Ji gelê me û rayagiştî re;
1- Di 18’ê sibata 2009’an de gerîlayekî me yê bi navê Serhat Amed (Ercan Şengul) ku bi armanca tedawiyê li gundê Tilo ku girêdayî Sasonê ye dima, di encama operasyoneke dijmin de dîl ketiye.
2- Di 22’yê avrêlê de artêşa dagirker a tirk gundên Şeşdara û Qesrokê ku girêdayî qada Heftanînê ne bi roj saet di navbera 16:00-18:00’an de êrîşke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
Agahiyên der barê hevalê me yê dîlketî de;
SERHAT AMED
ERCAN ŞENGUL
1980 / FARQÎN – AMED
FATMA M.
NURÎ
1996-SASON
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Piştî hilbijartinên herêmî hatibûn nirxandin, hin tespît hatibûn kirin. Di tespîtên hatibûn kirin de, hatibû destnîşankirin ku heger encamên hilbijartinê yên bi serkeftina DTP’ê bi dawî bibin rast werin xwendin; dê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derfetê biafirîne, lê heger ev yek bi pêş nekeve dê şerê taybet-qirêj bê berfirehtirkirin.
Pêşketinên yekser ên piştî hilbijartinên heremê, nîşaneyên ka kîjan ji van taybetmendiyan wê derkeve pêş raxistin ber çavan. Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd ku encamên hilbijartina herêmî nirxandin nêzîkbûna ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd parastin. Di vê çerçoveyê de jî biryara bêçalakîbûnê ya beriya hilbijartinê hatibû dayîn heta 1’ê hezîranê dirêj kir û mîna ‘rewşa şernekirinê’ bi nav kir.
Li hemberî vê yekê tiştê di daxuyaniyên rayedarên tirk de derkete pêş ew bû ku wê şerê taybet-qirêj berfirehtir bibe. Di daxuyaniyhen R. T. Erdogan, Cemîl Çîçek û Îlker Babûg de ev yek bi zelalî dihate dîtin. Piştî van daxuyaniyên rayedarên dewletê operasyon û binçavkirin dan destpêkirin.
Bêgûman a derketiye holê ne encameke wisa bû ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwest. Tu kes an derdor nikarin ji vê rewşê hêzên azadiya kurd berpirsyar bigirin. Berpirsê rewşa heyî, ew ên ku operasyonan li dar dixin û binçavkirinan pêk tînin. Kî van operasyon û binçavkirinan pêk tîne? Dema ev rastî li ber çavan bê girtin dê bersiva vê pirsê jî zelal bibe.
Operasyon li çolterê li hemberî gerîlayan tên li dar xistin. Ên van operasyonan dimeşînin yekser di bin berpirsiyariya artêş û serfermandariyê de ne. Binçavkirinên li bajaran jî bi fermana dozgeran ji aliyê polîsan ve tên meşandin. Dozger û polîs di bin kontrola Wezareta Karê Hûndir û hikûmetê de û bi fermana wan tevdigerin. Di vir de rastiya derdikeve holê ew e ku; artêş û hikûmet li dijî hêzên azadiya kurd di çerçoveya planeke hevbeş de hereket dikin û ketine nav êrîşeke berfireh. Ji ber vê yekê jî nikare were gotin artêş û hikûmet ji hev cuda ne, an jî di nava nêzîkahiyên ku hevdû bê bandor bikin de ne.
Vekirî ye ka nêzîkbûna artêş û hikûmetê tê çi wateyê. Ev tê wateya ku di çerçoveya konseptekê de ketine nava tevgerê. Di vir de tiştê ku derdikeve holê ew e ku li dijî helwesta hêzên azadiya kurd a ji bo aştiyê, dewleta tirk xwedî nêzîkahiyeke ku şer berfirehtir bike ye.
Ev demek e di qada navneteweyî, herêmî û siyaseta hûndirîn de guftûgoyên ka PKK çawa dikare were tasfiyekirin lidar in. Hin plansaziyên ji bo vê yekê hatine kirin hene. Ev plan di serî de DYA bi agahdarî, erêkirin heta beşdarbûna hemû hêzên navneteweyî tê amadekirin. Plansaziya ku mîna ‘Plana Barkey’ tê binavkirin û ji Serokatiya DYA’yê re hatiye pêşkêşkirin jî yek ji van hewldanan e. Tê fêmkirin ku li Tirkiyeyê jî piştî hilbijartinên herêm hin plana li dijî hêzên azadiya kurd hatine meşandin û ew jî parçeyekî konsepta giştî ne. Ji xwe di heman çerçoveyê de li Tirkiyeyê guftûgo tên meşandin û dixwazin raya giştî ji bo vê yekê amade bikin.
Cewherê Plana Barkey tasfiyekirina PKK’ê ye. Hêzên navneteweyî û herêmî jî di nava vê planê de cih digirin û rola aktoriya bingehîn dane Tirkiyeyê. Bi van hêzan tê xwestin tasfiyekirina PKK’ê bibin serî. Li gorî vê yekê; di qada siyasî de Tirkiye dê biryaran bigire û planên taybet ên der barê PKK’ê de jî dê mora wê li van biryaran bixe. Di bicîhanîna vê planê de ji hev cudakirin / veqetandina PKK’ê; yên bi xeter, yên kêm xeter, yên dikarin bikişînin nava sîstemê û hwd. Cudakirin û veqetandina ji hev a van hêzan esasê planê ye.
Rayedarên dewleta tirk pêvajoya hilbijartinê û piştî hilbijartinê ne di çerçoveya afirandina hawîra aştiyê û çareseriya pirsgirêka kurd, berovajî vê yekê amadekariyên li gorî Plana Barkey tercîh kirine. Pêkanîna vê yekê mîna hedef daye ber xwe. Operasyon û binçavkirin jî ji bo vê yekê pêk hatin.
Divê ev rastî bê û durist bê xwendin. Heger ev yek rast neyê xwendin, bendawariyên cuda derkevin pêş; wê derfetê bide ku ên di şerê taybet-qirêj de israr dikin cesaretê bigirin û wisa tevbigerin.
Di demên borî de jî em bûbûn şahidê nêzîkahiyên bi heman rengî. PKK’ê gelek caran agirbesta yekalî îlan kir û pêvajoyên bêçalakîbûnê pêk anîn. Lê belê ev nêzîkbûnên PKK’ê ji aliyê dewletê ve mîna lawazî û zaafiyetê hatin nirxandin û xwestin ji bo berfirehtirkirina şer mîna derfetê bi kar bîne. Niha jî rayedarên dewleta tirk ketina nava heman şêwaz û nêzîkatiyê.
Agirbestên yekalî û pêvajoyên bêçalakîbûnê yên PKK’ê îlan dike ne ji qelsiyê ne, berevajî wê ji encamên hêzdarî û xwebariyê ne. PKK’ê di sala 1993’an de dema ji aliyê tevgera gerîla û gel de pêngavêke mezin hatibû avêtin agirbesta yekalî îlan kir. Wê demê rayedarên Artêşa Tirk di nirxandinên kiribûn de mikûr hatibûn ku wan ‘bajarên kurdan winda kirine”. Tevî vê rastiyê jî, PKK’ê di dema herî bihêz de; agirbest îlan kir û derfet da aştî û çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd. Niha jî ji bo PKK’ê pêvajoyeke bi heman rengî mijara gotinê ye. Di pêvajoya ku di Parastina Rewa de serkeftinên mezin bi dest xistine, serhildan bilind dibin û îradeya gel a demokratîk derketiye holê de PKK’ê pêvajoya ‘şernekirinê’ îlan kir û bû xwediyê gaveke nû ya ji bo aştî û çaseriya demokratîk a pirsgirêka kurd.
Divê ev yek rast bê dîtin û mîna lewaziyekê neyê dîtin. Heke wisa şaşfêmkirin bidome dê encamên ku neyên telafîkirin rûbidin. Rayedarên devleta tirk difikirin ku hêzên navneteweyî, herêmî û paşverû bide pişt xwe û bi wan encamê bi dest bixe. Lê bi tenê xwe dixapîne. Ka çawa di demên borî de kete nava şaşiyên bi vî rengî û winda kir, di pêvajoya em tê de jî ne mimkûn e ku encameke cuda bi dest bixe. Di rewşeke israrkirina di plana tasfiyekirina hêzên azadiya kurd e, dê encameke ji yên berê cudatir dernekeve holê. Bi awayekî xwezayî di vir de ya winda bike dê dewleta tirk a piştî hilbijartinên herêmî tercîha xwe ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyê de bi kar neaniye be. Ya winda dike dê dewlet bi xwe be.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1 – Di 20’ê avrêlê de êvarî saet di di navbera 17:00 -18:00’an de artêşa dagirker a tirk hawan û obûsan avêtiye herêma Nîrveh û gundê Guntê Tê ku girêdayî bajarokê Şêladiza Duhokê ne. Dîsa heman şevê êvarî saet di navbera 22:00-23:00’an de balafirên şer ên artêşa dagirker ên tirk herêmê bombebarîn kirine.
2 – Di 13’ê avrêlê de operasyona ku ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Şehîd Brûsk ku girêdayî Eyaleta Amedê ye hatibû destpêkirin hê jî didome. Wekî din leşkerên artêşa tirk li ser riyên gundên ku li herêmê ne, noqteyên kontrolê danîne û dest didin qutê eydî gundiyan. Di 20’ê avrêlê de jî artêşa tirk di danê êvarî de li heman qadê obûs û hawanan avêtine gundê Prêjmanê.
3 – Operasyona artêşa dagirker a tirk ku di 17’ê avrêlê de li hember hêzên gerîlayên me yên ku di asûna parastinê de ne ku dabû destpêkirin hê jî didome.
21 Avrêl 2009
- Ayrıntılar
Mustafa KARASU
Tevgera azadiya kurd biryara bêçalakiyê heta 1’ê Hezîranê dirêj kir. Piştî ragihandina biryarê di rojekê de bi dehan rayedarên DTP’ê hatin girtin. Di dema girtina DTP’yiyan de, Fermandarê Artêşa Tirk, dîsa peyva; ‘miletê tirk’ di devê xwe de dicût.
Başbug diyar kir ku eger kêmenetewe û civak neyên afirandin, mirov dikarin mafên xwe yên şexsî bi kar bînin. Çawa ku qenciyê li wan bike. Zîhniyet nehatibe guhertin jî, behskirina ji gelê Tirkiyeyê, delîla wê yekê ye ku li hemberî têkoşîna gelê kurd di nava zehmetiyan de ne.
Piştî ku ketin zehmetiyan pêwîst dîtin ku axaftinên wisa bikin. Piştî ku behsa gelê Tirkiyeyê kir dîsa behsa miletê tirk kir. Eger gotina miletê tirk ne têgîneke etnîkî ye, wê demê bila ji vê nasnameya jor re bê gotin; ‘miletê kurd’.
Eger behsa biratiyê tê kirin, bila her pêncî salan carekê ev nasname bê guhertin. Em niha bêjin miletê kurd, piştî 50 salên din em bêjin miletê tirk.Yên guhdarî dikin wê bikenin, mafê wan yê kenê heye.
Her kes nikare li gorî xwe têgîna milet şîrove bike. Danasîna wê ya zanist û civakî heye. Eger bê gotin miletê tirk, wê ziman tirkî be; eger bê gotin miletê kurd, wê ziman kurdî be. Eger bê gotin bila bê gotin miletê tirk, lê bila ziman kurdî tenê zimanê fermî be, wê Îlker Başbug pêşniyareke wisa qebûl neke.
Bi kurt û kurmancî, gotinên Îlker Başbug ji hewldana tevlîhevkirina seriyan pêve ne tiştek din e. Eger bigota neteweya Tirkiyeyê nasnameya jor e, lê belê nasnameyên din nasnameyên jêr in û bigota nasnameyên jêr di ware çandê de ji hev ne li pêştir in, wê wateyeke wê hebûya. Lê di serî de diyar e ku ev gotinên wî ji bo xapandinê ne.
Binçavkirina DTP’iyan, êrîşa li ser îradeya gelê Kurdistanê ye ku di hilbijartinan de derxistibû hole. Ji ber ku encama hilbijartinan hezim nekirine ev êrîş pêk anîne.
Ji xwe piştî hilbijartinan Tayyip Erdogan weke kesê hem diz hem daberiz, got; DTP’iyan bi dare zorê deng standine. Çend caran ev dîtina xwe anî ziman. AKP’iyan binketina xwe ya li Kurdistanê bi vî awayî diyar kir.
Hinek hestîkojên li derdorên AKP’ê di televizyonan de diyar dikirin ka çawa DTP’ê zor daye hilbijêran. Bi van nirxandina zemînê êrîşan amade kirin. Bi van nirxandinan bang li polîsan dikirin, digotin bikevin nava tevgerê, DTP’ê ji hev belav bikin.
Êê, wisa ye eger DTP bi dare zorê deng ji gel standibin, wê demê wê polîs bi ser wan de biçe, wan bigire. Ji ber wê Ahmet Turk got; serokwezîrê Tirkiyeyê fermana girtina hevalên me daye. Di vir de Ahmet Turk ras dibêje.
Ji ber ku fikirîn ku wê AKP pêşiya DTP’ê bigire, negirtin. Lê AKP’ê ev erkê xwe bi cih neanî. Bi vî awayî tu wateya desthilatiya wê nema. Di rewşeke wisa de AKP dixwaze bi van operesyonan li ser piyan bimîne.
Dixwaze vê bêje; di hilbijartinan de min nikarîbû DTP’ê bişkînanda, lê belê ez bi operesyonan belav dikim; bi vî awayî dixwaze temenê hikumetê dirêj bike. Heta doh jî digotin; Pêwîst nake çek bi kar were, têkoşîna PKK’ê ya çekdarî bêwate ye; bi siyaseta qanûnî dikare vê têkoşîna xwe bide.
Eger kesên qet çalakiyên wan yên çekdarî tunebin û di qada siyasî û qanûnî de dixebitin tên girtin, bi awayekî eşkere diyar dibe ku li Tirkiyeyê derfetên têkoşîna gelan ya demokrasiyê nîne. Wateya wê ev e; li Tirkiyeyê demokrasî nine.
Li welatekî demokrasî heyî, fikrê mirovan çi dibe bila bibe, herkes ji bo armancên xwe yên siyasî partiyan ava dike û xwe bi rêxistin dike. Derketiye hole ku li Tirkiyê mafek û zêhniyeteke wisa ya siyasî nîne.
Ji milekî ve wê bêjin; bila yên li çiyê dakevin deştê, ji mile din ve yên bîst salan di girtîgehan de m
yîn dema siyasetê bikin wê bên girtin. Kesên astengî li pêşiya kirina wan a siyasetê tê derxistin, tu kes nikare ji wan re bêje tu çima têkoşîna çekdarî dikî. Ev operesyon tengkirina qada siyaseta demokratîk e.
Tevgera Azadiya Kurd dixwaze di zemînê siyasî de pirsgirêk bên çareserkirin, lê dewleta tirk vî zemînî diruxîne.
Bi awayekî eşkere dibêjin; ne em destûrê didin ku hûn di qada siyasî de têkoşînê bidin û ne em destûran û destûra bingehî diguherînin.
Tevgera Azadiya Kurd dixwaze di çareseriya pirsgirêkan de zemînê siyasî xurt bibe, lê dewleta tirk vî zemînî teng dike. Belkî DTP’ê nagirin, lê belê ev êrîş û êrîşên 1994’an ji bo heman armancê ne. Piştî ku dîtin DTP hinekî ber bi pêş ve diçe biryara kezixandinê girtine.
Armanceke vê operesyonê tirsandina DTP’ê ye. Wiha dibêjin; binêrin eger hûn ne biaqil bin, em ê diyar bikin ku têkiliya we bi rêxistinê re heye û em ê we bigirin. Yên nikarîn di hilbijartinan de pêşiya DTP’ê bigirin, niha xwestin bi êrîşan û bi terora qanûnan derdora DTP’ê teng bikin.
Vî Fermandarê Artêşa Tirk berî niha bi sal û nîvê gotibû; ‘PKK dibe siyasî. Armanca wî ew bû ku DTP’ê bike hedef. Piştî ku di 29’ê adarê de DTP bi ser ket, ên gotîn PKK dibe siyasî fermana van operesyonan dane.
Gelê Kurdistanê difikirîn ku wê êdî bikaribin pirsgirêkên xwe bi riyên siyasî çareser bikin. Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê pêşiya siyaseta demokratî vedikir. Van operesyonan darbe li baweriya ku wê bikarin mafên xwe bi riya hilbijarrinan bi dest bixin xistiye.
Lê gelê Kurdistanê ew qas bûye polîtîk ku îro ne yek, dikare çend DTP’iyan bide jiyandin. Ji bo ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, dema gerîlayek jiyana xwe ji dest dide çawa ciwanên kurd di cih de cihê wî tijî dikin, di qada siyaseta demokratîk de jî yên tên girtin, bi dehan kurdistaniyên demokrat û welatparêz cihên wan tijî dikin.
- Ayrıntılar
Ji werzan bihar e.... Dibe ku li cem her kesî cu da be, li cem me jî heman tatêl û peroş.
Çend roj berê em komek heval, her yek ji me xwe spartibû darê û em di nava giyayên hêşîn ên ku ji şilbûna barana roja din mabû û ji ser xwe neavêtibûn, di nav wan de em rûniştibûn, lê em bi heman rengî di nav tatêl, bi heman rengî di nava peroşiyekê de ne. Wê vê biharê kîjan ji me here kîjan eyaletê. Kîjan ji me wê li zozanên bilind ên Botanê be, kîjan ji me ji dûrî ve ji çiyayan li bircên Amedê temaşe bike, kîjan ji me wê rûyê xwe li axên pîroz ên Seyîd Riza bide. Û kîjan ji me wê xwe berdin Amanosan, xwe berdin Derya Reş.
Dema ku me di nav van xeyalan de nîqaş dikir, ji radyoya ku me vekirî hiştibû gotin jixweber rijiyan: “Wê kordîneya sêbare a li Iraqê dawiya PKK’ê bîne” Em tev bi hev re bi gotina “demekî ev kordîne wê vê girêka me ji hev derxe” û em keniyan, em keniyan lê ji nişka ve me xwe di nav nîqaşek de dît. Her hevalek tiştên ku me ji tv û radyoyan bihîstiye li wir raxiste.
Wê kî vê girêkê ji hev derxe…
Wê ev kordîneya ku her yek ji wan ku ji welatê xwe re xêra wan nîn in?
Wê ew Obamayê nûhatî û Emerîkaya ku li serê dinyayê bûye bela?
Wê ew Ewropaya ku rojeke wan roja din nagirin û hemû nirxên xwe li bazaran raxistine?
Wê ev Îran û Sûriyeya ku kîjan nirxên deman temsîl dikin ne diyar in û li ser navê dostaniyê xwe li maran radipêçin?
Wê ev rapora şêwirmendekî emerîkî ku der barê gelekî ku li serê wê dinyayê ye û ew bixwe jî wan qet nedîtiye?
Yan jî wê ev serokên Ewropiyên Rojhilat û yên Rojhilata dûr ku ji ber Tirkiye li ser riye “serîkî lê didin” û ew xwediyên şîrketan?
Di nav van nîqaş û kêf û şahiyê de, di nava giyayên şil de her yek ji me xwe spartina qurma darê, çawa çavên me çûne ser hev, me fêm nekir. Lê ev ne ji ber bêxewbûnê bû, dibe ku ji ber ku em li bersivê van pirsan nedigeriyan, em xilmaş bûbûn.
Yek jî me nihêrt em li Amedê di koxuşa 35’an de bûne sê darikê niftikê.
Yek jî me nihêrt em li Botanê bûne Egîdê ku ARGK’ê di guhên gel de dipispis e.
Yek jî me nihêrt em li Licê, bûne gelek ku rabûye ser piyan û li ser milên wan cenazeyê şehîd.
Yek jî me nihêrt em li Dersîmê bûne Zîlan ku tovê hezar salan avêtiye.
Yek jî me nihêrt em li Edenê û Mersînê bûne generalên biçûk li pey panzêran ketine.
Yek jî me nihêrt em li Amarayê bûne Mûstafa û Mahsûmê ku bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” çûn ser mirinê.
Yek jî me nihêrt em li Bestayê bûne Karker Cudiyê ku bi temenê xwe yê ciwan li hember serdestan çek û rextê xwe girêdaye.
Bi carekê re, dibe ku ji ber pêhesîn û pejinkariya gerîlaye, pişta me li darek çavên me vekirî û namlûya qilêşa me xwe spartiye ser milê me. Û em bi bêdengî keniyan. Wê kî vê girêkê ji hev derxe... Besiv, di wan bişirînên me de bû.
Ji werzan bihar e.... Dibe ku li cem her kesî cu da be, li cem me jî heman tatêl û peroş.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Min axaftinên Başbûg ji sernavên rojnameyan guhdar kir. Di axaftina xwe de bahsa “Gelê Tirkiyê” dike. Vê jî wekî gotina Mustafa Kemal diyar dike. Min berê vê, ev diyar kiribû. Gotinên Başbûg, ji gotinên min re bersivek e. Min dişopînin. Lê kêm tînin ziman. Di berdewamiya vê de, pêwîst dikir ku bahsa muxtariyetê bikirana. Ev jî gotina Mustafa Kemal e. Ya girîng ev e ku der barê kurdan fikra muxtariyetê ya Mustafa Kemal e. Ez di wê bendewariyê de bûm ku wê Başbûg fikra muxtariyetê ya Mustafa Kemal bianîna ziman. Çima vê nabêje! Fem nakim. Daxuyaniyên Başbûg girîng in, deriyek vekiriye, encax hemû jî evqas. Artêş dikare ewqas bêje. Ya mayî karê siyasetmedaran e.
Pêwîst e ku em PKK’ê wisa wekî avaniyeke homojen nenirxînin û wisa nebînin. Te dî bahsa hinek bombe û bombeyan ku hatine teqandin tê kirin ya, pirsgirêka bingehîn ne di van bombeyên teqandî de ye, pirsgirêka esil pirsgirêka kurd bixwe ye. Ku PKK biqede jî ev kar çareser nabe. Ji ber ku Barzanî, YNK, KDP hene. Ji wê wêdetir Emerîka, Îran, Sûriye hene. Wê her kes pirsgirêkê li gorî xwe bi dest bigire. Wê her kes hewl bide PKK’ê li gorî xwe bikarbîne. Wê Îran yek ji wan dewletan be ku pirsgirêka kurd li gorî xwe herî baş bikarbîne. Wisa wê nexwazin ku pirsgirêk çareser bibe. Bahsa lûtkeya sêbare(üçlü zirve) dikin. bahskirina vê lûtkeya sêbare bixwejî, dide nîşandan ku ev sêbare çiqas belengaz e. Ev lûtkeya sêbare, nikare pirsgirêkê jî çareser bike.
Tam gotina kî ye nayê hişê min, dibe ku gotina Arafat an jî ya Habaş e. Dibêje ku; “çarsed mirovî bidine min, ez Rojhilata Navîn ser û bin bikim” Li PKK’ê jî çarsed mirov hene, bi hezaran hene, zêdetir jî hene. Piştî tecrûbeya bi salan a li çiya, wisa nikarin biqedînin. Her bîrîmek bi tena serê xwe jî dikare şerek bi pêş bixe. Li derdora her bîrîmekê, çarsed hezar kes hene. Ji bona xelasiya canê xwe be jî, wê asta şer bilindtir bikin. Wekî din ji bona şerkirinê gelek tirîş(gerekçe) hene. Dikarin ji bona canê xwe xelas bikin û bi gelek tirîşên dîtir şer bi pêş ve bibin.
Niha tu bêjî ez ê wan ji başûr de jî tengav bikim, wê vanan herin ku derê? Hêrseke li hevciviyayî ya bi dehan salan ji bona teqînî amade ye heye. Teqîna esasî ev e. Dibêjin ku bêkarî ji sedî çil e. Ku li vir ji sedî çil be, li wir ji sedî heştê ye. Ewqas sal perwerdehiya şer dîtiye û bi şervanên ku xwedî ezmûn in bigihên hev, wê di vê rewşê de ne yek du teqîn, wê çil teqîn pêk bên.
Dibêjin ku hetanî 1’ê Hezîranê dem dane. Mesele ne hetanî 1’ê Hezîranê dem e, vê demê min bixwe jî neda, ev biryara PKK’ê bixwe ye, dem dema wan e. Ev panzdeh sal in ez ji bona pirsgirêka kurd çareseriyê bi riyên demokratîk pêk bînim, hewl didim. Niha ez li vir ji qeyrana dil jî bimirim, erdhej pêk bê û ev avahî hilweşe jî an jî ji nexweşiyêjî bimirim, wê vê ji dewletê bizanibin. Gelek hêzên ku bixwazin vê bikarbînin hene. Hêzên wekî Emerîka, Îngîltere, Sûriye, KDP, YNK, nizanim hûr û gir pêncî rêxistin hene ku PKK’ê bikarbînin. Siyaseta ku neçareseriya vê pirsgirêkê dixwaze, birêveberkarê siyaseta îngilîz e. Mesele wisa hetanî 1’ê Hezîranê dem dayîn nîn e, mesele di çareseriya vê pirsgirêkê de rê girtin e, xetereya bingehîn, teqîna esasî di vir de ye.
Înlehîn nabêjim bila bên bi min re hevdîtin bikin. Lê siyasetmedarên ku bi wêrekî vanan bîne ziman nîn e. Wê bi kî çareser bikin, kî vanan bi wêrekî tîne ziman? Kî dibêje ku ev pirsgirêk nabe ku bi paş ve bê xistin. Ez dibêjim. Ji ber ku ez dibêjim, di xwezaya xwe de ez dibim muxatab. Xwezî ji bilî min muxatabek hebûye, lê vaye nîn e! Ez dîsa bi kirpandî dibêjim; çareseriya pirsgirêka kurd nabe ku bi paş ve bê xistin. Di nava artêşê de teqez ên ku fêm dikin hene. Yên wekî Salîm Dervîşoglu fêm dikin, vê baş dizanin. Ez dibêjim, li vir ji bona çareseriyê çi bikeve ser milên min ez e pêk bînim. Ez ev panzdeh sal in ji bona çareseriya demokratîk hewl didim. Encax ez jî êdî bi fizîkî û giyanî westayam.
Elçî, hê jî dibêje ku hêza DTP’ê nîn e. Elçî, ta ji salên 1970’yan vir ve, zilamê taybet ê NATO’yê ye, ew mezin kirine. Vanan hê jî ji Emerîka, ji NATO’yê di nava bendewariyekê de ne. Elçî, Bûcak, Ûmîd Firat û gelekên din hene. Vanan hemû hatin bikaranîn. Hemû jî zilamên NATO’yê ne, zilamên Emerîka ne, zilamên îngilîzan e. Sertaç Bûcak ji hêla Almanyayê ve hate perwerdekirin û şandin Tirkiyê. Sedat Bucak jî zilamê taybet ê Tirkiyê ye. Herdu jî bi heman sazûmanê, girêdayî NATO’yê ne, bala we kişandibe, herdu jî girêdayî heman sazûmanê ne, ji hêla heman sazûmanê ve têne bikaranîn. Hê jî wisa guman dikin ku wê werin alîkariya wan bikin û wan rabikin ser piyan. Wisa difikirin ku wê PKK û DTP’ê biqedînin û wan bînin ser kurdan.
Bi hatina Rusmussen a NATO’yê, dibe ku di NATO’yê de demeke nû destpê bike. Rasmussen kesekî ku bi taybet hatiye hilbijartin. NATO, wê bikeve demeke nû. NATO’ya bi Rasmussen, dibe ku nêzîkatiya NATO’yê ya li hember PKK’ê ne mîna berê be, dibe ku hinek sistir be, dibe ku nermtir nêzîk bibe, dibe ku PKK’ê fêm bike. Ew jî nîşaneya demeke nû ye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Li ser banga serokatiya me û bi biryara ku Konseya Birêvebirinê ya KCK’ê standiye, hêzên gerîlayên me hetanî 1’ê Hezîrana 2009’an biryara neketina pevçûnan girt. Lê li hember vê sîstema TC’ê bi operasyonên bişid ber dide. Di dema van operasyonan de hêzên gerîlayên me ji bona ku pevçûn û şer derneyên bi pejinkariyeke mezin tevgeriyane, bes li hember van êrîşên bi armanca tunekirinê, di hinek pevçûnan de gerîlayên me ji bona parastina xwe ji neçarî ketine pevçûnan.
1. Di 13’ê avrêlê vir ve ye ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Gursê, Uçkula, Heftanîn, Arçek û Heredanê ku girêdayî navçeya Pîranê ku girêdayî Amedê ye operasyonek hatibû destpêkirin. Di 15’ê avrêlê de bi şev saet di 20:00’an de li Girê Sor di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de şer qewimiye û di vî şerî de yek ji wan serbaz bi tevahî 10 leşkerên artêşa dagirker hatine kuştin. Piştî şer eydî leşkerên dijmin 2 çekên ferdî HK 33 û dûrbîneke bi lazer ji hêla gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Di vî şerî de hêzên gerîlayên me tu windahî nedane. Operasyona navborî hê jî didome.
2. Di 9’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve ku cahşên eydî bajarokên Dergûl(Kumçatı)) û Sêgirkê (Şenoba) jî bi çalak beşdar bûne, li hember Girê Tendurê, Girê Xanê, Tepê Firinê, Serkê Hêryar, Serkê Deryan, Serkê Muhamedê Uso, Behrêter, Çelêsor, Geliyê Hêzil, hevrazên Herekol û Kanî Botkê ku bi ser Bestaya Şirnexê girêdayî ne operasyonek hatibû destpêkirin. Di operasyonê de gerîlayên me ji neçarî ji bona parastina xwe ketine şer û di encama şer de 17 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin. Di şer de eydî dijmin 3 çekên ferdî bi tîpa HK 33, 1 BKC bi tevlî alavên xwe û eydî leşkerek bi navê Ramazan ku hatibû kuştin kûnyeyek ji hêla gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Di van pevçûnên dijwar de ku dijmin bi gurahî teknîk bikaraniye de pênc gerîlayên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
Navê kod: Denîz Ulaş |
Navê kod: Çetîn Zerdeşt |
Navê kod: Delîl Agîrî |
Navê kod: Sason Rojhilat |
| Navê kod: Karker Cudî |
16 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 13’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Gursê, Ûçkula, Heftanîn, Arçek û Heredana navçeya Pîrana Amedê operasyoneke berfireh destpêkiriye û hê jî didome.
15 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di civîna Konseya Leşkerî ya HPG’ê de ku di meha avrêlê de li dar ket de, li gorî pêwîstiya rêziknameyê, rêhevalê me Dr. Bahoz Erdal ku ev 5 sal in peywira Fermandariya Giştî ya HPG’ê bi rê ve dibir, peywira xwe dewrî rêhevalê me Nûredîn Sofî kir.
15 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 13’ê avrêlê de bi roj saet di navbera 15:00-16:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember gundê Mergeneşê ku girêdayî Zapê ye, bi obûs û hawanan êrîş hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de eydî gundiyan zevî û baxçe zirar dîtine.
2. Di 12’ê avrêlê artêşa dagirker a tirk li hember qadên Gerdiya, Xapuşkê, Govendê, Belgatê, Sêgoşeya Basya, Girê Ciwan û Girê Bayrak ku girêdaya Eyaleta Zagrosê ne operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Operasyona navborî hê jî didome.
14 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar