HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

25'ê Mijdarê saet di 21:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

26'ê Mijdarê saet di 11:53'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2. Li Herêma Metînayê;

26'ê Mijdarê saet di 16:20'î de bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên navbera Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî û Dergelê hate xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

Sibeha 26'ê Mijdarê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

3. Li Herêma Xakurkê;

24'ê Mijdarê saet di 10:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

27'ê Mijdarê saet di 14:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

25'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Di navbera 24-27'ê Mijdarê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Qele, Goşînê, Lolan, Kendekola, Sinînê 9 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Nehlê, Zêvkê, girê Zengilê, Deşta Kafya, Mesken, Dêreşê 16 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metînayê 8 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê; bi giştî 34 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28’ê Mijdara 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê