Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 31’ê Çileyê di saet 11.28’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
— 31’ê Çileyê di saet 11.00’an de drona bombebarkirî ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
— 1’ê Sibatê di saet 12.23’yan de projektoreke dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sekvaniyê hate îmhakirin.
— 3’yê Sibatê di saet 09.20’an de kamerayeke mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û sensorek bi taktîka sekvaniyê hatin îmhakirin.
— 3’yê Sibatê di saet 13.20’an de bi çekên giran li çekeke obus a ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
— 5’ê Sibatê di saet 03.47’an de dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Neqeba Azadiyê bi helîkopteran 3 caran leşkerî anîn xwarê. Di vê demê de hêzên me bi çekên giran 5 caran mudaxeleyî helîkopteran kirin.
2. Li Herêma Metînayê;
— 31’ê Çileyê di saet 11.00’an de dema dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ketin nava liv û tevgerê, bi çekên ferdî derbe lê hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
— 31’ê Çileyê di saet 15.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hate xistin.
— 31’ê Çileyê di saet 16.00’an bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin.
— 4’ê Sibatê di saet 11.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin û derbe li çeperekî hate xistin.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 31’ê Çileyê di 2 û 4’ê Sibatê de tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 10 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
— 31’ê Çileyê û 2’yê Sibatê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê 2 caran bi çekên kîmyewî, 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— Di navbera 31’ê Çileyê û 4’ê Sibatê de Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Şehîd Şerîf, Goşînê, Sinînê, Kendekola yên herêma Xakurkê 11 caran, qadên Hefttebax, Deşta Kafya, Zêvkê, Dêreşê, Ergenê, Girê Mesken, Girê Zengil, Mêranê, Yekmalê, Girê Reşîd ên herêma Garê 12 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 5 caran; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
— 1 û 4’ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.
5’ê Sibata 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê