Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 30’yê tîrmehê de îro danê sibehî de saet di 04:00’an de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Çarçela ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye. Êrîşa navborî bi navberên diyarkirî didomin.
30 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 28’ê tîrmehê de ji danê sibehî pê ve artêşa TC’ê li hember Bênavyayê ku li qada Cudî ye û girêdayî Şirnexê ye êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye. Di encama êrîşa ku hetanî danê êvarî berdewam kiriye de li qadê şewateke ku hê jî didome derketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 14’ê pûşperê de hevalê me yê bi navê Hogir (Abdullah Yaman) di êrîşeke hawan û obûsan a artêşa TC’ê de birîndar bûbû. Piştî birîndarbûnê digel hemû hewldanên me, rêhevalê me Hogir gihîşt şehadetê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me yê welatparêz û rayagiştî re!
Li ser banga serokatiya me ku tevgera me ev bi mehan e di sekna bêçalakîbûnê de ye, bi pejinkariyeke mezin didomîne û ji bona ku nekeve rewşa çalakîlidarxistinê kedeke mezin daye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 24’ê tîrmehêde bi roj saet di navbera 13:00-18:00’an de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Kinyaniş ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
25 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 23’yê tîrmehê de ji hêla firokeyên kobra yên artêşa TC’ê ve qadên Girê Firinê û Girê Dem ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne hatine bombebarîn kirinê. Di van bombebarînên eletexmînî de li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
- Ayrıntılar
Ev çend meh in di însiyatîfa serokatiya me de, pêvajoyeke çareseriyeke demokratîk hate destpêkirinê û serokatî bi tarza xwe ya bêhempa kir ku her derdor xwe tevlî vê pêvajoyê bike. Hema nivîskarek an saziyek nema ku der barê kurd û Kurdistanê de nêrînên xwe neyne ziman. Mirov dikare bêje, piştî salên 93’yan ku Ozal serokomar bû, yeker car e ku ewqas di vê gurahiyê de kurd û Kurdistan tê nîqaşkirinê.
Di şerê azadiyê yê gelê kurd de, dijminê gelê kurd ne tenê sîstema Tirkiyê ye, hemû sîstemên desthilatdar û emperyalîst ên mîna Emerîka, Ewropa û Îsraîl piştgirî didin Tirkiyê. Pê re jî bi heman rengî dewletên mîna Sûriye, Iraq û Îran jî ji tirkan kêmtir namînin.
Zihniyeta sîstema Tirkiyê, ji salên 1900’î pê ve ku Îtîhat Terakî pê ve, hema bi heman şêweyî didome. Ev zihniyeta îtîhatçî kir ku împeratoriya osmanî têk biçe û pê re gelek gelên ku bi sedan sal in ku bi hev re dijiyan, hewl dan bikin dijminên hev û bûn jî. Mixabin ev sî sal in em wekî Tevgera Azadiyê bi vê zihniyetê re têkoşîn dikin. Du alî bi tevahî nêzî sed hezar mirov di vî şerî de şehîd ketin an mirin. Ku mirov li rêveçûnê binêre, wisa dixuye ku wê xwîna deh hezarên din jî birêjê.
Sîstema Tirkiyê bi desteka hêzên hegemonîk û emperyal ên wekî Emerîka û Îsraîl, ji bilî tunekirina kurdên bakur, rojhilat û başûr rojhilat, tu riyek nedaye pêş xwe. Di tûrikê planên wan de, ji bilî kurdên başûr, hemû kurd “terorîst”in û pêwîst e ku bêne tunekirinê.
Lê ev sî sal in ev sîstem bi ser neketin û herî dawîn xwe li Zapê ceribandin û di şexsê artêşa TC’ê de hemû li bin ketin. Piştî ku kurdên bakur di hilbijartinên bakurê Kurdistanê de vîna xwe nîşan dan û kêm be jî serkeftinek bi dest xistin, plan û hesabên Tirkiye, hêzên başûr û Emerîka ser û bin bûn.
Vaye em bi van geşedanan dikevine pêvajoyeke çareseriyê. Nizanim, mirov bêje pêvajoya çareseriyê an pêvajoyeke şerekî mezin. Wê ev piştî rênexşeya ku serokatiya me diyar bike diyar bibe.
Dewleta TC’ê gelek gotin û derewên ku ev bi dehan sal in dikir, neçar ma daqurtîne. Gotinên wan ên wekî kurd nîn in, zimanên wan nîn e, tirkên çiya ne û filan piştî têkoşîna PKK’ê ya bêeman neçar man ku navê kurdan zikr bikin, qaşo televîzyon vebikin, bahsa hebûna kurdan bikin. Niha jî her kes bi yekdengî mûxataban nîşan didin û fena ku nû fêm kiribin, hemû bi hev re Îmraliyê nîşan didin.
Ji bona şerê di navbera sîstema Tirkiyê û Tevgera Azadiyê bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla serokatiya me û ji hêla gerîla ve her tişt hate kirin. Ev çend meh in, digel her cure operasyon û êrîşên topan û balafirên artêşa TC’ê, em hewl didin şerek an pevçûnek neqewime. Carnan jî ji bona ku ev pêk bê, em şehadetan jî didin. Ji ber ku nêrîn û fikrên serokatiya me ji bona me ferman û bênîqaş in.
Her kes tiştek dibêje. Kurdên xwefirotî, kurdên noker, nivîskarên tirk ên ku pênûsa wan bi xwîn e, demokratên mûhafazakar û lîberal...
Ji van nirxandinan re, mirov dikare van bersivan bide;
Rewşa serokatiya me, nêzîkatiya serokatiya me wê her tişt diyar bike.
Kurd ne kurdê berê ne û rewşa heyî em tu carî qebûl nakim.
Wê gerîla ji berpirsê şer û ji kuştinên li Kurdistanê bûne çi oldar bin, çi netewperest bin, çi kurdên xwefirotî bin hesap bipirse. Wê her yek ji wan bi wan hestiyên ku di bin axê de rizayana re rû bi rû bêne hiştin.
Erdogan û Gul ku niha temsîla sîstemê dikin, bi wê zihniyeta xwe ya bazirgan ku dayîka boyax dikin û ji nû ve difroşin bavê xwe, mirovên ne cidî, derewkar û dirû ne. Hesap dikin ku bi van gavên rûmetşikestinê, wê kurdan bixapînin. Encama ku dertê, ne hêza wan têrî dike û ne jî niyeta wan heye ku pirsgirêkê çareser bikin.
Gavên mîna guhertina navên gundan, kurdolojî, dersên hilbijêrî em ê tu carî tenezûl nekin û em ê heqaret bihesibînin. Wê gavên wisa hêrsa me mezintir bike.
Êdî tehemûla kurdan bi wê derewkarî û qeşmeriya rêveberiya tirkan re nemaye. Em ê dirûşmeyên mîna “Ya tam demokrasî yan jî qet”, “Yan azadî yan mirin”, “Yan diyalog yan şer.” her demê bilindtir bikin.
Ji ber vê yekê, di 15’ê tebaxê de serokatiya me çi rê diyar bike, êdî ji bona me ev esas e, ku ev pêk neyê û ev zihniyeta tunekirinê bê berdewamkirinê –jixwe berdewam dike jî- hetanî kurdek bi rûmet li ser rûyê dinê hebe, wê ev têkoşîna me ya sazkirina Kurdistaneke Xweser û Azad bidome.
Me hetanî niha bi hezaran şehîd dan, em ê ji niha û pê ve bi dehan hezarî şehîdên din jî bêdin û deh hezaran jî bi xwe re binax bikin. Ji bilî wê em ê tu carî jiyaneke bêserokatî, jiyaneke kole, jiyaneke bêrûmet qebûl nekin. Em ê tu carî Kurdistaneke ku di bin potînên tirk, faris û ereban de ne qebûl nekin. Hetanî ku ev zebaniyên bi potîn ji Kurdistana me ya nazenîn neyên derxistin, wê ji me re jiyan heram be û em şîrê dayîka xwe li xwe helal nakin.
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Roja 15’ê Tîrmehê rêveberên KCK’ê daxuyaniya ku her kes li bendê bûn dan. Li gorî vê daxuyaniyê deklare bû ku rewşa bêçalakîtiyê dê heta 1’ê Îlon a 2009’an berdewam bike. Ev daxuyaniya rêveberên KCK’ê ku ji raya giştî re hate aşkere kirin divê rast bê fêmkirin. Heke weke berê nêzîkatiyeke rast neyê nîşandan û pêvajo bi awayekî cidî neyê nirxandin, ji vê fersendê jî dê sûd neyê wergirtin.
Piştî daxuyaniya 15’ê Tîrmehê tê fêmkirin ku hin kesên di nava nêzîkatiyeke wisa de ne hene. Ev kes bi awayekî cidî xwe dixapînin. Ev beşên, ku ne di ferqa pirsgirêkê de ne, nizanin ev bêçareserî dê bigihêje ku derê jî. Heta rastiyeke wisa derdikeve holê ku xwedî helwesteke bêberpirsyar in.
Berê jî hatibû destnîşankirin. Hêzên Azadiya Kurdistanê ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin û aştiyeke mayînde pêk were, hewcedarî dîtine ku bêçalakîtiyê îlan bikin. Şertên bêçalakîtiyê ji aliyê geşedanên siyasî, daxwazên gel, konjonktura herêmî û navneteweyî ve hatibûn afirandin. Di afirandina şertên wisa de hêzên azadiya kurd heke rewşa bêçalakîtiyê îlan nekiriba dê ne rasteqîn bûya, rewşeke li gorî berjewendiyê gelê kurd û tirk dê dernexista holê. Ji ber vê yekê, di pêvajoyeke ku tevgera azadiya kurd di warê siyasî û leşkerî de xurt bû û însiyatîf girtibû destê xwe, tercîha xwe ji aliyê bêçalakîtiyê de kir. Ev rastî îro jî derbasdar e. Bêçalakîtiya ku ji 15’ê Tîrmehê heta 1’ê Îlonê hatiye dirêjkirin li ser vê rastiyê pêk hatiye. Tu kes bila ji vê yeke encameke cudatir dernexe.
Rêber Apo, beriya 15’ê Tîrmehê nêrînên xwe yên ku rewşa bêçalakîtiyê heta 1’ê Îlonê bê dirêjkirin ji raya giştî re aşkera kiribû û biryara wê ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re hiştibû. Tevgera Azadiya Kurdistanê ev nêrîna Rêber Apo li ber çavan girt û bal kişandiye ser girîngiya nexşerêya ku tê payin Rêber Apo di nîvê meha Tebaxê de ji raya giştî re aşkera bike. Ji ber vê yekê bêçalakîtiya heta 1’ê Îlonê hate dirêjkirin dema mirov binirxîne, divê mirov dema di navbera 15’ê Tîrmehê û 1’ê Îlonê de weke demeke ku muxatabên pirsgirêkê li hemberî nexşerêya ku Rêber Apo amade dike helwestên xwe daynin holê û ev yek weke fersendekê bê nirxandin.
Heke ev yek bi awayekî rast neyê fêmkirin her çiqas dem heta 1’ê Îlonê hatibe dirêjkirin jî, encamên ku piştî pêvajoyê derkevin holê kes ji niha ve nikare texmîn bike. Di vê hêlê de pêvajoya ku piştî 15’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin teqez divê bi awayekî rast bê nirxandin.
Di vê pêvajoya hatiye destpêkirin de hemû derdor divê nêrînên xwe der barê nexşerêya ku Rêber Apo dê amade bike de vebêjin. Raya giştî ya di vê mijarê de hesas e gerek rojeva wan a esasî ev be. Ev rojev bi awayekî wisa di siyasiya Tirkiyeyê de bê rûniştandin ku nehêle ber bi rojeveke sexte ve biçe.
Berê jî wisa bû. Ji aliyê kê ve hatiye amadekirin, ji bo çi ji raya giştî re hate pêşkêşkirin îro ‘belge’ya zelal bûye bi hefteyan raya giştî mijûl kir. Tirkiyeyê ji rojeva esasî dûr xist. Di encama derketî holê de dîsa yê winda kir gelên Tirkiyeyê bûn. Û pêvajoya beriya 15’ê Tîrmehê heba bû. Dîsa rewşeke weke vê derkeve holê dê encameke cudatir biafirîne.
Derdorên bi pirsgirêka kurd re bi awayekî dîrek eleqedar in û derbarê nexşerêya Rêber Apo ku deklare bike nêrînên xwe vebêjin re, muxatabên pirsgirêkê jî bi awayekî aktîf gerek helwestên xwe daynin holê. Tevgera Azadiya Kurdistanê di vê mijarê de helwesta xwe bi awayekî zelal destnîşan kiriye. Beranberî vê yekê hêzên fermî yên tirk jî gerek bikevin pozîsyona muxatabiyê. Di vê mijarê de daxuyanî û nirxandinên têne kirin, muxatabê wan kî ye gerek bê aşkerakirin. Ev yek, çareseriya pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û pêkanîna aştiyeke mayînde hêj hêsantir bike.
Di vir de berpirsyartiya mezin dikeve ser milê organên weşan û çapemeniyê. Pêvajoya borî dema bê nirxandin organên çapemeniyê rola ku pirsgirêkê di rojevê de hiştin an jî derojevkirina pirsgirêkê bi awayekî zelal hate dîtin. Ji ber vê, li Tirkiyeyê heke ornganên weşan û çapemeniyê dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û aştiyeke mayînde çêbibe, divê hewcedariyên vê yekê bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de rê li pêşiya nêzîkatiyên afirandina rojevên sexte bigire û rojeva esasî ji xwe re bingeh bigirin. Vê yekê jî weke peywireke dîrokî ya jêneger ji xwe re qebûl bike. Di serî de jî organên weşan û çapemeniya azad û alternatîf vê yekê bikin. Di pêvajoya borî de kesên alîgirên şerê qirêj ê taybet in, hin derdorên ku şer ji xwe re kirine deriyê rantê, ji bo pêvajoya bêçalakîtiyê sabote bikin çi ji destê wan hat kirin. Piştre jî weke derket holê ku provokasyon çêkirine. Raya giştî bi rojevên sexte mijûl kirin. Di vê yekê de jî bi ser ketin. Di pêvajoya di navbera 15’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de divê bi tu awayî destûr ji tiştekî wisa re neyê dayîn.
Bi 15’ê Tîrmehê re rewşa bêçalakîtiyê ketiye pêvajoyeke nû. Tevgera Azadiya Kurdistanê, beriya 1’ê Hezîranê rewşa bêçalakîtiyê nirxand; gihîşt wê encamê ku rewşa bêçalakîtiyê heta 15’ê Tîrmehê dirêj bike. Niha jî heman encam derketiye holê. Lê nirxandina vê carê ji ya navbera 1’î Hezîranê û 15’ê Tîrmehê cudatir bû. Ji ber vê yekê gihîştiye wê encamê ku pêvajoya navbera 15’ê Tîrmehê û 1’ê Îlonê li gorî nexşerêya Rêber Apo amade kiriye divê li ser bê sekinandin. Niha pêvajoyeke wiha tê jiyîn. Ji bo aştiyeke mayînde, bi riyên demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd û astengiyên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê bên rakirin hemû hêzên têkildar gerek nêzîkatiyên xwe li gorî vê diyar bikin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 19’ê tîrmehê de artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û bi guleyên bi şop li Qadên Parastina Medya li hember qadên Erwanîş û Girê Helîzê ku girêdayî Heftanînê ne li dar xistiye. Piştî êrîşê li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
20 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Yên pêşroja azad a gelan diyar dike rêber û leheng in. Ew gelên ku lehengên wisa ku destanên afirandine dernexistibin ji dika dîrokê hatine maliştinê. Ji ber ku gel bi lehengên xwe ji nû ve têne vejîn, xwe digihînin rizgariyê û pê hebûna xwe mayinde dikin.
- Ayrıntılar