Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
– 3, 4, 5 û 6’ê Nîsanê qadên Dêreşê, Yekmalê, Girê Kun ên herêma Garê 8 caran, Qada Berxwedanê ya Sinînê ya herêma Xakurkê carekê, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî yên herêma Metînayê 4 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
– 4 û 5’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan û Sinînê yên herêma Xakurkê 44 caran, qadên Mijê, Girgaşê, Dêreşê, Girê Kun, Girê Zengil ên herêma Garê 46 caran, Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metîna, Dergelê yên herêma Metîna 90 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 513 caran; bi giştî 693 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
– 4’ê Nîsanê kamereyeke mobesse ya ku dagirkeran bi armanca çavdêriyê li Qada Berxwedanê ya Kanî Qirêj a herêma Xakurkê bi cih kirî, hate îmhakirin.
– 4’ê Nîsanê di saet 07.00’an de dagirkeran êrîşî tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Bi çekên nîv otomatîk bersiva dagirkeran hate dayin.
– 4’ê Nîsanê di saet 13.00’an de dagirkeran êrîşî tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Bi çekên nîv otomatîk bersiva dagirkeran hate dayin.
6’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê