ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 27’ê Tîrmehê de di navbera saet 08.00-09.30'an de derdora Qereqola Oremar, Şuke Birê, Şehîd Xefûr, Şêx Mamê, Gundê Birê, Tepê Şehîd Egîd bi topên hewan û obusan bombebaran kiriye.
ji gelê me û raya giştî re!
Di van rojên dawî de li gelek qadên di bin kontrola me de ji ber xisûmeta hin kes, malbat û eşîretan hinek notên tehdîtê û nivîs li ser navê HPG’ê tên şandin, ev not qet ji aliyê me û fermandariya me ve nehatine şandin.
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Tîrmehê saet 12.00 û 25’ê Tîrmehê 07:30'an li ser Herêmên me yên Parastina Medya Zapê, 24’ê Tîrmehê demjimêr di navbera 15:30-16:00’an de jî li ser herêmame ya Heftanîn balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker geriyane.
ji çapemenî û raya giştî re!
Fermandariya Biryargeha me ya Navendî der barê pevçûna li Serêkaniyê hatiye jiyîn de di 24 ê Tîrmehê de daxuyaniyek da û ji aliyê çapemeniyê ve şaş hat şîrovekirin. Weke ku li sînor kemîn hatiye danîn, hat dayîn.
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Yekîneyeke me ya gerîla ku ji aliyê Fermandariya me ya Eyaleta Mêrdînê ve ji bo xebatekê hatibû wezîfedarkirin, di êvara 21'ê Tîrmehê de li Serêkaniya ser xetê, ketiye kemîneke hêzên ewlekariyê yên Tirk.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 22’ê tîrmehê di navbera demjimêrên 11:00 û 13:00 an de artêşa tirk ya dagirker ji qereqola oramarê ya girêdayî navçeya geverê a bajarê colemêrgê qadên me yên parastina medyayê herêma Zagrosê û disa di xeta sînorê geverê de girê Şehîd Gafur û Şehîd Rehîme daye ber top û obûsan.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Tîrmehê saet di navbera 16:00 û 18:00’an de li qereqola Parîxan a di navbera bajaroka Esendere û Geverê de tevgereke zêde ya balefirên Skorsky û Kobrayan a artêşa TC a dagirker hebû. Di dema wê tevgera dijmin ji bo heman qereqolê di navbera saet 17:00 û 17:30’an de li dijî herêma xeta sînor bi obûs û hawanan bombardûmaneke zêde kiriye.