HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Sala 2018’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Kendal Dêrik, Mizgîn Umut, Xwînrêj Cûdî û Bager Farqîn şehîd bûn.

Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Fermandarê me yê hêja hevrê Kendal Mêrdîn serketinên mezin di jiyana xwe ya şoreşgeriyê ya 20 salan de pêk aniye û sînorên Kurdistanê derbas kir, hewl da têkoşîna me ya azadiyê bigihîne gelên cuda. Ji roja tevlî nava refên gerîla bûyî û heta kêliya gihiştî şehadetê, bû xwediyê têkoşîneke bênavber. Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekar a ku bi felsefeya Rêber Apo ava kirî, her tim bû milîtanê wezîfeyên herî zehmet. Hevrêyê me ji zozanên Kelareşê heta lûtkeyên Amanos û Zagrosan li gelek qadan gerîlatî kir û li pey agirê azadiyê yê di dilê xwe de çû. Di şexsê bavê xwe yê şehîd de ku ew ti carî nedîtibû, ji bo tola hemû komkujiyên ku bi serê gelê me hatine hilîne û azadiya gelê me mîsoger bike, di nava refên gerîla de cihê xwe girt. Hevrêyê me Kendal di nava refên têkoşînê de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin roj bi roj mezin kir û veguherî volkanekî. Weke şervan û fermandarekî, li her qadê armanc kir ku li dijî dijmin çalakî bike û ev yek kir armanca xwe ya sereke. Di gelek çalakiyên hatine lidarxistin de, bi keda xwe bû diyarker. Bi jiyana xwe ya dilnizm û dilsoziya xwe ya kûr a bi hevrêyên xwe re, di hişê hemû hevrêyên xwe de şop hişt. Em soz didin ku bîranîna hevrê Kendal di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Jina biwêrek a Rojhilatê Kurdistanê, fermandara me ya hêja hevrê Mizgîn di lêgerîna xwe ya ji bo jiyana azad de partiya me PKK û rastiya Rêber Apo nas kir. Bû yek ji hevrêyên me yên ku di vê rastiyê de dihelin. Hevrêya me Mizgîn li dijî sîstema mêr a ku koletiya jinê lê tê ferzkirin, felsefeya Rêber Apo weke ava jiyanê pênase kir û ji rojên destpêkê yên gerîlatiyê û vir ve esas girt ku xwe di vê avê de bişû. Hingî ku ji bandorên kapîtalîzmê rizgar bû, jiyana azad heta hemû hucreyên xwe hîs kir. Hevrêya me parastina jiyana Apoyî, weke armanca xwe ya herî esas diyar kir. Di ferqê de bû ku ev yek bi pisporiya îdeolojîk û leşkerî pêkan e û di her kêliyê de esas girt ku xwe pêş bixe. Hevrêya me ji bo ku bibe milîtaneke xurt a xeta azadiya jinê ya ku bi PAJK’ê re şênber bûye, bi hewldaneke mezin têkoşiya. Her roja borî di kesayeta xwe de geşedanên girîng afirand û ji bo bibe jineke azad bi gavên xurt ber bi pêş çû. Hevrêya me Mizgîn di ferqê de bû ku parastina jiyana azad, pratîkeke xurt a gerîlatiyê dixwaze û bû yek ji mînakên herî berbiçav a milîtaniya jina ku şer dike, bedew dibe.

Zarokê biwêrek ê Botanê hevrê Xwînrêj ji nava gelê Botan ê qedîm hat. Di kesayeta xwe de nûneriya welatparêzî, şervanî û dilsoziya gelê Botanê ya bi welêt re kir û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Xwînrêj hêrsa xwe ya li hemberî dijmin li bajêr, zindan û çiyayan timî di rewşa çalakiyê de nîşan da û ev hêrsa xwe her roja borî mezin kir. Bû şoreşgerekî ku ciwanên Kurd wî her tim ji xwe re mînak bigirin. Li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya û her tim bi gelê me re di eniyên berxwedanê de bû. Bi cesareta xwe weke heqîqeta milîtaniya Apoyî ya xurt cihê xwe yê di nava dîroka têkoşîna me de girt.

Hevrêyê me Bager ê ku bi çand û exlaqê ku ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî re pijiya û bû milîtanekî egîd. Bû navê ruhê ciwanên Apoyî yê li çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Bager her kêliya xwe fedayê têkoşînê kir û bi pratîka xwe îspat kir ku azadî encex bi zanebûna heqîqeta Rêber Apo pêkan e. Ji Garzanê dest bi meşa xwe ya azadiyê kir û ev meş li lûtkeyên bilind ên Zagrosan bi wate kir. Hevrêyê me Bager heta nefesa xwe ya dawî, dilsozê nirxên azadiyê ma û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Em ê her tim wî bi rêzdarî bi bîr bînin û teqez xeyalên wî pêk bînin.

Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên fermandarên me Kendal û Mizgîn û milîtanên Apoyî hevrêyên me Xwînrêj û Bager, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û di şexsê hevrê Kendal, Mizgîn, Xwînrêj û Bager de soza xwe ya ji bo Kurdistana azad dubare dikin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:


Nasnav: Kendal Dêrik

Nav û Paşnav: Suleyman Çelîk

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Nuriye – Husnu

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Kendal Dêrik – Suleyman Çelîk


Nasnav: Mizgîn Umut

Nav û Paşnav: Aliye Îsazade

Cihê Jidayikbûnê: Ûrmiye

Navê Dayik – Bav: Îltîfat - Hemdîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Cotmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Mizgîn Umut – Aliye Îsazade


Nasnav: Xwînrêj Cûdî

Nav û Paşnav: Serdar Bayar

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Behiye – Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Xwînrêj Cûdî – Serdar Bayar


Nasnav: Bager Farqin

Nav û paşnav: Muhammed Abdulrezak Eser

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayik û bav:  Medîne – Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Bager Farqin – Muhammed Abdulrezak Eser

Kendal Dêrik – Suleyman Çelîk Di demeke ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nû şîn dibe û li ser navê Kurdîtiyê bêdengiyeke kûr heyî de, gelê me yê Mêrdînê yê welatparêz bi zanebûna Kurdîtiyê ya kûr bi hezaran zarok tevlî nava refên Partiyê kir. Hevrêyê me Kendal li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ku welatparêziyeke xurt lê tê jiyîn, hate dinê. Bavê wî di sala 1981’an de li Dêrika Çiyayê Mazî tê qetilkirin û ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê, di temenekî zû de şans dît ku Partiya me nas bike. Hevrê Kendal ê ku bavê xwe nedîtî, di temenekî zû de li hemberî dijmin bû xwedî hêrs. Ti carî jiyana ku dagirker li Kurdistanê ji gelê me re rewa dibîne, qebûl nekir. Neçû dibistanên sîstemê û bi vî rengî bertek raber kir. Xwe ji bo rojên ku tola bavê xwe hilîne, amade kir. Bi malbata xwe re ku ji ber zextên dewleta Tirk a faşîst û sedemên aborî koçî Îzmîrê kir, têkoşîna jiyanê meşand. Hevrêyê me di gelek karên cuda de xebitî û di ferqa pîroziya kedê de bû. Alîkarî da debara malbata xwe, berpirsyariyên xwe yên civakî bi cih anîn û bi kesayeta xwe ya gihayî û bi jiyana xwe ya dilnizm bû kesekî ku li derdor guhdarî gotinên wî bê kirin. Hevrêyê me Kendal timî xerîbiya Kurdistanê dikir û hindik jî be derfet dît ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bişopîne. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, lêgerînên xwe kûr kir. Di salên 90’î yên ku êrîşên li ser gelê me zêde bûne û berxwedana gerîla belavî Kurdistanê bûyî de, lêpirsînên wijdanî jiyan kir. Hevrêyê me weke ciwanekî Kurd ê welatparêz bêdengî ji xwe re qebûl nekir. Ji çalakiya fedayî ya sembola milîtaniya fedayî ya Apoyî hevrê Zîlan – Zeynep Kinaci ya ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê kirî, pir bandor bû. Gelê me bi keda mezin a Rêber Apo û şehîdên me ji bêdengiya mirinê hişyar bû. Hevrêyê me gerîlayên ku li dijî her cure êrîşa li ser destkeftiyên gelê me bi gavên bêteredut ber bi serketinê ve dimeşe, ji xwe re kir rehber. Weke ciwanekî Kurd ê birûmet, dîlgirtina Rêbertî ya bi komploya navneteweyî qebûl nekir û biryar da ku tevlî nava refên azadiyê bibe. Dizanî ku bersiva herî baş a bê dayîna hêzên hegemon û dewleta Tirk a dagirker, tevlîbûna refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye û berê xwe da çiyayên azad.

Hevrêyê me Kendal di sala 1999’an de ji metropolên Tirkiyeyê beşdarî nava refên gerîla bû. Ji bo têkoşîna bavê xwe yê şehîd mezin bike, di şexsê Rêbertî de li dijî konsepta tasfiyeyê ya li Tevgera me û gelê me hatî ferzkirin, bi zanebûneke dîrokî tevgeriya. Biryardariya girseyên Apoyî yên ku bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ re li hemû cîhanê deng vedane, rêya têkoşînê nîşanî her Kurdek bi rûmet da. Hevrê Kendal yek ji hevrêyên me yê ku gava xwe destpêkê avêtî vê têkoşîna birûmet û pîroz e. Di perwerdeya şervanên nû de, derfet dît ku xwe baştir nas bike. Bi moral û coşeke mezin beşdarî perwerdeyan bû. Ji bo ku tiştên ji perwerdeyê fêr bûyî bixe pratîkê, li bendê ma ku derbasî qadên pratîkê bibe. Hevrêyê me di perwerdeyên îdeolojîk de, zehmetî û xiyanetên di nava Tevgera me û gelê me de çêbûne hîn baştir fêm kir. Weke şervanekî ku di warê îdeolojîk û leşkerî de bûye pispor, perwerdeya xwe bi serketî qedand. Hevrêyê me Kendal derbasî qadên pratîkê bû û bi morala xwe ya di nava jiyanê de û tevlîbûna xwe ya dilnizm, di demeke kurt de hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Bi hevrêtiya xwe ya kûr û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re hate naskirin. Hevrêyê me Kendal têkildarî jiyana gerîla xwest li ser her hûrgiliyê serwer be. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek wezîfe girt ser xwe. Li dijî kesên ku hewl didin Tevgera me ji hundir tasfiye bikin, bû yek ji parêzvanên xurt ê xeta Apoyî. Bi sekna xwe ya bi biryar a li dijî tasfiyegeran, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me milîtanek bû ku di her warî de berpirsyarî digirt ser xwe. Her tim pêşniyar kir ku biçe qadên Bakur. Hevrêyê me li herêma Kelareş di nava xebatên Partiyê de cih girt û li qada Bakur tecrubeyên mezin bi dest xist. Di demên ku êrîşên dijwar ên dijmin çêdibûn de, bû xwedî pratîkeke serketî. Piştî ku demekê li herêma Kelareş ma, car din vegerî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me demekê li herêma Zapê ma û ji bo ku di pratîkê de aliyên xwe yên kêm çareser bike, fêm bike û derbas bike lêhêrbûneke kûr pêk anî. Ji bo ku di pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an a Navdar de wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi cih bîne, vê carê berê xwe da Amanosan. Bi zanebûneke dîrokî nêzî wezîfeyên Partiyê bû û hewl da ku her wezîfeyê bi layiqî bi cih bîne. Ji bo ku hêmanên Partiyê zindî bibin, di nava hewldaneke xurt de bû. Bi kêrhatinên xwe yên leşkerî, dilsoziya xwe ya kûr a di têkîliyên hevrêtiyê de û tecrubeya xwe ya îdeolojîk her tim bala wî li ser çareseriyê bû. Hevrêyê me Kendal li qadeke zehmet a mîna Amanosê gerîlatî kir û di gelek çalakiyên serketî de cih girt. Piştî pratîkeke demdirêj car din derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me dewreyeke perwerdeyê ya îdeolojîk dît û di pêvajoya perwerdeyê de lêpirsînên kûr jiyan kir. Hevrêyê me Kendal di pêvajoya perwerdeyê de li ser parêznameyên Rêbertî lêhêrbûn kir û li ser guhertinên paradîgmayî û modernîteya demokratîk kûr bû. Xwest ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrêyê me li ser felsefeya Rêbertî lêhêrbûn kir û bendewariyên pêvajoya nû, dizanî û li gorî wê tevgeriya. Piştî ku bi serketî perwerdeya xwe qedand, vê carê berê xwe da Zagrosan. Hevrêyê me Kendal tecrubeyên xwe yên kûr derbasî hevrêyên xwe kir û weke fermandarekî pêşeng li dijî konsepta êrîşê ya ku artêşa Tirk a dagirker bi navê ‘Plana Têkbirinê’ dayî destpêkirin, li her qadê kedên mezin da û di nava her xebatê de cih girt. Bi kêrhatinên xwe, tecrubeyên xwe yên di pratîka şer de û pisporiya xwe ya leşkerî ji bo pêdiviyên ruhê demê bi cih bîne, wateyên mezin li her kêliyê bar kir.

Hevrêyê me Kendal 4’ê Cotmeha 2018’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, bi hevrêya me Mizgîn Umut re dema li ser wezîfeya xwe tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Kendal ji Amanosê heta Kelareş û Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan têkoşîneke bênavber meşand û derbasî dîroka têkoşîna me bû. Hevrêyê me Kendal li dijî êrîşên dijmin heta dawiyê dilsozê hêmanên milîtaniya Apoyî ma. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe li Kurdistana Azad bidin jiyîn.

Mizgîn Umut – Aliye Îsazade - Hevrêya me Mizgîn li Ûrmiye ku bajarê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê ye, hate dinê. Hevrêya me Mizgîn di nava malbateke ku partiya me PKK’ê weke têkoşîna vegera li cewherê xwe dibîne û lewma dibe heyranê Partiya me de, mezin dibe. Di temenekî zû de Tevgera me nas dike. Hevrêya me li cihekê ku welatparêzî lê kûr e û tevî hemû ferzkirinên sîstemê serî natewîne, mezin dibe. Li dibistanên sîstemê heta amadeyî xwend. Li dibistanên dewletê li dijî fikrên yekperest ên sîstemê, her tim cewherê xwe parast. Di salên amadeyî de hingî ku nakokiyên wê zêde bûn, xwe hîn bêhtir nêzî Tevgera me hîs kir. Bi taybetî nêzîkatiyên paşverû yên ku zihniyeta desthilatdariya mêr a li jinê ferz kirî, qebûl nekir. Hevrêya me xwedî sekneke serhildêr bû û ji gerîlayên ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de têkoşînê dimeşînin hêzeke mezin girt. Derbarê gerîlayên YJA Starê xwedî mereq bû. Li gorî derfetan xwest Partiya me nas bike. Ji bo ku Rêbertiya me ku mîmarê jina Kurd a azad e û Tevgera me hîn ji nêztir nas bike, di nava hin xebatan de cih girt. Hevrêya me Mizgîn di nava xebatên têde cih girtî de, Partiya me hîn baştir nas kir û her roja borî bi moraleke hîn mezintir beşdarî xebatan bû. Hevrêya me ji bo bibe jineke azad, lêgerînên xwe kûr kir û ji milîtanên Apoyî yên dîtî bandor bû. Bû heyrana şervanên azadiyê yên ku ji bo azadiya gelê me û jinan têkoşînê dimeşînin. Hingî ku Tevgera me di şexsê kadroyên dîtî û materyalên Partiyê yên xwendî de fêm kir, bi disiplîneke hîn mezin beşdarî xebatan bû. Hevrêya me Mizgîn di xebatên meşandî de, di warê rêxistinî de tecrube bi dest xist û di têkoşîna li Kurdistanê de wezîfeyên hîn çalaktir girt ser xwe û xwest azadiyê heta hucreyên xwe hîs bike û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Fêm kir ku yekane cihê ji nakokî û lêgerînên wê re bibe bersiv, refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye. Xeyala rojên ku bigihije gerîla kir.

Hevrêya me Mizgîn di sala 2006’an de tevlî nava refên gerîla bû. Gihişt çiyayên azad a ku xerîbiya wê dikir û ji her alî ve mereq dikir. Gava destpêkê ya qutbûna ji sîstema kapîtalîst, avêt. Ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîlayên dîtî û ji germahiya wan, bandor bû. Hevrêya me di adaptebûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand. Bi xwestekek mezin a fêrbûnê beşdarî perwerdeyên şervanên nû bû. Hevrêya me têkildarî her mijarê lêhêrbûnên kûr jiyan kir û bi moral û tevlîbûna xwe ya bi coş di dersan de bû milîtanek mînak. Weke şervaneke jin a serketî, piştî perwerdeya xwe qedand li qada Qendîlê di nava xebatên pratîkî de cih girt. Hevrêya me di nava demek kurt de li ser hûrgiliya têkildarî jiyana gerîla, bû serwer. Bi hewara gelê me yê di bin gefa qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê de çû. Gerîla hêviya jinên li bazaran hatine firotin û hatine qetilkirin e. Ew jî bû yek ji van gerîlayan. Di pêvajoyeke ku dewlet û bi hezaran leşkerên wan reviyan de, bû gerîlaya pêvajoyeke ku milîtanên Apoyî destanê dinivîsînin. Hevrêya me di sala 2015’an de di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bû, di nava demek kurt de tedawiya xwe qedand û car din cihê xwe di qadên şer de girt. Bi berdêlên mezin çeteyên DAÎŞ’ê hatin têkbirin. Piştre car din berê xwe da çiyayên ku warê pîroz ê gerîlayan e. Tecrubeyên xwe yên ku qada şer de bi dest xistî, fêrî hevrêyên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bû xwedî kedeke mezin. Piştî pratîkek zêde, ji bo perwerdeyê derbasî qadeke cuda bû. Bi perwerdeyên îdeolojîk, kêmahiyên xwe yên di pêvajoya pratîkê de hîn baştir fêm kir û xwe ji bo demên pêş amade kir. Hevrêya me Mizgîn di gelek mijaran de alîkarî da hevrêyên xwe. Bi parêznameyên Rêbertî û dersên îdeolojîk lêhêrbûnên xwe kûr kir. Hevrêya me armanc kir ku bibe gerîlayeke YJA Starê ya serketî. Hevrêya me li ser xeta jina azad, xwedî pratîkek serketî bû û li ser taktîkên gerîla yên dema nû, nîqaş meşandin. Di warê serketin û leşkerî de hevrêya me Mizgîn bû fermandareke gerîla û bû milîtaneke YJA Starê ya ku li her qada lê ye ji jiyana Partiyê tawîz neda. Ji bo xeta jina azad zindî bibe, her tim di nava hewldanên mezin de bû.

Hevrêya me Mizgîn nûneriya ruhê milîtaniya xurt a partiya me PKK – PAJK’ê kir û bi sekna xwe ya di jiyanê de û cesareta xwe ya di şer de mîrateya têkoşîneke bêhempa ji me re hişt. 4’ê Cotmeha 2018’an, di êrîşa dijmin de hevrêya me Mizgîn şehîd bû. Em soz didin ku xeyala hevrêya xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Xwînrêj Cûdî – Serdar Bayar - Hevrêyê me Xwînrêj, li navçeya Silopiya ya Şirnexê weke endamê eşîra Botî, di nava malbateke welatparêz de jidayik bûye. Hevrêyê me ji ber ku li herêmeke weke Silopiya ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û pêşengiya têkoşîna me dike de mezin bû, di temenek biçûk de partiya me nas kir. Hevrêyê me Xwînrêj ji ber terbiye û girêdana bi çanda Kurd a malbatê, li gorî cewhera xwe mezin bû û li dibistanên dijmin tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê karî xwe biparêze. Hevrêyê me yê ku di dema dibistanê de ket ferqa polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya dijmin, hêrseke mezin li hemberî dijmin hîs kir. Ji ber welatparêziya hawirdorê hevrêyê me Xwînrêj têkoşîn nas kir û mezin bû û her çi qasî di asta herêmî de be jî di ciwantiya xwe de dest bi xebatên ciwanan kir. Mîna her ciwanekî Kurd xwest daxwaza gelê me yê herî rewa li dijî zilma zordar a dijmin, biparêze. Li ser vê bingehê hevrêyê me Xwînrêj ku bi hişmendiya xweparastinê re xwest hîn bêhtir têkoşîna xwe mezin bike, lêgerînên xwe xurt kir. Di sala 2012'an de êrîşên dijmin li ser gelê me û Tevgera me di asta herî jor de bû. Hevrêyê me di wê pêvajoyê de bi awayekî çalak tevlî xebata ciwanan bûbû, ji ber cihê xwe di çalakiyan de girtibû, dîl ket destê dijmin. Hevrêyê me Xwînrêj ê ku bi qasî salekê li zindanên dijmin ma, vê pêvajoyê jî weke parçeyek ji têkoşînê nirxand. Kevneşopiya berxwedanê ya Partiya me PKK'ê ya li zindanan ji hevrêyên me yên li zindanan guhdarî kir û karî di kesayetiya xwe de heman helwestê temsîl bike. Hevrêyê me yê ku di ferqa siyaseta dijmin a pasîfkirina gel û bi taybetî ciwanên me bû, li dijî vê yekê her tim hewl da têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me yê zanî ku ev yek ancax bi kûrkirina xwe ya di felsefeya Apoyî de dikare pêk were, pêvajoya zîndanê mîna akademiyek girt dest. Hevrêyê me yê ku xwe di aliyê îdeolojîk de bi pêş xist, manewiyeta li zindanê di hemû hucreyên xwe de hîs kir. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya zindanê de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd wergirt, bi taybetî ji çîrokên gerîla yên jê re hatin qalkirin gelek bi bandor bû. Ji bo vê yekê hevrêyê me yê ku di zindanê de gihaşt asteke girîng a biryardariyê, çawan derket berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê me Xwînrêj ê ku bi îdîa, biryardarî û serketina teqez li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdehiya xwe ya pêşî ya gerîlatiyê bû, bi perwerdehiya leşkerî, îdeolojîk û jiyanî ya ku standî di demeke kurt de pêşketineke girîng pêk aniye. Hevrêyê me yê ku ket ferqa di nava gerîla de jîrbûn bi xwe fedakirina têkoşînê re pêkan e, li ser vê esasê ji bo yekbûna ruh, raman û pratîk pêk bîne, kedek mezin raber kir. Hevrêyê me Xwînrêj ê ku bi taybetî di pêvajoyeke ku çeteyên DAÎŞ'ê li gelek herêmên Kurdistanê li hemberî gelê me komkujiyan dike de, ji bo erka xwe yên li pêşberî gelê me bi hemû hêza xwe bi cih bîne, xwe weke namzetekî dît. Di vê wateyê de bi taybetî girîngî da dersên leşkerî û xwe di hunera şerê gerîla de bi pêş xist. Piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, hevrêyê me ku bi israr dixwest li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer bike, li Başûrê Kurdistanê tevlî nava yekîneyên gerîla bû. Hevrêyê me Xwînrêj ku di pêvajoya pêşîgirtina li êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û rakirina xeteriya li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê de roleke aktîf lîst, di gelek çalakî û pêngavên li dijî çeteyan hatine pêşxistin de, cih girt. Hevrêyê me ji ber cesaret û fedakariya ku kiriye hurmeta hevrêyên xwe yên têkoşînê û hêzên din ên leşkerî bi dest xist û di her guleyek ku li dijmin dixist de dizanîbû ku ew tola gelê me ji çeteyên xwînxwar digire. Hevrêyê me Xwînrêj ku nêzî 2 salan li Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyan şer kir, di vê pêvajoyê de tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Piştî têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê heta asteke girîng, hevrêyê me vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û têkoşîna xwe li çiyayên azad ên Kurdistanê ku hesreta wê bû, dewam kir.

Piştî pêvajoyek kin a lêhûrbûnê, hevrêyê me derbasî herêmên ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger lê dijwar e bû û bû xwedî têkoşînek çalak. Hevrêyê me Xwînrêj ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana li dijî êrîşên dijmin de cih girt, tecrûbeya xwe ya leşkerî ya berê li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî gelek çalakiyan bû û bi cesaret, fedakarî û performans xwe ya serketî di nava van çalakiyan de bû milîtanekî mînak ê Apoyî û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û li dijî êrîşên dijmin di gelek serketinên girîng de rol lîst.

Hevrêyê me Xwînrêj ê ku 20'ê Tîrmeha 2018'an di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi dilsoziya xwe ya bê dudilî ya ji bo nirxên azadiyê, bi baweriya xwe ya bilind û sekna xwe ya zelal a li ser xeta milîtaniya Apoyî, cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt. Em careke din soza xwe dubare dikin ku weke hevrêyên wî em ê armanc û xeyalên hevrê Xwînrêj pêk bînin.

Bager Farqin – Muhammed Abdulrezak Eser - Hevrêyê me Bager li navçeya Farqîn a Amedê ku yek ji navendên girîng ên şerê me yê azadiyê ye û bi sekna xwe ya serhildêr a li dijî dijmin pêşengî dike di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Bager ku ji ber welatparêziya hawirdorê ya ku lê dijiya, di temenê biçûk de derfet dît ku têkoşîna me nas bike. Hevrêyê me ji ber hişmendiya welatparêzî û terbiya ku ji malbata xwe wergirtî, bi cewhera xwe ve girêdayî mezin bû. Weke her zarokekî Kurd ê li Kurdistanê dijî, hevrêyê me Bager jî di emrekî biçûk de rastî, zext û komkujiya dijmin ên li dijî gelê me dît, hêrsa wî li dijî dijmin mezin bû. Hevrêyê me ku hîn bû zimanê wî yê dayikê li dibistanên dijmin ên lê amade bûn qedexe ye û her wiha dît ku ew nikare bi rengekî azad ziman, çand û nasnameya ku wî afirandiye bijî. Ji ber vê yekê hêrs û kîna wî ya li hemberî dijmin mezintir bû. Ji aliyekî ve hevrêyê me dibistan xwend û li aliyê din jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karan de xebitî. Hevrêyê me ji ber girîngiya kedê di temenek biçûk de zanî, zû karî li ser piyan bisekine. Hevrêyê me ku berpirsyariyên xwe bi baldarî bi cih anî, bi kesayetiya xwe ya gihîştî re hurmeta malbat û hawirdorê bi dest xist. Hevrêyê me ku bi ciwantiya xwe re lêgerîn û pirsên wî yên li ser jiyanê zêde bûn, zehmetiyên jiyana li welatekî dagirkirî dît. Fêm kir ku gelê me tenê dikare li welatekî azad bi ziman, çand û hebûna xwe bijî. Li ser vê bingehê hevrêyê me têgihişt ku ev yek wê bi têkbirina dagirkeriya li welatê me, pêkan be. Di vê wateyê de sempatiyeke wî ya mezin ji bo Gerîlayê Azadiya Kurdistanê ku li ser xeta fedaiyane li dijî dewleta Tirk a mêtinger şer dikir, pêş ket. Hevrêyê me Bager ê ku weke ciwanekî Kurd ê welatparêz di ferqa berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me bû, li ser vê bingehê pêşî di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de girt. Hevrêya me yê ku piştre ji bo xwendina zanîngehê derbasî Bedlîsê bû û xebata xwe li vir domand, bi lêhûrbûnên ku li vir jiyaye re têkoşîna me hê bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Bager ku li zanîngeha lê dixwend pêşengî ji xebatên ciwanan re kir, ji bo gelek ciwanên Kurd bi têkoşîna me bide naskirin kedeke mezin da. Hevrêyê me ku bi zanebûn û jiyana xwe ya mutewazî bi ciwanan re têkilî danî, her ciwanê ku naskiriye bandor kir û hişt ku ciwan tevlî nava refên têkoşînê bibin û wezîfeya dikeve ser milê xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Di sala 2015'an de dema ku dewleta Tirk a qirker 'Plana hilweşandinê' li dijî gelê me û Tevgera me da destpêkirin, hevrêyê me yê ku armanc dikir têkoşîna xwe hê mezintir bike, fikirî ku ev yek tenê bi tevlîbûna nav refên gerîla li çiyayên Kurdistanê pêkan e. Li ser vê bingehê ji Beşa Endezyariya Sivîl a ku sala dawî dixwend derket û şert û mercên jiyanê yên ku sîstemê ji bo wî avakirî dehf da aliyekî, azadî hilbijart û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Bager ku ji qada Garzanê tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya xwe ya destpêkê li vir wergirt. Hevrêyê me ku agahiyên destpêkê yên li ser gerîlatiyê ji hevrêyên xwe yên bi tecrûbe yên li vê derê wergirt, di demeke kurt de hînê şert û mercên jiyana çiyê bû. Ji têkiliyên hevrêtiyê û sekna jiyanê ya gerîlayên li qada Garzanê bandor bû, hevrêyê me Bager her gerîlayek ku didît ji xwe re mînak digirt. Ji bo vê jî her çendî ji bo gerîlatiyê nû bûbe jî bi tecrûbeyên ku bi dest xistî re karî jîrbûnek xurt bi dest bixe. Li ser pêşniyara hevrêyên xwe, hevrêyê me ji bo hîn bêhtir xwe perwerde bike û xwe bigihîne asteke profesyonel, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vê derê perwerdeya xwe ya yekemîn a akademîk dît. Hevrêyê me ku bi vê perwerdeyê re derfeta xurtkirina zanebûna xwe ya li ser jiyana gerîla û hunera şer bi dest xist, di demeke kurt de di kesayetiya xwe de guhertinên girîng çêkir. Hevrêyê me li dijî êrîşên dijmin bi israr xwest derbasî qadên şer bi taybetî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe da ku destketiyên gelê me biparêze. Hevrêyê me piştî perwerdehiya xwe bi awayekî serketî qedand, gihişt vê armanca xwe.

Hevrêyê me ku berê xwe da Zagrosan ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker lê giran bûn, li wir bi rengekî çalak tevlî karê pratîkî bû. Tevî ku gerîlayekî nû bû jî hevrêyê me Bager bi tevlîbûna xwe ya bi moral û coş ji bo hevrêyên xwe bû mînak û bêyî cudahiyê bixe navbera kar de berê xwe da her xebatê. Hevrêyê me yê ku dizane milîtanekî xwe bi kedê afirandiye wê bibe xwedî meşeke xurt a şoreşgerî, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de ev pîvan esas girt. Hevrêyê me ku bi keda xwe hurmeta hevrêyên xwe qezenç kir û di şerê li dijî dagirkeran de xurt bû, di pratîkê de hînî gelek taktîkên gerîla bû. Di heman demê de hevrêyê me kêliyek xwe jî vala derbas nekiriye û ji bo ku di felsefeya Rêber Apo de xwe bi pêş bixe, tiştên ku hîn bûye kir bingeh ji kesayeta xwe re. Ji bo vê jî karî bandorê li hevrêyên xwe yên têkoşînê bike û parazvaniya şêwaya jiyana Apoyî kir. Hevrêyê me Bager ku di dema mayîna xwe ya li Zagrosan de bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ma, li dijî mêtingeran bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû û darbên girîng li dijmin xist. Bi cesareta xwe ya li qada şer, bi fedakariya xwe û meşa xwe ya bê dudilî ya li ser dijmin, hêza hevrêyên xwe yên pê re şer dikir, xurtir kir. Di vê wateyê de hevrêyê me Bager milîtanekî wisa ye ku hemû hevrêyên wî dixwazin pê re têkoşînê bimeşînin, ji bo ku layiqê vê nêzîkatiya hevrêyên xwe bibe hê bêhtir têkoşiya û ked da.

Hevrêyê me Bager 20'ê Tîrmeha 2018'an di encama êrîşa dijmin a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Em soz didin, têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Bager dewrî me kiriye teqez em ê bi serketinê tacîdar bikin û li pêşberî bîranîna wî bejna xwe ditewînin.

17’ê Mijdara 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG