4 Nîsanê rojbûna Rêberê Haraketa Azadiya Kurd e û gel jî, vê rojê weke toreyekê qebûl kiriye û dibin navê Meşa Amara de diçe gundê Amara û rojbûna Ocalan pîroz dike. Nam-i deger wezîrê karên hundir yê AKPê, fermana çalekî, miting û numayişên gel li Rihayê qedexe kirine. Tenê ji bo gelê Kurd, di 4ê Nîsanê de Meşa Amara lidarnexe, neçê gundê Amara û “zêw”a rojbûna Birêz Ocalan pîroz neke. Ev ferman, di dîroka Komara Tirkiyê de yek û menendê wê nînin. Yekemîn car e, ji b bajarekî fermanek wiha tê dayin.
Neynika siyaseta dewlet û desthilatdariya AKPê ya di şexsê Ocalan de, li dijî gelê Kurd e. Gava yekemîn di pîrozbahiyên Newrozê de hate avêtin, gava duyemîn jî di Meşa Amara 4ê Nîsanê de diavêjin.
Dixwazim destnîşan bikim ku, pîrozkirina rojan, di nava gelê Kurd de toreyeke qedîm e. Di vaka-nivîsên dîrokzanan de, ev roj, bi navê “ZÊW” têne naskirin; berî zilmeta komara “hovangeh”, wêrankirin û tarûmarkirina pîrozî û xelatên kevnare, rojên taybet hebûn û di şexsê kesayetî û wargehên taybet dihaitn pîroz kirin. Wek Zêwa Hexê Bêsa, Zêwa Dêremerê, Zêwa Seyit Bilal û hwd. Ev kes û wargehên ji aliyê gel ve pîroz têne dîtin in.
Birêz Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd lîderek e, nirxek e. Gelê Kurd, bi deh caran, ji raya giştî re deklere kiriye ku Ocalan, ji bo wan “xeta sor” e. Bi vê mebestê daxwaza serbest berdana wî dike. Ji bo vê jî têkoşînê dike. Komara Tirkiyê bixwaze ne xwaze Ocalan lîderê Haraketa Azadiya Kud e û gel jî ew, weke îradeya xwe qebûl kiriye. Di her firsetê de, navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd jî destnîşan dike. Dewletê jî, desthilatdariya AKPê jî, ev rastî berî niha erê kirin, hevdîtin kirin, diyalog dane dest pê kirin. Piştre, li gorî nasnameya xwe ya qedîm, bêbextî kirin.
Komara Tirkiyê û desthilatdarên Tirk, ji roja roj, yanî di vaka-nivîsên qedîm de, em dibînin ku her dem êrîşî lîderên Kurd kirine. Dikujin û winda dikin. Piştre li dijî wan propagendeyên bê exlaqî dikin. Teva dikine sergerde, derî hemdemî û wek pêşengên “qiyamê” binav dikin. Ev xisleta gemarî ya Komara hovangeh e.
Eger werê bîra xwendevanan, heta doh bû, lîderên Başûrê Kurdistanê jî, bi serokeşîrtî bi nav dikirin û digotin, “ew muxatabê çawuşên me ne.” Di heman demê de, serokeşîrên Iraqê li Stembol û Enqerê dikirin mêvan û dixwestin li dijî Kurdên Başûr bikin nava serîhildanê.
Lê xuya dike ku sîstema kapîtalîst di bedena AKPê de faşîzmê zindî dike û ev faşîzm li dijî gelê kurd di partîkê de ye. Desthilatdariya AKPê, ji çar aliyan ve qikirina li dijî gelê Kurd kiriye pratîkê û cîhana ku qirkirin wek sucê mirovahiyê dibîne dengê xwe dernayêxe: Yek; çekên kimyewî bikar tîne... Ev sucê Mirovahiyê ye. Du: Sifilan bi komî dikuje... Ev sucê mirovahiyê ye... Sê; Qirkirina siyasî kiriye pratîkê... Ev sucê Mirovahiyê ye... Çar; asimilasyon û qirkirina kulturê bi deh salan e dikê, îro jî didomîne... Ev jî sucê mirovahiyê ye. Hîna jî Almanya xelatê dide serokwezîrê Tirk, Obama jî, Erdogan wek wezîrê milê rastê bikar tîne...
Îcar, Erdogan ji aliyekî ve fermana kuştina zarok, jin û komên xelkê dide; wezîrên wî jî, ji aliyekî ve fermanên rewşa awarte, bi navê din faşîzma reş îlan didin.
Sartre dibêje “dojeh serilhildan e”, lê xuya dike ku Komara Tirkiyê dojeh e. Lewma min gotina Komara hovangeh bi kar anî. Hovangeh, çavkaniya hovîtiyê ye. Berî di rojan, KMMa navendî bîlançoya pîrozbahiyên Newroza 2012an ragihande raya giştî. Emcama êrîşa Polîsên AKPê ya li dijî pîrozbahiyên newrozê,1.366 kes girtine binçavan. Ev tê weateya ku ev kes teva bi êşkence û lêdanê haitne girtin. Bıla gumana kesî nebe, kesên ku ji tirsa binçavkirinê neçûne nexweşxaneyan jî, biqasî vê hejmarê hene.
Di vê kêlîka ku nivîsa xwe dinivîsim dem du dîmen ji ber çavên min naçin: Yek, grevên birçîbûna li zindanên Tirkiyê û li Strasbourgê ye. Du, helwesta romî û polîsan li dijî gelê di Meşa Amara de ye...
Gelê Kurd, di Newroza 2012an de daxuyakirin ku gelê Kurd, “Drevşî Kawê/Ala Kawayê Hesinker” ji destên xwe bernade û destîniya bextreş şikandiye, zincîr û leleyên koletiyê jî parçe kirine. Dîse di grevên biçîbûnê de, çalekger “Drevşî Mazlum / Ala Kawayên hemdem” ji destên xwe bernadin û destiniya bextreş şikandine, zincîr û leleyên koletiyê parçe kirin.
Di Meşa Amara de jî, wê gelê Kurd, Drevşî Kawê û Drevşî Mazlum, di qada herî bilind de, bibalivîne û fermanên bi zincîr û lele parçe bikin. Gelê Kurd dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de û bi hişmendî û hewngiriya Birêz Ocalan, di kelih û bircikên Tirkiyê de dever vekirine. Desthilatdariya AKPê, çi dike bila bike, Tirkiyê çiqasî bibe Komara Hovangeh jî, nema dikare gelê kurd bi zincîr û leleyan girêbide.
Gelê Kurd, wê rojbûna Ocalan 4ê Nîsanê jî pîroz bike; di rojên şehadeta zarokên xwe de jî, wê wan wek pîroziyên xwe jî bi dilsozî yad bike.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Şagirtên Dibistana Haqî Karer
Berê wî, her tim li doza ku xwe ji bo kiriyê cangorî bu. Nihêrînên wî tarîtî di hilweşant. Hêviyên pir mezin didan sterka berbanga sibê. Dilê wî bîranînên pir mezin ji asore dike diyarî. Gelo, ji bo ku mirov Fermandarê mezin Mahsum Korkmaz vegotin bike wê peyv têrê bike? Qêrîna ku ji dilde tê, ji bo bûyîna şopdarî Fermandarê mezine. Ala ku li Gabar’ê emanêtê me kiriye, bilindkirina vê alê ji bo me soza herî bi nirxe.
Rêheval Egîd fermandarê çalakiya guleya yekemîne. Yê ku vê çalakiyê plansazîdike û bi rêxistin dike jî rêheval Egîd’e. Gula yekemîn, bîrdariya şerê me yê tekoşîn û vêjinêye. Gerîllayê Kurd cewherê xwe û teşeyê xwe ji rihê heval Egid digre. Ji bo ku mirov bikaribe pêşengtî, merd bûyîn û lehenqtiya rêheval Egid bîne ser ziman pêwîste mirov bikaribe fêmbike. Di dîroka me de, Hemleya 15 Tebaxê wek zayînek tê dest girtin. Di roja me îro de jî, dibin fermandariya rêheval Egid’te ev şêwaz bi hemu germ bûna wê tê jiyan kirin. Beriya wê dema mirov meyze dike her timi xêvê mirovan da êşek hebu.
Dema mirov destana lehengtiya heval Egid meyzedike hertimî di hundirê wê de behsa nûbûyîna dike. Ev heqîqêt jî, çavkaniya xwe ji jiyana ku domdarî tê jiyan kirin digre. Pêwîste mirov, ji dilên bi hezaran gerîllayên ku şopdarên rêheval Egid’in pirsbike. Mirov ji şopdarên ku demên herê zehmet de hêvî, bawerî û evînî her timî di xêvêwan de şînin pirs bike. Em ji kesên ku, ji dervey soza wan tu tiştekê wan nîne û layîqê vê dozê derketine hevalên Şehîd pirsbikin. Ew dem, wê bersivên pir mezin were girtin.
Jiyana mezin bingeha xwe ji serkeftinê digre. Heval Egîd bi disiplîna xwe, dilnizimtiya xwe, zirektiya xwe, kedkartiya xwe û hêza xwe ya rêxistinkirinê xeta milîtan tiyê ye. Hemû jiyana xwe ji bo jiyanek bi rumet û bi şeref daye. Di riya heqîqetê de bûye hewarî. Bê hêvî bûna ku di dîroka Kurdistanê de hatî avakirin heval Egîd bu navê hêviyê. Ruxmê ku hemu jiyan û tevlê bûna wê serkeftiye, lê dîsa jî xwe kêm dibîne û xwe deyndar hisdike. Heval Egîd di zanistiya rêxistin û nirxên hevalên Şehîd de bu. Kesayeta heval Egîd da diyarkirin ku kesên Serokatî, hevalên Şehîd fêmnekin nikarin şerê ku didin meşandin jî fêm bikin û nikarin bibin xwedî rûmetek bi nirx. Her wiha nikarin bibin rihê heval Kemal, Mazlum, Heqî û Xeyrî. Gava 15 Tebaxê dibe bawerî, rêxistin û baweriya cewherî. Dibe bêaman bûna derbaskirina zehmetiyan.
Şert û zurifên Kurdistanê de gerîllatî kirin bi neyarê xwere bi her awayî şerkirinê dixwaze. Bi rastî jî erdnîgariya Botanê de gerîllatî kirin vînek pir xurt ji mirovan dixwaze. Heval Egîd li hember her zordestiyên tên meşandin tucarî xwe paşde nadit. Di kesayeta xwe de hemu taybetmendiyên gerîllatî di hewîne. Tu tiştek li pêşiya wî nabe astenk. Di Kurdistanê de, gerîllatî yêkem car tê jiyan kirin. Gavên yêkem her tim di nava xwe de nenasbartiyê di hewîne û bi xwere xeteriyan jî tîne. Çarenusa gelekî, pêşeroja tevgerê û şêwazî tekoşîna wê, di gava yêkêm de veşartîne. Ji bo vê tebatek pir mezin û ustatiyek dixwaze. Heval Egîd di be dil û mejiyê heval û gelê xwe. Heval Egîd azweriya serkeftinê ye.
Li hember hevalên xwe û gelê xwe dilnizimtiyek pir zirav di de raberkirin. Ji bo vê jî, li hember her tiştê pir bi neşmî nêzik di be û li ser her ziraviyan jî disekine. Heval Egîd fermandarek wisane ku, ji par vekirinê hesdike, wekheviyê hesdike û fermandarek dadmendiye. Lê belê, li hember şaşitiyên xwe û neyarê xwe jî pir hişk û xedare. Ji bo xwe hertimî rexne û rexnedayîne girink dibîne û tucarî li hember serkeftinên bi dest dixe xwe winda nake. Her tim di nava şerê yê baştir kirinê deye. Li hember pirsgirêkan her timî çareseriyê dibîne. Ji dîrokê encaman derdixe.
Heval Egîd di bê je rêxistin, zanabuyîn û çalakî mivta serkeftinêye. Van gotinên xwe bi vê awayê vegotin dike;”ger ku cesaret bi zanistre nebe yêk, zanist jî rêxistinre nebe yêk, rêxistin jî bi çalakîre nebe yêk, çiqasî fedekarî were kirin jî, wê her tim mehkumê bin keftinê be. Di dîroka me de ev pir vekiri li ber çavane.” Mirov pir vekirî dibîne ku heval Egîd şervanê heqîqetê ye. Em jî, wek şopdarên heval Egîd di bêjin ji bo me jî, şervantiya heqîqetê rêgêzê jiyana me ye. Ji me re di bêje, ji hemu ez ezî bûyina xilas bûyîn û xwe di nava civak bûyînê de hêlandin wê mirovan ber bi serkeftinê ve bibe. Ji bo vê di bê je;”xebatên mirovan çiqasî hevbeş be ewqas serkeftin bi xwere tîne. Kesayet çiqasî erkê xwe baş pêk bîne wê ewgasî bi karibe rêxistin bûyîn bi de avakirin. Ronahiya ku wek agirê kayê bê derewe û derbasdibe.”
Her timî di nava lêgerînê de ye. Di zana bûyîna wê de ye ku, jiyana herî rast, di xeta Serokatîde jiyankirene de derbasdibe. Heval Egîd di zane ku gerîllatî û fermandarî temsîlkirina Serokatiye. Ji bo vê yêkê pir bi hesas nêz di be û li hember rewşên derdikeve jî hesas nêz di be. Bi hevalanre jiyan dike û her timî, ji bo hevalên xwe seknek baldarî dide raberkirin. Çi dizane û lêkolîn dike parvedike û derdorê xwe perwerde dike. Her tiştê despêkê bi xwe dike, tevlî dibe û dide fêmkirin. Di derdorê xwe de vîn dide avakirin. Di erkên şoreşkertî pêk anînde ne tinê di fikirde, di kesayeta xwe de û pratikê de pêk tîne, dide pêkanîn. Li hember kesên bêbext, bê rêgez seknek pir bi rêgez û ideali dide raberkirin. Tu carî jiyanek ji rêzê na pejirîne. Di jiyana maddi de jiyanek bi maneviyet, nirx, wate û pîroz di de avakirin. Heval Egîd’re jiyan kirin bi heqîqet re jiyan kirine. Ji bo vê Serokatî di bêje;”heval Egîd şîrine, heval Egîd dilawere, heval Egîd fedekare.”
Bêguman ji bo ku mirov heval Egîd bîne ser ziman, hêzek pir mezin tê xwastin. Peyvên ku kesayeta heval Egîd tîne ser ziman pir lewaz û kêm dimîne. Wek jopdarên heval Egîd emê di rastiya heval Egîd de di dilde, mejî de û rihte emê bibin şervanên her daîmî. Heval Egîd di her kêliya jiyanê de bi mere jiyan dike û emê bidin jiyan kirin.
Heval Egîd ango Mahsum Korkmaz di sala 1956’an de girê dayî bajarê Amed’e Ferqînê tê cîhanê. Lê belê, li Êlihê mezin dibe. Di zarokatiya xwe de jî li hember neheqiyê û zilmê bê tebate. Sala 1970’yan de ramyartî nasdike. Di van salan de Kurdistan dibin tevger û kesên marjînal, oportonîst û reformîst dene. Wan salan de PKK’e wek hêviyêke rojen ronahî derdikeve. Lê lihember vê jî êriş pêk tên. Heval Egîd rihê ku di PKK’ê de şin dibe dibîne. Di sala 1977’yan de ji heval Mazlum Doxan pir bandor dibe û tevlê dibe. Bi taybetmendiyên xwe yê çalakvan û rêxistinkirî bal dikşîne ser xwe. Têkiliyên wê bi gel re di asta jor de pêşdikeve. Sala 1979’an de dest xistina şaredartiya Êlihê de erkê sereke dileyize. Cihê xwe di nava komên despêkê diçin qada Filistînê de digre. Dîsa cihê xwe komên ku di sala 1980’yan de di bin fermandariya heval Kemal û heval Delîl Doxan de tên welat de digre. Dema heval Kemal Pîr tê girtin heval Egîd jî giran birîndar di be û xwe xilas dike. Ji bo ku gerîlla di welat de pêşbikeve erkê pir mezin dileyize. Plansazî û amedekartiya gava 15 Tebaxêde kedên pir mezin dide. Dibe temsiltiya Serokatî di qadên leşkerîde û vê cewherê dide pêşxistin. Heval Egîd fermandarê çalakiya Eruhê’ye. Li hember kesên îxanetçî, oportonîst, tasfiyeci di be xeta hêvî, bawerî û rihê APOCİTÎ. Fermandarê HRK û ARGK ye. Kongreya ku di sala 1986’an de pêk tê heval Egîd nikare tevlî bibê. Lê bi çalakiyên ku pêşdixe piştgirî di de kongreyê. Pir mixabin heval Egîd di sala 1986’an de li Gabarê di herêma Meydin’de di encama kemîna neyar de Şehîd dikeve.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
di çapemeniya tirk de bîlançoya 3 mehan di der barê wendahiya gerîlayan me de hat weşandin, hijmarê tê gotin yên gerîlayên me, ti têklîya xwe bî rastiyê re nîne, me her meh bîlançoya operasyonên artêşa digirker a tirk û pevçûnan a ji meha çile û heta îro ji ber îdîayan di çapemniya Tirk de hatiye weşandin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 26’ê Adarê de di navbera Saet 12.00 û 13.00'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Heftenînê de, girên Partizan û Heliz ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
di 25’ê Adarê di demjimêr 12.00’an de helîkopterên Skorsky yên artêşa dagirker a Tirk hewilda bikevin herêma Geliyê Kûranîş yê di nava herêma Heftenînê de. Piştî ku hêzên gêrîla bersiv da helîkopteran neçarman paşde vegerin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji roja 21’ê Adarê de hem di saetên şev û roj de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zapê de, herêma Cîloya Piçuk û gondên Ertuş, Merganiş, Şifrêza û Erbîş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 21’ê Adarê de piştî nîvro Saet 14.00'an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Heftenînê de, herêma Deriyê Dawetîya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Adarê de bi şev Saet 17.00'an de li derdora gundên Bozgorê û Bêzekê yên ser bi navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyonê li herêmê bi şiklê kemîn danîn berdewam dikê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Cejna berxwedan û Azadiyê Newroz destpêkê bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên şoreşê wateyek nû qezenc kirî, li Rêber Apo, hemû şehîdên Kurdistan û şoreşê, gelê Kurdistanê yê fedekar û malbatên şehîdan pîroz be.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 19’ê Adarê di demjimêr 15.00’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, herêma Çiyayê Reş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar