HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hevrêyên hêja!

Beriya her tiştî em we hevrêyan bi hestên şoreşgerî ji dil silav dikin ku hûn bi wêrekî û ruhekî fedaî yê Apoyî beşdarî Operasyona Şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Kurojaro ya li Rojhilatê Zapê bûn.

Di 20'ê Sibatê de li Qada Berxwedanê ya Kurojaro ya li Rojhilatê Zapê, li hemberî êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker we di çarçoveya parastina rewa de operasyoneke şoreşgerî pêk anîn. Di Operasyona Şoreşgerî ya Kurojaro de ji 3 baskan ve bi rengekî koordîneyî bi ser dagirkeran ve hate girtin, hêzên gerîla bi hostatî xwe berdan nava dijmin, ketin hundirê çeperên dijmin û heta ku fîşeka destpêkê biteqîne rihê dijmin jî pê nehesiya. Di vê operasyona şoreşgerî de ku li gel şert û mercên giran ên zivistanê îradeya şoreşgerî ya mezin û fedakariyeke xurt hate nîşandan, mîna birûskê li dagirkeran hate xistin. Di nava 20 deqeyan de hedef bi temamî hate têkbirin û fetihkirin, dijmin windahiyên giran da, gerîla ti windahî neda, gelek çek û malzemeyên leşkerî ji ser dijmin hatin rakirin, kon û çeper hatin şewitandin ku ev yek nîşan dide, çalakî çalakiyeke serketî ye.

Em hemû fermandar û şervanan pîroz dikin ku bi ruhê fedaî yê Apoyî taktîka demê bi rengekî rast bi cih anîn, bi performansa leşkerî ya bilind û îradeya şoreşgerî ev operasyona şoreşgerî pêk anîn û di her asta vê çalakiyê de ked dan.

Belgeyên ku di operasyona şoreşgerî de we ji ser dagirkeran rakirin, heqîqeta şerê li çiyayên Kurdistanê careke din raxist pêş çavan. Bi şênberî eşkere bû ku Wezareta Parastinê ya Mîllî ya dewleta Tirk derewan dike ku hem di şer de israr dike, hem jî encamên şer ji gelên Tirkiyeyê vedişêre û bi gotina 'me kilîd girt' her cûre derewan dike û hewl dide raya giştî bixapîne. Têkçûna leşkerên ku çek, malzemeyên leşkerî û nasnameyên wan hatin desteserkiri nehate eşkerekirin. Piştî ku performansa we ya li operasyona şoreşgerî û çek, malzeme û belgeyên we ji ser cenazeyên dijmin rakirin hatin weşandin, wê heqîqeta şer ji aliyê her kesî ve bê dîtin.

Hevrêyên hêja; ji ber vê performansa we ya serketî bi navê fermandariya me ya navendî em careke din we pîroz dikin, di meşa we ya bêteredût a li ser xeta Rêbertî û Şehîdan de serketinê dixwazin û baweriya xwe ya bi serketinên we yên hîn mezin tînin ziman.

26’ê Sibata 2025

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL