Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29'ê Adarê de ji saet 21.00'an heta 30'ê Adarê saet 02.00'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Dola Xanimê û Dola Konferansê yên bi ser Zagrosê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28'ê Adarê de di saet 12.30'an de li navçeya Colemerg Çelê li dijî Qereqola Şikêr ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 27'ê Adarê saet 21.00'an heta 28'ê Adarê danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Cennetê, Kinyaniş, Mirganiş, Şifreza, Girên Şehîd Colemerg, Şehîd Cahîd, Hawan û herêma Kela Ertûş ên bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Weke tê zanîn em di pêvajoyeke şer û pevçûnan re derbas dibin. Weke hêzên gerîlayan me di sala 2011 de dest bi 4’emîn hemleya stratejîk a berxwedanê kir, ev berxwedana bênavber di sala 2012 de jî berdewam dike. TC (Komara Tirk) li hemberî vê berxwedana me ya mezin, polîtîkayeke berfireh a tunekirinê dimeşîne, ev yek rastiyek e. An ne, ger ne ji hişmendiya Kurdewariya û şerê wê bûya, ev polîtîkaya wan a înkar û îmha
- Ayrıntılar
Weke tê zanîn em di pêvajoyeke şer û pevçûnan re derbas dibin. Weke hêzên gerîlayan me di sala 2011 de dest bi 4’emîn hemleya stratejîk a berxwedanê kir, ev berxwedana bênavber di sala 2012 de jî berdewam dike. TC (Komara Tirk) li hemberî vê berxwedana me ya mezin, polîtîkayeke berfireh a tunekirinê dimeşîne, ev yek rastiyek e. An ne, ger ne ji hişmendiya Kurdewariya û şerê wê bûya, ev polîtîkaya wan a înkar û îmhayê ewqas bi awayeke êrişkarî bi aşkereyî dernediketin holê.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24’ê Adarê de, di navbera nevçeya Xîzana Bedlîsê û Hawêla Sêrtê de di navbera gerîlayên me û artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimî û di raya giştî de hate belavkirin ku di vê pevçûnê de 15 gerîlayên me yên jin gehiştin şehadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26'ê Adarê de di saet 07.30'an de li navçeya Colemergê Çelê yekîneyên ji alaya Bilîcanê derdikevin, xwestine girê ewlekariyê bigrin. Li dijî yekîneya ji 40 kesî pêk tê ji aliyê gerîla yê me ve hin rêzeçalakî hate lidarxistin.
- Ayrıntılar
Şeva bîst û yekê Adarê çîksayî bû. Ji derveyî hîva kevan û Gelawêja rûgeş a aso, hîna stêran xemla xwe bi ser rûyê asîmanan de winda nekiribû. Lê ji derveyî baya ku ji lûtkeyên çiyan xwe ber dida nava pêtên agirê ku di giyanê gerîlla de geş bûye. Ew coşa Newroza ku ji ruhê milyonek Amedî hatî girtin, di giyanê gerîlla de bi leza rayê xwînê ketibû nava liv û tevgerê. Çirûskên hîva kevan weke şewqa banuya şevan, xwe li meşa berbangê ya gerîllayan dipêça. Weke her carê gerîlla kom bikom, yekîne bi yekîne, tîm bi tîm berbi cihê pîrozbahiyê de diherikîn.
Wê rojê hîv, roj, gerîlla, çiya, ronahiyê ji bedenên hevdu diafirandin. Ji ber kele kela di dilê wan hemûyan de, bi yek newayî diavêt.
Di bîr û hişên me de tenê wêneyê Newrozê hebû. Em di wê kelecanê debûn ka bê em ê li rastî kîjan gerîllayan werin û wê çiqasî gerîlla li qada Newrozê kom bibin? Ji ber me li kîjan aliyê xwe dinêrî, gerîlla diherikîn.
Piştî gotinên hukumet û dewleta Tirk yên ku dibêje; ‘‘gerîlla li çiya nemane û edî du gerîlla jî nikarin werin gel hev’’, ji bo ku gerîlla Newrozê pîroz bikin, wê rojê 200 gerîlla kombibûn.
Weke hemû gerîllayan maceraya me ya bi gerîllayan re jî, bi derbaz kirina çiyan re meşa me didomî. Her ku em dimeşîn, em bi dîmenên xwezayê yên bedew re rû bi rû dihatin. Ev dîmen jî, dilê her gerîllayekî zindî dihêla, bitevger dihêla û serfiraz dihêla. Di hem wext de me jî bextewarî û aramiyekî mezin ji vê bedewiyê digirt.
Ji bo ku em jî xwe bigihînin qada pîrozbahiya Newrozê, em jî bi komeke gerîlla re çiya bi çiya dimeşîn. Li gelek ciha me avên mezin qut kir û me berê xwe da lûtkeyên çiya, yên herî bilind. Bi westandinekê mezin piştî me xwe gihand lûtkeyê, bi qasî nîv saetê jî em di nava berfînan de meşîn. Lê ne tenê berfîn, her wisa ji bêhna zêde ya Nêrgiz, Beybûn û Sosinan henase li mirovan diçikî.
Her gerîllayekî ku bi mere rêwîtî dikir, bi coşa Newrozê di nava liv û tevgerê debû. Dilê me hemûyan gelek zindibû. Weke agirê ku li nava pîroziya çiya vêketî, mîna quntarên çiyayên ku bi bêhna azadiyê xwe şuştî.
Roj, ew roj bû. Roja nû, yanî Newroz. Di saetên sibehê de bi awayekê giştî hemû gerîlla li cihê qada Newrozê kombûn. Berê ku bernameya ji bo Newrozê hatî amede kirin destpê bike, bergira ku rewşeke êrîşê derbikeve ji aliyê qumîta amedekar de hatibû girtin û hemû gerîlla ji vê hatibûn hişyar kirin. Hem bi coşa Newrozê gerîlla dest bi rojê kir û hem jî li himberî hemû êrîşên ku werin li darxistin, gerîlla bi hemu awayî bi bergir bûn.
Piştî ku gerîlla hemû li qadên Newrozê kombûn, bi qasî ji dilê wana hat hevdu himêz kirin û bi coşa dilê xwe cejna rêhevalên xwe pîroz kirin. Di vê rojê de gelek gerîllayên ku bi salan bû hevdû nedîtibûn, bêrî kirina xwe bi coşa newrozê re parve kirin. Li ser bedewiya xwezaya rengîn, vê carê germahiya rêhevaltiyeke dilsoz serwer dibû li ser coşa Newrozê.
Piştî pîrozbahî û silavekê germ ya ji bo gerîllayan, di destpêka rojê de newroz bi merasîmeke leşkerî hate destpê kirin. Piştî merasîma leşkerî bidawî bû, fermandarê biryargeha navendî ya HPG birêz Nureddîn Sofî li ser girîngiya Newroz û pêvajoyê ji gerîllayan re civînekê li darxist.
Sofî di civînê de bal kişand li ser girîngiya Newrozê û ragihand ku ‘‘agirê ku Kawayê Hesinkaran li himberî dehakan pêxistî, bi agirê Kawayê Hemdem Mazlum Doxan’an re îro li hemû rojhilata navîn belav bûye. Bi pêxistina agirê Newrozê re, zihniyeta dehakan hatiye şewitandin û binkeftina xwe ya li himberî azadiya gel jiyan kiriye.’’ Her wisa Sofî balê kişand li ser girîngiya pêvajoyê jî û bi vî rengî berdewam kir, ‘‘pêvajoya ku em têde derbaz dibin, pevajoyeke geleke girîng e. Hukumet û dewleta Tirk bi derketina milyoneke Amedî ya qada Newrozê, îflas bûye. Gelê me çi dixwaze di Newrozê de bi peyameke vekirî şanî hemû zihniyeta desthilatdar daye. Ev sal, sala azadiya RÊBER APO ye.’’
Di dawiya civînê de jî Sofî cejna hemû gerîllayan pîroz kir û bi diruşmeyên ‘‘Bijî Serok Apo, Bican Bixwîn Em Bi Terene Ey Serok û Bê Serok Jiyan Nabe’’, civîn bi dawî bû.
Piştî civîn bi dawî bû, hemû gerîlla bi awayekê rêk û pêk, bi rêz berbi dika şahiyê ve birêketin. Vê carê coşa Newrozê hîn bêhtir kete astekê bilindtir. Ji ber piştî şahiyê gerîlla wê bi hevre serkêşiya govenda azadiyê bigirtana.
Her hêzekê gerîlla li aliyekê bicih bû û şahî destpê kir. Kêlî ew kêlî bû ku mirov digot qey kokên azadiyê ji nû ve di malzaroya xakên mezrabotan de şîn tên. Ji ber gerîlla her roj bi vê coşê şax didan û mezin dibûn. Bi dengê koroya gerîllayên deng xweş re, çiya bi lorînên azadiyê serê xwe radikirin. Lê ka binêrin li bedewiya gerîllayên jin, her gerîllayeke jin porên xwe yên zêrîn berbi hewaya zozanan ve berdidin û bi qasî ji dilê wan dihat, bi awayekê azad coşa xwe ya vê rojê bilêv dikirin. Kevana Zêrîn av didan û li ser singê çiya ji nû ve jînê vedijînin.
Şahî bi bernameyeke dewlemend ya ji koro, folklor, şano, skêç, solo hatibû amede kirin. Piştî ku hemû bername hate pêşkêş kirin, êdî gerîlla dest bi govenda azadiyê kirin. Bi ruhê serkeftin û serfiraziyê komeke gerîlla di govendê de stran dibêjin û komeke jî lê vedigerînin. Çiqasî ji guhê mirovan re xweş dihat dengê gerîllayên ku vedida gelî û newalên kûr. Bi coşekê mezin êdî dawiya şahiyê bû. Piştî ku govendeke mezin ji aliyê gerîllayan de hate girtin, me ji nişka ve dît ku balafirên şer yên artêşa Tirk li ser serê mere derbaz bû. Ji ber gerîlla berê ji vê hatibû hişyar kirin, her gerîllayekê bi wê disiplînê tevgerî û hemû gerîlla ji cihê şahiyê belavbû. Kom bi kom gerîlla li quntarên çiyan û li binê daran bi cih bûn. Lê cardin jî ti tişt nekarî bû coşa ku di dilê gerîlla de dihate jiyan kirin vemirîne. Ji ber îro di çiyayên Kurdistanê de bi hemû awayî gerîlla tekoşîneke tûj û dijwar dide meşandin. Li himberî hemû bûyerên ku bi qewimîn jî gerîlla lê şarezane û dikarî bûn li gorî wê jî bergira xwe bigrin.
Piştî ku întîşar bidawî bû, cardin jî gerîlla bi diruşmeyan her komek ji aliyekê de hatin cihê pîrozbahiyê. Êdî bername bi dawî bibû.
Di ruhê gerîlla de hem coşa Newrozê hebû û hem jî gumana ku careke din van rêhevalên xwe nebînin. Li aliyekê gerîlla lêvbiken bûn, li aliyê din jî, çav û qirik kele girî bû. Vê carê jî hemû gerîlla ketin rêzê û xatirê xwe yê jihev veqetînê xwestin. Kî dizanî ka bê kîjan gerîlla bi kîjan cihî de çû? Yan jî kî dizane ka bê ev gerîlla wê careke din hevdu bibînin, an na?
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Bi Newrozê re, têkiliya Tirk û Kurdan kete qonaxeke nû.
Kurdan stratejiya “Êdî Bes e, yan azadî yan azadî” bijart û di çarçoveya têkoşîna demokratîk û parastina rewa de, daxwazên xwe bînin ziman û heta dawiyê bimeşin.
Lê em heman tiştî nikarin ji bo dewleta AKPê û serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, bêjin. Di roja yekemîn ya Newrozê de, Tayyip Erdogan di nava hestên Bonapartîst de, li şatoya xwe civînek çêkir û bi xetên qalind stratejiya xwe ya nû (lê kevin) kire pratîkê.. Starejiya nû (lê kevin) ya Erdoganê Bonapartîst 10 xal in, lê xalên esasî 3 ne. Yek, girtina BDPê, du di tara bêjingê de minîmînalîze kirina PKKê, sê di nava Kurdan de derxistina alternatîfa partiyeke siyasî a renge TRT 6.
Ev stratejî, demeke dirêj e di geometriya hişmendiya stratejisyenên Erdogan de ye û berî niha jî, min bal kişandibû ser vê stratejiyê. Mixabin, haveynê vê stratejiyê jî, hinek siyasetmedarên Kurd in û ev demeke ku di nava “cehdekê” de ne, rola bextreşî û siyaseta korûkerrende dikine pratîkê.
Li gorî stratejiyê, Erdogan ferman da û wezîrê karên hundir jî, Newroz qedexe kir. Ev ferman û biryara qedexe kirinê, ne ji bo aramî û rêkûpêkiya civakî bû. Naaa, parçeyek ji starejiya nû bû û hate xwestin ku Newrozê, ji wateya wê ya dîrokî dîr bikin, di rojekê de bifetisînin. Ya duyemîn, fetisandina îradeya gelê kurd bû. Ya sêyemîn şikandina hêza Haraketa Azadiya Kurd û têkbirina pêşengiya BDPe bû. Piştî ku gelê Kurd, bi têkoşîna şoreşgerî, fermana qedexe kirinê red kir, bi îradeyeke mezin û dibin pêşengiya hilbijartiyên xwe de meşruiyeta dewleta AKPê têk bir, gava sûyemîn hate avêtin.
Ji bo vê jî, du bajar hatin bijartin. Yek Batman bû, ya din jî Cizîr, yan jî Gever bû. Li Geverê ketin nava hewldanan û haveynê stratejiyê deşoyî kirin û xerab kirin. Li Cizîr û Batmanê ketin nava hewldanan.
Geomteriya hişmendiya stratejisyenên Erdoganê Bonaparîst, ji bo bûyerên drametîk û kiryarên faşîzan gelek plan amade kirine. Di paşerojan de emê planên nû jî bibînin.
Li gorî stratejiya nû û amade kirina girtina zemîna BDPê, senaryoya êrîşa li dijî avaniya BDPa Cizîrê hate amade kirin.
Êrîşa li dijî avaniya BDPa Cizîrê, bikaranîna çekan senaryo bû û ji bo girtina BDPê mîzansenek taybet bû. Di roja duyemîn ya Newrozê de, mîzansena bi karanîna çekan li dijî polîs û gulebaran kirina avaniya BDPa Cizîrê, êrîşa hundir, li hundir dîtina keleşinkofê, (!) girtina binçavan û welweleya Medya Tirk, teva di civîna li şatoya Erdogan de hatin amadekirin. Ev aliyê polîsî bû û serketî jî kirin pratîkê.
Beşê yekemîn yê senaryo, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Idrîs Naim Şahîn û polîsên wî ve kete pratîkê.
Nıha dora Wezîrê Karên Edaletê Sadullah Ergîn e. Ji ber ku Sadullah Ergîn jî di civîna Şatoya Erdogan de amade bû.
Manîdar e: Êrîşa li dijî Ahmed Turk jî di roja duyemîn ya Newrozê de pêk hat. Planê li Batmanê û bijartina Ahmed Turk, ji senaryoya Cizîrê mezintir bû û linca parlamenteran hebû, lê negirt. Ahmet Turk jî ev mijar anî zimanr.
Tiştê balkêş: Roja sêyemîn, yanî piştî pêkhatina senaryoya li Cizîrê û êrîşa li dijî Ahmed Turk, polîsan helwesta xwe guhert. Lê, li eniya eskerî ketin nava haraketê û operasyona Cudî dane destpêkirin. Bonapartîst Erdogan, xwest têkçûna xwe ya di cejna Newrozê, bi operasyona Cudî berteref bike. Ev jî geometriya hewngîriya Erdogan bû. Lê dêwla wî li Cudî jî kete çalê û winda kir. Piştî encama operasyona Cudî diyar bû û di saetên ber êvarî de derkete holê ku hêzên artêşê hatine “qunrimkirin” û encam fiyasko ye, Medya Tirk, kete nava haraketê û dahola derewan lê da.
Erdogan, bi xwe jî dahola derewan bi milê xwe ve kir, şivik û kopal hejandin. Di civîna koma partiya xwe de, gotinên kuştina zarok, jin û kalan dubare kirin. Ev îdeolojiya wî ya siyasî ye û li ser bingeha zordestî û kuştinê hatiye rûnandin.
Di sedsala navîn de, ji bo bêdengkirina cemawer, ji bo dîlgirtina komên xelkê, sêdarên dardekirinê, yan jî giyotîn dihatin bikaranîn. Propagendeya zordestan jî, hinceta “antî-civakî” bû. AKP û cemaet jî, ji bo demokrasiya Erdoganîst, hinceta KCKê derxistin pêş û hejmara girtina siyasetmedarên Kurd gihandin derdora 8 hezaran. Ev sîstema otorîter, ne ji kula demokrasî ketiye; ne ji kula rêkûpêkiya komên xelkê, aramî û aştiya civakî ketiye. Naa, armanc cûda ye. Pêşî terora polîsan dikine pratîkê, piştre wek metefora zorê êrîşan lidardixin.
Ev “saltaneta terorê” ye. AKPe û cemaet jî “îtaeta tirsê” baş diafirînin, baş bikartînin û saltaneta xwe jî bi hêz dikin. Amûrê vê seltenatê, “terora germ e”, ev hewngiriya bonaparîst e û tenê bi riya “felsefeya barbar” dikare pêk werê.
Pêşî Haraketa Azadiya Kurd ev nexweşiya AKPê û cemaetê keşif kir û doh Murad Karayilan bal kişande ser vê yekê, piştre Gelê Kurd... Bi vê mebestê, Gelê Kurd di pîrozbahiya Newrozê de, meşûriyeta desthilatdariya dewleta AKPê red kir. Ew destînî/qedera ku AKPe û Cemaeta Gulen ji bo gelê Kurd dinivîse, yan jî dixwaze binivîse, bi tundî hate red kirin.
Di vê pêvajoyê de barekî giran dikevê ser milên BDPê. Dive ku di arêna siyasî de êrîşî AKPê bikin û stratejiya nû ya dewleta AKPê baş deşîfre bikin.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
Jiyan çiqasî zor be yan jî hesan be, moral hêzdide ji bona tu bimeşe, lê belê çavkaniya moralê jî girîng e. Gelek bîranînên ku gerila jiyandikin peytandina vê rastiyê ne. Berf di van her du rojên borîn de bê navber dibariye, mirov nikarîbû ji derve bisekine. Di hûrdemekê de ji serê te heya lingê te dibû berf. Hewa jî gelekî sarbû. Lê belê mirov dikare bibêje wê berf li pêşiya gerilayên şêt bibe asteng. Em taxima şehîd Rûken bûne sê gurûp. Gurûpeke avê derket, gurûpek wê çûbane wezîfe û gurûpa dîtir jî wê berfa li ser mangan paqijkiribane. Hejmara gurûpa wezîfe gelek bûn. Gurûpa çûbane wezîfe şensê wan hebû, wê di berfê de bimeşin. Em pênc hevalên jin bûn, hevala Bêrîvan bi zora xwe kete pêşde, di pêşde meşandin fadakartî dixwaze, ewê herî zêde şilbibe û gava di bin daran de bimeşe ew berfa li ser daran, destpêke bi serê wê de tê xwarê. Me makîne fotoyê jî bi xwe re biribû. Mîna ku em cara yekem berfê bibînin, em di nava wê berfê de dileyîstin. Ya herî zêrek di nava me de hevala Asmîn bû, wê hemû heval dixistin nava berfê de. Hevala Bêrîvan jî di pêşde dimeşî û ji me re rê vedikir. Gava ku em dimeşiyan her carekê em di milekî de diketin xwarê. Miroveke ku moralê wê nexurt be, teqez nikarîbû di wê rêkê de bimeş e. Em gihîştin dolê, berfa li ser daran mîna ava sulavan dihate xwarê. Te hezdikir li wê bergehê binêre. Hevala Nûda û Zîlan bi zanebûn diçûn bin daran disekinîn ji bona ew berf bi serê wan de were xwarê. Gava ku hevala Nûda di rêkê de dimeşiya ji me pirsî “Hûn dizanin ez niha çi hîsdikim? Di kêliyên veşartî de bêhna azadiyê tê min, gelo ev kêlî wê careke dîtir bidestê me bikevin?”
Gava tu di zoriyê de xebatekî dike, însan dizane ku têkoşîndike. Di hewayekî weha zehmet de çûyîna wezîfe têkoşîneke bi serê xwe ye. Mirovên ku moralê wan nexurt be di wî hewayî de nikarin du gavan bavêjin. Hevalên ku bejna wan kin bû, di nava wê berfê de wendadibû. Hevala Nalîn kin bû, ji ber wisa hevala Zîlan ya bejin zirav li pey wê dimeşiya ji bona ku di nava berfê de wendanebe. Em bi moralekî xurt gihîştin cihê arzaq. Her hevalekê dixwest barê giran ji xwe re bigire, me hemûyan dizanîbû barê te giran be û tu di wê rêkê de bimeşe, zehmetiyên xwe hene. Hevala Bêrîvan û Nûda barê herî giran girtin. Destê me qerisî bûn, me hemûyan bi hev re destek dida hev û em weha birêketin. Di rêkê de berf nema dibarî, lê belê şûna wê hewayekî gelekî sar hat û di carekê de cilên me hemûyan qeşa girtin. Ser wî halî de em bi hevdû dikeniyan. Di bin wî barî de em çep û rast diçûn û dihatin. Dîsa hevala Zîlan destbi henekan kiribû, sebra me danî heya ku em gihîştibane wargehê. Ey xwedê dema ku ew bayê sar li me dixist çiqasî sar b. Em çiqasî westiyabûn jî, em di cihê xwe de nedisekinîn. Di berfê de seknandin mirin e. Dema ku hevalan dixwestin bisekinin û navber bidine, me destor nedida. Hêdî-hêdî em gihîştin wargehê, hevalên dîtir hatin pêşiya me, di danîna bar de destek dane me. Ji me re çayê amadekiribûn û piştî me cilên xwe guhertin em bi hev re ketin bin betaniyê de. Hevalan destor nedan em nêzî sopê bibin û germahî bide me. Em hemû bi rewşa hevdû dikeniyan. Birastî wezîfa me gelekî xweş derbas bû. Jixwe me di rêkê de ji hev re digot “ev wezîfe jî wê bibe bîranîneke em ticarî jibîr ankin.”
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar