HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Va demeke em li ser Rojava’yê Kurdistan dinivîsînin. Nivîsandin hên jî pêwîstin. Pêwîste ji ber ku êrîş li ser Rojava bi hemû şêweyî berdewamdikin.

rojava5Îro li Rojava’yê Kurdistan gelê me şoreşekî dijî. Gelek derkeftiyên xwe hene. Gelê me rojane rêxistinên xwe avadike. Eger gotin di cîh de be, gelê me, rojên wek gelek caran tê ser zimên “rojen xwe afirandinê” dijî.

Lê mixabin hinek xêrnaxwaz bi leystokên pir qirêj her roj tiliyên xwe dikin nav Rojava’yê Kurdistan da ku Kurd nebin yek, neyên ba hev, bi hev re kar nekin, dijberî hev bisekinin, parçe bibin, neyartiya hev bikin û hwd.

Ev tiştên ne li rê kî tanzim dike? Kî kefxweşe da ku Kurd lewaz bibin?

Bersiv pir hêsane; dewleta tirk, dewleta sûrî, dewletên ereba, DYA, YA, îran, iraq û kî qazancên kurdan naxwazin ew.

Bi gotineke din, dijmin û neyarên kurdan…

Her kî têkil van karên dijî kurdan dibe an jî bi karên ew dike dikeve bin xîzmetên dijminên kurdan ew kesekî ne li rêde ye…

Îro herî zêde kî zirar dide kurdan? An jî rewşê îro de herî zêde kî alîkariya eniya dij-Kurdan dike?

Em pir hûr û kûr neçin. Ji bo kurd parçe bibin PDK herî zêde kar dike. Ji bo kurd bibin dijminê hev PDK hinek koma bi çek dike. Pere dide wan da ku karibin li hemberî YPG’ê şer bikin.

Dîsa, ji bona gelê kurd li Rojava bêçare bimîne û birçî bibe sinorên navbera Rojava û başûr ev çand carin digire.

Li gel rêxistinê kurdan hene PDK her roj banga hinek partiyan dike û dixwaze yekîtiya kurdan parçe bike.

Bêguman tiştên ku PDK dike ew qas nînin. Ev tiştên me gotin têrênakin. Tiştên tên kirin pir zêdenin.

PDK bi dewleta tirk re rûdinê da ku karibin şoreşa Rojava lewaz bikin. Bi heman armacê bi DYA û YA re rûdinê.

Mirovan bi çek dike û rêdike Rojava. Bi çek dike û hewl dide û dijî YPG derbixe. Ew çîrokên dawî qewmîna hemû rastiya xwe evin.

Ji bona vê yekê pêwîste serî de li başûrê kurdistan’de li hember leystokên wiha qirêj gelê me yê başûre kurdistan derbikevin.

Dîsa li ewrûpa pêwîste gelê me û dostên kurdan dijî van kirêtiyan derbikevin.

Kurdên bakûre kurdistan û hemû kurd pêwîste dijî van narastiyan derbikevin.

Û di serî de jî pêwîste gelê me yê kurdistan’a Rojava li hember van leystokan bi şiyariyake mezin tevbigere.

QASIM ENGÎN