Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 12'ê Sibatê saet di 11:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, kameraya mobesse ya bi enerjiya rojê û cîhaza guhdarîkirinê bi rêbaza sûîqestê hatin îmhakirin.
— 12'ê Sibatê saet di 13:40 û 13:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran 3 caran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de derb li kameraya mobesse, doçkayeke ji 57'an û sensorekê hate xistin.
2. Li Herêma Xakurkê;
— 15'ê Sibatê saet di 09:20'î de li Qada Berxwedanê ya Sinînê, bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3. Li Herêma Metînayê;
— 12'ê Sibatê saet di 11:05'an de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
— 16'ê Sibatê saet di 09:20'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 12'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 15'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— Di 12-17'ê Sibatê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Kendekola, Sinînê, Goşînê 12 caran, li Herêma Qendîlê qadên Bêpala, Kotoman, Girê 23, Bokrîskan, Qelatê, Girê Şehîd Egîd 6 caran, li Herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Yekmalê, Dêreşê, Bilindbazê, Girê Kun, Girê Reşîd, Çemrobotkî, Xêrê 14 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna, Şêlazê 8 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 11 caran; bi giştî 51 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
17’ê Sibata 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê