Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re!
Bi destpêkirina sala 27'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê re ku di şexsê Rêber Apo de li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û gelê me hate kirin, em hemû hêzên komploger ên di vê êrîşa nemerdane de rola xwe hene, careke din bi hêrseke mezin şermezar dikin.
Em berxwedana Rêberê xwe ya li zindana Îmraliyê bi hurmet silav dikin ku di nava şert û mercên bê eman de 26 salan bi sebreke mezin pêk anî. Ji Halît Oral û Rojbîn Ereb heta bi Viyan Soran, Asya Alî û Rojger Hêlîn û şehîdên xwe yên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ku ji bo ronîkirina tarîtiya komployê li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir, hemû şehîdên xwe yên ku berxwedana têkoşînê ya li dijî komployê bilind kirin, bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soz û biryardariya xwe careke din dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe yên hêja bi serxistina têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bigihînin asta serketinê.
Ev komploya li hemberî azadî, hebûn û paşeroja gelê Kurdistanê hate kirin, bi saya berxwedana destanên lehengiyê yên gelê me bê encam ma û bi esasî komplo pûç bû. Li ser bingeha helwest û sîstema fikrî ya nû ku Rêber Apo di nava şert û mercên Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê de bi sebreke mezin afirand, berxwedan bi regnekî awarte mezin bû û li gel kêmasiyan jî têkoşîna bi wêrekiya mezin a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û asta fedakariya bilind a gelê me ev encam afirandiye. Lê belê dewleta Tirk a mêtinger-faşîst komloya navneteweyî ya ku bê encam hate hiştin, li ser bingeha birçîhiştina gel, pêşkêşkirina welêt li ser bingeha polîtîkayên xwe yên şer, komplo her carê nû kir û xwest tevgera me bifetisîne. Îro jî hewl dide bi şêweyên cuda komploya navneteweyî di rojevê de bihêle û di astên cuda de êrîşan dike.
Bêguman armanca esasî ya komployê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tasfiyekirina xeta Rêber Apo bû. Rêber Apo bi meşa xwe ya bi fedaîtî xwe di nava rastiya gelê Kurdistanê de heland, gelên Kurdistanê jî Rêber Apo weke hişmendî, îrade, nasname û rêberê xwe qebûl kirin, têkiliya ku bi vî rengî ava bû veguherî heqîqetekê ku nikaribe bê tinekirin. Têkoşîna azadiyê ya ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê meşand bandor li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Bi kurtasî têkoşîna bi biryar a pêşdîtin û fedakariya Rêberê me, tevgera me û gelê me hate meşandin, xeta Rêber Apo îro ji her demê bêhtir bi bandor kiriye û li gel hemû astengiyan jî têkoşîna azadiyê derbasî pêvajoya serketinê kiriye. Doza azadiyê û gelê Kurdistanê êdî di têkoşîna têkbirina komploya navneteweyî de ti astengiyan nas nake, wê bi pêş ve biçe, Rêber Apo azad bike û hemû xerabî û xisarên komploya navneteweyî ji holê rake.
Rastiya komploya 15'ê Sibatê ku ji bo gelê Kurd weke rojeke reş derbasî nava dîrokê bû, rastiya êrîş, helwest, polîtîka û feraseta mêtingeriyê ye ku 101 sal in li hemberî gelê Kurd tê meşandin û bi taybetî jî 10 salên dawî gihîştiye asteke bilind. Bi taybetî dewleta Tirk piştî pêvajoya darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an atmosfera ku afirî ji xwe re kir firsend, berhemên teknolojiya pêşketî ya Gladiyoya NATO'yê ji xwe re kir derfet û bi rêbazên şer û îmhayê xwest encamê werbigire. Li hemberî vê helwestê ji bilî berxwedanê rêyeke cuda ji gel û têkoşîna me re nehişt. Dewleta AKP'ê ya faşîst-mêtinger ku li pêşberî vê rastiya têkoşîn û berxwedanê encama ku dixwest nekarî bi dest bixe, di rewşa heyî de ji aliyekî ve bi gotina 'kilîdê digirim' dike qareqar û hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir û desteser bike, li aliyê din jî li ser bingeha êrîşên li ser qadên xwerêveberiyê yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mejiyekî aştiyane afirandine, dixwaze komployê bi ser bixîne. Ev dem ew dem e ku hemû xerabî û xisarên ji ber komploya navneteweyî hatin afirandin ji holê bêne rakirin. Bêguman ev armanc tenê bi azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dikare pêk were. Di têkoşîna dema nû de armanca bingehîn a li pêşiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev e. Divê bê zanîn ku êdî gelê me, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nema dikarin xwe li dîlgirtina Rêber Apo rabigirin. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk neyê em ê nikaribin qala têkçûna bi temamî ya komployê bikin, her wiha wê gelê me azad nebe. Di vê dema nû de têkoşîna me ya azadiyê û gelê me wê bi pratîkeke bi vî rengî re rû bi rû bimîne.
Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ji aliyekî ve hewldanên hêja yên Rêberê me û bûyerên li ser bingeha azadiya Rêber Apo dişopînin, di heman demê de li gorî ruhê demê yê di çarçoveya doktrînîna şerê demê yê nû de ku tê wateya nirxandina têkoşîna li dijî komployê, li ber feraseta parastin û rêxistiniyê sala 27'an a komploya navneteweyî pêşwazî dikin. Di vê çarçoveyê de her gerîlayên HPG'ê yên bi rêbaza têkoşînê ya demê xwe xemilandiye, weke milîtanên xwedî ruhê fedaî û biryardariya bicihanîna wezîfeyên demê ku tawîzê ji xeta têkoşînê ya demê nade, ji bo 'Roja Reş' bikin 'Roja Spî' wê bi hişmendiyeke mezin û fedakariyê bi rola xwe rabe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha ruhê fedaî yê Apoyî, performansa leşkerî ya bilind, pêngavên nû yên taktîkî û serweriya teknîkê xwe ji berxwedaneke serketî re amade dikin, ji her wezîfeya pêwîst a pêvajoyê re amade ne û wê li gorî xetê tevbigerin.
Li ser vê bingehê li hemberî êrîşa komployê ya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li hemberî vê komploya bêxêr, hemû gelê me yê welatparêz, malbatên şehîdan, dostên gelê me, hevreyên li zindanan li ber xwe didin û her kesên di vê oxirê de têdikoşin, silav dikin. Di têkoŞîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de serketinê ji her kesî re dixwazin.
14’ê Sibatê 2025
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL