Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;
— 27’ê Sibatê di saet 13.00 û 13.08’an de navenda MÎT’ê ya li navçeya Amediyê bi dronên kamîkaze hate hedefgirtin. Di van çalakiyan de bi rengekî îsabet li çeperek û koneke ku endamên MÎT’ê têde bûn, hate xistin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; dagirkerek hate cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo tolhildana 3 hevrêyên me yên li Guherzê şehîd bûne, hate lidarxistin.
2. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 25’ê Sibatê di saet 10.19’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
— 25’ê Sibatê di saet 10.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
— 27’ê Sibatê di saet 09.20’an de bi taktîka sekvaniyê li kamereyeke mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û hate îmhakirin.
— 27’ê Sibatê di saet 10.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
3. Li Herêma Metînayê;
— 26’ê Sibatê di saet 09.55’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
— 27’ê Sibatê di saet 09.15’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hewl didan daran bibirin. Bi çekên nîv otomatîk mudaxileyî dagirkeran hate kirin. Piştî vê mudaxileyê liv û tevgera dagirkeran hate sekinandin.
— 27’ê Sibatê di saet 15.15’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ku ketibûn nava liv û tevgerê, hate xistin. Piştî vê çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate sekinandin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 25’ê Sibatê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, carekê bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— Di navbera 24’ê Sibat û 1’ê Adarê de Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Berê Zînê, Sinînê, Goşîn û Lolan ên herêma Xakurkê 11 caran, qadên Silê û Girê Şehîd Rustem ên herêma Qendîlê 2 caran, qadên Zêvkê, Yekmalê, Mijê, Deşta Kafya, Dêreşê, Dînartê, Heftebax, Zengil, Sêdarê û Dêrik ên herêma Garê 24 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya herêma Metîna 3 caran; bi giştî 40 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
— 27’ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî yên Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 9 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.
1’ê Adara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê