Kêliyên ku mirov nikarê pênasê wê bike u heta nikarê bîne ser ziman re, em di rojên herî dijwar van kêliyan jiyan dikin. Her roj qîs u xurtên vî welatî ku destdirêjî lê tê kirin berê xwe didin cenga azadiyê.
Di lehzeya ku ferq dike welatê wî êş digşîne, çeka xwe li hember dijmin radike.
Di nasnameye her hevalekî/ê şehîd dema tê dayîn de; kîn û ofkeyek mezin di dilê şervanan de pêş dikeve. Em niha di rojên herî bi qîmet u baha re derbaz dibin, ji her alî kurdistanê êrîşek hovane heye. Çevtengiya ku li ser welatê me dikin, wê tu carî têr nebin. Hemu hewildanan dikin, her cure sileh bi kar tînin, serî li her derê didin lê dîsa jî têr nabin. Ev dijminê me ya faşit ku çavê wî tu carî têr nabe, ber bi rojên xwe yên dawî ve tê. Gerîlayên azadiya kurdistanê ji her derba ku li van eskeran dixe, pîlanên dewletan jî vala derdixe. Ger niha Erdogan tengas buye, sedema wê jî hebuna gerîla ye. Çalakiya bi bandor ku her roj gerila li dar dixe, him di hewayê bi rengê biruskê, him jî di bejahî de bi her cure biranşan de van çalakiyan li dardixin. Reng u deng di Tirkan de nehêşitiye, ji bu ku ser eyba xwe bigire, di nav reklam u nuçeyên derew de dernakevin.
ji her belgeya ku gerila qayid dike u diweşine de diyare, gerilayên qehreman di her saniya jiyan u şerê xwe de van kêliyan him dinivîse, him jî qayid dike. ji hest û nirîrên her şervanekî/ê azadiyê de em dibînin u dibhîsin. Serdem ew serdema ku rastî û derunî derdikeve.
Rastiya şerê cîhanê di van salên dawî de derket pêş, di şexsê van gerîlayên pîroz de rastiya binkeftina zihniyeta dagirker jî derket holê. Ji Avaşin heta Zap, Metîna u Xakurkê, ji Botan heta Serhad u Gabarê, ji Başur ber bi Bakur, ji Rojava ber bi Rojhilat şerê iqtidarê tê meşandin.
Her hêzek di alî xwe de dixwazin dîsa kurdistan parçe u talan bikin. Şer şerê nemerdane ye şerekî gurî pîvan u ehlaqa mirovahiyê de nîne. Dinya dibîne lê jêra çavkurî dike, her tiştî dibhîse lê xwe lal dike. Ger ev şer rast bihata meşandin; çima ewqas zarok, jin u ewladên vî welatê ku soza kurdisaneke azad dane tên qetil kirin. Çima ewqas kimyasal li ser van ciwananê hêja ve tên bi kar anîn, ger rastiya şer ev ba; çima hêzên hikomdar xwe bikin yek li hember kurdan. Bi rastî jî tu hêzek ji van hêzan nikarê rastiya vî şerê derxînin holê, ji ber ku ji xwe gerila isbata xwe kiriye. Di şer u jiyana xwe de daye diyar kirin ku ka şerekî çawa dimeşînin u qezenc dikin.
Bi vê hebuna xwe ve çawa teknîka ku dünya ser kar dike vala derxistiye, ji aqlê xwe yê pêşketî teknîka sistemê poç kiriye. Erdogan Ji xwe xapandinê zêdetir nikarê tiştekî bike, yanî ew xwe wisa dibîne ku her derê dagir bike u xwe bi cih bike. Na wela ewê ji girtina van giran bi ser nekeve, ji xwe ji tengbuna xwe vana dike. ji destdirêjiya xwe li ser axa Kurdistanê bernade, lê gerîlayên pîroz ku niha buna moderên cihanê, her carê destê wî faşistî dişkîne û davêje. Lê ew hingî diz û bê are dîsa jî ber xwe nakeve, ji ruhekî ku ji mirovahiyê dur ketiye tuyê ji wî çi bibîne. Ancax talan u wêranê bibîne, ji bo ku tenê ew serwerê her tiştî bibe; kî bikoje jî xem nake. Em îru dibînin li kêleka PDK ku xwîna xwe firutiye çawa li hev dikin u êrîş dibin ser şervanên ku çiyayên kurdistanê diparêzin.
Şervanên heqîqetê, şervanên rumet u azadiyê; şervanên HPG û YJA STAR’ ê. Ewin ku heta nefesa xwe ya dawî şer dikin u dagirkerî têk dibin, ewin ku rastiya van derewkaran derdixin, ewin ku sînga xwe didin ber tang u firokan. Ji canê wan zêdetir tu tiştek wan nîne, lê wê canê jî dizanin çawa û ji bo çi wê bidin. Ji soza ku dane heta wesiyeta ku li pey xwe dihêlin, tijî bîranîn û kêliyên binirx henin. Ji her şehîdekî dozek, ji her dozeke tecrubeyek, ji her tecrubeyek mezinbun u pêşketinên dirokî di xwe de ava dikin. Şehîdên kurdistanê wisa mezin dibin u nayên ji bîrkirin, soza şehîdan bi tolgirtinê u çeka wan rakirinê de pêk tê. Ji Gutina ku Rêber APO jî dibêje: ‘’Heqîqet eşqe, eşq jî jiyaneke azad e’’ de em dibînin ku heqiqeta vê eşqê jî gerîlayên azadiya vê kurdistanê ne, ti gutin jî piştî vê nabe.
Şehîd Dîrok Cudî