Hûn qet asîmanan dizanin? We qet berî ku razên peroşa temaşekirina bi milyonan stêrkan ku berî berbanga sibehî de di heman ciyî de dîtinê tahm kiriye? Dema ku hûn li lûtkeya çiya ne, we qet di hêşê xwe de ew tirêjên rojê ku xwe rengorengo dixemlînin di bin ewran de nîgar kiriye? Nexwe hûn dîtina vanan deyndarê ew kevalên nîgarkêşên navdar in?
We qet dersa kedê ji ew moriyên ku li pey hev rêz bûne, di vir de wê de dibezin her derî û di nava ahengekê de dixebitin girtiye? An jî hûn mîna pezkoviyan bi lez û veşartî ji nişka ve û ciyek ku qet ne li bendê ne derketin û windabûnê dikarin hîn bibin? Ma hûnê qet fêm bikin ku ew siworiyên ne roj ne şev bêyî ku ji lîstikan têr bibin û hemû dinyayê didin aliyek û nîşanî me didin ka zarokatî çawa tê jiyandin? Ma we qet xwe gihandiye ew raza dengê çûkan û wateya çavên hespekê? Nexwe hûn bihîstina vanan deyndarên fablên La Fontanine ne?
We qet serkeftina hînbûnê ya têkoşîna jiyanê ya berûyek dîtiye dema ku dikeve ser axê, wekî şitlek şîn tê û piştre kok berdide? We qet ji dengê xwezayê bihîstiye ku her zindiyek bi milyon salan xwedî rabirdûyek e? Baş e, we qet girêdan û têkiliyek di navbera peleke berûyê û ya mirovan bi nexşandinan bi herikîna jiyana xwe re daniye? Nexwe hûn vanan deyndarê waneyên biyolojoyê yên dibistanan in?
Hûn qet, hîn bûn ku dema ku ew bixwe birçî ye nanê xwe bide hevalek xwe û pê re civakeke nû pêk bînin? An jî haya we ji bişirîna hevalek digel ku birîndar e bi we re hêviyek diafrîne heye? Baş e, we qet dersek ji hişmendiya mirovantiyê ji şervanek ku dema çeperek bi kêrekê dikole û pê re jî hemû mirovantiyê proje dike girtiye? Digel van hemûyan we qet wijdanek nesîp kir ji gerîlayek ku xwe deyndarê gelê xwe hîs dike? Nexwe hûn temaşekirina vanan deyndarê ew fîlmên Holywodê ku me di çîrokên lehengiyên ku di dema zarokatiyê de temaşe kiribû de ne?
Wê vanan yên ku gelek dizanin bixwînin? Zêde bawer nîn im...
Wê wanan yên ku gelek dizanin bikaribin bersiv bidine? Qet ne bawer im...
Jixwe çiya yên me ne. Ez ê bibêjim bila bajêr ên we bin, lê qisûrê nenihêrin yên gelek zane; bila ji her kesî re mizgîn be, em ê ji bona ku bajaran ji nû ve sererast bikin ji destê we qirêj in bigirin.
Bişar Andok
- Ayrıntılar
Ji destpêka sala 2009’an pê ve di encama biryara Fermandariya 22’emîn Piyadeya Mekanîze ya Mêrdînê ya artêşa dagirker a tirk, ji hêla cahşên gundên Badabe, Xirabe Ala, Xirbê Mişka, Sêderî, Merîne ve li qadên Germîka û çiyayê Bagokê li daristanan dar têne birîn. Berî vê di 15’ê çileya 2009’an de birîna daran ji daristanan ji hêla hêzên me ve hatibû qedexekirin û cahşên ku vê yekê dikirin hatibûn hişyarîkirin. Encax ji 10’ê gulana 2009’an pê ve ji hêla leşker û cahşan ve birîna daristanan hatiye destpêkirin.
Artêşa tirk qaşo di hêlekê de kampanyayên darçinandinê dike û ji hêleke din ve erdnîgariya Kurdistanê bi zanebûn û bi sîstematîk dişewitine û darên daristanan dibire.
Em wekî Fermandariya Eyaleta Mêrdînê ew cahşên ku beşdarî birîna daristanan dibin hişyar dikin û bang li rayagiştî dikin ku li hember vê bêdeng nemînin û pejinkar bin.
Fermandariya Eyaleta Mêrdînê ya HPG’ê
17 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1- Di 15’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Çiravê ku girêdayî Çiyayê Gabarê ye operasyonek hatiye destpêkirin.
Digel ku hêzên gerîlayên me yên HPG’ê di rewşa bêçalakbûnê de ne operasyon hatiye li dar xistin û bi armanca tunekirinê êrîş birine ser gerîlayên me. Di encama êrîşên dijmin de hêzên gerîlayên me ji neçarî bi leşkerên dijmin re ketine şer.
Der barê şerê ku hê jî didome de agahiyên berfireh em ê piştre ji gelê xwe û rayagiştî re daxuyînin û em bang li rayagiştî dikin ku li hember van operasyon û pevçûnan pejinkar bin.
2- Di 17’ê gulana 2009’an de ji danê sibehî pê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember gundên Mûsolokê û Cenetê û qada Şehîd Bêrîtan ku girêdayî herêma Xakurkê ku bi ser bajarê Diyanayê ve ye, êrîşeke bi topên obûsan hatiye destpêkirin. Êrîşa navborî hê jî didome.
3- Di 11’ê gulana 2009’an de di encameke qezayekê de hevalên me yên bi navê Berxwedan Amed û Hogir Merwanî gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên ku di qezayê de şehîd ketine;
17 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Rêber APO
Serokomar û serokwezîr jî hinek tiştan dibînin, peyaman didin. Lê wisa hêsan nîn e. Tabî çandeke 60 sal e heye. Ez ê qasek şûnve vebêjim. Ez ê zagona bingehîn a 1921’an bi dest bigirim. Ez ê li vir rapora çareseriya demokratîk û aştiyê amade bikim û raberî dewletê bikim. A rast ez ê nexşeya rê ya çareseriya demokratîk û aştiyê amade bikim. Di vê pêvajoyê de parêzerên min dikarin ji min re pêşniyaran bînin.
Bûyerên li Şirnex û Şîrvana Sêrtê HPG’ê negirtiye ser xwe. Negirtibin ser xwe, wan nekiriye. Ez dixwazim hinek li ser vê bûyera Şemrexê hinek bisekinim. Tê zanîn, yên ku vê bûyerê kirine, hewl dane bavêjin ser PKK’ê. Keyayê(muhtar) gund demek kurt berî ku bimire gotiye; “Serê kesekî neşewitînin, vê bûyerê PKK nekiriye” Di rastiyê de wê biavêtina ser PKK’ê, lê bi ser neketin. Yên ku vê bûyerê kirine, derdorek di nav dewletê de ne. Heta wezaretiya karê hundirîn daxuyanî da û gotin ku PKK’ê nekiriye. Çapemenî fêm nake, tê gotin ku kuştinên tore, kuştinên namûsê, kuştinên bo pere. Çepemenî jî fêm nake, pişperdeya vê planê nabîne. Ev bi kuştinên namûs, tore û pere nayê ravekirin. Ev ne tesadûfek e, tiştek gelek bi zanebûn hatiye kirin. Ev çanda şîdet û kuştinê, zihniyet û çanda Ergenekonê ye. Daxuyaniyeke serokwezîr der barê vê zihniyetê û ev çanda şîdetê ku li civakê belav bûye de çêbûbû. Ez zêdetir girîngiyê didim vê daxuyaniyê. Ev kuştineke gelek bi plan e. Di kurdan de çandeke wisa ya tore û çandeke wisa ya kuştinê nîn e. Kurd bi vî awayî nizanin mêr bikujin û kuştinan bikin. Ev komkujiyeke mezin e. Heta ku ferman nîn be, cahş nikarin mirîşkek jî bikujin. Di PKK’ê de çandeke wisa ya şîdet û kuştinê nîn e. Ev, tarzeke Ergenekonê ye. Teqez bi fermanê pêk hatiye.
Ku leşker operasyon bike, xwezayiye ku biçin pêl li mayînê bikin. Bi awayekî çalak pevçûn nîn in. Di rastiyê de mirina 9 leşkerên li Licê, ku operasyon nebûya wê ev bûyer nebûya. Li gorî biryara şernekirinê tevdigerin. Lê diçine ser wan, wan neçarî misîlemeyan dikin. Ez li vir bi awayekî teqez dibêjim. Operasyona KCK’ê, bi erêkirina derdorek di nava dewletê de hatiye kirin. Li hember Ergenekonê operasyona KCK’ê. Li hember dozgerên li Stenbolê, dozgerên li Amedê; dozgerên Stenbolê dij-Ergenekon in, dozgerên Amedê jî, li hember operasyonên Ergenekonê operasyona KCK’ê kirine.
Dîsa darvekirinê anîn rojevê. Li vir ez bûyereke balkêş vêbêjim, ev ne tesadûf e. Berî ku Şêx Saîd bikeve Amedê, Amedê talan dikin. Piştî vê bûyera talanê, desteka gel a ji bona Şêx Saîd birîn. Bûyerên mîna yên Şemrexê bi armanca ku gel desteka xwe ji PKK’ê bikşînin têne kirin. Gelek balkêş e girtina Şêx Saîd jî 15’ê Sibatê ye, ya min jî 15’ê Sibatê ye. Ji wî re jî di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê dan, ji min re jî di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê dan. Ev encama heman zihniyetê ye, berdewama wê ye.
Ez ê hetanî yek du mehan nexşeya rê ya çareseriya demokratîk û aştiyê bidime daxuyandin. Ji bona vê jî ricayek min ji parezerên min heye. Ji min re ji derve ji derdorên cur bi cur hetanî dawiya meha tîrmehê der barê vê mijarê de bi nivîskî an jî bi devkî nêrîn û pêşniyaran rabigihînin. Dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe jî raber bikin. Parêzerên li Ewropa û Iraqê jî dixebitin, dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe raber bikn. Heta rojnamevanek here Qendîlê û hevpeyvîn bike, tu zirareke xwe nîn e, parêzer jî dikare here li wir hevdîtin bike. Dikarin nêrîn û pêşniyarên wan jî bigirin. Li vir dikarin nêrîn û pêşniyarên KCK’yên Îran, Iraq û Sûriyê jî hîn bibin. Ji KCK’yên li Ewropa, girtîgehan, ji yên Tirkiyê nêrîn û pêşniyaran bigirin. Kongreya Civaka Demokratîk, pêk bê, bila nêrîn û pêşniyarên wan jî bê girtin. Dîsa Amed girîng e, bi Amedê re nêrîn û pêşniyarên ciyên din jî bigirin, bi nivîskî yan jî bi devkî bigihînin min. Dikarin bi Talabanî û Barzanî re hevdîtin bikin û nêrîn û pêşniyarên wan jî bigirin. Divê nêrînên çepên Tirkiyê heta yên çepgirên radîkal jî bigirin, bila nebêjin Apo bi tena serê xwe tevdigere û bi dewletê re hevdîtin dike.
Jin jî dipirsin; di Akademiyên Jinan de dikarin çi bikin? Destpêkê pêwîst e ku hûn jinê wekî fenomeneke hişmendiyê bi dest bigirin. Ku em bikaribin vê bikin, em ê bikaribin bingeha hemû olan, felsefeyan, çandan fêm bikin. Divê jinê wekî hest, xwestek, evîn û objeya azweriyê bi dest negirin. Divê jinê wekî heybereke bi hişmend, wekî çîn û wekî netew bi dest bigirin. Ku em wisa bikin, em ê baştir hevdû fêm bikin, lê belê divê despêkê jin xwe bi xwe fêm bike.
*Beşek ji hevdîtina 13’ê gulana 2009’an a Rêber Apo
- Ayrıntılar
Di 14'ê gulana 2009'an de ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk ve bi roj saet di navbera 10:00-10:30'an de li hember qada Rîskê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
15 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Di 12’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk saet di navbera 16:00-18:00’an de obûsan avêtiye gundên Bermîze, Şapana, Bênavokê û qadên Partîzan û Geliyê Reş qada Xakurkê ku bi ser Diyanayê ne.
13 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Serokatiya me vê pêvajoyê şibande salên 93’yan û da zanîn ku firsenda ku ew dem ji dest çûn em di bihara 2009’an de nû bikin û bikin wesîleya rawestandina şer û çareseriya pirsgirêka kurd.
Tabî dema ku pirsgirêka kurd tê gotin, bila tenê li Tirkiyê neyê fêmkirin. Lê xeleka herî dijwar û qewîm li Tirkiyê ye. Çareseriyeke li bakurê Kurdistanê wê bandor li parçeyên din ê Kurdistanê bike. Dewletên mîna Îran û Sûriye, ji dewleta Tirkiyê hêz digirin û di heman astê de polîtîkayên tunekirin û înkarê bi rê ve dibin. Tabî di van polîtîkayan de divê erka hêzên emperyalîst ên mîna Emerîka, Îngîltere û Îsraîlê jî em ji bîr nakim.
Niha jî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê nîqaşên çareseriyê ev demeke têne kirin. Çapemeniya tirk û ew nivîskarên wan ên ku dirû, gotar li ser gotaran dinivîsin. Serokatiya me ji bona ku ev pêvajo dest pê bike çi ji dest hate kir û pê re jî Koma Civakên Kurdistanê hetanî 1’ê Hezîranê biryara neçalakbûnê da. Me jî wekî HPG di asta jor de ji bilî çend çalakiyên xweparastinê, ev biryar pêk anîn û em vê hê jî didomînin.
Tabî ji hêla rayedarên Tirkiyê ve gelek caran daxuyaniyên ku hêviyan seridandiye hatine kirin û di her carê de jî, ya bi ser neketine, ya hêza wan têrî nekiriye û yan jî armanca wan xapandina gelê kurd bûye. Di sala 93’yan de Ozal ceriband, bes hate kuştin, Ecewîd hewl da hinek tiştan bike, bes ew jî bi awayekî guman mir. Erbakan jî di hinek hêlan de xwest hinek gavan bavêje, lê nehiştin.
Belê, niha jî hikûmeta AKP’ê û serokomar Abdullah Gul ku ji heman ciyî hatiye, hinek tespîtên ku mirov ji wan re bêje ROJBAŞ! dikin. Serokomar tespîteke ku zarokekî heft salî jî dikare bike kir û da zanîn ku, pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin ya kurd e û wê hinek tiştên baş bêne kirin. Niha wisa dixuye ku ev bi riya çapemeniyê dikin. Yan jî bi awayekî veşartî hinek tiştan dikin, lê çi ye ne diyar e.
Lê nakokî ev e ku, hem ev daxuyanî têne kirin hem jî siyasetmedarên kurd têne girtin, zarokên kurd têne kuştin, balafirên şer êrîşên hewayî didomînin, hejmara cahşan zêde dikin û operasyonên bi armanca tunekirinê li dar dixin. Dîsa bahsa çareseriyê dikin, lê di hêlekê de hemû dagirkerên Kurdistanê piştî derketina Emerîka ya ji Iraqê hesabên bi hev re qirkirina kurdan dikin. Yanî di hesabên wan de qirkirina kurdan heye. Bi vê armancê herêmên tampon çêdikin û herêman ji kurdan xalî bikin, pê re girêdayî top avêtinên wan didomin.
Wê demê mirov dikare vê bêje ku dewlet ne homojen e. Yanî wê pêvajo ber bi ku ve biçe, zêde ne diyar e an jî mirov nikare navek lê bike. Wê pêvajo bibe ya diyalog an çareseriyê an jî wê bibe ya şerekî dijwar, pir belî nîn e.
Hikûmet bahsa perwerdehiya kurdî dike, dibêjin em ê navên gundên kurdan ji nû ve li wan bikin, li hinek zanîngehan beşên kurdolojiyê vebikin û li gorî wan “efû”yek derbixînin. Hema em vê li vir bêjin, wisa kurdî li dibistanan bibe dersa hilbijêriyê, niha de ev xapandine. Ku kurdolojiyên di pêşengiya dijminê qewmê xwe Kendal Nezan ve bê kirin, ev xapandineke. Ji TRT-6’ê cudatir tişten nîn be. Efû be, rewşeke me ya efû xwestinê nîn e û em vê heqaret dihesibînin. Divê destpêkê em wan efû bikin. Yên ku bêne efûkirin ew in. Ji bona navên kurdî jî, ku di fermîyetê de, Diyarbakir nebe AMED, Tuncelî nebe DERSÎM û ev bi navê gundan tenê bimîne, ev xapandinek e.
Ya zelal ev e ku sedema van nîqaşan, serkeftinên Tevgera Azadiyê ye û bi hêzbûna wê ye. Nexwe ew sazûman ku hebûna gelê kurd qebûl nedikir û dema ku navê kurda dibihîst cînikên wan pîj dibûn, wisa bi hêsanî gavan nediavête.
Niha em bi tevahî rewşa heyî nebînin û guhertinên çêbûne tune bihesibînin wê rast nîn be. Lê zêde hêvîdarî jî wê ne rast be. Ji ber ku hê sîstem di nava demokratîkbûn û faşîzmê de diçe û tê.
Bila gelê me baş bizanibe, wê gerîla her biçe xwe xurt bike û wê her dem xwe li gorî rewşa herî xerab tanzîm bike. Beşdarbûna ciwanên kurd her diçe zêde dibe. Pêwîst e ku em hejmara gerîla herî kêm derxînin du qatî. Dîsa meseleyên çekberdanê û filan jî çîrok in. Di dinyayê de tu gelek bê parastin nîn e, em ê jî gelê xwe tu carî bê parastin nehêlin. Çareseriyek bibe jî, wê gerîla li bajar û çiyayan dîsa vê erka xwe ya parastinê bidomîne.
Bi hêviya ku dijmin vê carê bê riya rast, nexwe ne pirsgirêk e, ev sî sal in em têdikoşin, em ê sî salekî din jî ji bona jiyaneke azad, ji bona Kurdistaneke Xweser û Demokratîk li ber xwe bidin.
Aram Masîs
- Ayrıntılar
Li Mêrdînê komkujiyekê rû da, ku di encamê de li gel jin û zarokan 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gava mirov vê komkujiyê dinirînin, hingî wêneyekî berê me dîtibû derdikeve pêşiya çavên me. Bila kes matmayî nemîne; Wêneyê derkeve pêşiya me, bi temamî wêneyekî Ergenekonê ye.
Gelo çima?
Divê şaş neyê fêm kirin, ku bi nîşandana gunehkariyê re em dixwazin hemû bûyerên li welatê me diqewimin bavêjin situyê Ergenekonê. Berovajî, nîşaneyên gelekî xurt li hole heye ku me ber bi nirxandineke bi vî rengî dibe. Her guhdarvar an jî temaşevanên hestiyar ên navgînên çapemeniyê dişopînin kêm-zêde di haya karên qirêj ên vê organîzasyonê de ne.
Di destpêka hemû karên qirêj û gemarî yên Ergenekonê de pîvanek heye. Ew pîvana Ergenekonê jî pîvana ‘Divê li dû şahid neyê hiştin’ e. Bi vê têgihiştinê, di gelek karên xwe yên qirêj de ji bo şahidan nehêle, delîl û şahid ji holê rakiriye. Di ser de gelek kadro û piyonên di karên xwe yên gemarî de bikar anîne, qetil kiriye. Gelek mînakên vê hene. A. Cem Ersever jî yek ji van mînakane. A.Cem Ersever yek ji damezrînerên JÎTEM’ê ye. Gelê me baş dizane, ka JÎTEM çiye û çi kiriye. Kesekî bi vî rengî jî, ji aliyê kesên ew bikar aniye ve hatiye kuştin. Rojnivîsên A.Cem Ersever û çeka wî bikar anî li gel bersûcên Ergenekonê derketin holê û ev rewşê jî vê yekê piştrast dike. Di roja îro de derket holê, ku gelek kesên mina A.Cem Ersever ji aliyê Ergenekonê ve hatiye kuştin.
Ya li vê derê derketiye holê, rê û rêbazên pêkanîna komkujî û kuştinên bi usûlê Ergenekonê ye. Ergenekon, gava karên xwe yên qirêj dike bi têgihiştina ‘eger li dû şahid neyê hiştin, hingî kiryarên kar jî wê ne diyar be’ tevdigere. Komkujiya li Mêrdînê jî bi vê têgihiştin û mejiyî hatiye kirin. Ji bo li dû ti şahidan nehêlin, çi zarok be çi jin be xwestin herkesên li wê derê bikujin.
Hin kesên ku ji vê bûyerê bi birîndarî filitîn, ev lîstika wan xera kirin. Li dû bûyerê şahid man. Eger tiştekî weha nebûya û herkes bimira, eşkere bû ku wê berpirsyariya vê bûyerê bavêtibûya situyê PKK’ê, herî kêm wê şik û gumanên bi vî rengî biafiranda. Di demên bihurî de ev yek hat kirin. Komkujiyên berî niha li dijî cerdevan û xizmên wan hatin kirin, xwestin malî PKK’ê bikin. Dîsa di sala 2006’an de, tevî ku kiryarên wê diyar bûn û berpirsyariya wê hilgirtibûn ser milê xwe jî, hewl dan komkujiya li Koşûyolû ya li Amedê bavêjin situyê PKK’ê. Ev yek jî, beriya hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adarê ji aliyê çapemeniya Fetûllahî ya alîgirê AKP’ê ve hat kirin. Tevî ku îfadeyên yek ji kiryarên komkujiya Koşûyolûyê Astsûbay Hîkmet Topal ên li gel polêsan tê zanîn jî, ev yek hat kirin. Têgihiştineke ku bûyereke ewçend zelal û eşkere malî PKK’ê dike, eşkere ye ku wê komkujiya li Mêrdînê yekser malî PKK’ê bikira.
Ji ber ku gundê lê komkujî hat kirin cerdevan bû û gundê berî herkesî li wê herêmê cerdevanî qebûl kiriye, vê rewşê hîn bêtir derfet dida, propagandayeke reşkirinê. Mayîna şahidan a li dû komkujiyê, pêşî li propagandayeke reşkirinê girtiye.
Hin daneyên din hene, ku nîşan didin komkujiya li Mêrdînê bi usûlê Ergenekonê ye. Xwediyê rastîn ê gundê lê komkujî hat kirin gelê Asûrî-Suryanî ye. Gelê Asûrî-Suryanî di encama zextên dewlet-mêtîngeriyê gundê xwe terikandine. Di heman pêvajoyê de, bi hezaran gund bi vî rengî hatin valakirin. Gundên hatin valakirin jî ji aliyê dewletê ve ji cerdevanan re hatin dayîn. Ji xwe dûre derket hole, ku ev gundên mijara gotinê çawa ji aliyê Ergenekonê ve hatine bikaranîn. Di nîqaşên li ser doza Ergenekonê de tên gotin, ku ji bo çareserkirina krîza aboriyê ya salên 1993 û 1994’an, hukûmeta wê demê karê qeçaxçitiya narkotîkê kiriye û xwestiye bi vî rengî pêşî li krîzê bigire. Ev rastiyeke tê zanîn e. Çapemeniya azad-alternatîf gelek caran ev rastî anî zimên. Lewma ev navgînên çapemeniyê ji aliyê dewletê ve hatin cezakirin.
Piştî ku komkujî hat kirin gotûbêjan destpê kir, ku li gundê lê komkujî rû daye, Haşhaş dihat çandin û li ser parvekirina hatineyê ji vê narkotîkê, dijminahiyê rû daye. Hebûna qereqolê ya du kilometre nêzî gund jî nîşan dide, ka çandina haşhaşê û trafîka narkotîkê çawa tê rêvebirin û rola JÎTEM’ê ku li Kurdistanê Ergenekonê temsîl dike, bi çi rengî ye.
Her weha divê neyê jibîrkirin; hêza ku cerdevanan li Kurdistanê ji bo şerê qirêj û taybet bi rêxistin dike û li gorî wê perwerde û amade dike, Ergenekon bi xwe ye. Cerdevanan jî, bi vê perwerdeya stendiye û çekên ji wan re hatiye dayîn, ev komkujî kirine. Ev hemû rastî nîşan didin, ku komkujiya li Mêrdînê rû daye, bi usûla Ergenekonê ye. Lewma, berpirsyarê vê komkujiyê şerê taybet-qirêj e û hêzên vê yekê li welatê me bicih tîne û Ergenekon e. Divê ev rastî bi ti awayî neyê berovajîkirin.
Ev komkujî pêwendiya xwe bi ti awayî bi kevneşopî û toreyê Kurdan re nîne. Di kevneşopî û toreyên Kurdan de kuştina jin û zarokan tineye. Ev komkujî, ji ber kevneşopî û toreyên Kurdan rû nedaye. Bi temamî ji ber berjewendiyên qirêj pêk hatiye. Di şert û mercên rewşeke nû ya civakî ya Kurd de, ku Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê afirandiye, Kurd bi ti awayî rê nade hovîtiyeke bi vî rengî. Li welatê me, ku dozên xwînî yên sedan salan çareser dibe, gelê me destûrê nade vê yekê.
Komkujiyên bi vî rengî, mîna ku li Mêrdînê hat dîtin bi tenê dikare lîstika şerê qirêj-taybet rû bide. Li dervehiştina Parlamenterên DTP’yî yên ji bo lêkolînkirina komkujiya li Mêrdînê avakirina komîsyonekê pêşniyar kiribûn, bersivdayîna bi girtin, operasyon û provokasyonanan a li gavên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane û rûdana vê komkujiyê, vê nirxandinê piştrast dike.
CEMÎL BAYIK
- Ayrıntılar
Belê.. Bi qasî çil gavek mabû ku em xwe bigihînin hevalan. Min bang kir. Piştî çavên hevalan bi me ket yekser hevalekî xwe ji çeperê avêt û ber bi me ve beziya û piştî bi çend gavan xwe gihande me û pirsa me kir. Ew heval hevalê Qendîl bû. Ew bixwe ji başûrê mezin bû. Ew ji herêma Garê ji gundê Kafya bû. Hevalekî li ser xwe bû û ev çend sal bû di nav gerîla de bû. Ew fermandarê mangê bû. Di zarokatiya xwe de gelek di zirûfên zehmet de jiyan kiribû. Êşên gelê başûrê mezin, gelê me yê di Engal û Helepçeyê kişandibû. Wî jî tevgera PKK’ê weke xelasiya gelê kurd dîtibû. Ev du sal bû di nava yekîneya bi tevger de cî digirt. Ji aliyekî din ve rengekî cuda dida yekîneya me.
Piştî ku hevalê Qendîl li birîna hevalê Serdar nihêrt;
- Hevalê Erdal, ka çeka hevalê Serdar bigire, ez ê wî bidim pişta xwe, da ku em zû biçin.
Min vê carê ji hevalê Serdar re got, qe nebe vê carê çeka xwe bide. Zêde serhişkî neke. Jixwe em gihîştin hevalan, kêmek ma. Min çeka wî ya Hungarî ji dest wî girt. Hevalê Qendîl jî ew da pişta xwe, heçkû dayîkeke penaber kurê wê li pişta wê be. Ewqasî dîmeneke xemgîn bû. Bi vî halî, me xwe gihande cihê hevalan. Piştî ku em gihîştin hevalan, hevala Nûjîn bi bez hate cem me.
Hevala Nûjîn keçike pir delal bû. Rûyê wê girover û bi parçeyek şûtikeke leşkerî porê xwe yê xelek girê dabû. Bejna wê tijî bû, lê dema ku tevdigeriya gelek sivik bû. Bi xwe ji Şirnexê ji gundê Xirbikê Bestê bû. Gundê wan jî li kêleka Mêrgumara herêma Bestayê bû. Ew jî pir ji kevn de tevlî refên gerîla bûbû. Herî dawî jî ji Dibistana Navendî ya Partiyê li Sûriyê, ji seha serokatiyê hatibû. Mirov hêza wê ya ku ji cem serokatî girtibû, di her nêzîkbûn û tevgerên wê de didît. Erka wê fermandara taximê bû. Di dibistana navendî de, di ewlekariya serokatî de peywir girtibû. Dema hatibû jî pir bi hêvî hatibû û li ser daxwaza xwe derbasî Eyaleta Botanê bûbû.
Dema hevala Nûjîn gihîşte me, bêyî ku tu tatêlek çêbike bi xwînsarî pirsa rewşa heyî kir û got;
- Ma birîna heval giran e?
- Na na heval, zêde giran nîn e, lê pêwîst dike ku em hevalê Serdar ji vir dûr bixînin.
- Temam e heval. Jixwe em rewşê ji nêz ve dişopînin. Rewş her ku diçe giran dibe. Pêwîst e hindekî em hişyar bin. Bila hevalê Serdar bêhna xwe veke. Em ê wî derbasî milê pişt bikin. Ew der ewle ye. Lewra em hindekî destê xwe sivik bikin. Çi dibe, çi nabe. Her kêlî dibe ku giraniya şer bikeve ser vê derê. Loma bi lez birîna heval baş girê bidin. Ez ê vegerim çeperê nav hevalan. Ez li wir bim wê baştir be. Temam e. Hevalê Qendîl û hevalê Erdal, piştî ku we heval bir milê din, vegerin vir. Em ê çeperê xwe û ji nû ve sererastkirina peywirên xwe ji ber çavan re derbas bikin. Hadê çavên min, lez bikin!
Hevala Nûjîn, bi gotina xwe ya “hadê çavên min” weke bayekê ji cem me çû. Gotinên hevala Nûjîn gelek bandor li me kiribû. Cara yekem bû ku min didît hevalek keç wisa xwezayî nêzîk dibû. Bi taybetî di rewşeke wisa ku tev şer û hemû dengê teqîn û vizeviza fîşekan.
Belê, heta niha hemû hişyarî teqîn û qîran, lê gotinên Nûjîn rewşeke şer û rastiya şer. Heta niha pêvojoya ku me jiyan kir, hemû tevzînokên sar bi ser laşê min de diçûn û dihatin. Perdeyên dilê min ev du roj bû weke pêlên deryayê geh bilind dibûn geh nizm dibûn. Me mirin bi çavên xwe dît, di nava mirin û jiyanê de me sêkerat kirin. Lê nebû qismet em bibin mêvanê axa sar a dayîmî. Gotinên hevala Nûjîn gelek ji van hestên qerisî avêtin aliyekê. Ne tenê gotinên wê, sekna wê jî tev de yê fermandareke jin a serwext bû. Di hundirê min de baweriyeke mezin da çêkirin....
Wê bidome...
Erdal Dêrik
- Ayrıntılar
Piştî ku KCK’ê hetanî 1’ê Hezîranê biryara bêçalakbûnê girt û ji hêla me ve jî ev derbasî pratîkê bû, hinek derdor ji vê tengezar dibin û hewl didin provakasyonan li dar bixin. Li gorî daxuyaniya me ya HPG-BÎM’ê ya 11’ê gulana 2009’an dide nîşandan ku, hinek derdor ji bona ku vê pêvajoyê vala derbixînin, hewl didin hinek bûyeran bikin û bixin stûyê hêzên me yên HPG’ê.
Encax ji ber ku ev hewldanên wan deşîfre bûn, negihîştine armancên xwe. Bi vê bûyerê re ne ji nêzîk ve ne ji dûr ve tu têkiliya me bi vê bûyerê re nîn e. Em wekî HPG bang dikin ku divê li hember van provakasyonan hişyarî hebe û her kes bi pejinkarî tevbigere.
Em ê ji niha û şûn ve jî bi hesasiyetiyeke mezin nêzîkî biryara KCK’ê ya ku pêvajoya bêçalakbûnê dabû destpêkirin bibin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
11 Gulan 2009
- Ayrıntılar