkujî ne jî bi rêbazên cuda jê nagere. Ev yek careke din di roja 15 Sibatê de eşkere peyitandiye.
Em weke Serokatiya Desteya Rêveberiya KKKê, bi sedema salvegera duyemîn a tevkujiya 12 Adarê Serhildana gelê Qamişloyê silav dikin û bi kerb û kîneke dijwar tevkujiya dewleta Suriyê ya li ser gelê me şermezar dikin.
Di serî de li hember bîranîn û giyanên pak ên şehîdên 12 Adarê û hemû şehîdên azadiyê yên Rojavayê Kurdistanê bejna xwe ditewînin û wan ji xwe re weke pêşengên riya tekoşînê dibînin.
Di salvegera duyemîn a tevkujiya Qamişloyê de, em careke din serhildan û berxwedana gelê xwe silav dikin. Em xwedî hêvî û bawerî ne ku di vê serdemê de jî dê gelê Rojavayê Kurdistanê serhildana xwe ya demokrasiyê bidomîne û bi çalakiyên cewaz ve agirê azadiyê geş bike.
Bijî berxwedana Gelê Qamişloyê!
Bijî şehîdên serhildana Qamişlo!
Bijî yekîtî û tekoşîna gelê Kurd!
Bimre tevkujiya li ser gelê Kurd!
Bimre zordarî, mêtîngerî û dagirkeriya şovenan!
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17'ê Adarê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girên Marya, Angola, Ferhat, Navserên Kovî û Gundê Nêrweh ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Adarê de de di saet 09.00'an de li navçeya Stenbolê Beyogluyê çalakiya li dijî wesayita tevgera taybet a li bajaroka Sutluce hate lidarxistin, ji aliyê yekîneyek me ve hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 15 polîsên tevgera taybet birîndar bûye.
- Ayrıntılar