Tecrîd, her roj rûpelekî ji agir e. Ev rûpelê ji agir, êdî di bedena kurdan de diteqe. Pêwiste gelê kurd jî, bêhtirîn li dora Ocalan kom bibe.
Bêguman tecrîd ne qederek îlahî ye. Lê hêzên bazirgan bi zimanê ayingehan û bi gotinên pîroz, rûpelên ji agir dinivîsin. Van rûpelên ji agir dikine yaftayê kuştinê. Kuştina li welatê parçekirî ne bes bû, dijminên bêbext û namerd destên xwe dirêjî Ewropa jî kirin.
Bi vê pêvanê komkujiya li Parîsê, “yaftayek”e destîniya rûpelên ji agir e. Ji 9ê Cotemhê û vir ve ezmanê xaka Kurdistanê ne mîna berê ye. Gelê Kurdistanê jî ne mîna berê ye. Ev guhertin li Serêkaniyê li dijî tanqên ku ji Tirkiyê derbasî Binyaxetê dibin û di destên hêzên çete û paramilîter de dibine volqan û di xaniyê Kurdistaniyan de diteqin, bi destê cengawerên ciwanên kurd yek bi yek têne ruxandin.
Serokwezîrê Tirkiyê Tayip Erdogan, vê carê hostatiya xwe ya nivîsandina rûpelên ji agir, li Dilokê nivîsîn û fermanên komkujiyan dan. Êdî, konsepta nû ya li dijî gelê kurd diyar e. Di çarçoveya tecrîda li dijî Birêz Ocalan de, komkujiya li demê û li cîhanê belakirî ye. Li Ewropa, li Rusya, li Qendîlê, li Serêkaniyê û hwd. Ev siyaseta fuzeyên patroîtan e. Her gava erênî ya ji bo daxwazên NATO, rûpelekî ji agir e û navê konsepteke nû ya li dijî Haraketa Azadiya Kurd e.
Navê vê konseptê “stratejiya entegrê ye” û bombardumana berdewamî li dijî Qendîlê ye. Helbet di vê konseptê de, entegreya BDPê heye û tunekirina gerila, yan jî minîmîze kirina Haraketa Kurd heye.
Bêguman, armancek ji ya dewleta AKPê, têkbirina serketina gelê kurd ya sala 2012an e. Ji ber ku Haraketa Azadiya kurd, di sala 2012an de, di aliyê eskerî, civakî, rêxistinî, dîplomatîk û psîkolojîk de serketineke mezin bidestxist.
Di destpêka sala 2013an de, yanî di dest pêkirina demsala zivistanî de, dewleta AKPê operasyonên eskerî zêde kirin, êrîşên hewayî zêde kirin û ya herî giring jî, komkujiya li Parîsê kire pratîkê.
Dewleta AKPê di destpêka komkujiya Parîsê de kete nava tirseke mezin. Piştî ku Serokkomarê Frensa hate bêdeng kirin, tirsa AKPê ji holê hilat. Ev jî navê xeleke zincîra komploya navneteweyî û “siyaseta patroît”an e.
Binêrin, encama hevdîtina li Imralî jî hîna veşartî ye. Ji ber ku tecrîd berdewam dike û rêvebirên BDPe wê biçin Imralî, naçin ne diyar e. Birêz Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re, destnîşan kir ku ewê nirxandina pêvajoyê, ji heyeta BDPê re bike. Got, “eger werin!..”
Dewleta AKPê, ji bo ku inîsiyatîfa pêvajoyê bike destên xwe, di her alî de şer dijwar dike. Bi komkujiya li Parîsê, dilê gelê kurd dax da. Hîna jî êşa daxkirina di serdilkê gelê kurd de neçûye. Dîsa jî gelê kurd bi “aqîlane” haraket kir û nekete nava şoqa tolhildanê. Deng nekir, lê jibîr jî nekir. Ev rûpelê ji agir, di sînema gelê kurd de dişewite. Ji ber ku hedef girtina 3 siyasetmedarên jinên kurd di dîroka mirovahiyê de manîdar bû. Yek ji van jinên ku hedef hate girtin Sakîne Cansiz bû. Yek ji 5an, yanî stêrika ezmanê jiyana nû ya gelê kurd bû. Wek navekî mîtolojîk Îştar derketibû holê û tifa li rûdêna reş ya faşîzmê bû. Lewma hedef girtina Sakina Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, xwedî wate û stratejiyek taybet e.
Belkî, xewn û xeyalên kesên komkujiya Parîsê pêkanîn, ji sedema “haraket kirina aqîlane” ya gelê kurd ne hatin cih. Lê ev nayê wateya ku, hêzên reş wê êrîşên xwe bidin rawestandin. Komkujiya li Parîsê planekî demdirêj e û alternatîfên wê jî hene. Ev alternatîf her dem û li her cihûwarî dikarin bikevin pratîkê.
Helbet gelê kurd wek hêzêke siyasî, disîplînekirî derketiye holê. Li hemberî her êrîşa kujerî û psîkolojîk vê rewşa xwe ya têgihiştî destnîşan bike. Lê şerê pir-alî yê pîskolojîk û çikandina îradî bi dijwarî berdewam dike.
Yek rê li pêşiya gelê kurd heye: Divê inîsîyatîfa ku di xwedî derketina li cenazeyên 3 jinên şoreşgerên gelê kurd de, li Amed, Dêrsim, Mereş û Mersînê kire destên xwe, ji destên xwe bernadê. Riya vê jî, li dora Ocalan kombûn e, li çar parçeyên Kurdistanê dilsoziya yekîtiya neteweyî ye. Li dora Ocalan kombûn, têkbirina “siyaseta entegrê ye”, dilsoziya yekîtiya gel jî, qetandina rûpelên ji agir û şikandina zincîra komploya navneteweyî ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Tecrîd, berdewam dike. Tecrîd navê şerê li dijî edebiyat, lîteratur, ferheng, siyaset, kultur û tevahiya nirxên gelê kurd e. Di şerê li dijî tecrîdê de, bêalîtî, bêdengî xizmeta dijmin e.
Ez edebiyatê derî siyasetê, siyasetê jî derî felsefê nabînim.
Xala duyemîn: Baweriya min ew e ku, nivîskarê çavdêriya dema xwe neke, ji berpirsiyariya dema xwe jî dûr dikeve. Bêguman nivîskarên ku romanên dîrokî dinivîsin pirr hene. Lê yek ji wan nivîskaran nikare, rol û mîsyona xwe ya civakî, yanî sosyolojîk bilîze. Çima? Zimanê wan, hunandina pirtûkên wan ji “vakayinuvis.” dûr bin jî, nikarin xwe ji davika “edebiyata felzekê” xelas bikin.
Di van rojên ku li herêmê dîrok ji nû de tê nivîsandin; hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de; destîniya gelê kurd jî diyar dibe. Her pengav giring e. Ji ber ku her gotin, her hevok, her gav, her pêkanîn, bi xwîna civanekî, zarokekî, qîrêna dayikekê tê neqiş kirin. Lewma dengê nivîskaran, çavdêriya wan giring e.
Bêguman neynika nivîskar, berhemên wî ne; hêza wî jî gotinên wî ne.
Edebiyat gotinek erebî ye û ji “edeb”ê tê. Lê “edeb”, ketiye qonaxa “edeb-î kelam”, “edeb-î huner”, yan jî “edeb-î amûz” û rola xwe dilîze. Wateya van gotinan teva, mamostatî û fêrkirin e. Yanî edebiyat, di wateya zanista “asaletî, zerafetî, nezaketî, zekewî-hişmendî” yê. Ne tenê ziman, mêjî û bedena mirov jî “edeb” dike. Edebî huner, edebî amûz ev e. Bi vê mebestê edeb, weke çavkaniya “xislet û nirxên pîroz” tê binavkirin.
Dema ku, ev xislet û pîrozî gihiştin mirovan, gihiştin civakê; mirov û civakê têgihiştî, zana, demokrat, dilsoz, xwedî taybetmendî dike. Van xisltena jî di hunerê “xwedî derketin û parvekirina adîlane de” derdixe holê. Edebiyata ku rola xwe bilîze, civakê bi nirxên “efrûzî” sazkar dike.
Eger civak ji giyanê afirgeriya felsefîk dûr bikevê, hingî ji arêna dîrokê jî dûr dikeve. Edebiyat sênca afirgeriya felsefîk e. Lewma barekî giran li ser milê nivîskar û rewşenbîrên kurd e. Her nivîskar û rewşenbîrên kurd, mecbur e ku xwe wek gerilayekî, wek milîtanekî qelemê bibîne. Luksa pêvajoyê, ji hewldana bêalîtî û bêterefiya revok re nîne. Sosyolog dibêjin: Bêalîtî, felcbûn e
Mînak: Li Parîsê dilê gelê kurd hate kuştin. Kuştina 3 jinên kurd, li bajarê ronahiyê Ville Lumièr, tê wateya kuştina Şoreşe Frensa; tê wateya edaleta engizisyonê, tê wateya faşîzmê. Di vê heyamê de, engizisyon jî, faşîzm jî hatiye mahkum kirin. Ev yek.
Mînak: Di nava 4 salan de li Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê, li dijî gelê Kurd qirkirinek siyasî tê meşandin. Ev qirkirin, skandalên huquqî û haqareta li gelê kurd, li kultur, ziman û rûmeta kurd e. Ev du.
Mînak: Her operasyona leşkerî kuştina cografya Kurdistanê ye. Kuştina xaka mirov, hewa mirov, ciwan û dahatuya mirov e. Di van operasyonan de, çekên kimyewî têne bikaranîn û komkujî pêk tên. Ev sê.
Mînak: Roboskê, Helebçeya duyemîn e!... Ev çar.
Mînak: Çar hezar gundên kurdan hatin şewitandin, bi milyonan mirov hatin koçber kirin. Ev pênc:
Mînak: Erdnîgariya Kurdistanê bûye nexşeya gorên komî. Ev şeş.
Li hemberî van mînakan, ne Sholohov, ne Victor Hugo, ne Dostoyewskî, ne Balzac, ne Pîcaso, ne Gogol, ne Gunter Gras, ne jî Sartre bêdeng maye. Pirtûkên wan, neynika vê rastiyê ye. Bûne berdevkê dema xwe û qelema xwe wek şûr bikaranîne. Divê kes xwe bi lîberaltiyê nexapîne.
Lîberalîzm, destpêka kuştina kolektivîzmê ye. Dibin navê “xweser”iyê de, bazara mirovên otorîter sazkar dike. Otorîte, bawerî, ol, pîrozî û nirxan nasnake, lê bi îddîa gerdûnî derdikeve holê û di her karûxebata xwe de dirutiyê dike. Vê dirûtiya xwe jî, ji hêza otorîter distînin. Ev navê AKPê ye.
Dema ku kanun bû gotinên di nava du lêvan de, detshiilatdarî dest pê dike. Bi vê mebestê nivîskar û rewşenbîrên Kurd, mecbur in dema xwe bixwînin û bibin bersiva demê.
Gelê kurd, bi destê AKPê tê kuştin. Serokwezîr Erdogan jî, bi edebiyata maxduriyetê dest bi siyasetê kir; lê wek mîratzadeyên 12ê Êlûnê û emperetoriya tirsê derkete holê. Eger, nivîskarên kurd îro, qelemşoriya xwe ya di hêza “edeb-î amûz”, ya “edeb-î huner” de bikar neyînin û weke pêşengê civaka “efrûzî” dernekevin holê. Hingî gunehkariyê dikin. Siyaset zanist e û hunerê pêşengiya civakî ye, eger nivîskar û rewşenbîrên kurd ji vê hêzê dûr bin, paşeroj waweylê ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26'e Çileyê saet 16.00'an de li hemberî gire qeraqola Gundikê Şêx ku di nava sînorên çiyayê Gabarê ya bi ser Navnda Şirnexê ve ye ji aliye gerîlayên me ve çalakiyek hatiye li darxistin. çalakiye ku 2 Qulûbeya nobede hatiye hedef girtin de 4 leşkerê dijmin hatiye kuştin. piştî çalakiye arteşa dagirker a Tirk bi helikopterên kobra, obûs û hawanan qada çalakî û derdora xwe yê nizîk bi dijwarî bombebaran kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Daxuyaniya ku 24’ê Çileyê ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandina me ve hatî dayîn, me ragihandibû ku, artêşa Tirk ya dagirker li bejahiya navçeya Mîdyat ya Mêrdînê operasyon daye destpêkirin û agahiya me ji 2 rêhevalên me tune ye. Di encama lêkolînên me de zelalbû ku 2 rêhevalên me tevlê kerwanê Nemira bune.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Hikûmeta AKP’ê ya mêtinger, qaşo di nava hewldanên aştiyê de ye. Di vê dema ku propagandaya aştiyê dike de, bi ferman û emrê Erdogan li gelek cihên Kurdistanê opersyon artêşa dagirker a tirk didomin û li hemberî gerîlayên me tevgera îmhayê hatiye destpêkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
ji 20’ê Çileyê û heta neha li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Çiyayê Reş, Xergol û Gondê Bêtkarê ya bi ser Zap’ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bihewan û obusan hatiye bombekirin. Bobebaran hîna berdewame.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16’ê Çileyê li dijî polîsên li derdora nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê dewriyeyê digeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin, di vê çalakiyê de polîsek yê dijmin hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê Çile de saet di navbera 22.00 û 23.00’an de li Herêmên Parsatinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Qendîlê de artêşa tirk ya dagirker li hemberî gundê Sîle bi balafirên şer bombeberan pêk anîn.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê û hêza wê ya Parastinê HPG’ê yên zêdebûne, her wiha konseptên nû yên înkar û îmhayê bi durûyî berdewam dikin. Artêş û hikumeta Tirk ku plan dike di sala 2013’an de jî dagirkeriya li Kurdistanê hîn zêdetir bike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Çile de Saet 14.00 Dema rêhavalê me Akîf ji bo bi erkekî rabê li navçeya Nisîbînê ya Mêrdînê pevçunek navbera polîsê tevgera taybet yê artêşa dagirker a tirk qewmîye, û ruxmê rêhevalê me giran birîndar buye nêzî 45 deqeyan pevçun berdewam kiriye
- Ayrıntılar