Ji gelê me û rayagiştî re!
10’emîn salvegera Qomploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêber Apo de xwestin azadî û vîna gel ji dest bigirin û qirkirina gel hedef girtin, em lanet dikin.
Dema ku li dîroka têkoşîna me bê nihêrtin, li hember serokatiya me bi sedan qomplo hatine li dar xistin û ev hemû qomplo ji hêla Rêber Apo ve û bi berxwedaniya gelê kurd vala hatine derxistin. Li gorî vê rastiyê ev qomploya ku li dar ketiye, bi çarçove, rêbaz û bandora xwe ji hemû qomplayan cudatir e.
Ev qomplo bi beşdariya hemû hêz û dewletên emperyalîst ku li ser rûyê dinyayê ne, bi hevkariya wan pêk hate û tu hêleke wê ya însanî nîn e, encax bi berxwedaniya bêhempa ya serokatî û ya gelê kurd ev qomplo vala hate derxistin. Tenê bi vala derxistinê neman, bi paradîgmaya nû serokatiya me derketineke dîrokî û bi xwe re demeke nû anî û têkoşîna me ya azadiyê mezintir û bi hêztir kir. Rêber Apo bi berxwedaniyeke bêrawestan li hember hemû êrîşên tunekirinê ya ku sîsteman xwest bi pêş bixe bû bersiv; pê re jî gelê kurd û hêzên gerîlayên me yên fedayî yên ku bi ronahiya felsefeya Rêber Apo xwe xemilandine, girêdana xwe ya Rêber Apo selmandin.
Ji roja ku qomplo destpê kiriye û heta roja me ya îroyîn, gelê kurd rojekê jî serokatiya xwe tenê nehiştiye û ciyê ku pêwîst kiriye xwe kiriye goga êgir . Dayîk û ciwanên me kuçe bi kuçe, bend bi bend li ber xwe dane û hemû kelayên zilmê ku sîsteman ava kirine zanibûne qebas bikin.
Gerîla di warê taqtîk û stratejiyan de xwe nû kiriye û bi tarza şerê xwe yê nû li hember qomployê çalakiyên bi bandor pêk aniye û li ser van kelayên zilmê, her yek ji wan bûne alek. Rêber Apo hemû emr û ramanên xwe raberî hemû milîtanên Tevgera Azadiyê kir û her milîtanek bû neferek bêrawestan ê Rêber Apo û ala ku dihejiya sor kirin.
Di nava vê demê de dema ku dijmin propagandayên “me qedand, me tune kir û belav bûne” de jî, gerîla bi pêngavên xwe zanibûye ku serî li dijmin bitewîne. Di şopa fermandara me ya mezin Zîlan de ku gotiye, “Ji bilî canê min tiştek ku min bidana hebûna, minê bidana” re, fedayiyê hevpiştên wê bi şîara “Hûn nikarin roja me bitemirînin” hemû qomplovanan poşman kirin. Rojbîn, Şehristan, Berwar û gelek rêhevalên din bêyî ku terredût bikin meşiyane û bi rihê Pêngava 1’ê Hezîranê rêheval adilan, nûda, kûrtay û gûlbiharan li çiyan û li bajaran bûn milîtanê Rêber Apo.
Encax hê jî bi awayên cuda cuda qomplo berdewam dike. Hewldanên tunekirinê yên ku li demê hatine belavkirin hê jî didomin, hewl tê dayîn bi êrîşên fizîkî yên li hember serokatiya me sebra gelê kurd bipîvin.
Em wekî gerîlayên HPG’ê, didin diyarkirin ku, em xwedan wê hêzê ne ku qomplayên li hember serokatiya xwe û li hember gelê kurd vala derbixînin û em di wê hişmendiyê de ne ku, ji bona ku em berpirsyariyên xwe bînin cî, emê ji tu fedekariyê bi paş ve nemînin û em vê wekî peywir dizanin.
Di 10’emîn kongreya tevgera me de ku di salvegera 31’emîn têkoşînê de li dar ket, biryara me ya esasî azadiya Rêber Apo hate destnîşan kirin û divê gelê me jî vê wekî yekane vebêjirk bibînin. Divê di 10’emîn salvegera qomployê de gelê Kurdistan berxwedaniya xwe zêdetir bilind bikin. Xwedîderketina Rêber Apo, xwedîderketina vîna gel bi xwe ye. Ji bona vê armanca pîroz, em bang li ciwanên kurd dikin beşdarî gerîla bibin û di hemû çalakiyan de di rêza pêş de cî bigirin.
Bibehice Qomploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê!
Bijî rastiya gelê ku li hember qomplovanan li ber xwe dide!
Bijî ew fedayiyên me yên bi şîara “Hûn nikarin roja me bitemirînin” ber bi azadiyê ve meşiyan!
Bijî Serok APO!
13 Sibat 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 10'ê Sibata 2009'an de artêşa tirk a dagirker bi roj saet di navbera 11:00-15:00'an de obûs û hawanan avête gundê Horê, Bircêla, Reşmê û Reşperexa ku girêdayî qada Zapê ne.
11 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl BAYIK
Di serî de yên ku di nav komployê de cih girtin, ez wan şermezar û lanet dikim, bi vê munasebetê girêdana xwe bi Serok Apo re careke din dûbare dikim. Bi rastî komplogeran êşeke mezin bi me û gelê me da jiyîn. Di rihê gelê me de gelek êş hene, lê ev komploya navnetewî ji hemû êşan girantir e. Ji bo gelê me Serokatî çi ye, çi îfade dike divê baş bê fêmkirin.
Dema ku me komploya navnetewî bihîst, em di Kongreya PKK`ê ya 6`emîn de bûn. Sibe bû, me ji TV`ê li nûçeyan temaşe dikir. Bulent Ecevît daxuyanî da û got “Me Abdulah Ocalan aniye, niha li Tirkiyeyê ye.” Agahiya me wisa çêbû. Heya wê demê tu agahiya me ji Serok Apo tune bû. Heta me wisa dizanî ku Serok APO li cihekî ewle ye; ji ber ku em wisa hatibûn agahdarkirin. Dema ku me agahiya dîlgirtina Serok Apo bihîst em matmayî man.
Me qet texmîn nedikir Serok APO wisa were girtin. Ji ber ku berê yên wekî Kanî ji Ewropayê hatibûn, agahî dabûn Kongreyê û gotibûn “Ez ji Yewnanistanê têm, Serokatî li Yewnanistanê ye, tu xetere tune.” Ji ber vê me bawer nedikir ku Serokatî bi wî şêweyî bê girtin. Dema me di carekê de dît ku Ecevît got “Me ew aniyê Tirkiyeyê” em di şokê de man.
Bi rastî Serokatî xwest komployê hem bi gelê kurd û hem jî bi tevgerê bide fêmkirin. Lê mixabin baş nehat fêmkirin. Ne ji aliyê tevgera gelê kurd ne jî ji aliyê dostên gelê kurd ve baş hat fêmkirin. Dibe ku komplo di hinek aliyan de hate fêmkirin lê belê bi her alî ve, bi kûrahî û ka dê xetereyên wê dê çi encamê derxin holê nehat fêmkirin. Ger bihata fêmkirin dibe ku komplo jî wisa bi ser neketa. Li gorî ku hate fêmkirin li dijî wê rawestîn çênebû. Bêgûman hinek hevalan, hinek welatparêzan xwe şewitand. Bi vê helwesta xwe xwestin komployê bi her kesî bidin fêmkirin û her kesî li dijî komployê têxin nav tevgerê. Ev yek baş nehat têgihîştin. Lê dîsa jî gel wekî fêm kir û têgihîşt kete nav tevgerekê. Mînak gelê me çû Romayê bi roj û şevan di wê sermayê de li dor û berê Serokatî xelek çêkirin. Bêguman van hemûyan têrê nekir. Mixabin ew tevger û çalakiya ku pêwîst bû bihata pêşxistin jî nehate pêşxistin. komplogeran hinek jî ji vê sûd wergirt.
Ger Serok Apo ji Sûriyeyê derneketa dibû ku li ser Sûriyeyê êrîşek çêbûya. Taybetmendiyeke Serok Apo heye; Serok Apo pir qîmetê dide dostaniyê, naxwaze dostê xwe biêşîne, tim rêzê dide dostên xwe. Ger dît dê zerar were dostê wî, dixwaze wê zirare bigihîne xwe û negihîne dostê xwe. Di encamê de Sûriyeyê bi salan Serokatî kiribû mêvan. Destûr dabu ku bi salan li Sûriyeyê bimîne. Dibe ku Sûriye alîkariyeke wisa mezin nekir, lê belê ji bo li wir bimîne û karên xwe bike, astengî dernexistin. Ev jî alîkariyeke herî mezin bû. Serok Apo tim ew alîkarî li ber çavan girt. Nexwest ku tu caran zirarê bide Sûriyeyê. Ji bo Sûriye zirarê nebîne Serok Apo her tim ev esas girt. Wexta ku li ser Sûriyeyê tehdîtên şer zêde bûn Serok Apo ji bo wê jî ji Sûriyeyê derket. Xetereya mezin dît û got “Bila zarar bigihe min negihê Sûriyeyê”. Bi wê nêzîkbûnê, bi wê fikrê tevgeriya ji bo wê ji Sûriyeyê derket. Vê yekê Sûriye jî hemû kes jî dizane. Ger ji Sûriyeyê derneketiba mimkûn bû ku Sûriye pir biêşiya û zirarên mezin bidîta. Tirkiyeyê, Amerîka, ereban Sûriye tehdît dikir, heta di nav Sûriyeyê de jî hin kesan di di nav komplogeran de cih digirt. Ji ber vê jî rewşa ku Sûriye tê de bû nebaş bû. Sûriye bi tenê mabû. Yên ku li dijî Israil, Amerîka û Tirkiyeyê alîkariya Sûriyeyê bikin zêde nemabûn. Ereban digot “Ger tu yê ji bo Serok Apo bikevî şer em alîkariya te nakin, divê tu Serok Apo ji Sûriyeyê derxînî.” Ji bo wê Sûriye dibin tehdît û xetereyeke mezin de bû. Serok Apo ew didît, ji bo wê nexwest di bin wê xetereyê de Sûriye zêdetir biêşe û zerarê bibîne, ji bo wê jî ji Sûriyeyê derket.
Di komploya navnetewî de rola yekemîn ya Amerika, Israîl û Înglistanê ye. Ev her sê dewletên sereke xwedî rol in. Bêguman ne tenê van her sêyan komplo bi pêş xist. Di be ku van serokatiya wê kir, rêxistina wê bi pêş xist, lê li derveyî wan jî gelekan di vê komploya navnetewî de cih girt. Gelek dewletan, xayînên kurd, dewletên ereban, hinek dewletên Ewropa di komployê de cihê xwe girt. Ger ev komplo bi ser ket ji ber beşdarbûna gelek dewlet û xayînên kurd bû.
Çima ev komplo bi pêş xistin û sedem çi bû? Lewre Serok Apo û tevgera ku Serok Apo li Kurdistanê bi pêş dixist, jiyaneke azad, civakeke azad û kesayeteke azad dixwest çêke. Vê jî hesab û berjewendiyên wan ên li Kurdistanê xira dikir. Serok APO û tevgera ku Serok APO li Kurdistanê bi pêş xist rastiya van tevgeran derxist holê. Dîsa berjewendiyen wan li tevahiya Kurdistanê hilweşand. Dema ku vê tevgerê gavên xwe hê nû diavêtin, li ser vê tevgerê sekinîn, rastiya vê tevgerê fêm kirin. Konsolosê Amerikayê yê Edeneyê der heqê Serok Apo û vê tevgerê de gelek rapor şandibûn Tehranê. Wê demê Şah li ser desthilatiyê bû. Ew rapor li Tehranê li sefareta Amerikayê kom bûbûn. Dema ku Şah hilweşiya û têkçû li wê sefaretê ew rapor hemû bi dest ketin û ew belav jî bûbûn. Li wê derê mirov dîbîne ku Amerîka li ser Serok Apo û tevgerê rawestiyaye. Dixwestin tevgerê tecrîd bikin. Nedixwestin bi pêş bikeve. Ji ber ku pêşketina wê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Amerîkayê xetere ye. Lê piştî wê me dît ku her tim li ser vê tevgerê radiwestin. Wekî mînak; cinayeta Olof Palme pêk anîn û avêtin ser vê tevgerê, piştre di NATO`yê de wezîfe dan Almanyayê ku Almanya li dijî PKK’ê Tirkiyeyê biparêze. Almanya Dadgeha Dosendorfê saz kir. Ev hemû ji bo ku vê tevgerê tecrîd bikin û karibin vê tevgerê teslîm bigirin û karibin berjewendiyên xwe biparêzin, hatin pêkanîn. Her ku li dijî tevgerê gav avêtin tevgerê jî li dijî wan gavan, xwe parast, ji bo wê gavên avêtin têrê nekirin. Piştre li dijî PKK`ê şerê 92`yan bi pêş xistin. Ev şer ji bo ku karibin îradeya PKK`ê bişikênin, PKK`ê teslîm bigirin hat destpêkirin. Lê van hemûyan encam neda, ji ber wê jî hinek komployên din bi pêş xisitin. Dîtin dîsa nabe, di dawiyê de komploya navnetewî di sala 98`an de hat pêşxistin.
Yanî ger mirov dîroka vê tevgerê baş lêkolîn bike mirov dibîne hê ji destpêkê heya 98’an komplogeran gav li ser gavan avêtine. Her ku gavek avêtine encam negirtine, gaveke hîn mezintir bi pêş xistine ku emcam wergirin. Komploya navnetewî ya 98’an li ser van gavan çêbû, ji hemûyan kûrtir, mezintir û firehtir e. Rastî wiha ye.
Li Kurdistanê tevgereke ku bi temamî azadiyê esas digire, jiyaneke nû, civakeke nû, kesayetiyeke nû li Kurdistanê bi pêş dixe dest pê dikir. Wan ev ditîn. Pergala kapitalîzmê û dagirkeran li Kurdistanê kar kiribûn, gelek encam wergirtibûn, berjewendiyên xwe gelekî bi pêş xistibûn. Rastiya van yek ji van jî nehatibû fêmkirin. Serok Apo rastiya van hemûyan derxiste holê, bi gelê kurd da fêmkirin ku mirov wisa nikare jiyan bike. Hate fêmkirin ku ev jiyana ku tê jiyankirin ne jiyan e, her roj mirin e. Ev jiyan ji bo me şerm bû, pêwîst bû me xwe ji vê şermê rizgar bikira. Gelê kurd fêm kir ku van hêzan bi hev re tunekirina kurdan bi pêş dixin. Ji bo ku tune nebe rabû ser piyan û di azadiyê de biryar da. Got; yan ez ê azad bijîm yan jî ez ê nejîm. Bi têkoşîna Serok Apo gelê kurd got “ Êdî ez ê ji bo xwe jiyan bikim, ji bo xwe xebatê bikim” ev têgihîştineke girîng bû. Li ser wê bingehê rabû ser piyan. Pergal li ser parçekirina kurd, li ser înkar û îmhakirina kurd hatibû sazkirin. Serokatî ev parçebûn, înkar û îmhakirinê dît lê nepejirand û got: “Em jî mîna her kesî li ser erdên xwe wekî hemû gelan azad bijîn û ji bo xwe jiyanekê ava bikin. Ji bo xwe kesayetiyekê çêkin, nirxan çêkin û têkoşîn wisa dest pê kir.
Bi têkoşînê pêşketin li Kurdistanê çêbûn. Pergala ku desthilatdar û dagirker bû, hat hilweşandin. Rastiya hemû hêzan derket holê. Lewre hêzên dagirker ji vê gelekî hêrs bûn. Berjewendiyên wan heta wê wextê bêpirsgirêk bi pêş diketin lê êdî PKK li pêşiya berjewendiyên wan bûbû pirsgirêkeke mezin. Bi taybetî piştî hilweşîna Sovyetê, Amerîka cîhan li gorî berjewendiyên xwe û pergala kapîtazîmê rêxistin dikir. Ji ber vê jî dixwest li Rojhilata Navîn bigihîje encamekê. Ji ber wê mudaxele bi pêş dixist. Ji bo vê mudaxeleyê bi pêş bixe astengiya mezin Serok Apo û tevgera PKK’ ê didît. Ji bo karibe xwesteka xwe bi cih bîne pêwîst didît ku mudaxeleya li ser Serok Apo û PKK`ê bi pêş bixe.
Ger mirov hişyar lê mêze bike, beriya ku mudaxeleyî Iraqê bike Amerîkayê mudaxeleyî PKK`ê kir. Ger ew mudaxele çênebûya wê nikaribûya ji mudaxeleya Iraqê encaman wergire. Ji bo karibin mudaxale bikin û encamekê bigirin jî pêwîst bû kurdên ku ligel Amerîka, Israîl û Înglîzan tevdigerin xurt bikirana ku karibin mudaxeleyê pêk bînin. PKK`ê li Kurdistanê pêşketinek, bandoreke mezin çêkiribû. Serok Apo û PKK’ê, kurd ji bin bandora pergalê derxistibûn. Her ku dem derbas dibû kurd ji bo xwe û gelê herêmê dikir hêzek. Bihêzbûna kurdan dibû hêviyeke nû ji bo gelê herêmê û mirovahiyê. Ev jî ji bo dagirker û deshilatdaran xetere bû. Serok Apo li hemberî pergala heyî pergaleke akternatîf bi pêş dixist. Halbukî pergala kapîtalîzmê piştî Sovyetê nedixwest tu altarnatîf hebin, li gorî wan pewîst bû her kes di xizmeta wan de be. Lê belê Serok Apo, PKK nekete bin xizmeta wan, bi israr dixwest altarnatîfekê bi pêş bixe, ji bo hêviyek ji bo gelan bi pêş bixe di azadiyê de israr dikir.
Di bingeha siyaseta ku li ser kurdan tê meşandin de siyaseta Înglistanê heye. Di dîrokê de Înglistan beriya her kesî li ser Rojhilata Navîn siyaset bi pêş xistiye. Bi taybetî jî li ser Kurdistanê ev siyaset bi pêş xistiye. Heta Şerê Cîhanê yê 2`yemîn Înglistanê serokatiya pergala kapîtazîmê dikir. Piştî wê Amerîka serokatiya pergalê dike.
Înglistan û Fransa di 1920`î de li Qahîreyê tifaqek çêkir. Ji wê tifaqê re dibêjin Peymana Sykes–Picot. Ew hevgirtineke neyînî bû. Bi wê peymanê Înglistan û Fransayê Rojhilata Navîn û Kurdistan li gorî berjewendiyên pergalê ji nû ve rêxistin kiribûn. Kurdistan parçeparçe kiribûn û her parçeyekê dabûn bin xizmeta dewleteke dagirker. Dîsa herêmên ereban parçeparçe kiribûn. Gelek sînor çêkiribûn. Ji bo Israîl dewleteke nû ava kirbûn. Bi vê xwestin li Rojhilata Navîn kontrola xwe çêkin. Çi di peymana ku li Qahîreyê çêkirin de heye? Li gorî vê peymanê Pirsgirêka Rojhilata Navîn, pirsgirêka gelê kurd pêwîst bû her tim berdewam bike. Ji bo ku karibin kengê bixwazin mudaxaleyî herêmê bikin, pewîst bû pirsgirêkên herêmê berdewam kiribana. Bi vê şêwazê dê karibûna bi hêsanî siyasta xwe li herêmê û li Kurdistanê bi pêş bixistana û berjewendiyên xwe biparastana.
Ger mirov lê baş temaşe bike, li Iraqê Înglistan li Sûriyeyê jî Fransa hebû û jixwe li rojhilatê Kurdistanê (Îran) Înglistan hebû. Jixwe di navbera Înglistan û Tirkiyeyê de têkiliyeke xurt hebû. Mirov dikare bêje beşûr-rojava ne tê de beşên hemû beşên din ên Kurdistanê di bin kontrola Înglistanê de bûn. Siyaset siyaseta Înglistanê bû. Heta niha jî siyaseta ku tê maşandin siyaseta Înglistanê ye. Înglistan welatan parçeparçe dike, li dijî hev derdixe, bi hevdu re dide şerkirin, lawaz û her kesî jî muhtacî xwe dike. Wisa jî desthilatdariya xwe, berjewendiyên xwe dimeşîne. Serok Apo ji ber vê yekê li ser siyaseta Înglistanê disekine. Ger mirov bala xwe bidê; di komploya navneteweyî de jî ya ku rolê mezin lîst Înglistan e. Siyaset siyaseta Înglistanê ye, di pratîkê de yên vê siyasetê dimeşînin Amerîka û Israîl in. Di rastiya xwe de ev siyaseta li ser kurdan li Înglistanê bi pêş dikeve û yên din di pratîkê de pêk tînin. Mirov bala xwe bidê li Bakur li dijî tevgera me dagirkeriya dewletê dest pê kir û di 92`an de dest bi xirakira gundan, koçberkirinê kirin. Kuştinên bi milyonan mirovan -ku dibêjin kiryarên wan ne diyar lê di rastiyê de kiryarên wan diyar in- pêk hatin. Bêguman dewletê ev destûr ji Înglistanê wergirt. Dogan Gureş bi xwe got; “Ez çûm Înglistanê, em bi Înglistanê re axivîn, me ji wê derê arîkarî wergirt, em hatin û me dest bi wî karî kir”. Yanî piştî wê Tirkiyeyê dest bi xirakirina gundan kir û nêzî çar hezar gund hatin xirakirin. Bi milyonan mirov koçber bûn, mirovan ji malan derxistin û avêtin derve. Ev wehşeteke wisa ye ku li dinyayê kesî wehşeteke wisa nekiriye, ev qetliam e. Tu mirovan ji malên wan derxî bavêjî derve û ne xaniyekî bidiyê, ne karekî bidiyê ne tiştekî bidiyê û bi wî awayî teslîmî mirinê bikî... ma siyaseteke ji vê wehşîtir heye? Bi hezaran mirov dîsa li kolanan, li gundan, li bajaran hatin kuştin, welatparêz hatin kuştin. Operasyonên mezin li dijî gerîla bi pêş xistin, hemû cureyên çekan bi kar anîn. Dîsa girtin, kuştin, îşkence, mehkeme û cezakirin bêsînor bi pêş xistin. Eger ku Dogan Gureş neçûba ji Înglistanê destûr wernegirta Tirkiyeyê dê nekariya wisa bikira lewre hêzeke Tirkiyeyê yê wisa nîn e. Bêguman Tirkiye ev tişt kirin, lê yekî jî dengê xwe nekir, negotin tu çima van tiştan dikî. Ji ber ku Înglistanê destûr dayê. Tirkiyeyê ji wê xirabiyê sûd wergirt ku ew xirabî bi pêş xist.
Bêguman me jî wê demê xwest ku Serokatî were Herêmên Parastinê yên Medyayê. Min bixwe jî ev ji Serokatî xwest. Lêb elê Serokatî berê xwe da Ewropayê, nehat çiyayên Kurdistanê. Serok Apo jî dibêje “Eger ez hatibûma çiyayên Kurdistanê, şer dê hîn mezintir bibûya, tahrîbat, kuştin dê hîn mezintir bibûna. Hem gelê kurd hem jî gelên herêmê dê zirarên mezin bidîtana. Min nexwest şer kuştin û tahrîbatên mezin çêbin, min dixwest pirsgirêka kurd êdî çareser bibe. Pirsgirêka kurd hinek jî pirsgirêka Ewropayê bû, lewre Ewropayê ev pirsgirêk derxistibû, xwediya vê pirsgirêkê ya sereke jî Ewropa bû. Bê Ewropa ev pirsgirêk çareser nabe.” Ji ber ya ku Kurdistan parçe kiriye, ya kiriye bin xizmeta dewletên dagirker, ya ku alîkariya siyaseta înkar û îmhaye dikir Ewropa bû. Di serî de Înglistanê û Fransa, paşê jî Almanya bû. Heta Ewropa digot; “ Êdî şer pêwîst nake, pêwîst e bi riyên siyasî bê çareserkirin. Ger hûn şer rawestînin em amade ne pirsgirêkê çareser bikin.” Serokatî dawetî Ewropayê dikirin. Digotin “Were Ewropa, tu bê û hûn şer rawestînin em ê vê pirsgirêkê çareser bikin.” Yek jî; Serokatî jî êdî dixwest pirsgirêk bi riyên aştî, demokratîk û siyasî çareser bibe; zêdetir şer, tahrîbat, kuştin çênebe. Bêguman Serokatî çûna Ewropayê ji bo berjewendiyên gelan esas girt. Ger ji bo wî nebûya dikaribû bihata Herêmên Parastinê yên Medyayê. Me jî dixwest ku em Serokatî bînin li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Yanî bi rastî me nedixwest ku biçe cihekê din. Me digot ku biçe cihekî dîtirê dibe em zirarê bibînin. Bêguman me dikarî em Serokatiya xwe li çiyayên Kurdistanê biparêzin. Ew derfetên me jî hebûn, ne ku derfetên me tune bûn. Ji bo şer mezin nebe, tahrîbat mezin nebe, ji bo pirsgirêk bê çareserkirin Ewropayê jî hin mesaj didan, ji bo wê Serokatî çû Ewropayê. Ewropa li vir durûtî kir, li mesajên xwe, li biryarên xwe xwedî derneket. Hat fêmkirin ku ne ku li çareseriyê digerin, dixwazin pirsgirêka kurd çareser nebe, dixwazin şer berdewam bike.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 8'ê sibatê de bi şev saet di 23:00'yan de artêşa tirk a dagiker obûs û hawanan avête gundên Şapana, Bênavok û hevrazên Ebdilkovî ku girêdayî qada Xakurkê ne.
9 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê sibatê de di êrîşa balafirên şer ên artêşa tirk ve ku li hember qada Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ye de hevalên me yên bi navê Akîf (Kawa Salih Hamo), Hîdar (Muhammed Bahçecî) û Mahîr (Azad Ûnal) di êrîşa hewayî de gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
Navê kod: Akîf Kobanî |
Navê kod: Hîdar Ferat |
Navê kod: Mahîr Leheng |
8 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 5’ê sibatê de bi roj saet di 11:30’yan de eydî artêşa tirk balafirên şer gundê Lelîkan û derdora wê ku girêdayî Xakurkê ye, ji hewa de bombebarîn kirine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 4’ê sibatê de balafirên şer ên artêşa tirk bi roj saet di navbera 13:30-15:00’an de li hember gundê Musolokê ku girêdayî qada Xakurkê ku li Qadên Parastina Medyê ye, êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
2. Di 4’ê sibatê de ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve li hember gundê Lelîkan ku girêdayî Xakurkê ye, bi şev saet di navbera 18:30-19:30’an de êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
Di encama van êrîşên hewayî de li gundan zayînên madî pêk hatine.
5 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
R. T. Erdogan li Davosê di civîna beşdar bû de helwesta ku nîşan da li Tirkiyeyê di nava xalên sereke yên rojevê de cihê xwe girt. Hema hema di tevahiya kanalên televizyonê û rojnameyan de helwesta R. T. Erdogan mîna nûçeya flaş/lezgîn derbas bû. Bi vê yekê bi sînor nema; têkildarî mijarê serî li nerînê welatiyên li kolanê jî xistin. Texmîm dikim helwesta ku R. T. Erdogan li Davosê nîşan da wê demeke din jî raya giştî bi xwe re mijûl bike. Der barê helwesta R. T. Erdogan de nêrînên derdorên cuda yên siyasetê jî di organên çapemenî û ragihandinê de hatin nîşandan. Her çiqas nêrîn hatibin ziman ku R. T. Erdogan vê helwestê ji bo siyaseta hundir mîna amûr wê bi kar bîne jî, atmosfera hate afirandin tam jî li gorî dilê R. T. Erdogan bi pêş ket. R. T. Erdogan hewayeke qehremaniyê bi dest xist. Lê belê ka çiqasî R. T. Erdogan qehreman e ev ji nîqaşê re vekirî ye. Lê belê helwesta li Davosê nîşan da balkêş e.
R. T. Erdogan li Davosê çi kir? Panêla ku mîna beşdar tevlî bûbû terikand. Di terikandina panêlê de atmosfereke ku li dijî Serokomarê Israîlê şîmon Peres panêl terikandine hate afirandin; lê di civîna çapemeniyê de aşkere kir ku wî ji bo protestokirina moderatorê panêlê ev helwest nîşan daye.
Her çiqas atmosfera ku R. T. Erdogan afirand û peyama da bi hev re bi nakok bin jî, diyar e ku li wir şovek kir. Ji ber vê yekê jî li gor ji raya giştî re hate aşkerekirin ne niyet ne jî helwesteke R. T. Erdogan a cihgirtina li cem fîlistîniyan û dijberiya Israîlê ne mijara gotinê ye. Jixwe ne felsefe ne jî têkiliyên aborî û siyasî yên R. T. Erdogan derfetê didin tiştekî wisa. Heger ev yek rast were fêmkirin wê sedema şova R. T. Erdogan a Davosê jî were fêmkirin. Rastiyeke ku tê zanîn ev e ku AKP û Erdgan di çarçoveya praktîzekirina polîtikaya DYA’yê ya der barê Rojhilata Navîn de hatine amadekirin. Di siyaseta DYA’yê ya Rojhilata Navîn de yekîtiya Tirkiye-Israîlê hatiye sazkirin. Têkiliyeke bi vî rengî; dijberiya Tirkiyeyê ya li hember Israîlê li aliyekî, tenê dikare bibe sedem ku hevkariyê bike û kirinên wê destek bike. Rastiya meseleyê ev e.
Bingeh û hebûnên têkîliya Tirkiye û Israîlê jixwe destûrê nedin ku encameke ji vê cûdatir derkeve holê û biqewime. Têkiliya di navbera Tirkiye û Israîlê de ji ya xuya dike bi hêztir û bingehîntir e. Ev têkilî xwe disipêrê dema Osmaniyan. Di avakirina Îttihat Terakki de rola sermayeya cihûyan diyarker e. Di salên 1950’î de di navbera Tirkiye û Israîlê de peymaneke veşartî hate îmzekirin. Di vê peymanê de hatiye destnîşankirin ku têkildarî hin mijarên nazik dikarin peyaman bidin, lê belê ji aliyê van dewletan ve hatiye misogerkirin û ewlekarî hatiye dayin ku bi tu awayî ew ê neyên dijberî hev.
Têkiliyên Israîl û Tirkiyeyê di roja me de kûrtir in. Li gelek herêmên Tirkiyeyê milkê cihûyan gelekî zêde ye. Razandinên aborî yên li GAP’ê nêzî ji sedî 70’yî ji aliyê şîrketên cihûyan ve hatine kirin. Di şerê qirêj yê li Kurdistanê dimeşîne de dewleta tirk desteka herî zêde ji Israîlê girtiye. Destekeke wisa ye; heger Israîl desteka dide Tirkiyeyê bibire an peymanên di vê çeçoveyê de hatine kirin betal bike wê derfeta rojekê domandina şerê ku Tirkiye li Kurdistanê dimeşînê nemîne. Ev rastî ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve jî tê bilav kirin. Balafirên şer û tankên li Kurdistanê tên bikar anîn ji aliyê Israîlê ve hatin modernîze kirin. Ya ku balafirên keşf û îstîxbaratê dide Tirkiyeyê Israîl e. Dîsa pîlotên balafirên şer ên tirk ji aliyê hîndekarên Israilî ve tên perwerdekirin. Li Tirkiyeyê ku xwedî serfermandarê ku wêneyê wî yên li ber ‘Dîwarê Girî’ yê Qudsê di rojnameyan de tê weşandin û xwediyê têkiliyeke hev qas kûr û stratejîke, ne mumkun e li dij Israîlê bibe xwedî helwest. Helwesta Tirkiyeyê ya li dij Israîlê, mîna herî dawî di organên çapemeniyê de jî hate nîşandan, tenê dikare ji bo bombebarana ser gelê filîstînê derfetê bide ku li Konyayê talîm û perwerdeyhe bibînin û destkirina êrîşên wê be. Di rewşeke ku ev rastî tev li holê ne, ne mumkun e kes ji şova R. T. Erdogan a li Davosê bawer bike.
Rêber Apo di nerînên xwe yên di organên çapemenî û weşanê de cih digirin de êrîşa Israîlê ya li dijî Gazzê hatibû nirxandin. Rêber Apo destnîşan kiri bû ku pêwîste were fêmkirin ka agahdariya R. T. Erdogan ji êrîşê heye an tune ye û bersiva vê pirsê gelekî girîng e. Bombebarankirina Qadên Parastina Medyayê ya di heman demê de, bersiva ku Rêber Apo pirs kiribû derxistibû holê. Ev rastî, di demeke wisa de sedemên lidarxistina şova R. T. Erdogan a Davosê radixe ber çavan. Ev demeke di raya giştî de tê guftûgo kirin ku DYA planeke nû ya Rojhilata Navîn pêk tîne û di vê planê de rol daye AKP’ê û Tirkiyeyê. Di vê çeçoveyê de aşkere dibe ku Tirkiyeyeke bi rêveberiya AKP’ê tê xwestin ji bo welatên îslam yên Rojhilata Navîn bibe model. Hêzeke ku ji bo dewletên îslam bibe model jî divê bibe xwedî sempatî. Şova Davosê ya R. T. Erdogan derfeteke bi vî rengî ji bo AKP’ê afirand. Hatiye plan kirin ku lawaziyên hêzeke bi vî rengî ku dixwazin bibe modela welatên misilman ên Rojhita Navîn ji holê werin rakirin. şova Davos a R. T. Erdogan a di dema em ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin, ji bo AKP ya hêza xwe wendakiribû derfeteke bi vî rengî afirand. Erogan û AKP ya di bin serokatiya wî de, hêna tevlîheviya şova li Davosê ne qediya bû ketin nava hewldana bikaranîna van derfetan û wergerandina vê yekê ya mîna destkeftiyekê. Ev rastî bi tenê jî têrê dike ku sedema bingehîn a şova Davosê were dîtin.
Divê ev rastî were dîtin û şova R. T. Erdogan a Davosê bi rastî ji gel re were rave kirin, derfet neyê dayîn ku bayekî demagojîk were afirandin. Divê were nîşandan ku tu caran AKP nikare bibe dijberê Israîl û dostê gelê mazlûm ê Filîstînê. Her wiha divê têkiliya AKP’ê û Israîlê were teşîr kirin û rê li lîstika tê lîstin were asteng kirin. Bi vê yekê dikare sedema bingehîn a şova Davosê li ber çavan were raxistin.
- Ayrıntılar
Rojeva Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mîna her carê dikele. Li pêşiya me kurdan azmûneke dîrokî heye. Ev azmûn jî hilbijartinên 29’ê adarê ye. Sala 2008’an bi gelek geşedanan cur bi cur bihûrî. Di warê siyasî û leşkerî de, gelê kurd moral û coş, sala 2009’an pêşwazî kir. Bi taybet sala borî operasyona artêşa tirk a li dijî Qadên Parastina Medya, bi xwe re pêşketinên nû vekir. Destana Zapê hem siyaseta hişk a Tirkiyê kêm be jî şikand hem jî moraleke mezin da gelê kurd.
Lê yek mijar heye ku, her dem jiyanî ye û tu carî ji rojeva gelê kurd û gerîla dernayê. Ev jî azadiya serokatiya me ye. Ji ber kêmrêhevaliya me û dostaniya sexte serokatiya me ji hêla hêzên hegemon ên mîna Îsraîl, Emerîka û Îngîltere ve dîl hate girtin. Ev qomploya ku di pêşengiya yahûdiyan de destpêkir, bi gelek hêlên xwe hatibe şikandin jî, lê hê bi tevahî berteraf nebûye û hê jî bi awayên cuda cuda berdewam dike. Li hember vê, têkoşîn û berxwedaniya herî mezin serokatiya me da. Yê me jî wekî gel û gerîla, dîsa em kêm man. Me azadiya serokatiya xwe pêk neanî. Hêleke din jî her ku dijmin tengav bû, ji gerîla lêdan xwar û li hember serhildanên gel bêzar ma, berê xwe da serokatiya me.
Ya ku zelal bûye, êdî ji başkirina zirûfên Îmralî, tedavî û tiştên dîtir, roja azadiya serokatiyê hatiye û em dereng jî mane. Dijmin bi her pêkanînên xwe, hewl dide vîna me, xwedîderketina serokatiya me bipîve û ji bona ku serokatiya me bêdeng bihêlin, ew ji siyasetê û afirandinê dûr bihêlên çi dest wan tê dikin. Hewl didin rewşa heyî û cezadayîn xwezayî bikin. Lê hember vê, pêwîst bû ku em tofanê rabikin, lê tenê me dikaribû hinek pêlan rabikirana. Bi pêl avakirinê ev têr nake. Di vê demê de bi yek dengî hem ji çar parçeyên Kurdistanê, hem ji gelê me yê li Ewropayê û hem jî livbaziyên gerîla pêk nehatin. Ev jî hêz da dijmin.
Hêleke din jî serokatiya me bi parêznameyên xwe yên dawîn, hemû lîstik û planên sîstemên serdest aşkere kir. Gotin di cî de be, yekem car di vê astê de, “Qral tazî ye” hate gotin. Sîstema Modernîteya Kapîtalîst di parêznameyan de pirçik pirçikî hate kirin. Rûyê wan ê qirêj derket holê. Hemû hesabên wan serûbin bû. Serokatiya me bi parêznameya xwe hemû planên veşartî û aşkerê yên van hêzên hegemon deşîfre kir. Lewre di serî de Îsraîl û hêzên din naxwazin serokatiya me biaxife. Vê jî bi cezayan, bi êrîşên psîkolojîk û tehdîdan dikin.
Çi dibe bila, peywira yekemîn a li pêşiya welatparêz, xebatkar û qadroyan, azadiya serokatiya me ye. Divê em bikin ku, dijmin nikaribe bi tu awayî êrîş bibe ser serokatiya me û em serokatî bixine rewşa yekmûxatabî. Lewma cezayê hûcreyê yê dawîn ku hatiye dayîn, wisa hêsan nîn e. Ev gav bi gav kuştina serokatî ye. Jixwe Îmralî bixwe hûcre ye û cezayê hûcreyê, hûceya di nav hûcreyê de ye.
Sîstema Îmralî, ji Îngîlîz, Emerîka û Îsraîl ne dûr e. Her pêkanînên li Îmraliyê bi fermana Îsraîl û Emerîka tê dayîn û hikûmeta AKP’ê vê pêk tîne. Tabî hêleke din jî, di vê de bê agahdariya Ewropa jî nabe. Bi taybetî jî dewletên mîna Fransa û Almanyayê jî di dijminantiya gelê kurd de di nava livbaziyan de ne.
Wê demê ji bona demeke kurt an jî heta hilbijartinan, heta ku bihar bê, ji bona êrîşên li hember serokatî bên rawestandin, di serî de peywira sereke dikeve ser milê gelê me yê Ewropa. Piştre gelê me yê bakurê Kurdistanê û piştî hilbijartinan jî dikeve ser milê gerîla. Tabî berî wê jî dibe.
Berpirsyarî û pêkanînên li Îmralî hêzên hegemon ên mîna Emerîka, Îngilîz û Îsraîl in. Pêwîst e destpêkê ev hêz hedef bên girtin. Tabî dema ku em dibêjin ev hedef bê girtin, ne ku em li hember van şerê çekdarî li dar bixin. Lê divê em bikin ku, pêkanînên wan, nêzîkatiya wan bi çarenûsa gelê kurd lîstine. Loma pêwîst e ku gelê me yê Ewropa, bi çalakiyên ne demokratîk –kî çalakiyên demokratîk ne xema wan e- di nav de şîdet jî hebe, li dar bixin. Bo nimûne, li Fransayê êrîş dibin ser komeleyên kurd, lê bertek gelek gelek kêm e. Ev helwest jî rê li ber êrîşên wisa vedike. Yanî kurt-kurmancî Ewropî neêşin, neşewitin, wê pejinkariya wan bi pêş nekeve. Wekî mînak, hemû sefaretên îsraîl divê bên protestokirin. Dikarin çelengên reş deynin, dikarin hêkan bavêjin avahiyên wan û dikarin bi rojan li ber deriyê wan rûnên û bêjin ku, “hûn çi ji gelê kurd dixwazin, derdê we çi ye, wê ev agir we jî bişewitîne, gelê kurd vê dijminantiya we ji bîr nake… ” Dîsa heman tişt li hember Emerîka û hêzên din jî dibe. Dîsa dadgeha AHÎM û CPT ji ber ku peywirên xwe naynin cî, divê bi rojan bên protestokirin. Li bakûr divê ciwan, dozaja çalakiyên bilind û gûr bikin. Di şûna ku yek bi yek erebe dişewitînin, di carekê de, di encama amadekariya hefteyek de du sede sê sed erebe bi hev re bişewitînin. Bûro û pêgirtiyên AKP’ê û sazî û dibistanên Fettûlaçiyan hedef bigirin. Ev lêdan, sabotaj, teşîrkirin, şewitandina bûroyan dibe.
Ji bona gerîla jî, wê pratîka me ya sala 2009’an, pratîkeke rexnedayîna kêmrêhevaltiya me be. Sala 2008, me asta şer ji a kêm tam derbasî ya navîn nekir. Gerîla hêza xwe ji sedî 15-20 encax xist dewrê û gelek şehadetên me yên ku me heq nekiribû jî pêk hatin. Lewma hem li şerê bajaran hem jî li çiya ji bona ji şerê kêm derbasî şerê navîn bibin, hemû amadekarî temam in û milên kêm jî hewl tê dayîn bêne temamkirin.
Lewma li her deverê çalakiyên me yên hişk û serfiraziya hilbijartinê, wê bi xwe re rê li ber gelek pêşketinên erênî veke. Divê em li her derî dirûşmeya “Di tecrîdê de israr, di qutbûnê de israr e”, “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye” bilind bikin.
- Ayrıntılar
Ku mirov Kurdistanî be, ma dibe ku mirov ji vê axê dûr jiyan bike? Mirovên vê axê ku ji kûrahiyên dîrokê xweberdane û hatine, her dem hinek dizanibûne girêdayî van deran bijîn. Tedî tê gotin welatên, “çûk nafire, karwan nabihûre”, vaye wisa ye ev axên ku wekî Kurdistan tê binavkirin.
Digel bi giştî welatê Botan wisa be jî, li Botanê jî herî zêde Besta wisa ye. Ji qirêj û zingara vî cinawirê ku şaristaniyeke yekdiran tê gotin dûrmayîn, gotin di cî de be mîna ku mirov xwe bikşîne malzarokiyê û ji her tiştê ku diqewimin dûr jiyan bike. Wisa ku bi çandbûneke ku hinek jî xwe bi xwe qîma xwe tîne, ji derveyî berxwedaniya li ser piya mayînê, afirandina kevneşopiyeke jiyanekê, hinek jî wekî bicîbûnên xweser ên dîrokê cî girtin, taybetmendiyên mirovên li vir e.
Besta ciyek wisa ye ku, bakurê wê bi Herekolê hûnandî, rojhilatê wê bi Katoyan dorpêçkirî, başûrê wê bi Kela Memê bi birc û rojavayê wê jî bi sîlsîleyên Çela Nimêja çar hêlên wê bi çiyayan hatiye neqişandin. Li ser vê jî Hêzila ku ji navika Bestayê diherike lê zêde bikin!
Ji bilindahiyên Kela Memê Geliyê Tîrşînê û ava Rûspertî ku diherikin gundikê xweşik ê asûriyan Mehreyê, ji çavkana Çemêxacekî dibeliqe û Hêzilê çêdike. Li kêlek wê, li hember Mehreyê, kelaya xweşik a şêrên çiya, Kaplanê disekine. Hûn hê li destpêka ava Hêzil in. Hêzil hê destpê nekiriye. Dema ku hûn Mehreyê derbas dikin, belkî jî bi çalik û pozikên bi labîrentî yê geliyê Hêzil û daristanên herî kûr û six, lat û zinarên herî xweşik ê Kurdistanê destpê dikin.
Ava Hêzil ku hevkêşê vê dolê ye, her diçe şeyda dibe. Ku hûn Deryan, Avyan û Geliyê Herya derbas bikin, li milê we yî rastê çemê Avyan bi hemû hêşînahiya xwe diherike bibînin. Wê rengê ava diherike biguhere. Hûn li hember Hêzilê ne ku rengê xwe ji keskî ber şînî ve diguherîne. Dema ku hûn dixwazin riya xwe berdewam bikin, li hevrazên rastê, riyek ku wekî riya kaçaxçiyan tê zanîn heta bêjî asê, encax bizin dikarin derbas bibin û bi zinarên bi dest çêkirî û ewle hûnê bibînin. Li wir car heye kaçaxçî car heye gerîla derbas dibe. Ji bilî vê, ji wan deran derbasbûn, dilaweriyek dixwaze.
Ku hûn her bi pêş de herin, hûnê gûzên gundê Grek bibînin. Encax êdî her diçe hartir dibe. Dema ku ji gundê Grek derbas dibin, wê ava Çalan xwe tevlî Hêzil bike û riya xwe xêz bike û bidome. Dema ku hûn herin derketina Bestayê, çemên Besta Blûcînali û Besta Blûzerlî ku ji milê bakur tên, wê Hêzilê zêdetir bi heybet bikin.
Êdî em derbasî qada Cudî dibin. Wê Cudî jî li doleke avê û her diçe teng dibe tevlî Hêzilê bibe. Her dol teng dibe, leztir dibe. Wisa ku, hûn bi xuşexuşa avê ku serê mirov gêj dike re rû bi rû ne. Dema ku Hêzil ber bi Xabûrê diherike, fena dînan ji xwe diçe. Gotin di cî de be, dibe çemê herî hişk ê Kurdistanê. Wê bi Xabûrê re, leza xwe kêmtir bike. Encax wê demê jî, êdî ew ne Hêzil e. Heybeta wan çiyayan, her ber bi deştan dişemite, ew Hêzila ku şeyda bûbû, êdî dibe çemek letok. Di rastiyê de ku mirov bêje êdî ew ne Hêzil e, wê rastir be…
Li noqteya herî hişk a ku çemê Hêzil diherike, di vegera welat yanî vegera Kurdistanê de di nav komên yekem de Şahîn Klavûz û rêhevalên wî hebûn û ji erazî û ji Hêzilê re biyanîbûn. Wê kuryeyek PDK’yî rê nîşanî wan bide. Piştî kurye hevalan heta ciyek tîne, bi awayekî bi guman dibêje “rê ev e” û paşve dizivire.
24’ê mijdara 1982’yan e. Heval ji bona ku rê bibirin, rêbazên cur bi cur diceribînin. Hêzila ku delûdîn diherike, li serê jî barana barî zêde bikin. Hêzil gotin di cî de bi awayekî ku qet neyê zeftkirin, bi gurmegurm diherike. Koma ku di bin rêbertiya rêheval Şahîn Klavûz de ye, piştî ku hinek di pêş de diçin, piştre dikevin kemîna qomploya xayînane a IKP’ê. Riya vegerê nîn e. Di pêş de çûyîn nîn e. Ya ku bê kirin, xwe li avê bixin û li aliyê din ê avê pozîzyona pevçûnê bigirin. Wê rêheval yek bi yek xwe li avê bixin. Encax di milekî de kemîna xayîn û di melekî din Hêzila ku bi dîn û harî diherike, wê 8 milîtanê bi nirx ên PKK’ê ber bi bêdawînê ve bibe.
Rêhevalên ku di pêşengiya rêheval Şahîn Klavûz de di komên destpêkê de vedigerin welat, yek bi yek digihên şehadetê. Hevalên ku şehîd dikevin: bi kod navê Kenan Farûk Şahîn Klavûz, Ekrem bi navê Fûat Ertûrk, bi kod navê Gazî Mûsa Îlk, Îsam, bi kod navê Şervan Cahîd Dayan, bi kod navê Mûxtar Veysî Şîmşek, Hesen Ozçelîk, Veysî Hantaş û Mehmet Beşîr Aksoy.
Piştî ew qas sal, tam 26 sal şûn ve, tam li ser ava Hêzilê, vê carê di navika Bestayê de di kûrahiyên geliyê hêzil de, ji hêla çeteyên ku bi xitma îxanetê di hemêza gelê kurd de çiqiyane, ciyê komek gerîla ku di baregeha zivistanê de ne keşf dikin. Wê çete û bi hêzên faşîst û dagirker ên artêşa tirk re, êrîş bibin ser koma gerîlayan. Digel berxwedaniya bi çelengî di 12’ê adara 2008’an de di rêbertiya rêheval Kurtay-Abdulkerîm Ertaş de, rêheval Ekîn-Esra Bûlût, Faîk-Adil Sebrî, Şiyar-Alî Îso, Şiyar-Mustafa Îşcan, Xoşmêr-Hamît Hesenlo, Berxwedan-Dawid Habeş û Brûsk-Alî Mûrşît Klavûz re wê bigihîştina hev û di sermediyan bifiriyabûna.
- Ayrıntılar